Berdevka Komîsyona Jinan a KNK'ê Bîrlîk: Li dijî şerê mêrê serdest, çareserî Kongreya Jinan a Neteweyî ye

  • rojane
  • 09:07 10 Tîrmeh 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevka Komîsyona Jinan a KNK'ê Leyla Bîrlîk destnîşan kir ku li dijî êrîşên dagirkirina xaka Kurdistanê pêdivî bi têkoşîneke hevpar heye û got: "Li dijî şerê mêrê serdest çareserî Kongreya Jinan a Neteweyî ye." 

Operasyona derveyî sînor a Tirkiyeyê ku di 23'ê Nîsanê de li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên bi ser Herêma Kurdistana Federe ve dabû destpêkirin, bi mehan e didome. Li dijî operasyona ku wekî "dagirkirina xaka Kurdistanê" tê bi navkirin, bertek û nêrazîbûn jî didomin. Tevî van geşedanan li Başûrê Kurdistanê bi pêşengiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) xebatên ji bo yekîtiya neteweyî tên kirin. Berdevka Komîsyona Jinan a KNK'ê Leyla Bîrlîk geşedanên dawî û xebatên komîsyona jinan ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nirxandin. 
 
'DAGIRKERÎ'
 
Bîrlîk, di axaftina xwe de ewilî bal kişand ser operasyona derveyî sînor a Tirkiyeyê û anî ziman ku divê ev êrîş wekî operasyoneke neyê pênasekirin û got: "Ev êrişa li ser xaka  Kurdistanê ne operasyon e, êrişeke dagirkeriyê ye. Di serî de dewleta tirk perçeyek Kurdistanê dagir kir û niha jî dixwaze perçeya duyemîn dagir bike. Demek berê, li Rojava hewldanên dagirkirinê hebûn. Niha jî li dijî xaka Başûrê Kurdistanê heman rêbaz berdewam dike. Gotinên dewleta tirk ev in, 'PKK li wir e û ji ber vê yekê me operasyon li dar xist, dema ku me xelas kir em ê vegerin.' Beriya her tiştî, divê her kes zanibe ku ev gotin derew e. Gerîlayên PKK li her deverê ne. PKK li Başûrê Kurdistanê be an ne be, armanca wan dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê ye. Armanca wan a vê sedsalê ew e ku sînorên sunî zêde bikin û dagirkeriya xwe mezintir bikin. Bi rastî, Efrîn di warê dîrokê de mînakek pir baş e. Ev dagirkerî mîna dagirkirina Efrînê ye. Tirkiyeyê li Efrînê çi kir? Tirkiyeyê hemû kurdên Efrînê ji wir dersînor kir û kesên ku derneketîn jî ew qetil kirin. Dest dirêjî xweza, jin û zarokan kir. Hedef û armanca wan a sereke ew e ku li Başûrê Kurdistanê tiştê ku li Efrînê kirin, bikin. Cîhan jî dibîne û dizane ku dewleta tirk ev 3 meh in bi hemû hêza xwe êrîşî Başûrê Kurdistanê dike û ji xwe re qadên dagirkeriyê vedike."
 
'LI SER ZEMÎNEKE HEVPAR EM WERIN CEM HEV' 
 
Bîrlîk, îşaret bi Yêkitiya Neteweyî kir û destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de tişta herî girîng û pêwîst Yêkitiya Neteweyî ye û divê kurd li gorî berjewendiyên xaka xwe tevbigerin û wiha dom kir: "Em KNK û Komîsyona Jinan a KNK'ê, em bi saziyên din ên kurd re xebatên Yekîtiya Neteweyî didin meşandin. Berî van êrişên dagirkirinê, xebata me ya Yekîtiya Neteweyî hebû. Ev xebatên me hîn jî berdewam dikin. Em hem li Ewropa hem jî li perçeyên din ên Kurdistanê, di vê çarçoveyê de xebatên xwe didomînin. Di van xebatan de kedeke mezin hat dayîn. Armanc rawestandina dagirkeriyê û avakirina Yekîtiya Neteweyî ye. Ya ku niha hewce dike ew e ku em bi hev re rûnên û bi rêbazên nû metotên nû biafirînin.  Em Komîsyona Jinan a KNK'ê, nêrîna  me ya li hemberî Yekîtiya Neteweyî ya Kurdistanê wiha ye; em naxwazin du kurd gava li tenişta hev, li kolanekê mil bi mil dimeşin bi nerehetî bimeşin. Kîjan partiyeke kurd kîjan xeletiyê bike bila bike, dîrok dê wan binivîsine. Nêrîn û armancên partiyên siyasî çi dibe bila bibe, armanca me ew e ku em wan li ser zemînek hevpar bînin cem hev. Armanca me bi vê xebatê  ew e ku em êrişa dagirkeriyê rawestînin û pêşî lê bigirin. Xebata me bi metod, civîn û rêbazên nû didome. Ji bo vê hewldanên me hene. Li Başûrê Kurdistanê bi gelek kesayet û endamên partiyê re civîn çêbûn, hin heyet çûn Ewropayê. Di heman demê de berteka gel a li dijî vê dagirkeriyê heye û ev hîn jî berdewam dike." 
 
AMADEKARIYÊN KONGREYA JINAN A ROJHILATA NAVÎN
 
Bîrlîk, di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku tenê hêza ku bikaribe li hemberî êrîşên dagirkeriyê bisekine hêza jina ye û ji ber wê jî pêdivî pê heye ku jin bi rêbazeke afiriner li dijî van êrîşan çareseriyê ava bikin.
 
Bîrlîk got: "Em baş dizanin ku li Başûrê Kurdistanê hewldanên cidî hene ku kurdan bînin hemberî hev. Hewce ye ku em hemû bala xwe bidin vê yekê. Niha welatê me di bin dagirkeriyê de ye û ew tişta ku ji berê de pêk anîn dixwazin dubare dubare pêk bînin. Dibe ku di nav me de bîrdoziyên cuda û nîqaşên cuda hebin, lê çi dibe bila bibe, divê her kurdek zanibe ku ev dagirkerî axa me bombebaran dike, zarok, jin û xwezaya me talan dike. Dema ku em bi vê hesasiyetê nêz bibin, wê hingê, yên ku ev şer dane destpêkirin û dixwazin hebûna me ji holê rakin, tune bibin. Armanca me ya sereke û hewildana me ya sereke divê li dijî vê dagirkeriyê têkoşîn be. Di vê pêvajoyê de Kongreya Jinên Neteweyî pêdivî ye. Em jin ji vî welatî ne ku hatiye perçekirin. Ji ber wê jî  pêdivî bi kongreya jinan heye. Wekî ku hûn dizanin, berê du Kongreyên Jinên Kurd ên Neteweyî çêbûbûn. Niha ji bo kongreya sêyemîn amadekarî tên kirin. Avakirina binesaziya kongreyê didome. Ez dibêjim li gel vê kongreyê pêdivî bi Kongreya Karkerên Neteweyî heye. Di heman demê de hewcedariya Kongreya Ciwanên Neteweyî jî heye. Lê Kongreya ku herî zêde pêdivî pê heyî Kongreya Neteweyî ya Kurd e. Ev ya herî lezgîn e. Çi dibe bila bibe, divê di vê pêvajoyê de Kongreya Neteweyî ya Kurd pêk were. Ji ber ku em di serdemek dîrokî re derbas dibin. Jinên Kurd îro pêşengiya Rojhilata Navîn dikin. Pêdivî ye ku bi jinên faris û suryanî re kongre were lidarxistin. Li dijî dewleta mêr, çareserî li darxistina Kongreya Jinên Neteweyî ye. Armanca dewleta Tirk ne tenê dagirkirina Kurdistanê ye, armanc tevahiya Rojhilata Navîn e. Ji ber wê, hewce ye ku bi jinên ermenî, ereb, suryanî re civîn bên lidarxistin. Bi van jinan re lidarxistina Kongreya Jinên Rojhilata Navîn girîng û watedar e. Her çend xebata vê yekê ne bi tevahî be jî, amadekaryên wê hene. Di vê çarçoveyê de em li gel jinên ereb nîqaşan dikin." 
 
'HERÎ ZÊDE JIN ZIRARÊ DIBÎNIN' 
 
Bîrlîk, anî ziman ku di şer de herî zêde jin zirarê dibînin û  lewma li dijî şerê mêr pêdivî bi bilindkirina têkoşîna jin heye. Bîrlîk got: "Çi ciwan, çi jin, çi zarok û çi jî mêrên ku di şer de dimirin, hemû  zarokên heman dayikê ne. Kesên ku di vî şerî de zarokên xwe wenda dikin jin in. Ne tenê zarokên wê, lê her tiştê li gerstêrkê hilberîna jinan e. Ji barana li ezman bigire heya kevirê dikeve, ew bandora jinê ye. Ji ber ku her tiştê diqewime hilberîna jinê ye. Ji ber wê ya ku herî zêde êşê dikişîne jin in. Xweza û keda ku jinan afirandiye tê qetilkirin. Ji ber wê herî zêde jin ji şer bandor digirin. Dewleta tirk ku dagir kiribe jin her tim kirine hedefa xwe." 
 
BANGAWAZÎ
 
Bîrlîk, daxuyand ku li hemberî şereke navxweyî divê têkoşîneke hevpar bê meşandin û ev bang li jinan kir: "Yên ku îro li Kurdistanê herî zêde êşê dikişînin jinên kurd in. Lê ez ne tenê bang li jinên kurd, di heman demê de bang li jinên asûrî, ereb, ermenî û faris jî dikim; me ev cîhan ava kir. Lê îro mêrê serdest bi hemû hêza xwe êrîş dike. Werin em nehêlin ku keda sedsalan e vala biçe û em bi hev re xwedî lê derkevin û ji nû ve biafirînin."
 
MA / Zeynep Dûrgût
 

Sernavên din

14/07/2021
12:53 Doza rojnameger Şahîn û Gayip taloq bû
12:43 HDP'î ber bi Marmarîsê derketin rê
12:04 Eskeran gule berdan gundiyên ku li pezê xwe digeriyan
11:50 Doza xizmên qurbaniyên Roboskiyê dîsa hat taloqkirin
11:27 Danişîna doza Tahîr Elçî dest pê kir
10:41 Girtiyên dikevin çalakiya greva birçîbûnê dikin hucreyan
10:40 Bûldan li Rihayê ye Şenyaşar di bin çavan de ne
10:18 Piştî 57 rojan cenazeyê Bûlat dan malbata wî
10:15 Gardiyan li girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de didin
09:46 Li dijî avahiya HDP'ê ya Marmarîsê êrişa çekdarî pêk hat
09:28 Generalê biçûk ê Apê Mûsa: Cesareta wî ji temenê wî mezintir bû
09:25 Bavê Îsa Uke: Ji ber xemsariya DEDAŞ û DSÎ'yê cînayet pêk hat
09:24 Çalakiya greva birçîbûnê derket 15 rojan carekê
09:21 SAMER: Li bara kurdan tu krediya Erdogan nemaye
09:20 Îstinafê di Doza JÎTEM'ê ya Qoserê de 'bêcezatî'yê pesend kir
09:17 10 salên li Girtîgeha Jimare 5'an: A herî giran bêhna xwînî û olana qîrînan bû
09:00 ROJEVA 14'Ê TÎRMEHA 2021'Ê
13/07/2021
21:39 Dîlokiyan bi coşeke mezin HDP'iyan pêşwazî kir
20:27 46 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:20 Li ber Girtîgeha Bakirkoyê ji bo tecrîdê û grevên birçîbûnê bang kirin
16:47 Michale Rûbîn geşedanên li başûrê Kurdistanê nivîsand
15:42 Onlu: Kesên plana çokşikandinê amade kirin li ber têkçûnê ne
15:30 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
15:28 Polîsekî Alîkarê Midurê Polîsan ê Colemêrgê kuşt
14:52 Hevserokê HDP’ê yê Halîliyeyê hat binçavkirin
14:45 Talîban gef li Tirkiyeyê xwar
14:41 DEDAŞ'ê li Dêrikê têlên ceyranê birî
14:33 Baroya Şirnexê doz li DEDAŞ'ê vekir
14:02 Roja ku ji girtîgehê were berdan cenazeyê wî derket
13:59 Serokê EMEP'ê Akdenîz serdana ajansa me kir
13:46 Varyanta Deltayê belav dibe: Li 36 bajaran hat tespîtkirin
13:43 Serokê EMEP'ê Akdenîz, ji bo MA'yê nivîsand: Li Afganistanê gel koçber dibe
13:21 Ji bo AKP’iyan li mizgeftê protokol hat avakirin
12:43 'Lêgerîna dev' li girtiyên nexweş ferz dikin
11:46 HDP'ê qurbaniyên Geliyê Zîlan bi bîr anî
11:13 Wê di Doza Elçî de şahid bên guhdarkirin
11:13 Malbata Şenyaşar: Kesên dixwazin bibin şahid bila werin
10:32 Dr. Yerlîkaya: Divê bi zimanê dayikê kampanyaya derzîkirinê were destpêkirin
10:21 Pergala Edaletê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çawa tê birêvebirin?
09:53 Li Çinarê taxekê kirin qarantînayê
09:50 Li Alîagayê cînayeta kar
09:35 Ji bo demkî ava gundê Zîlan hat berdan lê li 7 gundan bêavî didome
09:06 Îdianameya cinayeta Hantaş: Dozger xwest 25 sal ceza li polîs bê birîn
09:06 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 229'an de berdewam dike
09:06 'Jin bi têkoşîna xwe ji bo cîhanê dibin mînak'
09:06 Dê ji bo cezayê kesê ku Koç birîndar kir serî li îstinafê bidin
09:06 Şahidê 14'ê Tîrmehê: Xeleka teslîmiyetê perçe perçe kir
09:06 Gardiyan ji xizma girtî re got: Em hem dadger hem jî dozger in
09:06 Kana keviran gundiyan bêzar kiriye
09:00 ROJEVA 13'Ê TÎRMEHA 2021'Ê
12/07/2021
21:26 49 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine
20:57 Li Bestayê şewat
17:30 DAD’ê serdana DÎAY-DER’ê kir
17:02 Êrişkarên nijadperest hem berdan hem diparêzin
16:38 Xerakirina peyarêya kolana hunerê esnafan mexdûr dike
15:59 Dirûşmeya ‘Qers Ya Me Ye’ bû sûc
15:55 Doza Pinar Guntekîn dest pê kir
15:42 Li Sîlîvriyê mîqdareke kêm avê didin qawişan
14:45 Hatîmogûllari: HDP fikra rizgariya hevpar e
14:16 Nivîskar û rewşenbîrên kurd banga yekitiyê kirin
14:00 Ji HDP’ê bo muxalefetê: Karê me bi yên ku çareserkirina pirsgirêka kurd neparêze re nîne
12:48 Pirsa 'Kî we organîze dike?" ji cotkarên titûnê pirsîn
12:08 Dozgerê nû jî randevû neda malbata Şenyaşar
11:50 TÎHV: Ji 10 kesan 4 kes îşkenceya zayendî lê hatiye kirin
11:41 Parêzerên Ocalan carek din serî li dozgeriyê dan
11:40 Dayikên Şemiyê: Em ê dev ji zarokên xwe bernedin
11:29 10 cotkarên titûnê ku kapîtalîstên tirşikçî şermezar kirin hatin girtin
11:01 Ji bo polisên ku mil û diranê Demîr şikandin biryara neşopandinê hat dayîn
10:58 Li Girtîgeha Antalya ya Tîpa S îşkence heye lê rapor nîne!
10:23 Ji DAD'ê daxuyaniya Geliya Zîlan: Xwebûna me di tengasiyê de ye
10:14 Girtiyê nexweş Huseyîn Îdîg jiyana xwe ji dest da
10:11 Êrişkarê ku bi ser merasîmê de girt yek jê zarok 2 kesan kuşt
10:03 ATK’ê Ozkan şand girtîgehê: Delîl têr nakin
09:12 Birîna ku sedsal in xwîn jê tê: Geliyê Zîlan
09:03 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 228'an de berdewam dike
09:03 AYM’ê dosyeya Surme Înce ji esasê xistiye ber lêpirsîne
09:03 Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek dest bi qeydên zimanê kurdî kir
09:03 Li dijî sepanên DEDAŞ’ê bang li EPDK’ê kir ku lêkolînê bike
09:03 Hem gund bêav hiştine hem jî gefa cezakirinê li gundiyan xwarin e
09:00 ROJEVA 12'Ê TÎRMEHA 2021'AN
11/07/2021
23:25 Hevserokê HDP'a Colemêrgê hat berdan
21:34 Ciwanê ji ber nebûna avê bi xeniqandinê re rûbirû mabû jiyana xwe ji dest da
21:11 Baroyên Îzmîr, Edene û Mêrsînê kongreyên xwe li dar xistin
20:56 Ji ber koronayê 37 kesan jiyana xwe ji dest da
20:11 HDP'ê li Erdexanê serdana gel kir
20:02 Girtina meleyan a ji ber xutbeya kurdî hat şermezarkirin
19:51 Hevserokê HDP'a Colemêrgê hat binçavkirin
19:44 Berxwedêrên 14'ê Tîrmehê hatin bibîranîn
16:48 HDP’iyan qeza kir: 7 kes birîndar bûn
16:27 Girtî: Yekane rêya serkeftinê berxwedan e
16:14 Temel: Em ê bi xeta sêyemîn têbikoşin
14:48 ÎHD bi girtiyên ku îşkence li wan hat kirin re hevdîtin kir
14:38 Rojnamevan Başlangiç krîza dil derbas kir
14:37 Girtî greva birçîbûne ya bidorveger derdixin 15 rojan
14:06 Dayika Aştiyê Tûnç jiyana xwe ji dest da
13:15 Hatîp Dîcle: Erdogan bi zextên Ergenekon û MHP'ê pêvajoyê bi dawî kir
11:59 Bi çeka cerdevanan mirina biguman a jinekê
11:33 Yekitiya Platformên KHK’iyan: Meleyan berdin
11:33 Wê di doza Pinar Gultekîn de malbata Avci jî were darizandin
11:32 Malbata Şenyaşar çalakiya xwe di roja 125’emîn de domand