Hevberdevkên HDK’ê: Pirsgirêka kurd faktora sereke ye

img

STENBOL - Hevberdevkên HDK’ê Cengîz Çîçek û Esengul Demîr, destnîşan kirin ku di Rojhilata Navîn de neçareserkirina pirsgirêka kurd faktora sereke ye û tecrîda li ser Ocalan bingeha neçareserkirina pirsgirêka kurd e.

Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), bi dirûşmeya “Em ê jiyana nû ava bikin” di 10’ê Hezîranê de Lijneya xwe ya Giştî ya Asayî pêk anî. Di lijneyê de Cengîz Çîçek û Esengul Demîr weke Hevberdevkên HDK’ê hatin hilbijartin. Çîçek û Demîr, serdema HDK’ê ya nû, pirsgirêka kurd, tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan, çalakiyên greva birçîbûnê, operasyona derveyî sînor, nêzîkatiya PDK’ê, polîtîkayên desthilata AKP’ê, têkoşîna jinê, qeyrana aborî û talana ekolojiyê nirxandin.
 
ROLA HDK’Ê
 
Cengîz Çîçek bi lêv kir ku HDK ji bo ji pirsgirêkên dîrokî re bibe bersiv hat avakirin û wiha got: “Komara Tirkiyeyê ser qalibên yekperest derket holê. Dema komar hat avakirin, beş û nasnameyên cuda ên civakî, çandî û dîrokî derve hatin hiştin. HDK, hemû kom, gel, nasname, fikrên ku di dîroka dewletê ya sedsalan de li derve hatine hiştin, zext lê hatine kirin di nava xwe de dihewîne. HDK, bi vî aliyê xwe ve ‘Rêya Sêyemîn’ e.”
 
TECRÎDA SEDSALAN
 
Çîçek destnîşan kir ku tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan tê pêkanîn li ser hemû civakê belav bûye û wiha got: “Neqebûlkirina romanan a weke gel, dervehiştina jinê ya ji her qada jiyanê, mêhtina kedê, talankirina xwezayê hemû bi tecrîdê ve girêdayî ne. Tecrîd bi kurtasî tê wateya ku gelê kurd sed salane bi zimanê xwe yê dayikê nikare azad bijî. Heke em têkiliya tecrîda ser Birêz Ocalan û polîtîkayên tecrîdê ên dîrokî bi hev ve girênedin, van neyînin rex hev, em ê di nava dubareyekê de bin. Birêz Ocalan beriya çend salan wiha gotibû ‘Têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê kurd, bi têkoşîna gelên Tirkiyeyê re neyê bahev, xetereya qirkirina ku ser kurdan didome, ji holê ranabe.”
 
‘WÊ PÊŞIYA TIRKIYEYÊ VEKE’
 
Çîçek qala niqaşên dewlet, mafya û siyasetê jî kir û wiha berdewam kir: “Ev rewş ne rewşeke nû ye. Me ev têkilî di salên 90’î de dît. Darbeya mekanîzmayê li dijî vîna kurd, sosyalist, demokrasi û azadiyê her tim tê nûjenkirin. HDK, li dijî tecrîda civakî û siyasî, şikandina tecrîdê weke sedemê hebûna xwe dibine. Birêz Ocalan muxatabê pirsgirêka kurd e. Çareserkirina pirsgirêka kurd a di muxatabiya wî de, wê di heman demê de pêşiya gelên Tirkiyeyê, têkoşîna azadî û demokrasiyê veke.”
 
‘DIVÊ ÇALAKIYA GREVA BIRÇÎBÛNÊ CIDÎ BÊ GIRTIN’
 
Çîçek xwest ku çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyan ji bo tecrîd ji holê rabe dane destpêkirin cidî bê girtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Daxwazên girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de, ne daxwazên ku nayên pêşwazî kirinin. Dixwazin makeqanûn were pêkanîn. Tecrîd û pêkanînên antî demokratîk ên li ser birêz Ocalan li hemû girtîgehan belav bû û vegerî konsepteke êrîşê. ” 
 
‘DIVÊ PDK JI ŞAŞITIYÊ VEGERE’
 
Çîçek bal kişand ser operasyona Tirkiyeyê ya derveyî sînor ku di 23’yê Nîsanê de li Herêma Kurdistana Federe daye destpêkirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dixwazin destkeftiyên gelê kurd ên 40 salan bi vê operasyona derveyî sînor tesfiye bikin. Berçavgirtina berjewendiyên teng a beriya berjewendiyên gel bi gelê kurd dide windakirin. Divê PDK ji vê xeletiyê bizivire. Hebûna Tevgera Azadiya Kurd îro temînata hebûna PDK’ê ye jî. Divê destkeftiyên ku di encama têkoşîna li her çar parçeyê Kurdistanê tê meşandin de hatin bidestxistin weke destkeftiyên hemû kurdan bê nirxandin. Tasfiyebûna partiyeke kurd tê wateya ku gelê kurd di şertên koletî û mêtîngeriyê de zêdetir bijî.”
 
TÊKOŞÎNA JINAN
 
Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr jî diyar kir ku di lijneyê de rojevên welat bi nêrîna jinê nirxandin e û wiha got: “Wê di vê demê de têkoşîna jinan zêdetir encam bigire û wê jin zêdetir azad bin. Pergala serweriya zilam li dijî têkoşîna azadiya jinê û daxwazên heq bê hêz e. Ji ber naxwaze hebûnên xistine bin hîmaya xwe bi jinan re parve bike ev qas êrîşkar e.” Demîr, anî ziman ku têkoşîna azadiya jinê di Rojhilata Navîn de di rewşa pêşeng de ye û wiha axivî: “Têkoşîna li vê derê tê meşandin bandorê li hemû cîhanê dike. Jin ji xeynî têkoşîneke bîrdozî bi şerekî fîzîkî, ji pêvajoya şer derketin. Têkoşîna ku jin li Rojhilata Navîn dimeşînin, wê di cîhanê de rê li ber guhertinên cidî veke.”
 
DI PANDEMIYÊ DE JIN
 
Demîr destnîşan kir ku di bingeha zextên ku Tirkiye li ser jina dimeşîne de tecrîd heye û wiha domand: “Desthilat polîtîkayeke ku jina tune dihesibîne dimeşîne. Di pêvajoya pandemiyê de jî herî zêde jin hatin mexdûr kirin. Bi taybetî jî di qada kedê de zehmetiya herî mezin jinan kişand. Xebitandina wan a di karên bê ewle de di vê pêvajoyê de zêdetir hat berçavan.” 
 
SIYASETA ŞER
 
Demîr bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û destnîşan kir ku tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan tê birêvebirin hêceta siyaseta şer a niha tê birêvebirinê ye. Demîr diyar kir ku tecrîd di her qada jiyanê de asteng e û wiha pê de çû: “Bi operasyona derveyî sînor, zext û êrîşan çavên civakê ditirsînin. Berdewamkirina tecrîda ser Ocalan tê wateya berdewam kirina, rêxistina dewleta kûr. Divê civak li dijî vê bêdeng nemîne.”
 
Demîr herî dawî destnîşan kir ku fikriyata HDK’ê li Tirkiyeyê roleke mezin radibe û got ew ê vê fîkriyatê berfirehtir bikin û bikin hêza sereke. 
 
MA / Mehmet Aslan - Berfîn Karaman
 

Sernavên din

15/06/2021
14:06 Ji parêzerê Doza Kobanê Îlkîz: Kes nizane bi çi tê sûcdarkirin
14:04 Ji Iraqê hewldana dîplomatîk a li dijî êrişa Tirkiyeyê
12:34 Malbata Şenyaşar: Qanûn pir in lê edalet tune ye
12:19 Danişîna Doza Kobanê bi îttîrazên parêzeran dest pê kir
12:16 18 sal in Parlementoya Herêma Kurdistanê biryara derxistina 'TSK'ê nasepîne
12:12 Hevberdevkên HDK’ê: Pirsgirêka kurd faktora sereke ye
11:55 Komek hunermend: Em banga diyalogê li hêzên kurdî dikin
11:29 Fermandarê Pêşmergeyan: Em li dijî şerê navxweyî eniyek ava bikin
10:32 Li Rojava dexl û dan desteser kirin, li Rihayê jî li hev parî kirin
10:21 Duh gund îro daristan tên şewitandin
10:06 Financial Timesê Civîna Bilind a NATO’yê bi wî wêneyî derxist manşetê
09:47 Li bejahiya Mehsertê şewat derket
09:19 Koma 41'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:18 Jiyan, bîranîn û têkoşîna Binevş Agalê kir pirtûk
09:18 ‘Tirkiye di pirgsirêka kurdî de xwe li polîtîkayên qirkirinê girtiye'
09:17 Doza Kobanê: Heyeta dadgehê fermanên tên dayîn pêk tîne
09:17 Dixwazin çîlekên Sasonê daxilî bazara cîhanê bibin
09:16 Bi hinceta ku 'ava qawîşê zêde xerc kiriye' nayê berdan
09:16 Qeyûm taxê di bin toz û dûmanê de hiştiye
09:12 Kovareke wêjeyî ya nû: Destar
09:12 Rêvebera HDP'ê ya Hewlerê: Xelkê Mexmûrê dixwaze Neteweyên Yekbûyî serdana kampê bike
09:00 ROJEVA 15'Ê HEZÎRANA 2021'AN
14/06/2021
20:45 Îro 74 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:51 Bîlgen: Ji bo pêşî li ber mirinê bê girtin daxilî nav siyasetê bûm
16:15 ‘Berpirsiyartiya xwe bi cih bînin’
15:51 Erdogan bi Johnson û Merkel re hevdîtin pêk anîn
15:43 Li Helebçeyê teqîn: Kesekî jiyana xwe ji dest da
15:25 Macron: Min ji Erdogan re got ku divê mutefîkên NATO’yê stratejiya xwe ya hevpar zelal bikin
15:24 Şandeya Bexdayê li Mexmûrê lêkolîn kir
15:01 ‘Em li dijî tecrîdê deng derxînin’
15:01 Jinên di zeviyan de dixebitin: Kar û barê me li her derê pir e
14:43 Parêzeran belgeya ku dozger di dosyeyê de ji bîra kiriye pirsîn!
14:28 Hevserokên HDP’ê: Mesele pêşeroja Tirkiyeyê ye
13:59 Sekreterê Giştî yê NATO’yê: Di têkiliyên transatlantîk de em dest bi demeke nû dikin
13:52 Duh li Tirkiyê îro li Herêma Kurdistanê hat dersînorkirin!
13:44 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:43 Emîne Şenyaşar: Ev 3 sal in li edaletê digerim lê min nedît
12:42 Demîr Çelîk: Diviyabû ewqas nizm nebûna
12:23 4 jinên siyasetmedar sewqî edliyeyê hatin kirin
12:22 Kaplan a bi salan e tundî lê tê kirin: Piştî ku em hatin kuştin bila dengê me neyê bihîstin
12:21 Di Doza Somayê de bertek nîşanî dadgehê dan: Dawî li vê şanoyê bînin
12:03 Şandeya Aştiyê li Hewlêrê kampanya da destpêkirin
11:58 Senatorê Fransayê banga rawestandina êrişên ser kurdan li NATO’yê kir
11:58 Daxwaza reda dadgerî ya Doza Kobanê hat redkirin
11:36 Li Amedê di serdegirtina malan de 9 kes hatin binçavkirin
11:25 Doza Soma bi dirûşmeya ‘Edaletê’ dest pê kir
11:22 Di civîna Bilind a NATO’yê de çi hene?
11:08 Dozgerê Doza Kobanê bi heman şahidê veşarî lêpirsînên cuda bi rê ve dibe!
11:07 Doza JÎTEM’ê ya Enqereyê: Hişyariya neyên danişînê li bersûcan kirin
10:22 PDK Şandeya Aştiyê asteng dike
09:11 Çalakiya greva birçîbûnê 200 roj li pey xwe hişt
09:10 Malbata Şenyaşar: 3 salin kiryar di ber me re derbas dibin
09:09 Ekolojîst: Hilweşandina ekolojîk a piştî şer siyasî ye
09:08 Revend: PDK û MÎT dê sivîlan bikûje, wê PKK berpirsiyar nîşan bide!
09:08 Li Eynwerdê şopên berxwedanê û Sayfo mîna roja destpêkê ne
09:07 Greva birçîbûnê di roja 200’an de ye: Daxwaz azadiya Ocalan e
09:07 Gelê Wanê: Em heya dawiyê bi HDP’ê re ne
09:00 ROJEVA 14'Ê HEZÎRANA 2021'AN
13/06/2021
19:09 Girtiyên siyasî: Îxanet nayê qebûl kirin
17:02 KNK: Dest ji astengkirina dostên kurdan berdin
16:30 Di bombebarana Tirkiyeyê de 4 kesan jiyana xwe ji dest da
15:41 'Pêşî li sûcê Tirkiyeyê yên li dijî kurdan bigirin'
14:59 Delegasyona Navneteweyî: Demildest Tirkiye vekişe
14:17 Pirsên faşîst ên ezmûna fînalê betal bûn
13:29 Walitiya Mûşê Zozanên Şênê qedexe kir
12:27 Malbata Şenyaşar: Heta ku heq cihê xwe bibîne em ê têbikoşin
12:22 Şewata li Pîranê didome
12:14 Endamên Şandeya Aşitiyê ji Hewlêrê hatin dersînorkirin
10:11 Li Rihayê mirina biguman a jinekê
09:39 Prof. Gunday: Li dijî bloga îqtidarê, bloga demokrasiyê divê
09:08 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 199'emîn de dewam dike
09:07 Ava bermayî ya Heskîfa nû bêyî bê dawerivandin diherike gola bendavê
09:06 Paylan: Sirf ji bo zavê wî du SÎHA'yan bifiroşe aboriyê lewitandin
09:05 Peymana Stenbolê temînata jiyana jina ye
09:04 Keşîşxaneya St. Thomas hindik maye xera bibe
09:03 106'emîn salvegera Seyfoyê: Suryanî li benda hevrûbûyîn û lêborînê ne
09:02 Endama Ege TUHAY-DER'ê Altan: Em ê bi berxwedanê karibin tecrîdê bişikînin
09:00 ROJEVA 13'Ê HEZÎRANA 2021'AN
08:50 Rêveberên HDP’î hatin girtin
08:29 Di qezaya trafîqê de 2 mamosteyan jiyana xwe ji dest da
08:28 Li Gebarê şewat derket
12/06/2021
20:37 Îro 6 hezar û 76 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
18:22 'Ocalan 22 sal in li ber xwe dide'
17:18 Şandeya Aştiyê ya hat binçavkirin, dest bi greva birçîbûnê kir
16:27 ‘Tê xwestin ku rola pêşeng a jinan were asteng kirin’
15:44 Sengawî bertek nîşanî PDK’ê da: Qiyamet jî rabe, ez ê gule ne berdim
15:40 Xizmên Windayan li aqûbeta Keremoglu pirsîn
15:29 Li ber deriyê sînor bang kirin: Li dijî dagirkeriyê rabin
14:51 Di çalakiya ‘Rûniştina F’ de hat xwestin ku Osman Kose were berdan
14:41 ÎHD'ê xwest nexweşê pençeşêrê Çakal were berdan
14:36 Şewata li Çiyayê Gorseyê dîsa dest pê kir
14:09 Polîsên Elman û PDK'ê endamên Şandeya Aştiyê binçav kirin
14:07 ÎHD: Girtiyê nexweş Kara berdin
13:54 Başaran: Em ê bibin deng û rengê jinan
13:47 Dayikên Şemiyê li kujerên Mûrat Aslan pirsîn
13:21 Li zanîngehê pirsa nijadperest: Divê kîjan partiya kurdan were girtin?
13:07 Siyasetvan Ferîdun Yazar li ser gora xwe hat bibîranîn
12:40 Di doza Soma de daxwaza reda dadgerî red kirin
12:01 Di 70 saliya wî de ew winda kirin
11:49 Cendirmeyan mudaxileyî welatiyên ku sewalên xwe xwestin kirin