Berteka li dijî nebicîkirina tîpên kurdî: Zîhniyeta AKP’ê û qeyûm heman zîhniyet e

img

MÊRDÎN – Endamê Meclîsa Şaredariya Artûklû yê HDP’yî Mehmet Alî Amak bertek nîşanî Şaredariya Artûklû ya AKP’yî ku tîpên X, W û Q ji tabelayên navên gundan derxist da û diyar kir ku zîhniyeta AKP’ê û qeyum heman zîhniyet e û xwest tavilê tabela werin sererastkirin. 

 
Şaredariya Navçeya Artûklû ya Mêrdînê ku di bin rêveberiya AKP’ê de ye di meha kanûna 2020’an de dest bi nûkirina tabelayên navên gundan kir. Şaredariyê tabelayên navên tirkî û kurdî çikandin. Lê bes şaredariya AKP’yî tîpên X, W û Q lê nekirin ango cih nedan van tîpan. Tenê karekterên tirkî hatin nivîsandin. Di tabelayan de tîpa “Ğ” ku di kurdî nîne jî dan nivîsandin. Li şûna tîpên X, W û Q tîpên H, V û K nivîsandin. 
 
Li ser nîşandana berteka raya giştî Şaredariya Artûklû daxuyanî da û got: “Heke di tabelayan de xeletiyek hebe, em ê rast bikin.” 
 
Lê belê li gel ku ewqas dem di ser de derbas bû jî tîpên kurdî li navan nehatine zêdekirin. Koma Meclîsa Şaredariya ya HDP’ê jî mijarê di civîna ewil a sala 2021’an de bir rojeva civîna Meclîsê. Hevberdevkê Meclîsa Şaredariyê yê HDP’ê Mehmet Alî Amak têkildarî mijara navborî ji ajansa me re axivî. 
 
‘PIR BI HÊSANÎ DIKARE WERE SERERASTKIRIN’ 
 
Amak destnîşan kir ku piştî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê di sala 2014’an de ket bin rêveberiya DBP’ê cara yekem tabelayên kurdî û tirkî hatin bicihkirin û got: “Piştî di sala 2016’an de qeyûm hat danîn, gelek tablea hatin rakirin. Di serdema qeyûm de tenê bi tirkî tabela hatin bicihkirin. Tabelayên gundan di bin berpirsiyariya Şaredariya Bajarê Mezin de ye. Lê belê pêşniyaza Meclîsa Şaredariya Artûklû biryar hat girtin dê tabelayên gundên girêdayî navçeyê bi du zimanan werin nûkirin. Lê li gel ku Meclîsa Şaredariyê xwest tabeleyan bibîne jî bêyî agahiya me dest bi çêkirina tabelayan kirin. Lê piştî ku tabela hatin montajkirin me van navan ferq kir.” 
 
‘ŞAREDARÎ JÎ KEYAYAN SÛCDAR DIKE’ 
 
Amak anî ziman ku bi derxistina tîpên kurdî re navên gundan bêmane bûne û wiha got: “Me li ser mijarê bi Şaredar re hevdîtin kir. Ji me re got wê tablea werin nûkirin. Me mijarê bir rojeva Meclîsa. Wê çareserî jî ji Meclîsê derkeve. Kêmasiya şaredar Abdulkadîr Tutaşi avêtin ser keyayên gundan. Tutaşi jî xwe diparêze ku wî li gorî navên keyayan dane wan tabelayan amade kirine. Lê em jî dibêjin ev berpirsiyarî ne ya keyayan e.” Amak da bal kişand ser daxuyaniya Şaredariyê ku gotiye dê piştevaniyê ji zanîngehê bixwaze û çareserkirina meseleyê bi rêya burokrasiyê jî bê wate ye. Amak anî ziman ku li Mêrdînê gelek kesên li ser zimanê kurmancî pispor in hene û heke şaredarî bixwaze wê ev nav pir bi hêsanî werin sererastkirin û heke neyên sererastkirin dê gundî tabelayan rakin. 
 
'ZÎHNIYETA AKP Û QEYÛM HEMAN ZÎHNIYET E’
 
Amak destnîşan kir ku Serokê Şaredariyê Tutaşi ji bo sererastkirina tabelayan 10 roj dem daye wan û got: “Lê em dizanin ku zîhniyeta AKP’ê û qeyûm heman zîhniyet e. Çawa ku zîhniyeta qeyûm danîn ser şaredariyên me û êrişî tabelayên me kirin, zîhniyeta êrişî zimanê me dike heman zîhniyet e. Em ê wek HDP’ê vê meseleyê teqîp bikin. Bila xelkê me dizanibe heta ku tabela neyên rastkirin em ê dev ji mijarê bernedin.” 
 
MA / Ahmet Kanbal 
 

Sernavên din

08/01/2021
15:11 3 jinên siyasetmedar li Îzmîrê hatin bibîranîn
15:05 Nûçegihanê me Aslan sewqî edliyê kirin
14:59 Li Wanê banga yekîtiya neteweyî: Divê siyaseta kurdî bi ruhê yekîtiyê rabe
14:58 Polîsan 4 kes li Mêrsînê binçav kirin
14:49 Ji bo çalakiya nobetê ya li Bogazîçiyê bang
14:48 EBTO’yê banga berdana Dr. Şeyhmûs Gokalp kir
14:36 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
14:13 'Em mafê xwe dixwazin'
14:00 BTS: Hûn bi sirgûnan nikarin me têk bibin
13:56 Platforma Zimanê Kurdî: Zimanê kurdî li saziyên dewletê tê qewirandin
13:48 Rojnamegeran hempîşeyê xwe Metîn Goktepe bibîr anîn
13:36 Gelê Wanê li dijî tecrîdê rabû ser piyan
13:27 Gunay: Îdîanameya Kobanê encex bibe qapaxê kovarên pêkenokan
13:24 Ligel dorpêça polîsan jî, dest bi çalakiyê kirin
13:05 Polîsan park dorpêç kir: Girse ji bo yekîtiyê bi israr e
13:04 Tanrikûlû: Di meha kanûnê de 43 mafê jiyanê hatine binpêkirin
12:51 Neviyê Seyîd Riza, Rustem Polat jiyana xwe ji dest da
12:47 Greva birçîbunê ya li Yunanîstanê di rojan 5’emîn de didome
12:33 Di îdianameya Kobanê de beyanên îtîrfakaran bi nakokî ne
11:37 AKP’iyan alîkariya dewletê bikar anîn!
11:09 YSK’ê wî ji peywîr girt, Wezaretê wî kir şêwirmend
10:36 Ji nûçegihanê me Aslan xebatên wî yên rojnamegeriyê pirsîn
10:35 Nasnameya penaberek din a karesata keştiyê eşkere bû
10:06 Ji ber zarokên wê zextan li Dayika Aştiyê dikin
10:01 Xwendekarên YYU'yê piştgirî dan xwendekarên Bogazîçiyê
09:45 ‘Li ser erdnîgariyekê qirkirina zayendekê hebe, li wir aştî tuneye’
09:30 Greva birçîbûnê di roja 43'yemîn de berdewam dike
09:20 Par bi 50 lîra bû îsal bi 100 lîrayî ye
09:11 Nûnerên rêxistinên sivîl: Ev qanûn dê mafên demokratîk binpê bike
09:11 Berteka xwediyên kafeyan: Ma em çayê bikin pakêt û bifiroşin?
09:10 ‘DMME, dê di doza Guven de jî biryara binpêkirinê bide'
09:09 Wezareta Tenduristiyê ji bo vegera ser kar a bijîşk got 'li gor mewzûatê ye'
09:09 Parastina Dehlên Valîdebagê: Daxwaz zelal e, dehl divê wekî dehlê bimîne
09:08 Serlêdana qedexeya li Wanê cara 14’emîn hat redkirin
09:08 Jinên STO’yî: Em ê li dijî qeyûm têbikoşin
09:07 Wezîr dê heqê parêzerê kujerê Kemal Kûrkût razîne!
09:00 ROJEVA 8'Ê ÇILEYA 2021'AN
07/01/2021
20:43 194 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:42 Li Kobaniyê gel kujerê jinekê darizand
16:57 Bertekên li dijî ‘rektorê qeyûm' nasekinin
15:44 Polîsan bîranîna Sakîne Cansiz asteng kir!
15:34 Birîna Ceyranê ya VEDAŞ’ê jina 72 salî bê oksijen hişt
15:21 Komkujiya Parîsê: Wê jin edaletê pêk bînin
15:12 Boriya avê ya MARSÛ’yê teqiya û esnafan perîşan kir
15:05 Hevşaredarê Êlihê nehat berdan
14:45 Serokê lijneya weşanê ya Weşanxaneya Zanîngeha Bogazîçiyê îstîfa kir
14:25 Li Edeneyê 2 ciwan hatin berdan
14:11 Hejmara 18’an a Kovara Dilopê derket
14:07 Fîdan Dogan li ser gora xwe hat bibîranîn
14:03 KESK: Em li cem pêkhatiyên Bogazîçî ne
14:01 Ji DBP’ê banga tevlîbûna daxuyaniya yekitiya netewî
13:52 Ji derçûyên Bogazîçiyê kampanyaya îmzeyê
13:51 Ji xebatkarên tenduristiyê çalakiya rûniştinê
13:50 Îddîanameya ‘Lêpirsîna Kobanê’ hat qebûlkirin
13:40 HDP’ê serdana taxa ku ceyranê wê hatibû birîn kir
13:34 Jinan ji bo 9'ê Çileyê bang kirin: Em ê tu carî efû nekin
13:04 Ji HDP’ê pêşniyarqanûn: Bila amûrên paqijiyê ji jinan re bêpere bên dabînkirin
13:03 Trump qebûl kir: Wê derbasbûyineke bipergalî çêbe
12:50 Aykol: Bi serdegirtina avahiya Kongreyê cîhanê hişyar dike
12:28 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:03 Li Çewligê muzîkjenek hat kuştin
11:42 90 rojin hêj lêpirsîna 4 rojnamegeran bi dawî nebûye
11:42 Li Washingtonê 52 kes hatin binçavkirin
11:33 Aloziya li Amerîkayê di çapemeniya cîhanê de deng veda
11:32 Nûçeya Sakîne Cansiz hat sansurkirin
11:22 Helbestkar Ahmet Tellî beraet kir
11:16 Çekdarên PDK’ê daran dibirin
11:15 Li Esenlerê jinek hat kuştin
11:01 ATK: Aleyna Çakir hatiye kuştin
09:22 Greva birçîbûnê di roja 42'emîn de dewam dike
09:05 Ji ber nîşeyên derbarê pirtûkekê de cezayê hucreyê lê birîn
09:05 'Em naxwazin fikara pêşerojê li me peyda bibe'
09:05 Di 4 salan de tenê du 2 caran kurê xwe yê girtî û nexweş dîtiye
09:05 Polîs navê kesên ku diçin HDP'ê qeyd dikin
09:05 Beyoglû yê ku bi destê YSK'ê bû şaredar, erdên Rezanê parsêl bi parsêl difiroşe
09:05 Ji ber şewbê esntrumanên xwe firotin
09:05 Li ber HES'a ku tê xwestin li Çemê Zorê bê çêkirin rabûn
09:05 Bûyera înfazê ya li Çardêranê şandin DMME'yê
09:05 ‘Metîn Goktepe remza azadiya çapemeniyê ye'
09:00 ROJEVA 7'Ê ÇILEYA 2021'AN
07:58 VEDAŞ'ê ceyrana taxê qût kir
06/01/2021
22:51 Li Cizîrê dayîkek 50'î salî hat binçavkirin
22:00 Li Basayê mirineke biguman
20:04 Hejmara kesên ku ji ber Covîd-19'ê mirin bû 22 hezar û 70
17:16 Jinan li dijî îstîsmarê banga seferberiya civakî kir
17:12 TJA'yê her şeş jinên siyasetmedar bi bîr anî
16:53 Tuncel: Dewlet siyasetmedarê kurd wek dijmin dibîne
16:47 Li Amedê 2 jê parêzer 3 kes mirî hatin dîtin
16:34 Li Edenê Meclîsa CiwanênYekgirtî hat avakirin
16:16 Ûca: Gelo Komkujiya Parîsê ji aliyê MÎT’ê ve hatiye kirin?
16:16 Xwendekarên ODTU piştgirî dan xwendekarên Bogazîçî
16:04 Hiqûqnasan tundiya li hemberî xwendekaran şermezar kir
15:31 Ji bo daxuyaniya yekîtiya neteweyî bang hat kirin
15:11 Sancar: Em ê bi berxwedanê sala 2021’an bikin sala avakirina înşayê
15:02 Rapora ÎHD ya zarokan: Şewba vîrûsê newekhevî zêde kir
14:54 Li Wanê 6 siyasetmedarên jin hatin bibîranîn
14:36 Ji TUAY-DER’ê berteka tecrîdê: Qanûnan pêk bînin
14:35 Dadgehê ji bo kuştina Dînk, biryara girtina 2 erkdarên îstîxbarê da
14:19 Jinên KESK’î: Ji bo parastina jiyanê em ê li qadan bin
14:19 37 sal in girtî ye û tenduristiya wî nebaş dibe