‘Zanîngeha Jinan’ wê newekheviyan kûrtir bike'

  • rojane
  • 10:53 25 Çile 2021
  • |
img

ÎZMÎR - Jinên ku zanîngehê dixwînin, diyar kir ku “Zanîngeha Jinan” a bi fermana Erdogan amadekariyên wê yên damezrandinê tên kirin, wê jinan tecrîd bike û newekheviyan kûrtir bike. Jinan, dan zanîn ku wê li dijî modela jina “bîat bike” bisekinin.

 
“Zanîngeha Jinan” ku Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokkomar Tayîp Erdogan, di sala 2019’an de li Japonyayê dît û fermana damezrandina wê da, di Bernameya Salê ya Serokkomariyê ya Sala 2021’an de cih girt. Agahiya damezrandina “Zanîngeha Jinan” di Rojnameya Fermî de jî hat parvekirin. Jinan, diyar kirin ku wê zanîngeh newekheviya zayendî kûrtir bike û dê li dijî vê projeyê derdikevin.
 
JINA KU BÎAT BIKE DIXWAZIN
 
Endama Pîrebokên Kampûsê û xwendekara beşa hemşîretiyê ya Zanîngeha Egeyê Arzû Sert, anî ziman ku li zanîngehan dûçarî perwerdehiyeke zayendî dimînin û wiha axivî: “Zayendî ji rûyê rektorên tacîz û tecawizkar ên desthilat tayînî zanîngehan dike ve pêk tê. Jin weke kirdeya vê têkoşînê li kolanan û qadan dengê xwe derdixînin û xwe bi rêxistin dikin. Desthilatî tam jî li dijî vê têkoşînê, jina ku bîat bike dixwaze. Desthilatî dixwaze jina ku hat tacîzkirin an tecawizkirin bêdeng bibe. Dixwaze vê yekê ji zanîngehan bide dest pê kirin. Em jin destûrê nadin vê yekê. Heke desthilatî bixwaze tacîz û tecawîzê biqedîne divê ewil yekeyên tacîza zayendî ava bike. Bi zanîngeha jinan wê xwe gihandina agahiyan a jinan jî were astengkirin. Em ê li dijî vê yekê têkoşîna xwe bidomînin.”
 
‘JINAN JI TACIZ Û TECAWIZÊ NAPARÊZE’
 
Xwendekara Beşa Şûnwarnasî ya Zanîngeha Egeyê Îrem Çelîkbaş (19) jî da zanîn ku ev proje wê jinan ji tacîz û tecawizê ne parêze û wiha got: “Daxwazeke me ya zanîngeheke wisa nîne. Em dixwazin zanîngehên akademîk, demokratîk, xweser û bê zayendî bên vekirin. Li şûna ku desthilatî polîtîkayên bergeha serweriya zilam biguherîne, armanc dike ku jinan ji civakê cihê bike.”
 
DIJBERÊ RÊGEZA WEKHEVIYÊ YE
 
Xwendekara Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Katîp Çelebî Ronî Buşra Îpek (19) jî, bi bîr xist ku çi dema “Zanîngehên Jinan” vebin, wê malbatên mûhafazakar wê zextê li keçên xwe bikin ku biçin van zanîngehan û wiha got: “Ev yek dijberê rêgeza wekheviyê ye. Hepiskirina jinekê ya zanîngehekê ji hişmendiya demokratîk dûr e. Ne gengaz e em vê hişmendiya paşverû pejirînin. Li vî welatî her tim jin di plana duyemîn de ne. Di heman demê de dixwazin mafê hilbijartinê yê jinan ji destê wan bigirin û vîna wan tune hesibînin.”
 
NIKARIN TÊKOŞÎNA JINAN BISEKINÎNIN
 
Endama Koordînasyona Navendî ya Jinên Ciwan ên Azad (OGK) Nazli Yoyler jî, destnîşan kir ku zanîngehên jinan ên li Japonyayê, ji hişmendiya serweriya zilam serdest a samûray hatiye avakirin û wiha axivî: “Kevneşopiya samuray fikr û ramanên jinê tune dihesibîne û ji her derê tecrîd dike. AKP dizane ku têkoşîna jinan a bilind dibe nikare bisekinîne. Dixwaze bîrdoziya serweriya zilam li van zanîngehan bide û jenerasyoneke jinê ya nû ava bike.”
 
MA / Esra Solîn Dal
 

Sernavên din

28/01/2021
11:34 Nûçegihanê me Aslan: Lêgerîna tazî ferzî min kirin
11:22 Kujerê Arzu Aygun 42 roj şûnde cihê cenaze nîşan da
11:05 Derbarê nûçegihana me Dûrgût de biryara neşopandinê
10:39 Xanî li ser şûnwarê dîrokî lê kir
10:19 Ji bo parvekirina nûçeyên îşkenceya li Xelfetî biryara dozvenekirinê hat dayîn
10:15 Prof. Keyman: Karê Erdogan ê bi Biden re zor e
09:44 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 63’yemîn de didome
09:43 Parêzer Kozan: Di hiqûqê de beramberiya xweparastinê parêziya rewa ye
09:20 'Ji çîroka xwe dizanim, hêza herî mezin rêxitinbûyîn e'
09:19 Qirkirina cinsî çi ye, Meclîs divê çi bike?
09:18 Aktivîstên jin: Em biryara derbarê Gokkan de nas nakin
09:18 Dayika girtiyê nexweş: Berî ku bimirim dixwazim kurê xwe bibînim
09:18 Sîxurtî li penaberê sûriyeyî ferz kirin: Biçe partiyê û tiştên li wir diqewimin ji me re bibêje
09:17 Qalibên ku mêran berz dikin hatin şikênandin
09:10 Malbatên elewî yên malên wan hatin nîşankirin: Dixwazin dîsa salên 1990'î dubare bikin
09:09 TJA wê di meha Sibatê de balê bikişîne ser greva birçîbûnê
09:00 ROJEVA 28'Ê ÇILEYA 2021'AN
08:51 Heyeta CPT hat Tirkiyeyê lê neçû Îmraliyê
27/01/2021
21:12 132 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:38 Xebatên ji bo yekîtiya neteweyî didomin
19:12 Ayşe Gokkan hat binçavkirin
17:26 Daraz jinên kurd dike hedef: Duh Leyla îro Ayşe kirin hedef
17:17 Danişîna rojnameger Akin û Sarisozen hat dîtin
17:15 Li dijî projeya Zanîngeha Jinan çalakî: Em destûrê nadin hişmendiya zilam
16:56 Di paceyê de daxuyanî dan!
16:51 TJA'yê atolyeya hunerê li dar xist
16:50 MEBYA-DER: Daxwaza girtiyan daxwaza me ye
16:30 Serdana penaberên di tariyê de mane kirin
16:16 Ji ber ku şandeya doza Somayê guherî biryar jî guherî
16:09 Dadgehê danişîna doza kujerê Karadûman taloq kir
15:56 Parêzerên Doza 10’ê Cotmehê derbarê Miduriyeta Dîlokê de gilî kirin
15:34 DÎSK'ê HDP ziyaret kir
15:32 Endamên Meclîsa Ciwanên HDP’ê yên binçavkirîn anîn Enqerê
15:22 Di doza Arslan ê DBP’î de hemû daxwaz hatin redkirin
14:38 Êrîşkar kirin gazincker
14:38 Jina hatibû binçavkirin hat berdan
14:30 ÎHD: Me Guneş dît Tûnç û Kuçukozyîgît li ku ne?
14:15 Meclîsa Ciwanên HDP: Em ê di her qadên jiyanê de bin
14:14 Dadgehê doza rojnameger Kaya û Sayilgan taloq kir
14:11 Beştaş: Divê banga Ocalan bê bersivandin
13:39 Di dema AKP'ê de 27 hezar karker mirin
13:21 Dundar: Bi tecrîdê dixwazin dengê aştiyê qut bikin
12:51 Biryara girtina Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan hat dayîn
12:30 Kerestecîoglu: Revandina bi zorê rêbaza şerê qirêj e
11:58 Li Amedê heqê rêya minîbûsan biha bû
11:57 Bi guhertina înfazê hat berdan, jinek kuşt û du jin jî birîndar kir
10:26 Dozger derbarê lêpirsîna nûçeya destdirêjiyê de biryara neşopandinê da
10:11 Qedexeyên derketinên derve yên li Mêrdîn û Bedlîsê rabûn
10:03 Meclîsa Jinan a HDP’ê dê bi daxwaza edaletê li meydanan be
09:25 TÎGEM’ê girikên dîrokî tune kir û bermayiyên dîrokî jî bir şantiyê
09:19 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 62’yemîn de dewam dike
09:11 Salaz: PDK, xwe radestî Tirkiyeyê kiriye
09:11 Dede: Rejîma Îmraliyê êrişeke li ser hiqûqê ye
09:10 Fermandarê Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê: Tirkiye dixwaze şer dewam bike
09:09 ‘Tecrîd, astengkirina daxwazên derbarê çareserkirina pirsgirêka kurd de ye'
09:09 Keça girtiya nexweş: Ne dêya min, kujer tên berdan
09:08 Gulmez: Yekîtiya neteweyî ji bo kurdan bivê nevê ye
09:00 ROJEVA 27'Ê ÇILEYA 2021'AN
26/01/2021
21:46 Şenoglû: Dê têkoşîna me dewam bike
20:09 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 25 hezar û 344
16:45 Gokhan Guneş: Tazîkirî îşkence li min kirin
16:25 Rêya Wan û Miksê hefteyeke girtî ye
16:16 Li şûna ceyranê deterjanê dan penaberên sûriyeyî
16:13 Nîşankirina malên elewiyan hat protestokirin
16:06 ‘Li zindanan grev heye, bibe deng û hevrê’
15:59 Di operasyona Licê de leşker mînîbusên sivîl bi kar tînin
15:54 Hevberdevkê HDK’ê Sedat Şenoglû tehliye bû
15:49 KCD, TJA, DBP û HDP’ê serdana Kercews û Heskîfê kir
15:36 Kaja Kallas bû yekemîn serokwezîra jin a Estonyayê
15:21 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
14:42 Kolberên di bin aşûtê de mabûn hatin veşartin
14:39 Parlementer Koçyîgît lêgerîna tazî ji Wezîr Gul pirsî
14:37 Li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê tedawî bipere ye
14:28 Kamaç: PÎA'yê xwe di wîcdanê gel de ava kiriye
13:47 Buldan: Yekane rêya têkçûna DAIŞ'ê ya yekîtiya têkoşîna gelan e
13:44 Hillary Clînton wê berxwedana YPJ’ê bike rêze fîlm
13:41 TJA û HDP'ê li Şirnexê serdana malbatên girtiyan kirin
13:08 Berdevkê Koalîsyonê Marotto rizgarkirina Kobanê pîroz kir
12:59 Hevserokê HDP’ê yê di bin çavan de: Ne posterên Ocalan, serdegirtin derveyî qanûnan e
12:48 Serlêdana hevdîtina ji bo Ocalan careke din hat redkirin
12:05 Li Îdirê jinek hat qetil kirin
11:48 Li Îranê 4 zilaman jinek qetil kir
11:39 Piştî qedexeyê li Bagokê tevgera helîkopteran çêbû û binçavkirina des pê kir
11:18 Li Amedê endama MYK’a HDP’ê hat binçavkirin
11:06 Dadgeha Bilind du sal in dosya girtî lêkolîn nake
10:48 Li Gumgumê operasyona leşkerî dest pê kir
10:37 Leşkerekî amedî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
10:09 Hevseroka KNK'ê Zeynep Mûrad: Ji bo dagirkirina xaka Kurdistanê amadekariyên mezin hene
09:23 Çalakiya greva birçîbûnê koma 13’emîn dewr girt
09:11 Ji bo heqê xwarinê fatûreyeke 11 hezar TL'yî şandine mala girtî
09:08 Mexdûrên erdhejê: Birînên me necebirandin
09:07 Cîgirê qeyûm keça xwe kir şêwirmend
09:07 Hefteyê 4 jin ji ber tahdeyê serî li Rosayê didin
09:06 Bajarê ku kuçe, kolan, çiya, zozan û mêrgên wê qedexekirî
09:05 Yerlîkaya: Di warê derzîkirinê de jî pêvajoyeke nepêbawer tê birêvebirin
09:05 Genç: KCD, hêviya jiyana bi hev re ye
09:00 ROJEVA 26'Ê ÇILEYA 2021'AN
08:38 Malbatan piştî 8 rojan cenazeyên kolberan ji bin aşûtê derxistin
08:13 Gokhan Guneş hat berdan
25/01/2021
20:14 137 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin