Hiqûqnas Kûrşûn: AKP, nikare bêyî Rewşa Awarte welat bi rê ve bibe

  • rojane
  • 09:01 20 Tîrmeh 2021
  • |
img
ENQERE - Îqtidara AKP'ê dema Rewşa Awarte ya ku pişî hewildana eskerî ya 15'ê Tîrmehê îlan kiribû, saleke din jî dirêj kir. Hiqûqnas Gunal Kûrşûn got: "Ji lew re îqtidara siyasî nikare di şert û mercên asayî de welat bi rê ve bibe. AKP, mecbûrî Rewşa Awarte ye." 
 
Îqtidara AKP'ê, Rewşa Awarte (OHAL) ku piştî hewildana eskerî ya 15'ê Tîrmehê di 20'ê Tîrmeha 2016'an de ragihandibû, di 31'ê Tîrmehê de dema wê saleke din jî taqlo kir. Ev yek bû cihê nîqaşan. 
 
Îqtidara AKP'ê Rewşa Awarte ku ji bo qê gotibû "herî zêde dê sal û nîvekê bidome" 7 caran dema wê taqlo kiribû. Di vê demê de gelek binpêkirinên mafan rû dabûn û gelek sazî û dezgeh hatibûn girtin. 
 
Hiqûqnas û parêzvanên mafên mirovan Doç. Dr. Gunal Kûrşûn ku bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) hatibû îxrackirin, biryara derbarê Rewşa Awarte de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand. 
 
‘BI MILYONAN KES BANDOR JÊ GIRT' 
 
Kûrşûn, bibîr xist ku di ser Rewşa Awarte re 5 sal derbas bûne û bi hezaran kedkar hatine îxrackirin û di vê heyamê de gelek komele û şîrket hatin girtin û mal û milkên gelek kesan hatin desteserkirin û kesên bi rayên gel hatin hilbijartin karbidestiyên wan hatin xespkirin û gelek qeyûm hatin tayinkirin. Kûrşûn, bilêv kir ku li gel vê azadiya bi hezaran kesî jî hatiye binpêkirin û got: "Gava mirov li tevahiya dîmenê mêze dike, mirov dibîne ku bi milyonan mirov bi awayekî pir xirab bandor jê girtiye." 
 
‘AKP, MECBÛRÎ REWŞA AWARTE YE' 
 
Kûrşûn, destnîşan kir ku êdî li Tirkiyeyê şert û mercên Rwşa Awarte bûne şert û mercine mayinde û ev yyek bi qanûna jimare OHAL koşullarının artık'an veguheriye tiştekî "hiqûqî". Kûrşûn, darbeya 12'ê Îlonê bibîr xist û got: "Piştî darbeyê bi du sê salan re, bi awayekî qismî be jî şert û mercên demokrasiyê çêdibûn li vî welatî. Lê piştî derbeyeke pêknehatî ku bes hewildanek bû, bi 6 salan hê jî şert û mercên Rewşa Awarte hene. Bi rastî jî ev tiştekî pir awarte û ecêb e. Ji lew re îqtidara siyasî nikare di şert û mercên asayî de welat bi rê ve bibe. AKP, mecbûrî Rewşa Awarte ye. Dixwaze heya ji dest bê van şert û mercan berbelav bike. Lewma qanûna navbirî di çarçoveya qanûna torbeyî de bêyî bê nîqaşkirin û berpêşî raya giştî bê kirin, demildest di meclîsê re derbas kirin." 
 
‘DIJÎ DMME'YÊ YE' 
 
Kûrşûn, bibîr xist ku gava Rewşa Awarte "qanûnî" bû, dema binçavkirinê 30 roj bû û got: "Li gor DMME'yê divê dema binçavkirinê herî zêde 4 roj bin. Piştî 4 rojan hincet çi dibe bila bibe, wekî binpêkirina mafan tê hesibandin. DMME, 8 saet dema rê jî daxilî nav vê dike. Lê di dema Rewşa Awarte de em bi 30 roj dema binçavkirinê re rû bi rû man û her çi hîkmet be, polîsan di roja 28 an jî 29'an de îfade digirtin. Lê di 29 rojên din de çi dikirin? Di dosyeyê de tu tiştekî berbiçav tune bû. Gava mesele girtin bûna me darazê rexne dikir, ji ber ku mekanîzmayeke cezakirinê ya pêşin dixist dewrê. Di vir de ji vê wêdetir heye. Em bi pergaleke ku ne bi girtinê, bi binçavkirinê mekanîzmaya cezakirinê dixe dewrê re, rû bi rû ne. Ji lew re tu 29 rojan azadiya kesekî/ê binpê dikî û paşê îfadeyê digirî." 
 
Kûrşûn, da zanîn ku bi giherîna qanûna cezayî re niha dema binçavkirinê heya 12 rojan tê taqlokirin û got: "Lê em dibînin ku pêkanîn heman pêkanîn e. Nexasim jî gava mesel sûcên 'rêxistinî', sûcên di çarçoveya Qanûna Têkoşîna Dijî Terorê (TMK) de an jî sûcên li hemberî Qanûna Bingehîn bin, em bi binçavkirinên dûr û dirêj re rû bi rû dimînin, lê dîsa jî îfade an di roja 10'an an jî 11'an de tê girtin û di 11 rojan de tu tiştekî nû daxilî nav dosyeyê nabin. Ev jî nîşan dide ku dîtina di dema Rewşa Awarte de niha jî didome." 
 
DIVÊ TMK JI BINÎ DE BÊ BETALKIRIN 
 
Kûrşûn, anî ziman ku tu pêdivî bi TMK'ê tune ye û divê ji binî de bê betalkirin. Kûrşûn got: "Ji lew re adeta me ya darizandinê tim li ser xalên ceza yên îkameyê hatine avakirin. Di qanûna ceza ya berê de xalên navdar; 141, 142 û 163 hebûn. Xalên 141 û 142 xalên cezakirinê yên ji bo propagandaya çepgiriyê bûn û xala 163'yan jî ji bo cezakirina propagandaya rastgiriyê an jî propagandaya îslamî bûn. Ev hatin betalkirin. Lê li şûna wê xala 8'an a TMK'ê bi cih kirin. Xala 8'an hat vetalkirin, lê xala 312'an a qanûna ceza ya berê bi cih kirin. Qanûna berê betalkirin, qanûneke ceza ya nû çêkirin û qanûna 312'an di qanûna nû de wekî qanûna 216'an lê bi heman peyvan hat çêkirin. Tew bi ser de xala 'heqareta li tirkîtiyê' ku kesên wekî Hrant Dînk û Orhan Pamûk pê hatin darizandin jî xebitandin. Piştî Orhan Pamûk û Hrant Dînk bi vê xalê hatin cezakirin, ev bûbû cihê bertekek mezin û paşê dîsa vegeriyan TMK'ê û di sûcên propagandayê de 7/2 derxistin pêş. Heger em vê jî betal bikin dê hin xalên cezayê yên din têkevin dewrê. Hîn jî 2016, 301 û 305 û xalên wekî 'heqareta li serokkomar' hene." 
 
'HERÎ ZÊDE ÎQTIDAR MUHTACÎ REWŞA AWARTE YE' 
 
Kûrşûn, anî ziman ku ji xeynî Rewşa Awarte tu çareyeke îqtidarê nemye, ji lew re gava pîvanên hiqûqê yên asayî bixebitîne, dê hesabdayîn çêbibe û hesabdayîn jî li hesabê îqtidarê nayê. Kûrşûn got: "Lewma heya ev îqtdar hebe dê li Tirkiyeyê tim Rewşa Awarte hebe. Tew ev îqtidar pesnê xwe dida ku li Tirkiyeyê Rewşa Awarte betal kirin, lê niha herî zêde ew muhtacî Rewşa Awarte ye. Hêvîdar im Tirkiye rojek berî rojekê ji rewşa bêhiqûqîtiyê xelas bibe û bibe dewletek rasteqîn." 
 
MA/ Zemo Aggoz- Berîvan Altan

Sernavên din

26/07/2021
11:46 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:18 Qedexekirina parêzerên Ocalan di sala 10’an de ye: Li Îmraliyê ne hiqûq, ‘h’ ya wê jî nîne
11:13 Li Bestayê cerdevan darên sedsale dibirin
10:41 Çîrokek têkoşînê
10:39 Li Çinarê 6 taxan kirin qarantînayê
10:24 Qefleyek penaberên Afgan dema ku ji Wanê derdikeve
10:12 Serokdewletê Tûnîsê darbe li meclisa welat kir
09:35 Rojanemeger Mame: PDK'ê di rêvebirinê de zehmetî dikişîne
09:11 Greva birçîbûnê di roja 242'yemîn de dewam dike
09:00 Ji Serokê CHP'a Rîzeyê: Divê em bobelatan ji qederê derbixin
09:00 Fermandarê ku çixareyên desteserkirî difirot dîsa hat ser peywira xwe
09:00 ROJEVA 26'Ê TÎRMEHA 20121'AN
25/07/2021
21:14 Topbarana Şehbayê: 2 jê zarok 4 kes birîndar bûn
19:52 Hejmar pêketiyen vîrûsa koronayê 14 hezaran derbas kir
19:45 Li Serêkaniyê di navbera komên paramîlîter de şer derket
17:59 Li Geliyê Bilûr agir bi daristanê ket
17:51 Yek jê zarok 2 kesên ku ketin bendavê xeniqîn
17:39 48 Baroyan bertek nîşanî manşeta Yenî Şafakê dan
16:51 Cotkaran li dijî birrîna ceryanê bi ser TEÎAŞ’ê de girt
16:50 Ji ber barana mûsonê 127 kes mirin û bi dehan kes winda ne
16:50 Odeya Tabîban bi keyayan re civîna derzîkirinê li dar xist
15:06 Li Arhaviyê bîlançoya lehiyê eşkere bû
12:31 Tirkiyê ji Girê Spî 2 jin revandin
11:07 Malbata Şenyaşar 139 roj in li benda ‘edaletê’ ye
10:40 Grûpên bi ser Tirkiyê ve kevirên goran didizin û difiroşin
10:13 Li Belçîkayê dîsa lehî rabû
09:07 Greva birçîbûnê di roja 241'emîn de dewam dike
09:06 Li Amedê rojê 500 kes bi Covîd-19'ê dikevin: Tekane rêya xelasiyê aşî ye
09:06 Ji bo greva birçîbûnê bang li rayedaran kir: Qanûna xwe pêk bînin
09:03 Îqtidar û muxalefet bi zimanê xwe ço li ba dikin
09:01 Bi îmzeya serokkomar erdê nexweşxaneyê kirin qada avahiyan!
09:00 ROJEVA 25'Ê TÎRMEHA 2021'AN
24/07/2021
21:17 58 kes ji ber Covîd-19'ê mirin, hejmara pêketiyan zêde bû
15:40 Hêzên PDK’ê cihên HPG'ê kirin hedef
14:57 Înîsiyatîfê xwest cezayê girtiyê nexweş Kocaturk bê taloqkirin
14:49 Ji bo girtiyê nexweş Kiliç banga berdanê hat kirin
14:30 ÎHD: Divê Korkmaz bê şert û merc were berdin
14:20 ÎHD’a Çanakkaleyê raporek li ser pirsgirêkên karkeran amade kir
14:00 Keça Gulunay ê 29 sal in winda ye: Em ê dev ji doza xwe bernedin
13:44 Ji êrişkaran tenê 1 jê hat girtin
12:55 45 roj in ji 3 siyasetmedarên ku PDK'ê binçav kiribûn agahî nayê girtin!
12:38 Serokê Şaredariya Êlihê yê berê hat berdan
12:38 Tevî îtîrafên Aygan jî 27 sal in agahî ji Haran nayê wergirtin
10:51 ‘Parazvanên edaletê wê hertim hebin’
09:02 Weşanxaneya Na pirtûka Welatê Xaltan çap kir
09:01 Greva birçîbûnê di roja 240'emîn de dewam dike
09:01 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Heger yekîtî çêbibe dê Kurdistan bibe xwedî statu
09:01 ‘Li dijî êrişên nîjadperest, divê daraz xwedî helwest be'
09:01 Zeytûn: Neçareserkirina pirsgirêka kurd pêşî li ber êrişan vedike
09:01 Gundiyên ku eskeran li wan xist: Esker zilmê dikin
09:01 Karkerên demsalî 5 roj in bê av in
09:00 ROJEVA 24'Ê TÎRMEHA 2021'AN
08:35 Ciwanê ku di avê de xeniqîbû hat veşartin
23/07/2021
19:52 Di 24 saetên dawî de 11 hezar û 94 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
14:32 Bertekên li dijî êrişên nîjadperest: Divê polîtîkayên bêcezahiştinê bên terkkirin
14:14 ‘Siyaseta dubendiyê bingeha êrişên li dijî Kurdan e’
13:32 Li Gîresûnê jinek û zarokê wê bi giranî birîndar bûn
13:26 Baroyan bertek nîşanî manşeta Yenî Şafakê da
13:04 Mihrîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê taloq bû
12:38 40 kesên ji koma nîjadperest hatin binçavkirin şandin edliyê
12:20 Malbata Şenyaşar: Di bin zilmê de cejn nabe
11:57 Tora Ziman û Çanda Kurdî: Em ê li dijî êrişan bêdeng nebin
11:26 NY: Ji milyonek zêdetir mirov ji ber lehî û hişkesaliyê mirin
10:12 Yenî Şafakê baroyên li dijî êrişên nijadperest derketin kir hedef
10:08 Platforma Zimanê Kurdî: Divê kurd li hev xwedî derkevin
09:50 Rêveberiya Xweser: Tirkiye serbixwetiya Sûriyeyê binpê dike
09:25 Tundiya zilam: Hewldana kuştina jinekê û zarokên wê
09:08 Greva birçîbûnê di roja 239'emîn de dewam dike
09:07 Cenazeyê kurê xwe yê li Efrînê xwest
09:07 Dayikên girtiyan: Daxwazên wan daxwazên me ne
09:06 Amedî: Li qutban jî 3 kurd bên cem hev dê rastî êrişê werin
09:05 Wextekî xwezayê ku heya 2023'yan bisekine nemaye
09:04 Serokê GÎŞ-DER'ê Kûtlû: Ji bo pêşîlêgirtina êrîşan divê kiryar bên cezakirin
09:00 ROJEVA 23'YÊ TÎRMEHA 2021'Ê
08:57 Walîtiya Wanê bersiv neda serlêdana ji bo 'standa derziyê'
22/07/2021
21:24 52 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:42 ÎHD'ê serdana malbata ku êrişa nîjadperestî lê hatibû kirin kir
15:46 DBP: Êrîş ji ber zimanê desthilatê pêk tên
15:18 Li Şirnexê bertek nîşanî êrişên nîjadperest dan
14:15 Li herêma Qertewînê şer derket
13:48 Li Stenbolê tundiya li ser jinê
13:22 HDP'ê ji bo cejnê serdana malbata Denîz Poyraz kir
13:03 Ji NY'yê daxuyaniya Qibris
11:43 Malbata Şenyaşar: Wê qêrînên edaletê rojekê bersiv bibînin
11:40 Di êrişa nîjadperest de 20 kes hatin binçavkirin
11:02 Wesayîta karkeran teqla avêt: Kesek jiyana xwe ji dest da û 14 kes jî birîndar bûn
10:54 Li Şirnexê şerê erd derket û welatiyek jiyana xwe ji dest da
10:30 Dal ê di êrişa nîjadperest de hatibû qetilkirin hat veşartin
10:22 Walîtiyê êrişa nîjadperest bi 'neyartiyê' ve girêda
10:09 Li Mêrdînê liv û tevgera helîkopteran heye
10:01 ÎHD: Êrişên li dijî kurdan berhema zimanê cihêkar e
09:41 Cenazeyê zarokê ket avê hat dîtin
09:25 Greva birçîbûnê di roja 238'emîn de dewam dike
09:00 Li Edliyeya Wanê tahde li dê û keçê kirin
09:00 Heyama nû ya Şanoya Devînîm a Enqereyê dest pê dike
09:00 Jin gundê Vakifliyê pêş ve dibin
09:00 ROJEVA 22'YÊ TÎRMEHA 2021'AN
21/07/2021
20:53 Şewata li Cûdiyê xwe bi xwe tefiya
20:50 59 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:44 Hevseroka HDP'î bi daxwaz "îxraca teqez" sewqî dîsîplînê hat kirin