Aldar Xelîl: MÎT û Muhaberat hevkariyê dikin

  • rojane
  • 12:43 29 Hezîran 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê Konseya Hevserokatiya PYD'ê Aldar Xelîl, destnîşan kir yekane mijara ku Tirkiye û rejîma Şamê li ser li hev dikin dijberiya Rojava ye û bal kişand ser hewldanên fitneyê yên MÎT'ê û Muhaberatê.
 
Endamê Konseya Hevserokatiya PYD'ê Aldar Xelîl, têkildarî daxuyaniyên Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Beşar Caferî yê der barên Tirkiyeyê de ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re axivî û diyar kir ku di têkiliyên her du welatan de ji bo zextê li hev bikin daxuyaniyên bi vî rengî tên dayin. 
 
Aldar Xelîl, bi lêv kir ku ji bo gelên Sûriyeyê bêşensiyeke mezin e ku yekî weke Erdogan û dewleta tirk cîranê wan e û wiha got, "Ji roja ku şoreşê li Sûriyeyê dest pê kir ve dest li Sûriyeyê werdan. Destwerdana dewleta tirk a li Sûriyeyê gelek encamên neyînî bi xwe re anî. Yek ji van jî ew bû ku destûr nedan çareseriya siyasî pêk were. Ya duyemîn muxalefet ji muxalefetiyê derxist û ew kir çete. Bi vê destwerdanê re rejîm li ser piyan hişt û ruh da rejîmê ku tengav bûbû û nema dikarî li ber xwe bide. Yanî rola dewleta Tirk gelekî xerab e. Hêza ku heta niha li Sûriyeyê li dijî hêzên demokratîk, azadîxwaz şer dike, AKP-MHP ye. Eger Tirkiyeyê dest li Sûriyeyê wernedabûya, dibû ku di nava gelên Sûriyeyê de û bi Şamê re çareseriyek bihata afirandin. Ji ber destwerdana Tirkiyeyê ne Şam dikare gav biavêje ne jî destûr ji hêzên muxalîf re tê dayin ku gavê biavêje. Yên ku guh nadin wî jî dibin hedef. Em jî weke hêzên muxalîf tiştên Erdogan dibêjin qebûl nakin, lewma êrişî me dike. Êrişî hêzên demokrasiyê dike."
 
'MÎT Û MUHABERAT FITNEYÊ DIKIN'
 
Xelîl, dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî a ji aliyê Tirkiyeyê ve bi bîr xist û ev tişt got, "Bi vê jî nesekinî, dema ku dît berxwedan heye, bi her êrişê re rojeva global ava dibe û zehmetiyan dikişîne, niha giranî daniye ser fitneyê. Hewl dide ku li her du aliyan jî fitneyê bike. Ya yekemîn MÎT'ê ji bo hevdîtinên bi rejîma Sûriyeyê re dişîne û dibêje, 'Eger tu guhertina demografîk bikî û bi rayedarên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê re rûnenêyî û çareseriyê bi wan re nekî, ez ê li pişt te bim, ez ê nehêlim tu hilweşî. Ez ê mîna berê li dijî te şer nekim'. Erdogan hewl dide gelên herêmê li dijî hev rake û dibêje, 'Divê nehêlim ku gel li hev kom bibin. Divê li dijî hev şer bikin'. Ji ber vê yekê hewl dide fitneyê bike."
 
'TIRKIYE JI BO TÊKBIRINA ARAMIYA HERÊMÊ DIXEBITE'
 
Di berdewamê de Xelîl, destnîşan kir ku di navbera rejîma Sûriyeyê û Tirkiyeyê de têkiliyên îstîxbaratî hatine danîn û ev nirxandin kirin: "Li ser eşîrên Ereb, pêkhateyên xelkê Suryanî û kesayetên naskirî yên nava van gelan dixebitin. Dixebitin bê çawa dikarin aramaiya herêmê xera bike. Li aliyekî hucreyên razayî ava dikin, li aliyê din ve jî bi rêbazên şerê taybet agahiyên derewîn belav dikin. Her wiha bi pêkanînên şerê psîkolojîk taybet dixwazin psîkolojiya civakê xera bikin û hêviya serketinê kêm bikin. Ji aliyekî ve jî rewşa şer a li herêmê, pirsgirêkên jiyanî yên ji ber şer rû didin li dijî şoreşê bi kar tînin. Mînak; mîna berê deriyên sînor nîne, bazirganî nîne, têkiliya bi derve re zêde nîne. Ji ber van krîzek heye. Tirkiye bi rêya saziyên xwe yên şerê taybet dixwaze vê yekê weke pirsgirêkeke mezin, krîzeke mezin nîşan bide. MÎT'ê û îstîxbarata rejîmê, hewl dan tevlîheviyê çêbikin. Bi hesasiyet û berpirsyariya Rêveberiya Xweser û hêzên ewlekariyê, bi hewldanên rûspiyên van pêkhateyan, lîstikên Erdogan û rejîma Sûriyeyê bi ser neketin, negihîştin armanca xwe. Bi vî rengî hewldanên tevlîhevkirinê û parçekirina civakê pûç bûn."
 
'DI NAVBERA WAN DE NAKOKÎ HENE'
 
Xelîl, têkildarî daxuyaniyên Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Beşar Caferî jî ev tişt got: "Yê ku El Nûsra ava kir, DAÎŞ xwedî kir, yê ku piştgiriya çekdarî, îstîxbaratî û lojîstîkî da, proje û plan danî ber wan, dewleta Tirk bû. Beşar Caferî vê bêje jî nebêje jî her kes bi vê zane. Sala 2014'an di dema berxwedana Kobanê de hate dîtin ku dewleta Tirk çawa ji sînorên xwe çete derbas kir, wesayitên bombebarkirî ji sînor ve derbasî Kobanê-Girê Spî kir û da teqandin. Dewleta Tirk bi rengekî vekirî piştgirî da. Ev yek wê demê di çapemeniyê de hate weşandin, rewşeke veşartî nîne. Kiryarên dewleta Tirk ên li Azerbaycan, Ermenistan, Lîbya, Derya Spî, Sûriye û Iraqê li pêş çavan e. Yanî tiştekî nû nîne. Eger rejîma Sûriyeyê niha vê yekê dixe rojevê, hingî di navbera wan de têkiliyên îstîxbaratî heye. Di navbera Hakan Fîdan û îstîxbarata Sûriyeyê de têkilî heye. Lê belê niha di navbera wan de hinek nakokî hene. Ji bo mijara Idlibê di navbera Erdogan-Rejîma Sûriyeyê, Erdogan-Rûsya-Rejîma Sûriyeyê de pirsgirêk hene. Di mijara Idlibê de dixwazin zextê li hev bikin, lewam daxuyaniyên wiha didin."
 

Sernavên din

02/07/2021
15:07 Heyeteke Rêveberiya Xweser serdana Swêdê kir
15:06 Rêveberê HDP’ê hat binçavkirin
13:58 Dosyayên Tûncel û Kişanak bi dosyaya Doza Kobanê re kirin yek
13:37 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Hevşaredara Gêlê Ensarîoglû hat birîn
13:26 Malbata Şenyaşar ji bo ‘edaletê’ li Amedê ye
13:25 Xizmê Erdogan Birîncî hat binçavkirin
13:06 Cezayê ji doza TIR’ên MÎT’ê hat erêkirin
13:02 Parêzer Yakût hat berdan
12:26 Hevberdevka HDK’ê Demîr: Em ê têkoşîna xwe li qadan mezintir bikin
12:20 Parêzer, malbat û wasiyê Ocalan serî li dozgeriyê dan
12:08 Danişîna 2’yemîn a Doza Helîkopterê hat taloqkirin
11:22 Li Girtîgehên Amedê 8 girtî hatin sewqkirin
11:03 Li Şaredariya AKP’ê destûra bêmetod
10:43 Qurbaniyên Madimakê hatin bibîranîn: Di nava komkujiyê de dewlet heye
10:22 1’ê Tîrmehê dîroka berxwedana jinan e
09:30 Endama Dîplomasiyê ya RJAK'ê Efrîn: Pêwîstî bi Kongreya Jinan a Neteweyî heye
09:29 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 218'emîn de berdewam dike
09:05 Zarok Ma vedibe: Em ê zarokên vî welatî bêmuzîk nehêlin
09:04 Rêxistinên elewiyan: Em ê bi helwesta Pîr Sûltan tevbigerin
09:04 Çelîk: Operasyona derveyî sînor dewama 'Plana Rûxandinê' ye
09:03 Agahî ji girtiyê ku bi vîrûsa koronayê ket nayê girtin
09:00 ROJEVA 2'YÊ TÎRMEHA 2021'AN
01/07/2021
23:07 'Me çawa barîkat derbas kirin, em ê wiha jî Peymana Stenbolê pêk bînin'
22:15 Dema qedexeya li Wanê 15 rojên din jî hat taloqkirin
21:58 Jin barîkatan derbas dikin û dimeşin
21:49 Li Wanê metna îmzeyê ya ji bo Peymana Stenbolê hat deklerekirin
21:05 Li Farqînê agir bi daristanê ket
20:39 Îro 42 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:36 Meşa li Kolana Îstiklalê dest pê kir: Em dev jê bernadin
20:21 MED-DER'ê ji bo zarokan şahiyek li dar xist
19:07 Li Îzmîrê polîsan êrîş bir ser jinan
19:00 Jinan ji bo Peymana Stenbolê berê xwe dan Taksîmê
17:09 Di meşa ku ber bi Ordûyê ve dayik Dokû ji ser hişê xwe ve çû
16:32 Zeynep Kinaci li Cizîrê hat bibîranîn
15:47 Jinan careke din qîr kirin: Em dev jê bernadin
15:43 Saziyên elewiyan serdana Malbata Şenyaşar kir
15:28 AYM’ê derbarê Omer Farûk Gergerlîoglû de biryar da
15:15 9 roj in bi hezaran însan bêav mane!
14:56 Pêşnûmepirsa çekên kîmyewî "qebe û nexweş" hat dîtin
14:38 HDP’ê belgefîlma ‘Ji Tirkiyeyê Dîmenên Edaletê’ weşand
14:12 Wê li Amedê êdî xwarin li malên şînê neyê dayîn
13:51 Hêzên Ked û Demokrasiyê banga beşdariya mitîngê kirin
13:51 Alîkara Hevserokên Giştî yên ESP’ê Taşkiran hat berdan
13:36 Leşkeran li Elkê fişekên gazê li derûdorê reşandin
13:36 Rojnamevan Aygul hat berdan
13:25 Pêşniyazpirsa Ûca bi hêceta ‘nêrîna şexsî’ paş de hat vegerandin
12:59 Îtîraza ji bo kesên ji Doza Kobanê hatibûn berdan, hat redkirin
12:58 Di doza Ozgur Gundemê de ji rojnamevanan re ceza hat xwestin
12:57 Ji Aygul Dokû ji bo polisan: Peywira we dîtina Gulistan e
12:34 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
12:33 Danişîna Kaya careke din hat taloqkirin
12:16 Şêwekarek li Mêrdînê bi qetranê wêneyan çêdike
11:45 Li Girtîgeha Kurkçulerê ‘lêgerîna dev’ li girtiyan tê ferzkirin
11:41 21 fezlekeyên din pêşkêşî Meclîsê hatin kirin
11:38 Şêniyên taxê ji çal û behna pîs aciz in
11:29 Malbata Şenyaşar: Edalet teqez e, wê rojek were peydekirin
10:47 Duyemîn danişîna doza helîkopterê sibê tê dîtin: Rêya tekane piştevanî ye
10:32 Hatîmogûllari: Partiya me ne partiya tabelayê ye
10:05 Ji demborîna Komkujiya Sêwazê re du sal man
09:22 Bêyî destûra Walî nikarin biçin gundê xwe
09:08 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 217'emîn de berdewam dike
09:08 ‘Bi tecrîdê yekîtiya kurdan tê astengkirin'
09:08 Koç: Tu rewabûna pakêtên AKP-MHP'ê nemaye
09:08 Li gundê ku tê îdiakirin hezar kes derbasî AKP’ê bûne ne rê ne jî av heye!
09:08 'Operasyona narko-terorê' lîstikeke îstixbaratê bûye
09:08 Bi hinceta ku maskeya wî tune ye birin, lê sîxurtî lê ferz kirin
09:08 Cizîrî: Ji bo em nebin kujerên kurdan divê em xwedî li kurdî derkevin
09:00 ROJEVA 1'Ê TÎRMEHA 2021'Ê
08:46 Peymana Stenbolê ji meriyetê rabû
30/06/2021
22:57 45 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:51 Serokê Komeleya 78'an Ganî Alkan hat girtin
16:51 Bi SÎHA'yan êrîş birin ser Şengalê
16:47 Wê malbata Gulistan Dokû bimeşe Ordûyê
15:40 HDP ji Komîsyona Lêkolînê ya Tundiya Li Ser Jinan vekişiya
15:38 Li Girtîgeha Gumuşhaneyê tenduristiya girtiyan di xetereyê de ye
15:30 Li Bazîdê 2 kes hatin binçavkirin
15:28 Zeynep Kinaci li Êlihê hat bibîranîn
15:23 Hevserokên KESK'ê diyar bûn
15:18 HDP'ê serdana titûnfiroşên li Semsûrê kir
14:54 MED-DER berê xwe dide gundan û şahiyên zarokan li dar dixe
14:28 Parêzera Doza Elmali: Darizandinên bêgirtin cesaretê dide
14:27 Banga derzîkirinê li gelê herêmê kirin
13:52 Dadgeha Îstînafê beraeta 7 rojnamevanan erê kir
13:11 Li pêş Girtîgeha Bakirkoyê şermezarkirina tecrîdê
12:46 Li Wanê belavkarê berê Erdem hat binçavkirin
12:34 Goristan veguherî çopê
12:24 Emîne Şenyaşar bi lawê xwe re axivî: Zilmê li me dikin
12:15 Polîsan avêt ser Girtîgeha Tokatê: Ji du girtiyan agahî nayê wergirtin
12:07 Serlêdana ji bo hevdîtina bi Ocalan re
11:38 Ji bo tawanbarê beşdarî danişînê nebû daxistina 'rewşa baş'
10:54 Qaçaxçiyên mirovan, piştî serdegirtina polîsan ciwanên taxê derb kirin
10:51 Şewata li Omeryan derket hat vemirandin
10:47 Cenazeyê Eren piştî 22 mehan radestî malbatî wî kirin
10:44 Sibê li çar aliyên Tirkiyê wê jin ji bo Peymana Stenbolê dakevin qadan
10:29 Ji parêzerê Ocalan ji bo Wezîrê Edaletê: Li daxuyaniya xwe xwedî derkevin
10:23 ‘Ji girtiyên siyasî tolê hiltînin'
10:19 Dem dema parastina ziman e: Berpirsiyariya neteweyî ye
10:11 Bi rojane agahî ji nûnerê PYD’ê û Rêveberiya Xweser nayê wergirtin
09:51 Hevserokê MED-DER’ê Ronî: Heta ku kurdî azad bibe em ê têbikoşin
09:19 Ên ku belgeya wan a karbidestiyê tune be, dê nikaribin bifiroşin