Têkiliya 'berjewendiyan' a Tirkiye û PDK'ê

img

HEWLER – PDK ku li ser asasê dijberiya PKK'ê bi Tirkiyeyê re li hev kiriye û di vî warî de peymanên eskerî-aborî îmze kirine, niha jî li dor 12 hezar eskerên xwe hewl dide teza Tirkiyeyê ya "Ez ne li dijî kurdan, li dijî PKK'ê şer dikim" rewa bike. 

Operasyona derveyî sînor a Tirkiyeyê ku li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêma Kurdistana Federe, daye destpêkirin 50 roj in didome. Çend roj berê hêzên taybet, Zêrewanî û Gulan, ên PDK'ê jî sewqî herêmê hatin kirin û li tenişta eskerên TSK'ê daxilî nav operasyonê bûn. Ev yek careke din têkiliya PDK û Tirkiyeyê ya bi salan xist rojevê. 
 
BÛYERA SAÎDAN 
 
Têkiliya PDK û Tirkiyeyê xwe dispêre salên 1960'î. Di bûyera ku wekî "Bûyera Saîdan" tê binavkirin de, Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Tirkiye (PDK-T) Saît Elçî, tevî du hevalên xwe li Qumriyê winda dibe. Dr. Saît Kirmizitoprak jî ku bi kuştina Elçî û du hevalên wî tê tawanbarkirin, tevî Hîkmet Bûlûttekîn (Çeko) û Hasan Yikmiş (Brûsk) li Bamerniyê ji aliyê PDK û MÎT'ê ve tên înfazkirin. Bi vê bûyerê re PDK û Tirkiye cara ewil nêzî hev dibin. 
 
Hevrêyê Saît Elçî Ziya Avci, piştî diyar kiribû ku Derwêşê Sado ji bo kuştina Saît Elçî hatiye peywirdarkirin û gotibû: "... wekî em dizanin Derwêşê Sado li gelek deveran bi xwe behsa bûyereke bi vî rengî kiriye û gotiye, 'ez li gor fermana Îdrîs Barzanî tevgeriyam û bi îstixbarata tirk re xebitîm.'" 
 
ANTÎ PROPAGANDA Û ÎXBAR 
 
Têkiliya PDK'ê ya bi Tirkiyeyê, piştî êrîşên PKK'ê yên di 15'ê Tebaxa 1984'an de li navçeya Şemzînan û Dihê kirin jî, bi awayekî aşkere dixuyên. Piştî vê dîrokê, PDK'ê li dijî PKK'ê dest bi antî-propagandayekê kir û ji eşîretên nêzî xwe yên li Wan û Colemêrgê xwest bibin cerdevan û bi Tirkiyeyê re li dijî PKK'ê şer bikin. Salman Sindiyê PDK'î di Nîsana 1985'an de li mintiqaya Şikefta Kera ya Şirnexê îxbara 8 PKK'iyan kiribû. Ji van PKK'iyan yek jê jiyana xwe ji dest dabû û 7 jê jî bi saxî hatibûn zevtkirin. 
 
SALÊN 1985-1991: HEVDÎTINÊN VEŞARTÎ
 
PDK, piştî ku têkiliyê bi Tirkiyeyê re datîne, li hemberî PKK'ê dikeve nava hin hin hewldanan. Hin liv û tevgerên wê yên li dijî PKK'ê ev in: 
 
“* PDK, di 17'ê Tebaxa 1985'an de Hamît Avciyê PKK'yî li gundê Edîbe yê Zagrosê kuşt û cenazeyê wî radestî Tirkiyeyê kir. 
 
* Şêwirmendê Mesûd Barzanî Muhsîn Dîzayî, bi balafireke Sûriyeyê cara ewil bi awayekî fermî di 8'ê Adara 1991'ê de çû Stenbolê û li vir hevdîtin bi Musteşarê MÎT'ê Teoman Koman û Musteşarê Karên Derveyyî Balyoz Tûrgay Ozçerî re hevdîtin kir. Ev hevdîtina veşarî li Otêla Palasê ya Enqereyê çêbû û li dijî PKK'ê ji bo tevkariyê hin biryar hatin girtin. 
 
* Îstixbarata Tirk, bi vê pêwendiya bi PDK'ê re ji Zaxoyê dest pê kir û li seranserê Kurdistana Federe dest bi rêxistinekê kir. Bi hev re komîsyonên eskerî û îstixbaratê ava kirin. Komîsyon ji bo ewlehiya sînor û derxistina PKK'ê ya ji herêmê xebitîn û niha jî dixebitin. 
 
* Rayedarên PDK'ê, roja ku JÎTEM'ê, di 5'ê Tîrmeha 1991'ê de Serokê Partiya Kedê ya Gel (HEP) ê Amedê Vedat Aydin, kuşt, li Enqereyê buroyek vekir. Di heman serdemê de Tirkiyeyê pasaporta dîplomatîk da Mesûd Barzanî. 
 
SALÊN 1991-1998: TEVGERÊN HEVPAR 
 
* Bi operasyona "Çekîç Guç" ku operasyoneke NATO'yê bû, têkiliya di navbera PDK-Tirkiyeyê de xurtir bû. Tirkiye, li gor îstixbarata ku PDK'ê dida, di sala 1991'ê de li Herêma Kurdistana Federe bombebarana xwe zêde kir. Paşê bi piştgiriya PDK'ê di 6'ê Gulana 1992'yan de li qada Behdînanê tevgereke bejahiyê ya mezin da destpêkirin. 
 
* Piştî tevgera bejahiyê, di 8'ê Hezîrana 1992'yan de, Xoşyar Zebariyê PDK'î çû Enqereyê. Piştî serdana Xoşyar Zebarî, ji bo Çekîç Guç li herêmê bimîne, Parlementoya Herêmê celseya xwe ya 28'ê Hezîranê, biryar da ku dema operasyonê bê dirêjkirin. 
 
* Di sala 1992'yan de Sadiq Omer, Alî Şaban û Huseyîn Axa yên nêzî PKK'ê û li Herêma Federe diman, di rojên cuda de ji aliyê PDK'ê ve hatin kuştin. Her sê kes jî serdana Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kiribûn. 
 
* PDK, di 17'ê Tebaxa 1992'yan de Salman Alagozê PKK'yî dîl girtibû û li navçeya Çelê ya Colemêrgê radestî Tirkiyeyê kir. 
 
* PDK û Tirkiye, di 2'yê Cotmeha 1992'yan de li dijî PKK'ê bi navê "Kazima Harekati" operasyoneke hevpar dan destpêkirin 
 
* PDK'ê piştgiriya operasyona "Çelîk Harekati" jî kir ku Tirkiyeyê di 19'ê Adara 1995'an de dabû destpêkirin. 
 
* Bi armanca tasfiyekirina PKK'ê di Cotmeha 1996'an de DYA, Îngîltere, Tirkiye, PDK û nûnerên Tirkmenan, li Enqereyê civînek çêkirin û 'Peymana Dublîn'ê îmze kirin. PIştî vê peymanê di 14'ê Gulana 1997'an de Tirkiyeê bi beşdarbûna 200 hezar eskerî li Kurdistana Federe li dijî PKK'ê bi navê "Çelîk ahrekati" operasyoneke pir mezin da destpêkirin. PDK, jî bi awayekî çalak tevli vê operasyonê bû. Di 16'ê Gulana 1997'an de li Hewlêrê birîndarên PKK'ê hedef hatin girtin. Di dîrokê de ev wekî "Komkujiya Hewlêrê" tê binavkirin. 
 
* Tirkiye û PDK'ê di 25'ê Îlonê û 15'ê Cotmeha 1997'an de operasyona "Şafak Vaktî" dan destpêkirin. 
 
* PDK û Tirkiyeyê li hev kirin û Tirkiye di sala 1997'an de bi awayekî mayinde tevî eskerên xwe li Kurdistana Federe bi cî bû. Li gor texmînan niha nêzî 12 hezar eskerên TSK'ê li Herêma Kurdistana Federe ne. 
 
* Tirkiye, di Gulana 1998'an de li Kurdistana Federe bi beşdarbûna pêşmergeyên PDK'ê li dijî PKK'ê "Mûrat Operasyonû" da destpêkirin. 
 
SALÊN 2008-2012: DÊ PKK BÊ TASFIYEKIRIN 
 
* Ji bo têkiliyên PDK-Tirkiyeyê hîn bêtir bibin têkilînî stratejîk, di 17'ê Îlona 1998'an de bi pêşengiya DYA'yê di navbera PDK û YNK'ê de Peymana Washîngtonê hat îmzekirin. Di dawiya vê peymanê de li dijî Ocalan starta komploya navneteweyî hat dayîn. 
 
* Tirkiye di Gulana 1999'an de li dijî PKK'Ê tevî pêşmergeyên PDK'ê "Tevgera Sandivîçê" da destpêkirin. 
 
* Tirkiye, di 17'ê Kanûna 2007'an de bi agahiyên îstixbarî yên DYA û PDK'ê, bi 54 balafirên F-16 êrîş bir ser Qendîlê. Paşê di 21-29'ê Sibata 2008'an de bi navê "Guneş Harekati" li Zapê operasyonek hat destpêkirin. Di vê operasyonê de gelek eskerên TSK'ê mirin. 
 
* Serokwezîrê wê demê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê DYA'yê yê wê demê Bush di 5'ê Mijdara 2007'an de li Washingtonê hevdîtinek kirin. Piştî vê hevdîtinê di wesfê berdewamiya "Guneş Hareketî"yê de di Mijdara 2008'an de Tirkiye û PDK'ê peymanek îmze kirin. Bi vê peymana xwestibûn di 6 mehan de PKK'ê tasfiye bikin û ji bo vê li deverên stratejîk eskerên taybet û pêşmerge hatin bicihkirin. 
 
* Wezîrê Karên Navxweyî yê wê demê Beşîr Atalay, di 21'ê Kanûna 2009'an de çû Hewlêrê, Serokê Herêmê Mesûd Barzanî ziyaret kir. Piştî vê ziyaretê ji bo petrol û gaza herêmê ji Tirkiyeyê re bê şandin, hin peymanên bazirganiyê hatin îmzekirin. 
 
SALÊN 2012-2015: ŞOREŞA ROJAVAYÊ 
 
* Di sala 2012'an de PKK'ê "Şerê Gel ê Şoreşger" da destpêkirin. Bi vî şerê şoreşger û" Şoreşa Rojavayê" re PDK û Tirkiye hîn bêtir nêzî hev bûn. 
 
* Piştî ku li Rojavayê Konseya Bilind a Kurd hat avakirin, di 1'ê Tebaxa 2012'an de Wezîrê Karên Navxweyî yê wê demê Ahmet Davûtoglû, zûzûka çû Hewlêrê û hevdîtin bi Mesûd Barzanî re kir. PIştî hevdîtinê bi 7 rojan televîzyona PDK'ê Rûdaw, ragihand ku PDK'ê biryar girtiye ku dê tevî Tirkiyeyê li dijî PKK'ê şer bike. 
 
* Di 2'yê Îlona 2012'an de li Hewlêrê, di navbera Tirkiye û PDK'ê de civînek veşartî hat kirin. Tirkiyeyê, diyar kir ku divê kurdên Sûriyeyê di nav Konseya Neteweyî ya Sûriyeyê (ENKS) de cih bigirin û divê pêşmerge biçin Rojavayê, lê li dijî YPG'ê bin. 
 
* Di 2'yê Çileya 2013'an de PDK'ê Deriyê Sînor ê Sêmalkayê girt. Rayedarên PYD'ê ji bo derî bê vekirin pir hewl da, lê belê nûnerê PDK'ê Elî Ewnî got: "Bila PYD ji xwe re deriyekî din veke." 
 
* Serokwezîrê wê demê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî, di 16'ê Mijdara 2013'an de li Amedê hatin cem hev û civînek kirin. Di çapemeniyê de hat aşkerekirin ku di civînê de lis er 4 xalan li hev kirine. Xalên li ser li hev kirine ev in: "Dê Barzanî piştgiriya pêvajoya çareseriyê bike. Dê PDK, nehêle li bakurê Sûriyeyê (Rojava) rêvebiriya defacto ku PYD dixwaze ava bike, bê avakirin. Dê petrola Kurdistana Federe, di ser Tirkiyeyê bigihê bazarên cîhanê û dê heverastî Deriyê Sînor ê Xabûrê du deriyên sînor ên din jî bên vekirin." 
 
SALÊN 2015-2021: PKK CUDA YE, KURD CUDA NE 
 
PDK, ji sala 2015'an heya niha polîtîkaya xwe li ser asasên "PKK cuda ye, kurd cuda ne" ava kiriye û bi vê polîtîkayê hewl dide xwe wekî tekane hêza kurdan nîşan bide. Bi vê re hewl dide teza Tirkiyeyê ya "Ez ne li dijî kurdan, li dijî PKK'ê şer dikim" rewa bike. PDK, bi vî awayî êrîşên xwe û Tirkiyeyê wekî êrîşine asayî dide der û dixwaze bi vê li qada navdewletî propagandaya xwe bike û hin kar û barên dîplomasiyê bike. 
 
MA / Erdogan Altan
 

Sernavên din

15/06/2021
10:06 Financial Timesê Civîna Bilind a NATO’yê bi wî wêneyî derxist manşetê
09:47 Li bejahiya Mehsertê şewat derket
09:19 Koma 41'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:18 Jiyan, bîranîn û têkoşîna Binevş Agalê kir pirtûk
09:18 ‘Tirkiye di pirgsirêka kurdî de xwe li polîtîkayên qirkirinê girtiye'
09:17 Doza Kobanê: Heyeta dadgehê fermanên tên dayîn pêk tîne
09:17 Dixwazin çîlekên Sasonê daxilî bazara cîhanê bibin
09:16 Bi hinceta ku 'ava qawîşê zêde xerc kiriye' nayê berdan
09:16 Qeyûm taxê di bin toz û dûmanê de hiştiye
09:12 Kovareke wêjeyî ya nû: Destar
09:12 Rêvebera HDP'ê ya Hewlerê: Xelkê Mexmûrê dixwaze Neteweyên Yekbûyî serdana kampê bike
09:00 ROJEVA 15'Ê HEZÎRANA 2021'AN
14/06/2021
20:45 Îro 74 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:51 Bîlgen: Ji bo pêşî li ber mirinê bê girtin daxilî nav siyasetê bûm
16:15 ‘Berpirsiyartiya xwe bi cih bînin’
15:51 Erdogan bi Johnson û Merkel re hevdîtin pêk anîn
15:43 Li Helebçeyê teqîn: Kesekî jiyana xwe ji dest da
15:25 Macron: Min ji Erdogan re got ku divê mutefîkên NATO’yê stratejiya xwe ya hevpar zelal bikin
15:24 Şandeya Bexdayê li Mexmûrê lêkolîn kir
15:01 ‘Em li dijî tecrîdê deng derxînin’
15:01 Jinên di zeviyan de dixebitin: Kar û barê me li her derê pir e
14:43 Parêzeran belgeya ku dozger di dosyeyê de ji bîra kiriye pirsîn!
14:28 Hevserokên HDP’ê: Mesele pêşeroja Tirkiyeyê ye
13:59 Sekreterê Giştî yê NATO’yê: Di têkiliyên transatlantîk de em dest bi demeke nû dikin
13:52 Duh li Tirkiyê îro li Herêma Kurdistanê hat dersînorkirin!
13:44 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:43 Emîne Şenyaşar: Ev 3 sal in li edaletê digerim lê min nedît
12:42 Demîr Çelîk: Diviyabû ewqas nizm nebûna
12:23 4 jinên siyasetmedar sewqî edliyeyê hatin kirin
12:22 Kaplan a bi salan e tundî lê tê kirin: Piştî ku em hatin kuştin bila dengê me neyê bihîstin
12:21 Di Doza Somayê de bertek nîşanî dadgehê dan: Dawî li vê şanoyê bînin
12:03 Şandeya Aştiyê li Hewlêrê kampanya da destpêkirin
11:58 Senatorê Fransayê banga rawestandina êrişên ser kurdan li NATO’yê kir
11:58 Daxwaza reda dadgerî ya Doza Kobanê hat redkirin
11:36 Li Amedê di serdegirtina malan de 9 kes hatin binçavkirin
11:25 Doza Soma bi dirûşmeya ‘Edaletê’ dest pê kir
11:22 Di civîna Bilind a NATO’yê de çi hene?
11:08 Dozgerê Doza Kobanê bi heman şahidê veşarî lêpirsînên cuda bi rê ve dibe!
11:07 Doza JÎTEM’ê ya Enqereyê: Hişyariya neyên danişînê li bersûcan kirin
10:22 PDK Şandeya Aştiyê asteng dike
09:11 Çalakiya greva birçîbûnê 200 roj li pey xwe hişt
09:10 Malbata Şenyaşar: 3 salin kiryar di ber me re derbas dibin
09:09 Ekolojîst: Hilweşandina ekolojîk a piştî şer siyasî ye
09:08 Revend: PDK û MÎT dê sivîlan bikûje, wê PKK berpirsiyar nîşan bide!
09:08 Li Eynwerdê şopên berxwedanê û Sayfo mîna roja destpêkê ne
09:07 Greva birçîbûnê di roja 200’an de ye: Daxwaz azadiya Ocalan e
09:07 Gelê Wanê: Em heya dawiyê bi HDP’ê re ne
09:00 ROJEVA 14'Ê HEZÎRANA 2021'AN
13/06/2021
19:09 Girtiyên siyasî: Îxanet nayê qebûl kirin
17:02 KNK: Dest ji astengkirina dostên kurdan berdin
16:30 Di bombebarana Tirkiyeyê de 4 kesan jiyana xwe ji dest da
15:41 'Pêşî li sûcê Tirkiyeyê yên li dijî kurdan bigirin'
14:59 Delegasyona Navneteweyî: Demildest Tirkiye vekişe
14:17 Pirsên faşîst ên ezmûna fînalê betal bûn
13:29 Walitiya Mûşê Zozanên Şênê qedexe kir
12:27 Malbata Şenyaşar: Heta ku heq cihê xwe bibîne em ê têbikoşin
12:22 Şewata li Pîranê didome
12:14 Endamên Şandeya Aşitiyê ji Hewlêrê hatin dersînorkirin
10:11 Li Rihayê mirina biguman a jinekê
09:39 Prof. Gunday: Li dijî bloga îqtidarê, bloga demokrasiyê divê
09:08 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 199'emîn de dewam dike
09:07 Ava bermayî ya Heskîfa nû bêyî bê dawerivandin diherike gola bendavê
09:06 Paylan: Sirf ji bo zavê wî du SÎHA'yan bifiroşe aboriyê lewitandin
09:05 Peymana Stenbolê temînata jiyana jina ye
09:04 Keşîşxaneya St. Thomas hindik maye xera bibe
09:03 106'emîn salvegera Seyfoyê: Suryanî li benda hevrûbûyîn û lêborînê ne
09:02 Endama Ege TUHAY-DER'ê Altan: Em ê bi berxwedanê karibin tecrîdê bişikînin
09:00 ROJEVA 13'Ê HEZÎRANA 2021'AN
08:50 Rêveberên HDP’î hatin girtin
08:29 Di qezaya trafîqê de 2 mamosteyan jiyana xwe ji dest da
08:28 Li Gebarê şewat derket
12/06/2021
20:37 Îro 6 hezar û 76 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
18:22 'Ocalan 22 sal in li ber xwe dide'
17:18 Şandeya Aştiyê ya hat binçavkirin, dest bi greva birçîbûnê kir
16:27 ‘Tê xwestin ku rola pêşeng a jinan were asteng kirin’
15:44 Sengawî bertek nîşanî PDK’ê da: Qiyamet jî rabe, ez ê gule ne berdim
15:40 Xizmên Windayan li aqûbeta Keremoglu pirsîn
15:29 Li ber deriyê sînor bang kirin: Li dijî dagirkeriyê rabin
14:51 Di çalakiya ‘Rûniştina F’ de hat xwestin ku Osman Kose were berdan
14:41 ÎHD'ê xwest nexweşê pençeşêrê Çakal were berdan
14:36 Şewata li Çiyayê Gorseyê dîsa dest pê kir
14:09 Polîsên Elman û PDK'ê endamên Şandeya Aştiyê binçav kirin
14:07 ÎHD: Girtiyê nexweş Kara berdin
13:54 Başaran: Em ê bibin deng û rengê jinan
13:47 Dayikên Şemiyê li kujerên Mûrat Aslan pirsîn
13:21 Li zanîngehê pirsa nijadperest: Divê kîjan partiya kurdan were girtin?
13:07 Siyasetvan Ferîdun Yazar li ser gora xwe hat bibîranîn
12:40 Di doza Soma de daxwaza reda dadgerî red kirin
12:01 Di 70 saliya wî de ew winda kirin
11:49 Cendirmeyan mudaxileyî welatiyên ku sewalên xwe xwestin kirin
11:06 Malbata Şenyaşar: Di doza me de qanûna serdestan tê sepandin
10:55 Turkdogan: AYM manipulasyonê dike, ew însan dikaribûn bihatana rizgakirin
10:00 Li 35 gundên Bedlîsê qedexeya derketina derve hat ragihandin
09:55 Çevîrmen: Divê pêşîniya me daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de ne
09:01 Term: Çîroka pevçûna Qanaxî û Ûsikîyan
09:01 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 198'emîn de dewam dike
09:01 'Divê em berxwedana girtiyan mezin bikin'
09:01 Ji ber hişkesaliyê berên wan qels bûne
09:01 28 sal in kiryarên rojnamevan Karaagar nehatine dîtin
09:01 Di şert û mercên dijwar de dixebitin