Nûnerên partiyan: Qeyûm berhema hişmendiya tekparêze

  • rojane
  • 09:00 11 Çile 2021
  • |
img

STENBOL – Nûnerên partiyên siyasî, diyar kirin ku qeyûmê tayînî Zanîngeha Bogazîçî hat kirin, berhema hişmendiya tekparêze û gotin: “Rektorê hat dayînkirin, wê tenê komîsertiya AKP’ê bike. Ji bilî vê tu wateyeke wê tuneye.”

Çalakiyên xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî yên li dijî Melîh Bûlû yê AKP’î yê weke rektor tayînê zanîgnehê hat kirin dewam dikin. Piştgiriya ji bo çalakiya xwendekar jî didome. Nûnerên partiyên siyasî, rewşa ku li Zanîngeha Bogaziçiyê diqewime û hedefgirtina xwendekaran ji ajansa me re nirxandin.
 
TANRIKÛLÛ: MUDAXILEYA DIJ QANÛNİYE
 
Parlamenterê Partiya Gel a Komarê (CHP) yê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlû, diyar kir ku tayînkirina rektor ne pêkanînek nû ye û wiha axivî: “Ev demek dirêje kesên AKP’î weke rektor tayînî zanîngehan tên kirin. Zanîngeha Bogazîçiyê li seranserê cîhanê di nava zanîngehên resende cih digire. Demokrasî tenê bi rê û rêbazên nivîskî nayin bi cih anîn. Bogazîçî xwedî gelemperiyeke bi xwe pêşxistiye. Xwendekarên wê jî, hewl didin xwedî çanda xwe ya demokratîk derkevin. Piştî darbeya 12’yê Îlona 1980’iyan, yekemîn car rektor tayînî zanîngehan hatin kirin. AKP jî ev demek dirêj vê yekê dike. Ewil qeyûm tayînî rêveberiyên herêmî kir û niha jî dixwaze qeyûman tayînî komele û weqfan bike. Ji ber ku desthilatdarî nikare zanîngehan li gorî xwe bi guherîne, rektoran tayîn dike. Bi vê dixwaze li ser zanîngehan serdestiya xwe ava bike.”  
 
Tanrikûlû, da zanîn ku çalakiya xwendekaran rewaye, lê mûdaxileya li dijî çalakiyan dij qanûniye. 
 
AYDIN: CIVAK PIŞTGIRIYÊ DIDE
 
Endam Komîteya Navendî ya Partiya Tevgera Kedkar (EHP) Nehîr Aydin jî, da zanîn ku desthilatdarî dixwaze polîtîkayên xwe yên qeyûm ku hewl dide li tevahiya welat belav bike, di zanîngehan de jî bixe meriyetê û wiha got: “Desthilatdarî bi helwest ‘Ez çi bêjim divê ew pêk bê’ nêz dibe. Lê xwendekar vê yekê îtîraz dikin. Ji ber ku AKP ji liv û tevgerên civakî ditirse, pir tund êrîş dike. Bes xwendekaran dest ji çaliyên xwe bernedan û îro civak piştgiriyê dide îtîraza xwendekaran.”
 
YUCE: REKTOR KOMÎSERÊN AKP’Ê NE 
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Ji Nûve Avakirina Sosyalist (SYKP) Canan Yuce jî, dest nîşan kir ku desthilatdarî ev demek dirêje dixwaze li zanîngehan guhertinekê bike û wiha bilêv kir: “Bi vê hedef dikin ku faşîzmê bi sazî bikin. Vê jî dixwazin bi destên rektorên qeyûm ên AKP’î bikin. Rektorê hat dayînkirin, wê tenê komîsertiya AKP’ê bike. Ji bilî vê tu wateyeke wê tuneye. Divê em piştgiriyê bidin xwendekaran. Ji bo ku Melîh Bûlû îstîfa bike, divê em bi xwendekaran re têbikoşin.” 
 
TORUN: BERHEMA HIŞMENDIYA TEKPARÊZE
 
Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger  Elîf Torûn jî, bal kişand ser qeyûmên tayînî şaredariyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatin kirin û wiha axivî: “Hişmediya tekparêz a ku vîna gel tune hesiband û qeyûm tayîn kir, îro dixwaze li Bogazîçiyê hebûna xwe ava bike. Gotinên Erdogan ên li dijî xwendekarên zanîngehê bermeha hişmendiya tekparêziyê ye. Keçepçe li deriye zanîngehê xistin. Bi vê navê xwe li dîrokê nivîsandin. Desthilatdarî rexneyên li dijî xwe terorîze dike. Ji ber vê xwendekar dibin çavan de hatin îşkencekirin. Endamê partiya me Denîz Baran Erbûdak jî li Enqerê hat binçavkirin û piyê wî şikandin. Bi zanebûn êrîşî ciwanan kirin. Ji bo ku em van êrîşan têk bibin, divê hemû beşên civakê, xwedî çalakiyên xwendekaran ên meşrû derkevin.” 
 
MA / Nacî Kaya
 

Sernavên din

14/01/2021
09:06 Malbatên zarokên nexweşîna SMA'yê bi wan re heye: Kampanyayên me bi qasî zarokên me paqij in
09:06 'An ez ê dengê xwe ragihînim an jî ez ê bimirim'
09:06 Jinan behsa mêvanxaneya jinan kir: Em ne penaber bûn jî
09:06 Şener: Erdogan pir tengijiye, ketiye rewşa 'te çil sator divê yan çi qantir divê'
09:00 ROJEVA 14'Ê ÇILEYA 2021'AN
08:59 Polîsan 48 ESP'î binçav kirin
08:02 Esnaf xwe ji Keleha Enqereyê avêt
13/01/2021
21:26 173 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:28 Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Sadak hat girtin
17:31 Dadgehê sucdarê tecawizê serbest berda
16:13 HDP’a Colemêrgê: Armanç guhertina rojeva nelirêtiyê ye
15:57 KESK: Birînên ceyranê gel mexdûr dikin
15:41 Înîsiyatîfa Mamosteyên Kurdî: Ji bo zarokên xwe kurdî hilbijêrin
15:23 HDP’ê rapora faîzê parve kir
Sedem rejîma yek zilamî ye, faîz encam e
15:23 Derbarê Hevseroka DFG’ê Muftuoglû de lêpirsîn hat destpêkirin
15:05 Li Enqereyê 5 xwendekar hatin binçavkirin
14:51 'Daxwazên girtiyan daxwazên me ne'
14:47 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê rapora 'Girtîgeha Îmraliyê' aşkera kir
14:41 Koordînasyona Şopandina Girtîgehan a Mêrsînê hat damezrandin
14:36 Ji bo Gergerlîoglû parvekirina ‘dayikên bi pitik’ kirin hinceta fezlekeyê
14:16 Derbarê 9 parlementerên HDP’ê de felzekeya 'Kobanê'
14:15 Neviyê Seyîd Riza li gundê xwe hat veşartin
14:04 Xwişk û birayê ji ser xanî ketin canê xwe ji dest dan
13:56 4 partiyan bertek nîşanî biryara hilweşandina Pasaja Mehmethan dan
13:54 Wê danişîne girtiyê nexweş Ozkan sibê bê dîtin
13:38 TJA: Guh bidin daxwazên zîndanan
13:29 Zext û tundiya ku li girtîgehan zêde dibe ji Wezîr Gul pirsî
13:29 Gundî li ber kana madenê rabûn
13:17 Li Girtîgeha Karabukê 30 girtî bi koronayê ketin
13:07 PÎA: Wezareta Navxweyî gefa binçavkirinê li me dixwe
12:41 2 zilamên ku jinan desteser kiribûn û dest dirêjî wan dikirin hatin girtin
12:12 Dorpêça li gundên Licê didome
12:10 Dadgehê biryara guhdarkirina ‘şahidên nepen’ ku sexte derketin da
11:47 Di 2020’an de 2 hezar û 427 karkeran jiyana xwe ji dest da
11:25 Dayika ku kurê wê bû qûrbanê kana komirê: Ev ne qeza ye, ev cînayet e
11:09 Girtiyê ku lêgerîna tazî qebûl nekir hat derpkirin
11:08 Ji ber wêneyê Newrozê doz li rojnamevan Alphan hat vekirin
10:57 Ji bo derzîkirina koronayê sîstema randevûyê vebû
10:34 Gundî mehek e li benda çareseriyê ne
09:35 Greva birçîbûnê di roja 48'emîn de ye
09:13 Karakoyûn: Armanca me azadkirina Ocalan e
09:11 Akdenîz: Zimanê çapemeniya hewzê nîjadperestiyê gur dike
09:10 'Heya em vegerin ser karê xwe em ê têbikoşin'
09:10 Hevserokên ku ji ber 'meşê' îfade dan: Azadî girêdayî yekîtiyê ye
09:09 Li Serhedê xetereya ziwabûnê
09:08 'Ne şewb, wê hejarî me bikuje'
09:04 Walî ji şêniyên gundê ku bi metreyan avê dikişînin re got: Ma berê av hebû?
09:03 Navê 'rojnamevanan' jî di lêpirsîna bertîl û nelirêtiyê de heye
09:03 Kanîwar: Stranên me ji hepsa malê xelas bûn
09:00 ROJEVA 13'Ê ÇILEYA 2021'AN
08:01 Kalê 82 salî 24 sal in girtî tê darizandin
12/01/2021
20:04 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 23 hezar û 152
18:54 Sal û mehek ceza li Hevşaredarê Colemêrgê Karaman hat birîn
17:05 Dozger 15 sal ceza ji Hevşaredar Çîçek xwest
16:43 Gundiyên Lîcê: Piştî her operasyonê bi ser gundan de digirin
16:39 Berxwedana Bogazîçiyê pêl bi pêl belav dibe
16:36 Ava paqij nadin jina ducanî ya di bin çavan de ye
16:13 ‘Em pêkanînên ku nasname û zimanên cuda red dikin qebûl nakin’
16:00 Malbata Safîturk: Bersûc Midûrê Polîsan ê Dêrikê ye
15:59 Şandeya TTB’ê çû serdana Hevserokê HDP’ê
15:57 Têkildarî çalakiyên Kobanê cezayê muebetê li 7 kesan hat birîn
15:55 Wê Buroya Hiqûqê ya Asrinê rapora Îmraliyê aşkera bike
15:49 Bombevanê Komkujiya Pirsûsê li Rihayê hat girtin
15:45 Li Girtîgeha Tîpa E ya Gumuşhaneyê îşkenceya gardiyanan
15:26 HDP li dijî tecrîdê kampanya dide destpêkirin
15:23 Li Tendurekê operasyona eskerî dest pê kir
15:21 ‘Bi çekan ketin mala me, zarokên me ji tirsa giriyan’
15:12 Hinceta biryara girtina Guven hat aşkerekirin
15:10 HDP’ê li Çewlikê tecrîd şermezar kir
14:56 Karkerên ku saleke heqdesta xwe nagirin serî hildan
14:40 Rapora girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn: 9 girtiyan jiyana xwe ji dest da
14:37 Dayika Sêvê Demîr Sakîne îfade da dozgeriyê
13:49 HDP’ê serdana Osman Şiban kir
13:14 Li Farqînê 2 bira hatin binçavkirin
12:55 Li Colemêrgê serdegirtina malan: 3 binçavkirin
12:52 Osman Şiban hat berdan
12:39 Qeyûm 12 roj in bi hezaran karkeran bê qeyd dide xebitîn
12:37 Hevserokên HDP’a Amedê nehatin berdan
12:23 Îdîaya kameraya wesayîta zirxî ya Efe Tektekîn kuşt xirabe bû
11:59 Qeyûm dê doza îcrayê li namzetê AKP’yî veke
11:49 Li Bayrampaşayê jinek hat qetilkirin
11:46 Kamalak: Tifaqa bi Tifaqa Cûmhûr re wê bibe firotina dozê
11:35 Aldar Xelîl: Planên Tirkiyeyê ne girtin
11:33 Karkerên Cargîllê ku hezar roj jin li ber xwe didin: Maf nayê dayîn tê stendin
11:09 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Divê Melek Îpek tavilê bê berdan
11:03 Îdareya Girtîgehê axaftina bi kurdî qedexe kir!
11:03 Li Mêrdînê hê jî jineke ducanî û 2 welatî di bin çavan de ne
10:47 Ji ber ku dîmenên bavê xwe kişand doz lê hat vekirin
10:17 Dayika girtiyê di greva birçîbûnê de: Em ê bêdengbûnê qebûl nekin
09:59 Barometreya Stenbolê: Welatî di bin deynan de ne
09:24 Osman Şiban ê ji helîkopterê hatibû avêtin hat binçavkirin
09:03 Greva birçîbûnê di roja 47'emîn de berdewam dike
09:03 Berdevka TJA'yê: Jinên kurd di warê yekîtiye neteweyî de bi xwe bawer in
09:03 Behsa tahde, taciz û gefên kesê ku got 'birayê min polîs e' kir
09:03 ‘Zanîngeh bûne girtîgeh'
09:03 Derûnas Sorgûn: Gava peymana civakiyî xera bibe herî zêde dê jin bandorê jê bigirin
09:03 Bertîl û gendeliya li Amedê
09:00 ROJEVA 12'YÊ ÇILEYA 2021'AN
07:02 Li 10 gundên Bedlîsê derketina derve hat qedexekirin
11/01/2021
20:49 174 kes mirin, 10 hezar û 220 kes jî pê ketin