Berteka xwediyên kafeyan: Ma em çayê bikin pakêt û bifiroşin?

img

WAN - Xwediyên kafeyan ku ji ber şewba Covîd-19'ê tenê destûra wan a serwîsa pakêtan heye, diyar kirin ku hikûmetê alîkariya wan nekiriye û got: "Ma em çayê bikin pakêt û bifiroşin?" 

Ji ber tevdîr û qedexeyên ji ber şewba Covîd-19'ê xwediyê kafe û restorantan ji 20'ê Mijdara 2020'an ve tenê serwîsa pakêtan dikin. Li Wanê xwediyên kafeyan anîn ziman ku bi vî awayî kar nameşe û alîkariya hikûmetê ya ji bo kirê jî ku 500-750 TL ye, bikêr nayê.
 
Osman Ademoglû ku kafeya wî heye û li kafeyê tiştên di warê çand û hunerî de dike, anî ziman ku ders hene, lê belê hêla kafeyê girtiye û ev jî bandoreke nebaş li wan dike. Ademoglû, anî ziman ku çendî ku kafe girtiye jî fatûreyên ceryan, av û gazê tên û got: "Prîmên karkeran tên dayîn, xwediyên dikanan heqê kirê dixwazin, dewlet dest ji tu bacên xwe bernade. Lê ji me re dibêjin bigirin. Bi vî awayî hem em hem jî karker pir zehmtiyê dikişînin." 
 
Ademoglû ji bo 750 TL'yê ku ji bo kirê tê dayîn jî bilêv kir ku ev pere ne meaşê karkeran jî. 
 
STANDARDEKE DUMENDΠ
 
Ademoglû, bal kişand ser çalakiyên partiyên siyasî jî û got: "Navendê danûstendinê vekirîne. Bernameyên televîzyonan didomin. Ji bo wan her tişt asayî ye, lê ji bo me ne wisa ye. A rast naxwazin me bibînin. Standareteke dumendî heye. An bila bihêlin em karê xwe bikin an jî bila alîkariyeke baş bikin. Bawer nakim alîkariyeke baş bikin. Lewma em dixwazin bihêlin ku em karê xwe bikin. Dikarin ji bo kafeyan kotayekê deynin. Dibêjin 'Çi bês erê we ne xema me ye.' Dibêjin serwîsa pakêtan, ma em çayê bikin pakêt û bifiroşin?" 
 
26 HEZAR TL HEQÊ KIRÊ 
 
Mûstafa Dolar ku şirîkê Ademoglû ye jî anî ziman ku ji ber qedexeyê tenê prîmên sîgortayê yên hin karkeran didin. Dolar, bilêv kir ku dikana wan girtiye lê cardin jî heqê av, ceryan û gazê didin. Dolar, da zanîn ku heqê kirêya wan 26 hezar TL ye û tevî hemû tiştî mesrefa wan a mehane 100 hezar TL'yî derbas dike. Dolar, diyar kir ku di dema pandemiyê de bi tu awayî alîkariya wan nehatiye kirin û got: "Rewşa me qet nebaş e. Sirf ji bo ku em meaşê xebatkaran bidin me kredî kişand. Ji ber ku dewlet alîkariyê nake, dibe ku em bi temamî bigirin. Em pir zehmetiyê dikişînin, lê ji bo ku xebatkarên me mexdûr nebin em li ber xwe didin." 
 
Dolar, destnîşan kir ku madem nikarin kafeyê vekin qet nebe bila alîkariya wan bê kirin û got: "Alîkariya ji bo kirê ya hatiye aşkerekirin, pir komîk e. Qet nedana çêtir bû. Henekên xwe bi mirovan dikin. Qet nebûna diviyabû nîviyê heqê kirê bidana. Ev pergaleke çawa ye min fêm nekiriye." 
 
'MA EZ ÇAY BIŞÎNIM ARTEMÊTANÊ?' 
 
Naîm Demîrkan ku kafeya wî li Kuçeya Hunerê ye, anî ziman ku ji ber ku kafe girtiye 5 kes betal mane. Demîrkan, bilêv kir ku mehê 4 hezar û 500 TL'yî heqê kirê dide û niha perîşan bûye. Demîrkan, destnîşan kir ku ji bo pêdiviyên xwe 50 hezar TL kredî kişandiye û got: "Min kredî ji bo mesrefên kafeyê kişand. Lê niha nikarim bidim. Her roj xwediyê dikanê telefon dike. Dibêje 'madem tu heqê kirê nadî, dikanê vala bike.' Min 250 hezar TL mesref li vê dikanê kiriye. Dibêjin 'serwîsa pakêtî bikin.' Ma ez ê çayê bikim pakêt û bişînim Artemêtanê?" 
 
'KES NAPIRSE KA TU TÊR Î TU BIRÇÎ YÎ' 
 
Kader Aslan ku li kafeyekê dixebite, anî ziman ku rewşa wan qet nebaş e. Aslan, bilêv kir ku ji bo alîkariya malbata xwe bike dixebite û got: "Gava cihê em lê dixebitin bê girtin, dê kî heqê pêdiviyên min bide? Kes nabêje ka tu têr î tu birçî yî? Hema ji nişkave kafe girtin. Lê kes alîkariya me nake. Roj heye heqê rêya me jît une ye. Mecbûr in alîkariyê bikin, lê heger nekin nexwe divê bihêlin ez xwe bi xwe debara xwe bikim." 
 
MA / Tolga Guney - Bariş Donmez 
 

Sernavên din

11/01/2021
17:09 Doza Hrant Dînk carek din hat taloqkirin
16:58 ‘Daxwazên xwendekarên Bogazîçiyê daxwazên me ne’
16:45 Li Colemêrgê hevdîtina gel
16:13 Bi afîşan bal kişand ser greva birçîbûnê
16:04 Wezareta Dadê wê 39 girtîgehên din çêbike
15:58 Faîlê Aleyna Çakir ji tiryakê hat girtin
15:58 Dayika Parlamenterê HDP’ê Maçîn jiyana xwe ji dest da
15:54 Li Bogazîçiyê hêrs kêm nabe: Gotin, biryar û rayedarî ya me ye
15:37 TMMOB’ê bertek nîşanî HES’a li Çemê Zorê da
15:32 Bi lêxistina çepikan Wezareta Tenduristiyê şermezar kirin
15:21 SES, çalakiyên ‘Maske diaxivin’ dide destpêkirin
15:12 Walîtiya Mersînê rêveberê Haber-Sen’ê ‘mîlîs’ îlan kirin
14:40 Hêzên demokrasiyê yên Enqerê: Em bi hev re têkoşînê mezin bikin
14:34 16 sal û 8 meh ceza li bersûcê parêzer Arkaş hat birîn
14:28 Karkerên Cargîllê hezar roj in li ber xwe didin
14:10 Li Wanê qezaya trafîqê
13:31 Gunay: Komkujiya Parîsê ronî bibe, wê gelek tişt çareser bibin
13:07 Melek Îpek ji kesên piştgirî danê re peyam şand
12:53 Îmîr rewşa Hurmuz Dîrîl bir rojeva Meclîsê
12:44 Di 10 mehan de qeyûmê 3’yemîn danîn ser Şaredariya Farqînê
12:28 Dorpêça eskerî ya li çoltera Lîcê rabû
11:03 Beriya were navçeyê qeyûmtiya xwe ragihand!
11:02 Li Colemêrgê bertîla AKP’iyan tê axaftin
10:37 Eskeran li Mêrdînê 5 welatî binçav kirin
09:58 Li Başûrê Afrîkayê ji bo Azadiya Ocalan kampanya navneteweyî dest pê kir
09:48 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 46'emîn de dewam dike
09:00 Çepnî: Qeyûm encama polîtîkayên tecrîdê ye
09:00 Jinên penaber ji saziyên fermî bawer nakin
09:00 Nûnerên partiyan: Qeyûm berhema hişmendiya tekparêze
09:00 'Rastiya me têkoşîna me ya li dijî qeyûme'
09:00 ROJAVA 11'Ê ÇILEYA 2021'AN
10/01/2021
19:33 176 kesên din ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dan
19:22 Li Lîcê welatiyê hatibû binçavkirin hat girtin
18:06 Karkerê di hezanê de jiyana xwe ji dest da bû hat definkirin
16:53 Ûygûn ê ji kuştina jinan hat berdan ji tiryakê hat binçavkirin
16:00 Gergerlîoglû Gunduzê ku gardiyanan milê wî şikandibûn ji Wezîrê Edaletê pirsî
15:59 Yuksekdag: Kobanê meşa mirovahiyê ya mezin a dîrokiye
15:46 Ji HDP’ê daxuyaniya Ozkîraz û Ozbek
15:25 Lêpirsîna nûçeyê li rojnameger Takva vekirin
14:51 Wê bîranîna Komkujiya Gara Enqerê online bê kirin
14:40 Mezrayên ku tê xwestin bên valakirin 25 roj in bê ceyran in
14:08 Li Licê angaşta îşkenceyê
14:00 Li Efrîn û Girê Spî 18 kes hatin revandin
13:57 ÎHD: Zextên li ser rojnamegeran bi dawî bikin
13:44 Li gundê dorpêçkirî serdegirtina malan: 2 kes hatin binçavkirin
13:29 Bi pankart piştgirî dan xwendekarên Bogazîçiyê
12:57 DFG: Ji bo ragihandina heqîqetê rojnameger li ser piyan e
12:27 Hevserokên DBP’ê yên Wanê vexwendin îfadeyê
11:06 HDP: Em ê ji bo cezakirina Îşkencekaran têbikoşin
11:05 Mezûnên Bogazîçiyê: Kelemçeya bi derî ve kirin darbe ye
10:51 Ji HDP’ê daxuyaniya 10’ê Çiley3e Roja Rojnamegerên Dixebitin
09:53 Xwendekarên Bogazîçiyê: Em piştevaniya li dijî qeyûm mezin bikin
09:19 Greva birçîbûnê di roja 45'emîn de berdewam dike
09:11 Li Amedê 35 hezar kes betal man
09:11 Nerazîbûna hevpîşeyên Aslan: Em şahidê rojnamevaniya wî ne
09:08 Rojnamevanên li qadê: Em ê her tim heqîqetê binivîsin
09:06 Erbaş: Êdî divê em behsa azadiya Ocalan bikin
09:05 Ji ber xemsariya şaredariya AKP’ê kuçe talûkeyê belav dikin
09:03 ‘Xelk diçe fezayê, em mane li benda şebekeyê’
09:01 ROJEVA 10'Ê ÇILEYA 2021'AN
08:46 Cenazayê karkerê ku di bin kana komirê de mabû hat dîtin
09/01/2021
23:57 Li Licê piştî operasyonê gund hatin dorpêçkirin
19:53 Di 24 saetên dawî de 181 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:47 Girtiyê jiyana xwe ji dest da Yalçin hat definkirin
16:37 Li Kerkûkê konferansa ‘Di nava şer û aştiyê de Kurdistan’ hat lidarxistin
15:05 Ji bo berdana dayika 2 zarokan Adiyaman a 54 salî bang kirin
14:23 DAIŞ'ê 2 baregehên eskerî yên Hemayê bi dest xistin
14:22 Ji TGS’ê daxuyaniya 10’ê Çile: Zextên li ser rojnamevanan zêde bûye
13:46 Dayikên Şemiyê xwestin Komkujiya Basa were ronîkirin û kujer werin darizandin
13:25 Kana komirê hilweşiya: Karkerek asê ma
13:11 Di 9 rojên ewil ên salê de 19 xebatkarên tenduristiyê mirin
13:11 Ji bo girtiya nexweş a du car bi koronayê ketiye banga berdanê
12:06 Çû bîlêt bigire, lê carek din agahî jê nehat girtin
11:59 Hevala Sakîne Cansiz a zîndanê: Sakîne nirxa têkoşîna jinên cîhanê ye
11:00 Rojnameya Morning Starê girtina Aslan di rûpela xwe ya yekemîn da
10:19 'Du sal in nikarim keça xwe bibînim’
10:14 Şeker: Daxwazên girtiyan, berpirsiyartiya civakê ye jî
09:53 Parêzer Turhalli: Ji bo sûcê nîne jî bi sedan sal ceza tê xwestin
09:25 Parêzerê nûçegihanê me Aslan: Dixwazin hibreya rojnamevaniyê ziwa bikin
09:22 Greva birçîbûnê di roja 44'emîn de berdewam dike
09:08 Xwendekarên hatin biçavkirin: Lêgerîna tazî hat ferzkirin, em hatin tacîzkirin
09:08 Derbarê giliyê girtî de cara 2'yan biryara 'neşopandinê'
09:08 ‘Delîlên lêpirsîna îşkenceyê ji holê tên rakirin'
09:07 Pîroglû: Serketin bi azadiya Ocalan pêkan e
09:07 Rojnamevan bi berxwedanê 10'ê Çileyê pêşwazî dikin
09:06 Parêzerê Komkujiya Parîsê: Dibe ku di biharê de geşedanên nû rû bidin
09:06 Tolûnay: Ji ber qezenca karê hewzeyên avê tune dibin
09:00 ROJEVA 9'Ê ÇILEYA 2021'AN
08:14 Girtiyê nexweş Hadî Yalçin jiyana xwe ji dest da
08/01/2021
20:20 186 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê mirin
19:29 Dengbêj Esker Cizîrî jiyana xwe ji dest da
16:28 Xwendekaran li avahiya rektoriya Bogazîçiyê tabelaya “Qeyûmtî” daliqandin
16:28 Nûçegihanê me Aslan hat girtin
16:11 Tecrîd û greva birçîbûnê hat axaftin
16:00 Li Payîzavayê serdegirtina malan: Kesek hat binçavkirin
15:47 Li girtîgehan bergirî tune ne: 76 girtî li heman qawişê tên girtin
15:42 Li ber HDP’ê kom bûn û çêrî esnaf kirin
15:30 Dadgehê ji bo kuştina Kemal Kûrkût delîl nedît!
15:29 KESK'a Dersimê: Em li zanîngehên xwe qeyûman naxwazin
15:12 Polîsan mudaxaleyî çalakiya ‘Rektorê qeyûm' kirin