Ji Kav banga greva birçîbûnê: Divê civak mil bide girtiyan

img

STENBOL – Nivîskar Fûat Kav, diyar kir ku girtiyên ku greva birçîbûnê dane destpêkirin careke din rola Ocalan danînê holê û ev bang kir: “Heke civak mil bide girtiyan û xeteke têkoşînê saz bike wê encam zûtir bên girtin.”   

 
Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger ku girtiyên PKK û PAJK’ê di 27’ê mijdarê de ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dabûn destpêkirin, di roja 41’emîn de didome.  Nivîskar Fûat Kav ku 20 sal û 6 mehan di girtîgehê de maye û gelek caran ketiye çalakiya greva birçîbûnê û rojiya mirinê, tecrîda li Îmraliyê nirxandinan û bal kişand ser piştevaniya civakî ya ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê hatiye destpêkirin. 
 
‘GIRTÎ PARÇEYÊN TÊKOŞÎNÊ NE’
 
Kav, diyar kir ku girtiyên siyasî li girtîgehan têkoşîna azadî, demokrasî û aştiyê didin û wiha got: “Ji ber vê têkoşîna xwe dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine. Li derve tekoşîna azadî û demokrasiyê çêbibe; weke parçeyek vê têkoşînê bi awayekî xwezayî girtî jî tevlî vê pêvajoyê dibin. Girtiyên siyasî xwedî nasnameyekê ne, çalakiya wan a greva birçîbûnê di wesfa hişyariyê de ye. Girtîgeh eynika derve ne. Dema mirov li girtîgehên Tirkiyeyê bênire û bibeje, ‘li vir îşkence, zilm û zext hene’ dikare bibêje, ‘welat antidemokratik e’. “
 
GIRTÎGEH CIHÊ BÊDENGKIRINÊ NE
 
Têkildarî rola girtîgehan Kav, destnîşan kir ku girtîgeh ji bo parastina modernîteya kapîtalîst hatine avakirin û ev tişt gotin: “Girtîgeh ji bo bêbandorkirina kesên muxalîf, azadîxwaz, demokrasîparêz tên bikaranîn. Armanca bingehîn a modernîteya kapîtalîst a li girtîgehan ev e. Tê xwestin ku girtiyên siyasî yên li dijî modernîteya kapîtalîst dengê xwe bilind dikin bên bêdengkirin. Lê heke li dîrokî bê nêrin wê bê dîtin ku vîna azadî, demokrasî, çînê li girtîgehan bihêztir dertê holê.  Berxwedanên girtîgeha Amed, Vîetnam, Amerîkaya Latîn dikarin weke mînak bên nîşandan. Di sala 2020’an de girtîgeh herî zêde li têkoşîna demokrasî û azadiyê xwedî derketin. Wê îsal jî herî zêde dîsa girtîgeh xwedî lê vê têkoşînê derkevin.”
 
ROLA OCALAN
 
Di berdewamê de Kav, daxwaza girtiyan a bidawîkirina tecrîdê nirxand û derbarê mijarê de ev tişt anî ziman: “Li Tirkiyeyê dema ku qala demokrasî, azadî, aştî û pirsgirêka kurd tê kirin, destpêkê Birêz Ocalan tê hişê mirov. Rol û sekna Ocalan a rola rserokatiyê ye. Girtî dibêjin ku heta Ocalan azad nebe gle nikarin azad bibin. Li Tirkiyeyê Azadiya Ocalan rast e rast bi azadî, demokrasî û aştiyê re têkildar e. Girtî jî bi vê hilmendiyê azadiya Ocalan dixwazin. Heke AKP jidil nêzî pêvajoya çareseriyê bûbûya wê li Tirkiyeyê aştî bihata sazkirin. Lê wiha nêz nebûn û rewşa niha ya Tirkiyeyê li holê ye. Heke tecrîda li ser Ocalan bê dawîkirin û derfetên siyasete bên afirandin wê herkes qezenc bike. Ji ber vê yekê girtî daxwaza bidawîkirina tecrîda li ser Ocalan dikin.”
 
‘BERXWEDANA DIYAR DIKE’ 
 
Kav, bi lêv kir ku li Tirkiyeyê ji ber neçareserkirina pirsgirêka kurd qrîza aborî, siyasî û civakî heye û têkildarî mijarê ev tespît û nirxandin kirin: “Sedema têkoşîna bi xizaniyê re ya çîna karker şerê li Kurdistanê tê meşandine. Sedema qrîza aborî ya bi întiharan encam dide pirsgirêka kurd e. Diyaloxa ku bi Ocalan re bê destpêkirin wê ji bo çareserkirina pirsgirêkan bibe gaveke girîng. Desthilata heyî ya Tirkiyeyê ne di wê rewşê de ye ku vê bibîne. Lewre faşîzm temenê xwe bi şer, dagirkerî û zextên li ser gelan dirêj dike. Niha tişta ku ev tê kirin. Ji ber vîrûsa koronayê çalakî bi xeter e û ji bo bidawîkirina tecrîdê divê civak bikeve nav liv û tevgerê.”
 
‘DIVÊ CIVAK TEVLÎ TÊKOŞÎNÊ BIBE’
 
Di dawiya axaftina xwe de Kav, destnîşan kir ku tevahiya dîrokê çalakiyên greva birçîbûnê li ser azadî, demokrasî û aştiyê roleke diyarker leyîstine û bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir: “Girtîgehên li Kurdistanê hê zêdetir roleke diyarker leyîstine. Bi taybetî jî di 12’ê Îlonê de Zindana Amedê vîna bingehîn a têkoşînê bû. Îro jî heman rewş heye. Bi encamdayîna çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guven hatibûn destpêkirin careke din girîngiya têkoşîna girtiyan derket holê. Timik çalakiyên greva birçîbûnê civakê beralî kirine. Divê civakî jî xwe tevlî têkoşîna girtiyan a bi çoş bike. Derfetên civakê ji yên girtiyan zêdetir in, divê têkoşînê mezin bikin. Heke civak mil bide girtiyan û xeteke têkoşînê ava bike wê zûtir encam bê girtin.” 
 
MA/ Nacî Kaya
 

Sernavên din

08/01/2021
15:11 3 jinên siyasetmedar li Îzmîrê hatin bibîranîn
15:05 Nûçegihanê me Aslan sewqî edliyê kirin
14:59 Li Wanê banga yekîtiya neteweyî: Divê siyaseta kurdî bi ruhê yekîtiyê rabe
14:58 Polîsan 4 kes li Mêrsînê binçav kirin
14:49 Ji bo çalakiya nobetê ya li Bogazîçiyê bang
14:48 EBTO’yê banga berdana Dr. Şeyhmûs Gokalp kir
14:36 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
14:13 'Em mafê xwe dixwazin'
14:00 BTS: Hûn bi sirgûnan nikarin me têk bibin
13:56 Platforma Zimanê Kurdî: Zimanê kurdî li saziyên dewletê tê qewirandin
13:48 Rojnamegeran hempîşeyê xwe Metîn Goktepe bibîr anîn
13:36 Gelê Wanê li dijî tecrîdê rabû ser piyan
13:27 Gunay: Îdîanameya Kobanê encex bibe qapaxê kovarên pêkenokan
13:24 Ligel dorpêça polîsan jî, dest bi çalakiyê kirin
13:05 Polîsan park dorpêç kir: Girse ji bo yekîtiyê bi israr e
13:04 Tanrikûlû: Di meha kanûnê de 43 mafê jiyanê hatine binpêkirin
12:51 Neviyê Seyîd Riza, Rustem Polat jiyana xwe ji dest da
12:47 Greva birçîbunê ya li Yunanîstanê di rojan 5’emîn de didome
12:33 Di îdianameya Kobanê de beyanên îtîrfakaran bi nakokî ne
11:37 AKP’iyan alîkariya dewletê bikar anîn!
11:09 YSK’ê wî ji peywîr girt, Wezaretê wî kir şêwirmend
10:36 Ji nûçegihanê me Aslan xebatên wî yên rojnamegeriyê pirsîn
10:35 Nasnameya penaberek din a karesata keştiyê eşkere bû
10:06 Ji ber zarokên wê zextan li Dayika Aştiyê dikin
10:01 Xwendekarên YYU'yê piştgirî dan xwendekarên Bogazîçiyê
09:45 ‘Li ser erdnîgariyekê qirkirina zayendekê hebe, li wir aştî tuneye’
09:30 Greva birçîbûnê di roja 43'yemîn de berdewam dike
09:20 Par bi 50 lîra bû îsal bi 100 lîrayî ye
09:11 Nûnerên rêxistinên sivîl: Ev qanûn dê mafên demokratîk binpê bike
09:11 Berteka xwediyên kafeyan: Ma em çayê bikin pakêt û bifiroşin?
09:10 ‘DMME, dê di doza Guven de jî biryara binpêkirinê bide'
09:09 Wezareta Tenduristiyê ji bo vegera ser kar a bijîşk got 'li gor mewzûatê ye'
09:09 Parastina Dehlên Valîdebagê: Daxwaz zelal e, dehl divê wekî dehlê bimîne
09:08 Serlêdana qedexeya li Wanê cara 14’emîn hat redkirin
09:08 Jinên STO’yî: Em ê li dijî qeyûm têbikoşin
09:07 Wezîr dê heqê parêzerê kujerê Kemal Kûrkût razîne!
09:00 ROJEVA 8'Ê ÇILEYA 2021'AN
07/01/2021
20:43 194 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:42 Li Kobaniyê gel kujerê jinekê darizand
16:57 Bertekên li dijî ‘rektorê qeyûm' nasekinin
15:44 Polîsan bîranîna Sakîne Cansiz asteng kir!
15:34 Birîna Ceyranê ya VEDAŞ’ê jina 72 salî bê oksijen hişt
15:21 Komkujiya Parîsê: Wê jin edaletê pêk bînin
15:12 Boriya avê ya MARSÛ’yê teqiya û esnafan perîşan kir
15:05 Hevşaredarê Êlihê nehat berdan
14:45 Serokê lijneya weşanê ya Weşanxaneya Zanîngeha Bogazîçiyê îstîfa kir
14:25 Li Edeneyê 2 ciwan hatin berdan
14:11 Hejmara 18’an a Kovara Dilopê derket
14:07 Fîdan Dogan li ser gora xwe hat bibîranîn
14:03 KESK: Em li cem pêkhatiyên Bogazîçî ne
14:01 Ji DBP’ê banga tevlîbûna daxuyaniya yekitiya netewî
13:52 Ji derçûyên Bogazîçiyê kampanyaya îmzeyê
13:51 Ji xebatkarên tenduristiyê çalakiya rûniştinê
13:50 Îddîanameya ‘Lêpirsîna Kobanê’ hat qebûlkirin
13:40 HDP’ê serdana taxa ku ceyranê wê hatibû birîn kir
13:34 Jinan ji bo 9'ê Çileyê bang kirin: Em ê tu carî efû nekin
13:04 Ji HDP’ê pêşniyarqanûn: Bila amûrên paqijiyê ji jinan re bêpere bên dabînkirin
13:03 Trump qebûl kir: Wê derbasbûyineke bipergalî çêbe
12:50 Aykol: Bi serdegirtina avahiya Kongreyê cîhanê hişyar dike
12:28 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:03 Li Çewligê muzîkjenek hat kuştin
11:42 90 rojin hêj lêpirsîna 4 rojnamegeran bi dawî nebûye
11:42 Li Washingtonê 52 kes hatin binçavkirin
11:33 Aloziya li Amerîkayê di çapemeniya cîhanê de deng veda
11:32 Nûçeya Sakîne Cansiz hat sansurkirin
11:22 Helbestkar Ahmet Tellî beraet kir
11:16 Çekdarên PDK’ê daran dibirin
11:15 Li Esenlerê jinek hat kuştin
11:01 ATK: Aleyna Çakir hatiye kuştin
09:22 Greva birçîbûnê di roja 42'emîn de dewam dike
09:05 Ji ber nîşeyên derbarê pirtûkekê de cezayê hucreyê lê birîn
09:05 'Em naxwazin fikara pêşerojê li me peyda bibe'
09:05 Di 4 salan de tenê du 2 caran kurê xwe yê girtî û nexweş dîtiye
09:05 Polîs navê kesên ku diçin HDP'ê qeyd dikin
09:05 Beyoglû yê ku bi destê YSK'ê bû şaredar, erdên Rezanê parsêl bi parsêl difiroşe
09:05 Ji ber şewbê esntrumanên xwe firotin
09:05 Li ber HES'a ku tê xwestin li Çemê Zorê bê çêkirin rabûn
09:05 Bûyera înfazê ya li Çardêranê şandin DMME'yê
09:05 ‘Metîn Goktepe remza azadiya çapemeniyê ye'
09:00 ROJEVA 7'Ê ÇILEYA 2021'AN
07:58 VEDAŞ'ê ceyrana taxê qût kir
06/01/2021
22:51 Li Cizîrê dayîkek 50'î salî hat binçavkirin
22:00 Li Basayê mirineke biguman
20:04 Hejmara kesên ku ji ber Covîd-19'ê mirin bû 22 hezar û 70
17:16 Jinan li dijî îstîsmarê banga seferberiya civakî kir
17:12 TJA'yê her şeş jinên siyasetmedar bi bîr anî
16:53 Tuncel: Dewlet siyasetmedarê kurd wek dijmin dibîne
16:47 Li Amedê 2 jê parêzer 3 kes mirî hatin dîtin
16:34 Li Edenê Meclîsa CiwanênYekgirtî hat avakirin
16:16 Ûca: Gelo Komkujiya Parîsê ji aliyê MÎT’ê ve hatiye kirin?
16:16 Xwendekarên ODTU piştgirî dan xwendekarên Bogazîçî
16:04 Hiqûqnasan tundiya li hemberî xwendekaran şermezar kir
15:31 Ji bo daxuyaniya yekîtiya neteweyî bang hat kirin
15:11 Sancar: Em ê bi berxwedanê sala 2021’an bikin sala avakirina înşayê
15:02 Rapora ÎHD ya zarokan: Şewba vîrûsê newekhevî zêde kir
14:54 Li Wanê 6 siyasetmedarên jin hatin bibîranîn
14:36 Ji TUAY-DER’ê berteka tecrîdê: Qanûnan pêk bînin
14:35 Dadgehê ji bo kuştina Dînk, biryara girtina 2 erkdarên îstîxbarê da
14:19 Jinên KESK’î: Ji bo parastina jiyanê em ê li qadan bin
14:19 37 sal in girtî ye û tenduristiya wî nebaş dibe