Cotkar ji bazirgan û komîsyonvanan nerazî ne

img
MÊRSÎN - Cotkar Mehmet Cevat Tan ku nikare berên xwe bifiroşe û xisiriye, bal kişand ser bazirganên ku beran di depoyên xwe de dihêlin û komîsyonvanên fiyetan zêde dikin. 
 
Li Mêrsînê barê cotkaran giran bûye û ji ber krîza aborî her diçe barê wan girantir dibe. Cotkar herî zêde ji ber bihabûna dermanan û nefirotina berên xwe bi gilî û gazinc in. Yek ji van cotkaran jî Mehmet Cevat Tan e ku 35 sal berê ji Amedê koçî Mêrsînê kiriye. 
 
Tan, anî ziman ku ji zarokatiya xwe ve karê çandiniyê dike û 10 sal in zebze diçîne û difiroşe. Tan ku par li eraziyekî 4 donim sera çêkiriye û xiyar çandine, anî ziman ku tu tişt bi dest wî neketiye û zirar kiriye. 
 
PANDEMΠ
 
Tan, bilêv kir ku serê donimê herî kêm 30 hezar TL mesref kiriye û berên xwe jî ji mecbûrî bi erzanî firotiye. Tan, bal kişand ser fiyetê gubre û dermanan û destnîşan kir ku tevî heqê sotemenî û karkeran îsal bi qasî 100 hezar TL'yî zirar kiriye. Tan got: "Bila Xwedê alîkarê me be. Wekî din tiştekî jî nabêjim." 
 
Tan, diyar kir ku pandemiyê û qedexeyên ji ber pandemiyê jî bandorek nebaş li wan kiriye û berê ku berê kîloya wan bi 1.5 TL'yî difirotin, di dema şewbê de bi 30 qurîşî jî nefirotine. Tan got: "Min ê berên xwe bavêtana çopê, lê ceza dibirin. Min 3 ton û nîv xiyar birin halê. Min wan di biniya 30 qurîşî re firotin. Xemgîn im. Bila dengê me bê bihîstin." 
 
FIHÊLÊN BAZIRGANAN 
 
Tan, destnîşan kir ku xiyarên ku bi 30 qurîşî firotine, li marketan bi 6 TL'yan tên firotin û got: "Li ber dikevim. Min nikaribû bi 30 qurîşî bifiroşe, lê li marketan bi 6-7 TL'yan tê firotin. Çi dibe bi feqîran dibe. Dê welatî çawa debara xwe bikin? Heger pêşî li ber vê neyê girtin, dê welat bixisire. Bila aliyê cotkaran bikin." 
 
Tan, bilêv kir ku ev tişt seba bazirganan wiha dibe û got: "Li vir rantxwarî û keysperestî heye. Em nikarin xiyarên xwe bi 30 qurîşî bifiroşin, lê a din a rojê bi lîre û nîvê tê firotin. Bazirgan depoyên xwe tije dikin û a din a rojê fiyet biha dibe. Berên li Hala Mêrsînê dibin 2 lîre û nîv, heya diçin Stenbolê dibin 10 lîre." 
 
KOMÎSYONVAN NAYÊN KONTROLKIRIN 
 
Tan, diyar kir ku ji xeynî bazirganan komîsyonvan jî ew mexdûr kirine û ji dêvla ji sedî 9 ji sedî 20 paya komîsyonê ji wan tê stendin. Tan got: "Dê kî pêşî li ber vê bigire? Dê kî vê ekê kontrol bike? Kes kontrol nake. Em cotkaran biparêzin. Heger ne ji cotkaran be dê welatî çi bixwin? Ê ku rewşa aboriyê baş dike cotkar in. Siyasetmedarino, ji dêvla hûn bi hev kevin, em xwedî li welatê xwe derkevin." 
 
‘DEYNDAR IM, XEW BI ÇAVÊ MIN NAKEVE' 
 
Tan, destnîşan kir ku parlementer jî di nav de hemû siyasetmedar ji bo rewşa welêt guhnedêriyê dikin û got: "Hûn dibêjin, 'Heya 5 salan kes li ser vê kursiyê nikare ji me re tiştekî bibêje.' Hûn rast dibêjin. Her kes dek û dolaba li serê me digerîne. Em raya xwe didin, lê hûn bi me re eleqedar nabin." 
 
Tan got: "Em mexdûr in. Heqê me nexwin. Ma qey hûn qet li ber halê me nakevin? Heger wisa bidome, em ê nikaribin vî karî bikin û em ê dev jê berdin. Meheke derûniya min nebaş e. Xweşikî xew bi çavê min nakeve. Deyndar im." 
 
MA / Omer Akin - Mehmet Şah Orûç

Sernavên din

19/05/2021
09:47 Di doznameya Hevseroka MEBYA-DER’ê de her tiştî kirine sûc
09:02 Esnafên li Wanê bertek nîşanî ‘helalbûnê’ dan
09:02 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 174'emîn de berdewam dike
09:01 Civaknas Bariş: Armanca operasyonê Şengal û Rojava ne
09:01 Alcan: Heya tecrîd neyê çareserkirin dê welat demokratîk nebe
09:01 Nesrîn Nas: Xizaniya jinê xizaniya welêt e
09:00 Kurtanker sinheta xwe bi çêkirina tiştên xeml û xişirî didomînin
09:00 Nivîskarê rûm Çîlîngîr: Ên ji qirkirinê xelas bûn 'tirkîtî' li wan hat ferzkirin
09:00 Cotkar ji bazirgan û komîsyonvanan nerazî ne
09:00 ROJEVA 19'Ê GULANA 2021'AN
08:56 Polîsan Hevseroka MEBYA-DER a Wanê binçav kirin
01:05 Li Fermandariya Jetê ya 8'an a Amedê teqîneke mezin
18/05/2021
20:13 203 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin, 11 hezar û 937 kesên din jî pê ketin
19:08 Dadgehê danişîna Doza Kobaniyê taloqî 20'ê Gulanê kir
17:12 Ji Demîrtaş daxwaza reda dadgerî: Şandeya dadgehê bi taybet hatiye wezîfedarkirin
16:52 DÎSK’ê seredana malbata Şenyaşar kir
16:15 Turkdogan: Divê şandeya dadgehê bikeve Pirtûka Rekoran a Guinessê
16:14 Ji HPG’ê daxuyaniya ji bo Nuredîn Sofî
15:41 Li Amedê hejmara pêketiyên koronayê 10 qat zêde bûne
15:29 Li Rezanê cenazeyê kesekî hat dîtin
14:53 Sancar: Înkarkirina kurdan wê rûxandina wan bîne
14:50 Demîrtaş: Erdogan, Bahçelî û Soylû li ser qoltixê dadger rûniştine
14:28 Jinan careke din banga ‘Gulistan Dokû li ku ye?’ kirin
14:11 ‘Doza Kobanê êrişa li dijî jinan e’
13:52 Li Mereşê jinek hat kuştin
13:48 Ji ÎHD’ê rapora Herêma Egeyê: 5 hezar û 304 binpêkirinên mafan qewimîne
13:39 Ûsta ya AKP’î serkeftin ji dadgerê Doza Kobanê re xwest
13:36 Bersûcê tundî, tecawiz û gefê Oktay G. hat girtin
13:27 Tiryakî yê ku Doza Kobanê dişopîne: Em bi şandeyek taybet re rûbirû ne
13:04 Li Mêrdînê jina 72 salî jî binçav kirine
12:36 Malbata Şenyaşar: Em ê hêviya xwe qût nekin
12:35 Danişîna duyemîn a Doza Kobanê dest pê kir
12:13 HDP’ê şoreşgerên meha gulanê bi bîr anî
12:08 Ebdî: Me bi heyeta Amerîkayê re hevdîtineke çêker kir
12:07 Koklu: Tirkiye bi siyaseta tecrîdê tê birêvebirin
11:34 Hevserokê HDP’ê yê Bêrecûkê yê berê hat binçavkirin
11:33 Kujerên şivan li mala serokê MHP’ê hatin binçavkirin
11:17 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serî li dozgeriyê dan
11:17 Li Girtîgeha Silîvriyê 3 girtî bi koronayê ketine
11:04 Polîsan destûr neda ku rojnameger doza Kobanê bişopînin
10:31 Li Mersînê mirina bi guman a jinekê
10:23 Polîsan li Amedê welatiyek binçav kir
10:22 Komeleya Rosa ji bo betalkirina fesixkirina Peymana Stenbolê doz vekir
10:02 Esker û polîsan di 6 salên dawî de li Dersîmê 11 welatî kuştin
09:51 Nivîskar Dengizî û du siyasetmedar hatin binçavkirin
09:50 Rêveberê berê yê MÎT’ê Eymur: Di salên 1990’î de ewqas qeşmertî tunebû
09:02 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 173'yemîn de berdewam dike
09:02 Derûnnas Aslan: Piştevaniya civakê dê karibe pêşî li xwekuştinê bigire
09:02 Li Mêrsînê daristan tên talankirin
09:02 Desteyên çavdêriyê wekî dadgeran hereket dikin!
09:02 Abeer Abû Khadîr: Têkoşîna rizgariyê ya filistîniyan ji nû ve zîndewer bû
09:02 Kûrtûlan: Berî ku xeberên bi êş bên divê tecrîd bê rakirin
09:01 Îsal berhemên çandiniyê ji sedî 60-70 ket
09:00 ROJAVA 18'Ê GULANA 2021'AN
08:29 2'emîn danişîna doza Kobanê îro dest pê dike
17/05/2021
21:24 223 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:35 Polîsan di 14 salan de 93 zarok kuştin
16:10 Ji bo Enes Cengîz serî li Komîsyona Lêkolînê ya Mafê Mirovan da
15:45 KNK'ê encamnameya konferansa ‘Helwesta Neteweyî' aşkera kir
15:11 Baroya Amedê: Malbat ji ber kurd bû bi êrişê re rûbirû maye
15:02 Êrişên li dijî Fîlîstînê şermezar kirin
14:48 Li navçeya xwedî 400 hezar gelheyî tenê şaxeke PTT’ê xizmet dide
14:35 ÎHD: Divê dewlet têkildarî windayan arşîvên xwe hemûyan veke
14:31 ESHÎD’ê seredana malbata Şenyaşar kir
13:39 ÎHD’ê bernameya Hefteya Windayan aşkera kir
13:23 Gelek esker sewqî Îkîzdereyê hatin kirin
12:02 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê careke din serî li dozgeriyê dan
11:21 Malbata Şenyaşar carek din hat ber edliyeyê
11:19 'Bi bombeyên tên avêtin zarokekê nexweşê SMA’yê dikare bê xelaskirin’
11:04 AKP’iyên qedexeya derve binpêkirin bi hevre wêneyên bîranînê kişandin
10:47 Rojnameya Îngîlîstanê: TSK’ê çekên kîmyewî bi kar aniye’
10:19 Li Dersimê jinek bi tundiya sîstematîk re rûbirû ma
09:06 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 172'yemîn de berdewam dike
09:06 Tevî ku dîmenê tundiyê heye jî, nexweşxaneyê rapora lêdanê neda
09:05 Siyasetmedarên ji Doza Kobanê tên darizandin: Wê dîsa berxwedan û piştevanî bi ser bikeve
09:02 Dersim Dag: Wê feqîrî dawiya îqtidarê bîne
09:01 'Dixwazin bi vê dozê ruhê Kobanê tune bikin'
09:01 Mexdûrê îşkenceyê girtî ne, yên îşkence kirin li derve ne
09:00 ROJEVA 17'Ê GULANA 2021'AN
16/05/2021
22:10 Hat îdiakirin ku cerdevan 'bêhemdî' xwe kuştiye
21:57 Çalakiya li dijî kana keviran hat qedexekirin
21:00 223 kesên din jî ji ber Kovîd-19'ê mirin
20:30 Li Pasûrê operasyona leşkerî: Ji gundiyan agahî nayê wergirtin
20:19 Zaroka ku bi êrişa kuçikan re rûbirû ma mir
16:36 Ambargoya avê ya Tirkiyeyê didome
16:26 Pasdarên Îranê kolberekî qetil kirin
15:54 Hejmar kesên li Gazzeyê jiyana xwe ji dest dan derket 174'an
15:00 Li Siwêregê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
14:50 Di qezaya trafîqê de kesek mir û kesek jî birîndar bû
14:44 Li Rihayê şerê çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
14:00 Li Îranê 40 jinan serlêdana namzetiya serokkomariyê kirin
13:38 Yuksekdag: Her ku ji mere bêjin qatîl dê winda bikin
13:16 Walîtiyê îşkenceyê bi ‘mudaxaleya qanûnî’ parast
12:46 Parlamenterên CHP’ê pankarta ‘128 milyar dolar kudere?’ bi Pira Bogazîçî ve kirin
12:38 Li Amedê kesekî kuştî hat dîtin
12:16 Pirsa ‘Roj ji bo we tê çi wateyê?’ kirin nîşaneya “rewşa baş’
11:36 Ji Wezareta Karên Hundir giştînameya ‘Asayîbûna Ast bi Ast’
10:57 Malbata Şenyaşar: Bila kes ji me helalkirinê naxwaze
09:55 Şewata ku li çiyayê Cudî derket hat vemirandin
09:28 Koma 35'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt