‘Bila daxwazên rewa û mafdar ên girtiyan bên qebûlkirin'

img

ENQERE – Endamê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Kenan Maçoglû, parve kir ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan didomin û ji bo çalakiyên greva birçîbûnê jî bang kir ku daxwazên rewa û mafdar ên girtiyan bên qebûlkirin. 

Li girtîgehan ji 27'ê Mijdara 2020'an ve çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger a li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan didome. Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Enqereyê serdana 14 girtîgehên li Herêma Anatolyaya Navîn kir û hevdîtin bi girtiyan re pêk anî. 
 
Endamên Komîsyonê li Girtîgeha Eskîşehîr a Tîpa H, Girtîgeha Sîncan a Jimare 1 a Tîpa F, Girtîgeha Sîncan a Jimare 2 a Tîpa F, Girtîgeha Sîncan a Jinan, Girtîgeha Karabuk a Tîpa T, Girtîgeha Kayserî ya Jimare 1 a Tîpa T, Girtîgeha Kayserî ya Jimare 2 a Tîpa T, Girtîgeha Kayserî ya Jinan, Girtîgeha Afyon a Tîpa L, Girtîgeha Amasya ya Tîpa E, Girtîgeha Kirşehîr a Tîpa E, Girtîgeha Karabuk a Tîpa T û Girtîgeha Kirikkale ya Tîpa F'yê hevdîtin bi girtiyan re pêk anî. 
 
LI 8 GIRTŞGEHAN 131 GIRTÎ KETINE GREVA BIRÇÎBÛNÊ 
 
Li girtîgehan koma 8'an çalakiya greva birçîbûnê dewr girtiye. Li girtîgehên Eskîşehîr, Sîncan a Jinan, Tokat, Kayserî ya Jinan û Karabukê komên 2 kesî û li Girtîgeha Kayserî ya Jimare 2 a Tîpa T û Girtîgeha Kirikkaleyê jî komên 3 kesî grev dewr girtine. Heya niha li 8 girtîgehan bi giştî 131 girtî ketine greva birçîbûnê. 
 
Parêzer Kenan Maçoglû ku hevdîtin bi girtiyan re pêk anî, behsa binpêkirinên mafan ên li girtîgehan kir. 
 
Maçoglû, destnîşan kir ku di dema pandemiyê de li girtîgehan binpêkirinên mafan zêde bûne û çendî ku şewb heye jî li hin girtîgehan mehê çend caran davêjin ser qawîşan. 
 
Maçoglû, bilêv kir ku çûne kîjan girtîgehê girtiyan ji wan re gotiye rojnameya Yenî Yaşam, Evrensel û Bîrgunê nadin wan û pitî greva birçîbûnê ya sala 2019'an radyoyên wan hatine desteserkirin û hîn jî nedane wan. Maçoglû got: "Girtî tenê dikarin qenalên nêzî îqtidarê temaşe bikin. Nahêlin girtî qenalên muxalif temaşe bikin. Çalakiyên wekî werzîş, spor, kurs û yên din hatine kêmkirin. Hevdîtina vekirî tune ye." 
 
LÊGERÎNA TAZΠ
 
Maçoglû, destnîşan kir ku mafê tenduristiyê yên girtiyan jî tê binpêkirin û got: "Di serî de li Girtîgeha Kirşehîrê û bi giştî jî li tevahiya girtîgehan, ji ber lêpirsînên dîsîplînê mafê hevdîtinê tê qedexekirin. Li Girtîgeha Kirşehîrê ji ber jimariya bi awayê şipyakî Hevserokê HDP'ê yê Kirşehîrê yê berê Saîm Ozdemîr jî di nav de 3 kes di hucreyê de ne. Li Girtîgeha Sîncan a Jimare 1 a Tîpa F'yê ji ber ku girtî li ber ferzkirina lêgerîna tazî rabûne hatine îşkencekirin. Li Girtîgeha Kayseriyê ya Jimare 1'ê jimariya bi awayekî şipyakî didome. Ên qebûl nakin jî wan dibin hewadariyê û bi darê zorê jimariyê dikin. Piraniya vana jî ji Girtîgeha Kirşehîrê hatine sirgûnkirin, ji ber ku jimariya bi awayekî şipyakî qebûl nekirine. Derbarê girtiyan de bi awayekî kêfî zabitname tên amadekirin. Dadgeriyên Înfazê jî bêyî ku lêkolînêbikin cezayên dîsîplînê li wan dibirin." 
 
‘BILA DAXWAZÊN WAN BÊN QEBÛLKIRIN' 
 
Maçoglû, anî ziman ku li gelek girtîgehan îdare vîtamînan nadin girtiyên di greva birçîbûnê de. 
 
Maçoglû, anî ziman ku girtiyan gotiye heya ku daxwazên wan neyên qebûlkirin wê çalakiya wan dewam bike û got: "Di sala 2019'an de jî ji bo tecrîd bi dawî bibe grevên birçîbûnê hatibûn kirin. Piştî greva birçîbûnê ya ji bo hin daxwazên mafdar û rewa hatibû kirin, wezaretê destûr dabû parêzeran ku biçin Îmraliyê. Lê belê ji Tebaxa 2019'an ve bi hinceta lêpirsînên dîsîplînê parêzer nikarin hevdîtinê pêk bînin. Hevdîtina dawî ya malbatan jî di 3'yê Adara 2020'an de hatibû kirin. Ji Îlona 2020'an ve jî bi hinceta cezayên dîsîplînê destûr nayê dayîn. Li girtîgehên din jî tecrîd pir giran bûye. Berî ku çalakiya greva birçîbûnê veguhere çalakiya bêdem û bêveger, divê daxwazên mafdar û rewa yên girtiyan bên qebûlkirin." 
 
MA / Berîvan Altan 

Sernavên din

08/01/2021
15:11 3 jinên siyasetmedar li Îzmîrê hatin bibîranîn
15:05 Nûçegihanê me Aslan sewqî edliyê kirin
14:59 Li Wanê banga yekîtiya neteweyî: Divê siyaseta kurdî bi ruhê yekîtiyê rabe
14:58 Polîsan 4 kes li Mêrsînê binçav kirin
14:49 Ji bo çalakiya nobetê ya li Bogazîçiyê bang
14:48 EBTO’yê banga berdana Dr. Şeyhmûs Gokalp kir
14:36 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
14:13 'Em mafê xwe dixwazin'
14:00 BTS: Hûn bi sirgûnan nikarin me têk bibin
13:56 Platforma Zimanê Kurdî: Zimanê kurdî li saziyên dewletê tê qewirandin
13:48 Rojnamegeran hempîşeyê xwe Metîn Goktepe bibîr anîn
13:36 Gelê Wanê li dijî tecrîdê rabû ser piyan
13:27 Gunay: Îdîanameya Kobanê encex bibe qapaxê kovarên pêkenokan
13:24 Ligel dorpêça polîsan jî, dest bi çalakiyê kirin
13:05 Polîsan park dorpêç kir: Girse ji bo yekîtiyê bi israr e
13:04 Tanrikûlû: Di meha kanûnê de 43 mafê jiyanê hatine binpêkirin
12:51 Neviyê Seyîd Riza, Rustem Polat jiyana xwe ji dest da
12:47 Greva birçîbunê ya li Yunanîstanê di rojan 5’emîn de didome
12:33 Di îdianameya Kobanê de beyanên îtîrfakaran bi nakokî ne
11:37 AKP’iyan alîkariya dewletê bikar anîn!
11:09 YSK’ê wî ji peywîr girt, Wezaretê wî kir şêwirmend
10:36 Ji nûçegihanê me Aslan xebatên wî yên rojnamegeriyê pirsîn
10:35 Nasnameya penaberek din a karesata keştiyê eşkere bû
10:06 Ji ber zarokên wê zextan li Dayika Aştiyê dikin
10:01 Xwendekarên YYU'yê piştgirî dan xwendekarên Bogazîçiyê
09:45 ‘Li ser erdnîgariyekê qirkirina zayendekê hebe, li wir aştî tuneye’
09:30 Greva birçîbûnê di roja 43'yemîn de berdewam dike
09:20 Par bi 50 lîra bû îsal bi 100 lîrayî ye
09:11 Nûnerên rêxistinên sivîl: Ev qanûn dê mafên demokratîk binpê bike
09:11 Berteka xwediyên kafeyan: Ma em çayê bikin pakêt û bifiroşin?
09:10 ‘DMME, dê di doza Guven de jî biryara binpêkirinê bide'
09:09 Wezareta Tenduristiyê ji bo vegera ser kar a bijîşk got 'li gor mewzûatê ye'
09:09 Parastina Dehlên Valîdebagê: Daxwaz zelal e, dehl divê wekî dehlê bimîne
09:08 Serlêdana qedexeya li Wanê cara 14’emîn hat redkirin
09:08 Jinên STO’yî: Em ê li dijî qeyûm têbikoşin
09:07 Wezîr dê heqê parêzerê kujerê Kemal Kûrkût razîne!
09:00 ROJEVA 8'Ê ÇILEYA 2021'AN
07/01/2021
20:43 194 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:42 Li Kobaniyê gel kujerê jinekê darizand
16:57 Bertekên li dijî ‘rektorê qeyûm' nasekinin
15:44 Polîsan bîranîna Sakîne Cansiz asteng kir!
15:34 Birîna Ceyranê ya VEDAŞ’ê jina 72 salî bê oksijen hişt
15:21 Komkujiya Parîsê: Wê jin edaletê pêk bînin
15:12 Boriya avê ya MARSÛ’yê teqiya û esnafan perîşan kir
15:05 Hevşaredarê Êlihê nehat berdan
14:45 Serokê lijneya weşanê ya Weşanxaneya Zanîngeha Bogazîçiyê îstîfa kir
14:25 Li Edeneyê 2 ciwan hatin berdan
14:11 Hejmara 18’an a Kovara Dilopê derket
14:07 Fîdan Dogan li ser gora xwe hat bibîranîn
14:03 KESK: Em li cem pêkhatiyên Bogazîçî ne
14:01 Ji DBP’ê banga tevlîbûna daxuyaniya yekitiya netewî
13:52 Ji derçûyên Bogazîçiyê kampanyaya îmzeyê
13:51 Ji xebatkarên tenduristiyê çalakiya rûniştinê
13:50 Îddîanameya ‘Lêpirsîna Kobanê’ hat qebûlkirin
13:40 HDP’ê serdana taxa ku ceyranê wê hatibû birîn kir
13:34 Jinan ji bo 9'ê Çileyê bang kirin: Em ê tu carî efû nekin
13:04 Ji HDP’ê pêşniyarqanûn: Bila amûrên paqijiyê ji jinan re bêpere bên dabînkirin
13:03 Trump qebûl kir: Wê derbasbûyineke bipergalî çêbe
12:50 Aykol: Bi serdegirtina avahiya Kongreyê cîhanê hişyar dike
12:28 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:03 Li Çewligê muzîkjenek hat kuştin
11:42 90 rojin hêj lêpirsîna 4 rojnamegeran bi dawî nebûye
11:42 Li Washingtonê 52 kes hatin binçavkirin
11:33 Aloziya li Amerîkayê di çapemeniya cîhanê de deng veda
11:32 Nûçeya Sakîne Cansiz hat sansurkirin
11:22 Helbestkar Ahmet Tellî beraet kir
11:16 Çekdarên PDK’ê daran dibirin
11:15 Li Esenlerê jinek hat kuştin
11:01 ATK: Aleyna Çakir hatiye kuştin
09:22 Greva birçîbûnê di roja 42'emîn de dewam dike
09:05 Ji ber nîşeyên derbarê pirtûkekê de cezayê hucreyê lê birîn
09:05 'Em naxwazin fikara pêşerojê li me peyda bibe'
09:05 Di 4 salan de tenê du 2 caran kurê xwe yê girtî û nexweş dîtiye
09:05 Polîs navê kesên ku diçin HDP'ê qeyd dikin
09:05 Beyoglû yê ku bi destê YSK'ê bû şaredar, erdên Rezanê parsêl bi parsêl difiroşe
09:05 Ji ber şewbê esntrumanên xwe firotin
09:05 Li ber HES'a ku tê xwestin li Çemê Zorê bê çêkirin rabûn
09:05 Bûyera înfazê ya li Çardêranê şandin DMME'yê
09:05 ‘Metîn Goktepe remza azadiya çapemeniyê ye'
09:00 ROJEVA 7'Ê ÇILEYA 2021'AN
07:58 VEDAŞ'ê ceyrana taxê qût kir
06/01/2021
22:51 Li Cizîrê dayîkek 50'î salî hat binçavkirin
22:00 Li Basayê mirineke biguman
20:04 Hejmara kesên ku ji ber Covîd-19'ê mirin bû 22 hezar û 70
17:16 Jinan li dijî îstîsmarê banga seferberiya civakî kir
17:12 TJA'yê her şeş jinên siyasetmedar bi bîr anî
16:53 Tuncel: Dewlet siyasetmedarê kurd wek dijmin dibîne
16:47 Li Amedê 2 jê parêzer 3 kes mirî hatin dîtin
16:34 Li Edenê Meclîsa CiwanênYekgirtî hat avakirin
16:16 Ûca: Gelo Komkujiya Parîsê ji aliyê MÎT’ê ve hatiye kirin?
16:16 Xwendekarên ODTU piştgirî dan xwendekarên Bogazîçî
16:04 Hiqûqnasan tundiya li hemberî xwendekaran şermezar kir
15:31 Ji bo daxuyaniya yekîtiya neteweyî bang hat kirin
15:11 Sancar: Em ê bi berxwedanê sala 2021’an bikin sala avakirina înşayê
15:02 Rapora ÎHD ya zarokan: Şewba vîrûsê newekhevî zêde kir
14:54 Li Wanê 6 siyasetmedarên jin hatin bibîranîn
14:36 Ji TUAY-DER’ê berteka tecrîdê: Qanûnan pêk bînin
14:35 Dadgehê ji bo kuştina Dînk, biryara girtina 2 erkdarên îstîxbarê da
14:19 Jinên KESK’î: Ji bo parastina jiyanê em ê li qadan bin
14:19 37 sal in girtî ye û tenduristiya wî nebaş dibe