Waliyên Şirnex û Duhokê di du mehan de 4 civîn li dar xistin: 38 gund hatin valakirin

img
DUHOK - Tirkiye dike û nake nikare encamê ji operasyonê li ser deverên Başûrê Kurdistanê werbigire. Tirkiye bi rêya PDK’ê dixwaze gundan vala bike û zozanan qedexe bike. Waliyê Şirnexê û Waliyê Duhokê di du mehên dawî de çar caran li hev civiyan û biryara valakirina 38 gundan û koçberkirina 300 kesî dan. 
 
Tirkiye ji 23’ê Nîsanê ve li ser deverên Avaşîn, Metîna û Zapê yên bi ser Herêma Kurdistana Federe ve operasyonan li dar dixe. Operasyon û êrişên Tirkiyê du meh li pey xwe hitş. Tirkiye nikare ji bejahiyê ve li pêş bikeve, lê bi teknîka esmanî êrişan dibe ser van deveran. Hêzên Parastina Gel (HPG) jî li dijî leşkerên tirk ên li ser gir û latan hatine bicihkirin çalakiyan li dar dixe. Tirkiye ji piştevaniya hêzên Zerewanî û Gulan ên girêdayî PDK’ê werdigire. Di rojên dawî de şer li qadên Qeşûra û Orê yên bi ser Metînayê ve dijwar bûye. 
 
KONSEPTA ŞER 
 
Îqtidara AKP’ê ku di 24’ê Tîrmeha 2015’an de dawî li pêvajoya çareseriyê anî, piştî vê yekê konsepta şer xist dewrê û ev şer didome. Ji roja ku AKP’ê pêvajo xera kiriye heta îro bi dehan car operasyon li ser axa Başûrê Kurdistanê pêk anî û bi hezaran car jî êrişî qadên cuda kiriye. Tê gotin heta niha Tirkiye 70 baregehên leşkerî ava kiriye û derdora 30 hezar leşker li wan deran bicih kiriye. 
 
TÊ XWESTIN HERÊM LI PKK’Ê WERE TENGKIRIN 
 
Gerîlayên PKK’ê ji sala 1980’î vir ve ji devera Heftanînê bigire heta devera Xakûrkê ku xwedî herêmek gelek mezin e û wek axa Başûrê Kurdistanê tê zanîn dimîne. Heftanîn li rojava û Xakûrkê jî li rojhilatê herêmê ye. Tirkiye hewl dide vê qada berfireh bi hêceta ku gerîlayên PKK’ê lê ne li xelkê herêmê teng bike û wan cihûwarên wan bike. Armanca operasyona Tirkiyê ya niha li ser deverên Avaşîn, Zap û Metîna jî ew e ku li tevahiya herêmê belav bibe. 
 
ARMANC LAWAZKIRINA HERÊMÊ YE 
 
Dema li geşedanên dawî yên li herêmê tê nihêrîn armanca vê operasyonê ew e ku PKK were tasfiyekirin. Ji bo vê yekê jî PDK bi awayek aktîf li qadê ye. Bi taybetî qada Metîna wek qada provokasyonek nû hatiye bijartin. Baregehên leşkerên Tirkiyê li deverên wek Kanî Masî, Bêgovê, Bamernê û Şeladizê hatine bicihkirin. Her wiha Metîna, Amediyê û Zaxo di pozîsyonek girîng a stratejîk de ne. Leşkerên Tirkiyê dixwazin bi temamî li vê herêmê bicih bibin û plana xwe ya dorpêçkirin herêmê da ku bibe serî. Leşkerên Tirk dike û nake nikare li deverên wek Metîna, Zendûra û Kestê li pêş bikeve û demek dirêj e bi piştevaniya PDK’ê amadekariyên bicihkirinek berfire dike û dixwaze vê herêmê bi giştî dorpêç bike û herêma tampon ava bike. 
 
DI NAVBERA ŞIRNEX Û DUHOKÊ DE HEVDÎTİN 
 
Li aliyekî şer didome li aliyekî jî hevdîtinên di navbera PDK’ê û îqtidara AKP’ê de li dar dikevin. Tê xwestin bi destê Tirkiyê demografiya herêmê were guhertin. Ji bo vê yekê jî hêzên paramîlîter û cerdevan jî li herêmê hatine bicihkirin. Li sînorê Derkarê 17 gund, li Batîfa 14 gund û li Kanî Masiyê jî 7 gund hatine valakirin. Qada daristan û eraziyên xelkê herêmê hatiye şewitandin û bi vê yekê re ji 300 însanî bêtir kes ji warên xwe koçber bûne. PDK’ê qedexeya zozanan jî da sepandin. Tê îdiakirin ku armanca Tirkiyê û PDK’ê ew e ku di demek kin de herêmek leşkerî û ji bo demek dirêj jî guhertina demokgrafiyê were kirin. Hat zanîn ku ji bo ev pilana stratejîk pêk were walîtiyên Şirnex û Duhokê di bin navê projeyên hevpar de xebat dane destpêkirin. Hat îdiakirin ku Waliyê Şirnexê Alî Hamza Pehlîvan û Waliyê Duhokê Alî Tatar têkildarî mijarê di nava du mehên dawî de 4 caran civîn li dar xistine û hevdîtin pêk anîne.
 
MA / Erdogan Altan
 

Sernavên din

02/07/2021
15:07 Heyeteke Rêveberiya Xweser serdana Swêdê kir
15:06 Rêveberê HDP’ê hat binçavkirin
13:58 Dosyayên Tûncel û Kişanak bi dosyaya Doza Kobanê re kirin yek
13:37 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Hevşaredara Gêlê Ensarîoglû hat birîn
13:26 Malbata Şenyaşar ji bo ‘edaletê’ li Amedê ye
13:25 Xizmê Erdogan Birîncî hat binçavkirin
13:06 Cezayê ji doza TIR’ên MÎT’ê hat erêkirin
13:02 Parêzer Yakût hat berdan
12:26 Hevberdevka HDK’ê Demîr: Em ê têkoşîna xwe li qadan mezintir bikin
12:20 Parêzer, malbat û wasiyê Ocalan serî li dozgeriyê dan
12:08 Danişîna 2’yemîn a Doza Helîkopterê hat taloqkirin
11:22 Li Girtîgehên Amedê 8 girtî hatin sewqkirin
11:03 Li Şaredariya AKP’ê destûra bêmetod
10:43 Qurbaniyên Madimakê hatin bibîranîn: Di nava komkujiyê de dewlet heye
10:22 1’ê Tîrmehê dîroka berxwedana jinan e
09:30 Endama Dîplomasiyê ya RJAK'ê Efrîn: Pêwîstî bi Kongreya Jinan a Neteweyî heye
09:29 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 218'emîn de berdewam dike
09:05 Zarok Ma vedibe: Em ê zarokên vî welatî bêmuzîk nehêlin
09:04 Rêxistinên elewiyan: Em ê bi helwesta Pîr Sûltan tevbigerin
09:04 Çelîk: Operasyona derveyî sînor dewama 'Plana Rûxandinê' ye
09:03 Agahî ji girtiyê ku bi vîrûsa koronayê ket nayê girtin
09:00 ROJEVA 2'YÊ TÎRMEHA 2021'AN
01/07/2021
23:07 'Me çawa barîkat derbas kirin, em ê wiha jî Peymana Stenbolê pêk bînin'
22:15 Dema qedexeya li Wanê 15 rojên din jî hat taloqkirin
21:58 Jin barîkatan derbas dikin û dimeşin
21:49 Li Wanê metna îmzeyê ya ji bo Peymana Stenbolê hat deklerekirin
21:05 Li Farqînê agir bi daristanê ket
20:39 Îro 42 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:36 Meşa li Kolana Îstiklalê dest pê kir: Em dev jê bernadin
20:21 MED-DER'ê ji bo zarokan şahiyek li dar xist
19:07 Li Îzmîrê polîsan êrîş bir ser jinan
19:00 Jinan ji bo Peymana Stenbolê berê xwe dan Taksîmê
17:09 Di meşa ku ber bi Ordûyê ve dayik Dokû ji ser hişê xwe ve çû
16:32 Zeynep Kinaci li Cizîrê hat bibîranîn
15:47 Jinan careke din qîr kirin: Em dev jê bernadin
15:43 Saziyên elewiyan serdana Malbata Şenyaşar kir
15:28 AYM’ê derbarê Omer Farûk Gergerlîoglû de biryar da
15:15 9 roj in bi hezaran însan bêav mane!
14:56 Pêşnûmepirsa çekên kîmyewî "qebe û nexweş" hat dîtin
14:38 HDP’ê belgefîlma ‘Ji Tirkiyeyê Dîmenên Edaletê’ weşand
14:12 Wê li Amedê êdî xwarin li malên şînê neyê dayîn
13:51 Hêzên Ked û Demokrasiyê banga beşdariya mitîngê kirin
13:51 Alîkara Hevserokên Giştî yên ESP’ê Taşkiran hat berdan
13:36 Leşkeran li Elkê fişekên gazê li derûdorê reşandin
13:36 Rojnamevan Aygul hat berdan
13:25 Pêşniyazpirsa Ûca bi hêceta ‘nêrîna şexsî’ paş de hat vegerandin
12:59 Îtîraza ji bo kesên ji Doza Kobanê hatibûn berdan, hat redkirin
12:58 Di doza Ozgur Gundemê de ji rojnamevanan re ceza hat xwestin
12:57 Ji Aygul Dokû ji bo polisan: Peywira we dîtina Gulistan e
12:34 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
12:33 Danişîna Kaya careke din hat taloqkirin
12:16 Şêwekarek li Mêrdînê bi qetranê wêneyan çêdike
11:45 Li Girtîgeha Kurkçulerê ‘lêgerîna dev’ li girtiyan tê ferzkirin
11:41 21 fezlekeyên din pêşkêşî Meclîsê hatin kirin
11:38 Şêniyên taxê ji çal û behna pîs aciz in
11:29 Malbata Şenyaşar: Edalet teqez e, wê rojek were peydekirin
10:47 Duyemîn danişîna doza helîkopterê sibê tê dîtin: Rêya tekane piştevanî ye
10:32 Hatîmogûllari: Partiya me ne partiya tabelayê ye
10:05 Ji demborîna Komkujiya Sêwazê re du sal man
09:22 Bêyî destûra Walî nikarin biçin gundê xwe
09:08 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 217'emîn de berdewam dike
09:08 ‘Bi tecrîdê yekîtiya kurdan tê astengkirin'
09:08 Koç: Tu rewabûna pakêtên AKP-MHP'ê nemaye
09:08 Li gundê ku tê îdiakirin hezar kes derbasî AKP’ê bûne ne rê ne jî av heye!
09:08 'Operasyona narko-terorê' lîstikeke îstixbaratê bûye
09:08 Bi hinceta ku maskeya wî tune ye birin, lê sîxurtî lê ferz kirin
09:08 Cizîrî: Ji bo em nebin kujerên kurdan divê em xwedî li kurdî derkevin
09:00 ROJEVA 1'Ê TÎRMEHA 2021'Ê
08:46 Peymana Stenbolê ji meriyetê rabû
30/06/2021
22:57 45 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:51 Serokê Komeleya 78'an Ganî Alkan hat girtin
16:51 Bi SÎHA'yan êrîş birin ser Şengalê
16:47 Wê malbata Gulistan Dokû bimeşe Ordûyê
15:40 HDP ji Komîsyona Lêkolînê ya Tundiya Li Ser Jinan vekişiya
15:38 Li Girtîgeha Gumuşhaneyê tenduristiya girtiyan di xetereyê de ye
15:30 Li Bazîdê 2 kes hatin binçavkirin
15:28 Zeynep Kinaci li Êlihê hat bibîranîn
15:23 Hevserokên KESK'ê diyar bûn
15:18 HDP'ê serdana titûnfiroşên li Semsûrê kir
14:54 MED-DER berê xwe dide gundan û şahiyên zarokan li dar dixe
14:28 Parêzera Doza Elmali: Darizandinên bêgirtin cesaretê dide
14:27 Banga derzîkirinê li gelê herêmê kirin
13:52 Dadgeha Îstînafê beraeta 7 rojnamevanan erê kir
13:11 Li pêş Girtîgeha Bakirkoyê şermezarkirina tecrîdê
12:46 Li Wanê belavkarê berê Erdem hat binçavkirin
12:34 Goristan veguherî çopê
12:24 Emîne Şenyaşar bi lawê xwe re axivî: Zilmê li me dikin
12:15 Polîsan avêt ser Girtîgeha Tokatê: Ji du girtiyan agahî nayê wergirtin
12:07 Serlêdana ji bo hevdîtina bi Ocalan re
11:38 Ji bo tawanbarê beşdarî danişînê nebû daxistina 'rewşa baş'
10:54 Qaçaxçiyên mirovan, piştî serdegirtina polîsan ciwanên taxê derb kirin
10:51 Şewata li Omeryan derket hat vemirandin
10:47 Cenazeyê Eren piştî 22 mehan radestî malbatî wî kirin
10:44 Sibê li çar aliyên Tirkiyê wê jin ji bo Peymana Stenbolê dakevin qadan
10:29 Ji parêzerê Ocalan ji bo Wezîrê Edaletê: Li daxuyaniya xwe xwedî derkevin
10:23 ‘Ji girtiyên siyasî tolê hiltînin'
10:19 Dem dema parastina ziman e: Berpirsiyariya neteweyî ye
10:11 Bi rojane agahî ji nûnerê PYD’ê û Rêveberiya Xweser nayê wergirtin
09:51 Hevserokê MED-DER’ê Ronî: Heta ku kurdî azad bibe em ê têbikoşin
09:19 Ên ku belgeya wan a karbidestiyê tune be, dê nikaribin bifiroşin