Malbata girtiyê nexweş ê 76 salî: Bila bi darbestê ji girtîgehê dernekeve

img
STENBOL - Rewşa tenduristiya girtî Eyvaz Akinci yê 76 salî ku bi penceşêra pişikê ketiye û bijîşkan jê re gotiye sal û nîvek emirê te maye, xirab dibe. Malbatê bang li rayedaran kir: "Bila bi darbestê ji girtîgehê dernekeve." 
 
Eyvaz Akinci ku bi îdiaya "alîkariya rêxistinê" 4 sal û 6 meh ceza lê hatibû birîn û di 21'ê Adarê de hatibû girtin û wî biribûn Girtîgeha Metrîs a Tîpa T'yê, rewşa tenduristiya wî giran dibe. Akinci, berî ku bê girtin bi nexweşîna pişikê ketibû û hefteyê 6 rojan li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê dihat tedawîkirin û bijîşkan 4 meh û nîv berê jê re gotibûn sal û nîvek umrê te maye. Lê piştî hat girtin nayê tedawîkirin. Her wiha ji xeynî pençeşêra pişikê, nexweşîna astim, bronşît, KOAH, tansiyona zêde, qelb û mîdeyê jî pê re heye û nikare bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne. 
 
Malbata Akinci xwest demildest bê berdan. 
 
REWŞA WÎ XIRAB DIBE 
 
Keça wî Evîn Devrîm Taşer, anî ziman ku pençeşêra pişikê ya bavê wî di asta sisêyan de ye û berî bê girtin ê derbasî asta çaran bûbûna, lê belê niha ji ber şert û mercên girtîgehê rewşa wî xirabtir dibe. Taşer, destnîşan kir ku jixwe berî ku bê girtin reşa wî pir xirab bûye û got: "Bavê min nikaribû her xwarinê bixwe. Me mamayên taybet didanê. Tim xwîn ji deva dihat. Carinan pir dihat. Car carinan rewşa wî pir pir xirab dibû. Jixwe bijîşkan jî digot. Çend hefteyên dawî nikaribû avê jî bixwe. Lewma me mama didanê. Me bi kapsulan derman didanê. Bi zorê bêhn distend. Ji ber kuxikê nikaribû razê. Ji sibehê heya êvarî tif dikir. Gava dimeşiya, gere kesekî/ê aliyê wî bikira. Bi zorê diçû lawaboyê. Ji ber vê fikarên me zêde bûne." 
 
Keç Taşer, destnîşan kir ku divê bavê wî li devereke baş be da ku moralê wî baş be.Taşer, diyar kir ku bavê wê nikare xwarinên girtîgehê bixwe û mamayên ku îdareya girtîgehê peyda nake, ew dişînin û got: "Gava li vir bû, me tim wî dibir nexweşxaneyê. Li wir ev tişt nayên kirin. Piştî hat girtin me mamayên wî şandin girtîgehê. Hîn jî tenê van mamayan dixwe. Gava xwîn ji deva tê, carinan perçe di qirika wî de dimînin. Gava perçe mezin bin, dibe ku bifetise. em tim baldar bûn. Lê niha ne li cem me ye û em diqilqilin. Me dermanên wî bi awayekî rêk û pêk didanê. Li wir ê kes lê ne miqate be. Ê kes wî nebe lawaboyê. Ê kes wî xwedî neke. Ê kes bi bavê min re eleqedar nebe. Fikarên me hene." 
 
'BILA CENAZE NEYÊ' 
 
Taşer, diyar kir ku 4 meh berê bijîşkan ji bo bavê wê gotiye sal û nîvek umrê wî maye û xwest umrê mayî li cem wan derbas bike. Taşr, destnîşan kir ku di 40 salên dawî de bavê wê gelek caran hatiye girtin û got: "Heger ciwan bûne û ne nexwe bûna me yê ev qasî zehmtî nekişanda. Bi hezaran girtiyên wek wî hene. Bavê min jî wekî wan e. Qîmeta wî ji ya wan nezêdetir e. Lê belê bavê min nexweş e û rojên wî yên dawî ne. Berê jî gelek caran hatiye girtin. Bi rastî jî heger ne nexweş bûna , me yê bigota 'bi serbilindî hat girtin.' Em naxwazin bavê me li wir bimire. Em naxwazin cenazeyê wî ji girtîgehê derkeve. Jixwe bavê min tu tahm  ji jiyanê nekir, tim girtî bû. Qet nebe bila ji niha pê ve li cem me be. Bavê min 76 salî ye. PIştî vî umrî girtîgehê ê jê re pir zehmet be. Nikaribû rahêle kevçî, lewma em diqilqilin." 
 
EXTIYAR, NEXWEŞ Û BÊHAL E 
 
Hevjîna wî Cemîle Akincî got: "Nikare rahêle qedehek çayê. Nikare li ser pêya bisekine. Me bi zorê wî dibir lawaboyê. Bêhna wî dernediket. Nikare li wir bi tena serê xwe bimîne. Nikare rabe ser xwe. Nikare xwarinê bixwe. Tim diqefile. Me ciyê wî li ber peteka qalorîferê datanî. Îja ê li wir çi bike? Rojê nêzî 20 derman dixwarin. Me mama didayê. Em diqilqil in. Nikare bi tena xwe di girtîgehê de bimîne. Ji girtiyên din ne biqîmetir e. Lê belê extiyar e, nexweş e û bêhal e." 
 
Akinci xwest hevjînê wê bê berdan û got: "Ji be rku nexweş e, divê em lê binerin. Li derve ê bi rihetî bê tedawîkirin. Nikare li girtîgehê bimîne. Em dixwazin rojên xwe yên dawî li cem me derbas bike. Heya niha gelek zehmtî kişandine. Hat îşkencekirin, hat girtin. Bila rojên xwe yên dawî li cem me derbas bike." 
 
MA / Îdrîs Sayilgan

Sernavên din

30/03/2021
09:52 Gergerlîoglû: Di kevneşopiya me de teslîmbûn tune ye
09:35 Alîkarê Serokê Banqeya Navendî ji peywirê hat girtin
09:17 Kesên li Ceyhanê hatibûn binbçavkirin hatin berdan
09:17 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 124'emîn de didome
09:16 Malbata girtiyê nexweş ê 76 salî: Bila bi darbestê ji girtîgehê dernekeve
09:15 'Îqtidar bi çavê dijminan li girtiyên siyasî dinêre'
09:14 'Îstixbarat' dev ji malbata Sunbul bernade!
09:10 Amedî: Partiya me li ku be, em li wir in, nikarin pêşiya me bigirin
09:08 Biraziyê Midûrê Weqfan li Sûrê bi kevirên diziyê avahiyek 'qaçax' çêkiriye
09:08 Rêyên bi 352 milyonan hatibûn çêkirin, cardin dan ber îhaleyê
09:05 Geliyê Hêtma, cihê dîmenên bêhempa ye
09:03 Malbat yeqîn nake ku Ergun xwe kuştibe: Ji ber zilmê reviya, cenazeyê wî dan me
09:02 Hevseroka KNK'ê Murad: Pilanên li ser Şengalê rê li ber metirsiyê vedike
09:00 ROJEVA 30'YÊ ADARA 2021'AN
29/03/2021
21:55 32 hezar û 404 kes bi Covîd-19'ê ketin, 154 kes jî mirin
17:03 Encamnameya Meclîsa Jinan a HDP’ê: Werin em hemû bi hev re jiyana nû ava bikin
16:36 Derbarê Hevserokê Giştî yê DBP’ê Bayindir de doz hat vekirin
16:27 Meclîsa Jinan a HDP’ê serdana jinên Partiya DEVA’yê kir
16:26 Serdanên ‘Nobeta Edaletê’ ya HDP’ê didomin
16:23 ‘Em ê destûrê nedin ku hûn me mehkûmê mirinê bikin’
16:21 Paylan: Ayvatoglû rûyê nelirêtiyê yê tê dîtine
16:05 Jina ku hevjînê wê xwest wê bikuje birîndar bû
15:56 ‘Îşkenceya biceyranê’ ji Soylû pirsîn
15:55 Karkerên xwestin li karê xwe vegerên hatin binçavkirin
15:02 Ji ber giliyê Yildiz ê di êrişê cih girtibû, îfade da
14:36 Gergerlîoglû: We ez hilbijartim, min jî berxwedan hilbijart
14:06 Banga tevlîbûnê ya doza helîkopterê: Em ne sûcdar in rojnameger in
13:58 Parêzeran ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
13:41 Li Qempa Holê li dijî DAIŞ’ê operasyon
13:06 Faîlên cînayeta Mûhammedê 8 salî tehliye bûn
12:41 Dozger xwest berpirsên Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê werin beraetkirin
11:57 Birayê parlamenterê AKP’ê giliyê Ferît Şenyaşar kir!
11:06 Gundên Geliyê Tiyarê hefteyeke bê ceyran in
10:53 Malbata 10’ê Cotmehê li ser medya civakî çalakî pêk anî
09:37 Dostên Yildirim: Ji bo ziman û wêjeya kurdî xebat kir
09:34 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 123'yemîn de dewam dike
09:00 Ferit Şenyaşar: ‘Bêedaletî’ me areste dike
09:00 Hunermed Çat ku derket ser dika Newroza Amedê: Bandorker bû
09:00 Keyatî veguherîne buroyên îcrayê!
09:00 Gelo vekişandina ji Peymana Stenbolê soza hilbijartinê ye?
09:00 ROJEVA 29'Ê ADARA 2021'AN
28/03/2021
21:29 153 kesên din ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dan
21:22 Demîrtaş ji malbata Kadrî Yildirim re sersaxî xwest
20:32 Şik balyeyên pereyên ku tê angaştkirin ên şewirmendê AKP’î ye parve kir
19:31 Li Tekîrdagê jinek hat qetilkirin
19:17 Ebdî bang li ENKS û PYNK'ê kir ku li diyalogê vegerin
17:07 Bi hezaran şengalî meşiyan: Ji rewşeke rû bide hikûmet berpirsyar e
16:40 Ji Dayikên Aştiyê piştgiriya Malbata Şenyaşar: Bila dayik negirîn
16:07 MED-DER’ê kongreya xwe pêk anî
15:26 Kesên di 28’ê Adarê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin bibîranîn
14:25 Li Perava Yenîkapiyê cenazeyê jinekê hat dîtin
14:25 Pira Gelan: Qîrîna malbata Şenyeşar bibihîsin
13:46 Ayvatoglû yê AKP’î cardin hat binçavkirin
13:27 Civîna Meclîsa HDP’ê: Li dijî girtinê dê nexşerê bê diyarkirin
13:23 Faîl Diyar e: Bila Engîn Ceylan bê girtin
12:43 Nivîskarê Kurd Keremê Seyad jiyana xwe ji dest da
12:43 Penaberê Kurd ê girtin şermezar kir dawî li jiyana xwe anî
12:16 Malbata Şenyaşar: Sûcdar wekîl û malbata wî ye
11:25 Ji 10 kolberên dibin çavan de agahî nayê girtin
11:05 PDK’ê rêya 53 gundên Biradost girt
10:39 Cara 4’emîn depoya avê teqiya: Mal dibin avê de man
10:37 ‘Îmralî dê pirsgirêkê çareser bike'
10:37 Gef li dayika zaroka wê hat îstîsmarkirin tên xwarin
09:12 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 122'emîn de dewam dike
09:11 Piştî fesixkirina Peymana Stenbolê tiştên tên meraqkirin
09:09 Lojmanên edliyeyê bûne lojmanên tiryakkêşan
09:08 Destê qeyûman ji vê pirê nabe: Di 4 salan de du caran dan ber îhaleyê
09:06 Ji bo tenduristiya civakê pêşî divê tenduristiya jinê baş be!
09:04 Agiriyê xistine çi halî!
09:03 Keşîşxaneya Deyr Yaqûbê hildiweşe!
09:01 Birayê Aliçê berasteng ê hat kuştin: Ma ev edalet e?
09:00 ROJEVA 28'Ê ADARA 2021'Ê
27/03/2021
20:54 Li Hezexê qeza: 4 kes mirin
20:29 30 hezar û 21 kes bi Covîd-19'ê ketin
16:52 Endamên KESK'ê bang li AKP’ê kirin
16:34 ÎHD: Biryara der sînor kirina penaberê Sûriyeyî Sulo bi talûkeye
16:16 Encamnameya 'Hevditina Heq, Edalet û Wîcdan': Ji bo edaletê têkoşîna hevpar
15:51 Xwendekarên Bogazîçiyê banga mezinkirina têkoşînê kirin
15:33 ‘Nobeta Edaletê’ ya Gergerlîoglû didome
15:29 Kadrî Yildirim li Amedê hat definkirin
15:08 ÎHD: Em ji bo mafê jiyanê yê girtiyan rayedaran vedixwînin peywîrê
14:15 Nûçegihanê me Cemîl Ûgûr hêjayî ‘Xelata Taybet a Jurî’ a Metîn Goktepe hat dîtin
14:07 Dayikên Şemiyê: Em dozlêbûyî nîn in, em dozdar in
13:50 Jinên şirnexî Emîne Şenyaşar ziyaret kirin
13:30 Heta ku bi Ocalan re hevdîtin pêk neyê, girtî dernakevin hevdîtina telefonê
13:19 'Girtiya nexweş a 75 salî Fatma Guler berdin’
12:45 Di îdianameya karkeran de ‘nijadperestî’ hat derxistin!
12:44 Jinên HDP’î bi Seroka AKPM’ê re Peymana Stenbolê axivîn
12:44 Dadgehê 99 sal ceza li 12 siyasetmedaran birî
12:32 Buldan: Em natirsin, cesareta me heye
12:19 ‘Cenazeyê Tokçû yê ji zinaran hatibû avêtin bidin malbatê’
12:18 Şandeya ‘Hevdîtinên Ji Bo Kar û Nan’: Me ji Behra Reş hêz wergirt
12:07 Li Ceyhanê gelek kes hatin binçavkirin
11:07 47 xwendekarên di binçavan de hatin berdan
10:13 Ji bo KADES bi Kurdî xizmetê bide serî li wezaretê dan
09:57 Jina ciwan a ducanî hat kuştin
09:57 Temel: Bi tecrîdkirina Ocalan Tirkiyeyê davêjin bîrek bê binî
09:00 Koma 25'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:00 15 sal in kiryarên bûyerên 28'ê Adarê nehatine cezakirin
09:00 Ocalan: Ev ne hevdîtin e, provakasyon e