'Îqtidar bi çavê dijminan li girtiyên siyasî dinêre'

img
STENBOL - Endamê Komîsyona Girtîgehê ya ÎHD'a Stenbolê Mehmet Acettîn, destnîşan kir ku îqtidar ji ber helwestên xwe yên "dijminatiyê" girtiyên nexweş bernade. Acettîn, anî ziman ku dê li dijî vê neheqiyê têbikoşin.
 
Li gorî rapora 2020'an a Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) hezar û 604 girtiyên nexweş hene. Ji van girtiyan 594 jê rewşa wan xedar e. Endamê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'a Stenbolê Mehmet Acettîn, diyar kir ku îqtidar bi çavê dijminan li girtiyên siyasî û girtiyên nexweş dinêre. 
 
LI GRTÎGEHÊ NEXWEŞ DIKEVIN 
 
Acettîn, destnîşan kir ku mafê tenduristiyê yê 810 girtiyên nexweş hatiye binpêkirin. Acettîn, diyar kir ku kesên bi awayekî saxlem tên girtin, ji ber şert û mercên girtîgehê nexweş dikevin. Acettîn, diyar kir ku şertên girtîgehê ji bo girtiyên nexweş cihê xetereyeke mezin e û bi şewbê re ev xetere zêdetir bûye. 
 
Acettîn, bilêv kir ku sedema sereke ya zêdebûna binpêkirinên mafan jî polîtîkaya tecrîdê ye. Acettîn, destnîşan kir ku armanca wan ew e ku tecrîdê ji holê rakirin û girtiyên nexweş rojek berî rojekê azad bibin. 
 
TECRÎD ÎŞKENCE YE 
 
Acettîn, bal kişand ser girtiyên nexweş ên jiyana xwe ji dest dane û got: "Herî zêde nexweşîna KOAH'ê û pişikê li girtiyan peyda dibe. Ji lew re oksîjenê baş nagirin. Li girtîgehên bilind jî ser hewadariyan bi têlan hatiye girtin. Ev yek moralê girtiyan xirab dike. Ji lew re girtî nikarin li jorê binerin. Em dixwazin şert û mercên girtîgehan, bibin şertine mirovî. Di serî de girtiyên nexweş û bi giştî jî ji bo başkirina şert û mercên hemû girtiyan em têdikoşin. Em ji bo şikandina tecrîdê têdikoşin. Tecrîd, îşkence ye. Pêkanîneke li dijî rûmet û kesayetiya mirov. Pêkanîneke jiyana mirovan asteng dike." 
 
MIRINA DI RÎNGÊ DE 
 
Acettîn tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çalakiyên greva birçîbûnê yên girtiyan bibîr xistin û destnîşan kir ku sedema sereke ya grevên birçîbûnê binpêkirina mafan e. Acettîn, diyar kir ku mafê hevdîtinê û mafê hevdîtina bi telefonê bi temamî hatiye xespkirin û got: "Xweşikî rojname û dermanan nadin wan. Li Osmaniyeyê girtiyê nexweş Sabrî Kaya hebû. Di rojekê de 3 caran wî rakirin nexweşxaneyê. Mafê xatirxwestinê, mafê hemû girtiyan e. Lê vî mafê wî binpê kirin. Mesela girtiyekî nexweş ku ji qelbê xwe nexweş bû, gava wî dibirin nexweşxaneyê, di wesayîta rîngê de jiyana xwe ji dest da. Lewma divê li her girtîgehê ambulans hebin. Girtiyên nexweşîna diyabetê û gurçikan li wan peyda bûne hene. Ji bo van nexweşxan makîne divên. Divê van nexweşan bi ambulansên ku ev makîne tê de hene, bibin nexweşxaneyê. Ne bi rîngê." 
 
GIRTIYÊN REWŞA WAN XEDAR 
 
Acettîn, ji bo girtiyên nexweş got: "Tedawîkirina girtiyên nexweş pir girîng e. Lê baş nayên tedawîkirin. Girtiyên rewşa wan xedar divê dermanan bi kar bînin. Ji bo girtiyên nexweş tim bên muayenekirin û tedawîkirin, mekanîzmayeke kontrolkirinê divê. Ev nexweşînine demdirêj in. Girtiyên ku nexweşîna KOAH, pençeşêr û qelb li wan peyda bûne hene. Di dema vegera ji nexweşxaneyê de 14 rojan karantîna heye. Rewşa girtî ji bo karantînayê guncan e? Cihê karantînayê paqij e? Çend kes tê de hene? Yanî ev karantîna zilm e ji bo girtiyên nexweş. Di demên dawî de girtiyên nexweş naxwazin biçin nexweşxaneyê. Ji ber ku naxwazin vê zilmê bikişînin. Jixwe gava diçin nexweşxaneyê, muayenekirina bi awayeê kelemçekirî tê kirin. Ev ne ehlaqî ye. Nexasim jî di vê pêvajoya şewbê de peydakirina dermanan zehmet bûye." 
 
TECRÎDA LI SER TECRÎDÊ! 
 
Acettîn, Qanûna Înfazê ya dawî wekî "tecrîda li ser tecrîdê" pênase kir û destnîşan kir ku îqtidar pandemî ji xwe re kiriye firsend.  Acettîn, bibîr xist ku bi Qanûna Înfazê re serek û endamên rêxistinên sûcî hatine berdan û got: "Pakêta înfazê li gor hiqûqa dijminatiyê tê çêkirin. Gava hiqûq bi vî rengî be, ev li girtîgehan dibe zilm. Li Tirkiyeyê efû jî çêbibe qanûna înfazê jî çêbibe, girtiyên siyasî nayên berdan. Tenê gava li Qanûna Bingehîn bê îtirazkirin tê derxistin. Li Qanûna Bingehîn a niha vê yelê qebûl nake." 
 
Acettîn, bilêv kir ku xwest girtiyên nexweş, biasteng û girtiyên nexweş ên xwedî zarok demildest bên berdan. Acettîn destnîşan kir ku îqtidar ji ber helwestên xwe yên "dijminatiyê" girtiyên nexweş bernade û dê li dijî vê neheqiyê bitêkoşin. 

Sernavên din

30/03/2021
09:52 Gergerlîoglû: Di kevneşopiya me de teslîmbûn tune ye
09:35 Alîkarê Serokê Banqeya Navendî ji peywirê hat girtin
09:17 Kesên li Ceyhanê hatibûn binbçavkirin hatin berdan
09:17 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 124'emîn de didome
09:16 Malbata girtiyê nexweş ê 76 salî: Bila bi darbestê ji girtîgehê dernekeve
09:15 'Îqtidar bi çavê dijminan li girtiyên siyasî dinêre'
09:14 'Îstixbarat' dev ji malbata Sunbul bernade!
09:10 Amedî: Partiya me li ku be, em li wir in, nikarin pêşiya me bigirin
09:08 Biraziyê Midûrê Weqfan li Sûrê bi kevirên diziyê avahiyek 'qaçax' çêkiriye
09:08 Rêyên bi 352 milyonan hatibûn çêkirin, cardin dan ber îhaleyê
09:05 Geliyê Hêtma, cihê dîmenên bêhempa ye
09:03 Malbat yeqîn nake ku Ergun xwe kuştibe: Ji ber zilmê reviya, cenazeyê wî dan me
09:02 Hevseroka KNK'ê Murad: Pilanên li ser Şengalê rê li ber metirsiyê vedike
09:00 ROJEVA 30'YÊ ADARA 2021'AN
29/03/2021
21:55 32 hezar û 404 kes bi Covîd-19'ê ketin, 154 kes jî mirin
17:03 Encamnameya Meclîsa Jinan a HDP’ê: Werin em hemû bi hev re jiyana nû ava bikin
16:36 Derbarê Hevserokê Giştî yê DBP’ê Bayindir de doz hat vekirin
16:27 Meclîsa Jinan a HDP’ê serdana jinên Partiya DEVA’yê kir
16:26 Serdanên ‘Nobeta Edaletê’ ya HDP’ê didomin
16:23 ‘Em ê destûrê nedin ku hûn me mehkûmê mirinê bikin’
16:21 Paylan: Ayvatoglû rûyê nelirêtiyê yê tê dîtine
16:05 Jina ku hevjînê wê xwest wê bikuje birîndar bû
15:56 ‘Îşkenceya biceyranê’ ji Soylû pirsîn
15:55 Karkerên xwestin li karê xwe vegerên hatin binçavkirin
15:02 Ji ber giliyê Yildiz ê di êrişê cih girtibû, îfade da
14:36 Gergerlîoglû: We ez hilbijartim, min jî berxwedan hilbijart
14:06 Banga tevlîbûnê ya doza helîkopterê: Em ne sûcdar in rojnameger in
13:58 Parêzeran ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
13:41 Li Qempa Holê li dijî DAIŞ’ê operasyon
13:06 Faîlên cînayeta Mûhammedê 8 salî tehliye bûn
12:41 Dozger xwest berpirsên Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê werin beraetkirin
11:57 Birayê parlamenterê AKP’ê giliyê Ferît Şenyaşar kir!
11:06 Gundên Geliyê Tiyarê hefteyeke bê ceyran in
10:53 Malbata 10’ê Cotmehê li ser medya civakî çalakî pêk anî
09:37 Dostên Yildirim: Ji bo ziman û wêjeya kurdî xebat kir
09:34 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 123'yemîn de dewam dike
09:00 Ferit Şenyaşar: ‘Bêedaletî’ me areste dike
09:00 Hunermed Çat ku derket ser dika Newroza Amedê: Bandorker bû
09:00 Keyatî veguherîne buroyên îcrayê!
09:00 Gelo vekişandina ji Peymana Stenbolê soza hilbijartinê ye?
09:00 ROJEVA 29'Ê ADARA 2021'AN
28/03/2021
21:29 153 kesên din ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dan
21:22 Demîrtaş ji malbata Kadrî Yildirim re sersaxî xwest
20:32 Şik balyeyên pereyên ku tê angaştkirin ên şewirmendê AKP’î ye parve kir
19:31 Li Tekîrdagê jinek hat qetilkirin
19:17 Ebdî bang li ENKS û PYNK'ê kir ku li diyalogê vegerin
17:07 Bi hezaran şengalî meşiyan: Ji rewşeke rû bide hikûmet berpirsyar e
16:40 Ji Dayikên Aştiyê piştgiriya Malbata Şenyaşar: Bila dayik negirîn
16:07 MED-DER’ê kongreya xwe pêk anî
15:26 Kesên di 28’ê Adarê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin bibîranîn
14:25 Li Perava Yenîkapiyê cenazeyê jinekê hat dîtin
14:25 Pira Gelan: Qîrîna malbata Şenyeşar bibihîsin
13:46 Ayvatoglû yê AKP’î cardin hat binçavkirin
13:27 Civîna Meclîsa HDP’ê: Li dijî girtinê dê nexşerê bê diyarkirin
13:23 Faîl Diyar e: Bila Engîn Ceylan bê girtin
12:43 Nivîskarê Kurd Keremê Seyad jiyana xwe ji dest da
12:43 Penaberê Kurd ê girtin şermezar kir dawî li jiyana xwe anî
12:16 Malbata Şenyaşar: Sûcdar wekîl û malbata wî ye
11:25 Ji 10 kolberên dibin çavan de agahî nayê girtin
11:05 PDK’ê rêya 53 gundên Biradost girt
10:39 Cara 4’emîn depoya avê teqiya: Mal dibin avê de man
10:37 ‘Îmralî dê pirsgirêkê çareser bike'
10:37 Gef li dayika zaroka wê hat îstîsmarkirin tên xwarin
09:12 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 122'emîn de dewam dike
09:11 Piştî fesixkirina Peymana Stenbolê tiştên tên meraqkirin
09:09 Lojmanên edliyeyê bûne lojmanên tiryakkêşan
09:08 Destê qeyûman ji vê pirê nabe: Di 4 salan de du caran dan ber îhaleyê
09:06 Ji bo tenduristiya civakê pêşî divê tenduristiya jinê baş be!
09:04 Agiriyê xistine çi halî!
09:03 Keşîşxaneya Deyr Yaqûbê hildiweşe!
09:01 Birayê Aliçê berasteng ê hat kuştin: Ma ev edalet e?
09:00 ROJEVA 28'Ê ADARA 2021'Ê
27/03/2021
20:54 Li Hezexê qeza: 4 kes mirin
20:29 30 hezar û 21 kes bi Covîd-19'ê ketin
16:52 Endamên KESK'ê bang li AKP’ê kirin
16:34 ÎHD: Biryara der sînor kirina penaberê Sûriyeyî Sulo bi talûkeye
16:16 Encamnameya 'Hevditina Heq, Edalet û Wîcdan': Ji bo edaletê têkoşîna hevpar
15:51 Xwendekarên Bogazîçiyê banga mezinkirina têkoşînê kirin
15:33 ‘Nobeta Edaletê’ ya Gergerlîoglû didome
15:29 Kadrî Yildirim li Amedê hat definkirin
15:08 ÎHD: Em ji bo mafê jiyanê yê girtiyan rayedaran vedixwînin peywîrê
14:15 Nûçegihanê me Cemîl Ûgûr hêjayî ‘Xelata Taybet a Jurî’ a Metîn Goktepe hat dîtin
14:07 Dayikên Şemiyê: Em dozlêbûyî nîn in, em dozdar in
13:50 Jinên şirnexî Emîne Şenyaşar ziyaret kirin
13:30 Heta ku bi Ocalan re hevdîtin pêk neyê, girtî dernakevin hevdîtina telefonê
13:19 'Girtiya nexweş a 75 salî Fatma Guler berdin’
12:45 Di îdianameya karkeran de ‘nijadperestî’ hat derxistin!
12:44 Jinên HDP’î bi Seroka AKPM’ê re Peymana Stenbolê axivîn
12:44 Dadgehê 99 sal ceza li 12 siyasetmedaran birî
12:32 Buldan: Em natirsin, cesareta me heye
12:19 ‘Cenazeyê Tokçû yê ji zinaran hatibû avêtin bidin malbatê’
12:18 Şandeya ‘Hevdîtinên Ji Bo Kar û Nan’: Me ji Behra Reş hêz wergirt
12:07 Li Ceyhanê gelek kes hatin binçavkirin
11:07 47 xwendekarên di binçavan de hatin berdan
10:13 Ji bo KADES bi Kurdî xizmetê bide serî li wezaretê dan
09:57 Jina ciwan a ducanî hat kuştin
09:57 Temel: Bi tecrîdkirina Ocalan Tirkiyeyê davêjin bîrek bê binî
09:00 Koma 25'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:00 15 sal in kiryarên bûyerên 28'ê Adarê nehatine cezakirin
09:00 Ocalan: Ev ne hevdîtin e, provakasyon e