‘Qeyûm parçeyek Plana Hilweşandinê ye’

  • rojane
  • 09:09 11 Îlon 2021
  • |
img

AMED - Hevşaredara Sûrê Fîlîz Bûlûttekîn a qeyûm danîn şûna wê diyar kir ku qeyûm parçeyekê “Plana Hilweşandinê” ye û got: “Qeyûm pergalek tekparêz e û jinan, çand û ziman xistiye hedefa xwe.” 

Qeyûmên ji 11’ê Îlona 2016’an ve tayînî şaredariyê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) tên kirin, weke darbeya li dijî tecrube û qezencên rêveberaya herêmî ya Kurdan derbasî dîrokê bû.
  
Di pêvajoya de, ji bo 96 şaredariyên di bin rêveberiya DBP'ê de qeyûm hatin tayînkirin. Lê gelê Kurd bi dengekê bilind qîr kir ku ew qeyûman naxwazin û di hilbijartina 31’ê Adara 2019’an de dengê xwe carek din da Partiya Demokratîk a Gelan (HDP). HDP’ê di vê hilbijartinê de, 3 şaredarên bajarên mezin, 5 şaredrên bajaran, 45 şaredarên navçeyan û 12 jê yên bajarokan, bi giştî 65 şarederî qezenc kir. 4 meh piştî hilbijartinê, di 19’ê Tebaxa 2019’an de, cara duyemîn polîtîkayên qeyûm xistin dewrê. Pêl bi pêl tayînkirina qeyûman dewam kir. Niha tenê 6 şaredarî dibin rêveberiya HDP’ê de mane.
 
 
HIŞMENDIYA TEKPARÊZ
 
Fîzîz Bûlûttekîn a ku di hilbijartina 31’ê Adarê de, ji bo Hevşaredara Navçeya Sûrê ya Amedê hat hilbijartin û dûre qeyûm tayînî cihê wê hat kirin, polîtîk û pratîkên qeyûm nirxandin.
 
Bûlûttekîn, tayînkirina qeyûman weke parçeyeke “plana hilweşandinê” nirxand û wiha axivî: “Di hedefa qeyûman de, ne tenê hevşaredar ji peywirê girtin bû. Armanca qeyûman guhertina demografiya cîhekê û xirabkirina wê ye. Dema ku em li Sûrê mêze dikin, qeyûmên hatin tayînkirin, di rastiyê de, li dijî dîrok, ziman û çanda wê hatine tayînkirin. Ev qeyûm xwedî hişmendiyek tekparêz û navendparêzin.”
 
MIROVAHÎ HILWEŞANDIN
 
Bûlûttekîn, anî ziman ku avahiyên di nava Sûrê de hilweşanind û wiha got: “Gelê wê derê hemû koçber kirin. Mirov ji navçeyê koçber kirin û avahiyên mîna girtîgehan li wê derê ava kirin. Di vî warî de, nerazîbûna gel pir mezine. Qeyûm pergaleke ku vîna gel xesp dikeye. Di nava şaredariyê de, nelirêtî û bertil mezin tên kirin. Qeyûm li hemberî jiyana nû astengiya herî mezine. Bi qeyûman re, pergala hevserokatiyê jî xistin hedefa xwe. Pergala hevserokatiyê, li dijî hişmendiya serdest a zilam û tekparêz, pergalek alternatife. Modela li dijî hişmendiya serdest a guhertina awayê rol û jiyana jinan e. Dixwazin pergala hevserokatiyê weke sûc nîşan bidin. Lê hevserokatî bi tu awayî ne sûce.” 
 
ZEXT LI VÎNA JINÊ KIRIN E 
 
Bûlûttekîn, dest nîşan kir ku qeyûm têkoşîna 40 salan a jinan tune dihesibîne û wiha pê de çû: “Qeyûma ji bo navendên jinan midurên zilam tayîn kirin û jin ji xebate dûr xistin. Jin ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe tu mûxatabekê nabînin. Di vê pêvajoyê de tundiya li dijî jinan pir zêde bû. Qeyûman naveroka hemû meqamên aydê şaredariyan vale kirine. Di serdema me de, jin bi awayekê pir rehet dihatin şaredariyê û daxwazên xwe pêşkêş dikirin. Xwe bi zimanê xwe, îfade dikirin. Lê niha ev rewş bi tevahî hatiye guhertin. Qeyûm dixwazin jinên kole û xizmetkar ava bikin.” 
 
LI CEM GEL TU GIRÎNGIYA QEYÛM NÎNE
 
Fîlîz Bûlûttekîn, da zanîn ku li cem gel tu girîngiya qeyûman tuneye û wiha bi dawî kir: “Gel rastiyê baş dizane. Gel di demên serdanên esnafan de û di hevdîtinên gel de vê yekê rave dikin. Gel bixwe di vî warî de hêz û agahiyan dide me. Em tu carî bi gelê xwe re ji hev dûr neketin û her daîm dilê me bi hev re lê dide. Emê lidijî van hemû bêhiqûqiyan têkoşîna xwe dewam bikin. Her çiqasê em ji kar hatibin dûr xistin jî, wê tu hêz nekare ku me ji gelê me dûr bike.”
 
 

Sernavên din

11/09/2021
09:09 ‘Qeyûm parçeyek Plana Hilweşandinê ye’
09:08 Kizil ê di 12’ê Îlonê de li Hejmara 5'an girtîbû: Têkoşînê ez li ser piyan hiştim
09:06 Qezenca esnafan ji sedî 20’an daketiye ji sedî 2’yan
09:04 Amedî: Wê daxistina benda hilbijartinê jî Tifaqa Cûmhûr xelas neke
09:02 Tirkiye dixwaze penaberên Efxan li gundên vala kirine bicih bike!
09:00 Astengiya li pêşiya aştiyê: Pergala înfaza Îmraliyê
09:00 ROJEVA 11'Ê ÎLONA 2021'AN
10/09/2021
17:03 Li Wanê xwendekarek hat girtin
16:57 Kesê ji doza malbata Dîrîl girtibû hat berdan
16:10 Li ser derenca dibistanê 'Ya tirkî biaxive ya jî bêdeng be' hat nivîsandin
15:25 Komkujiya 10'ê Cotmehê di meha 71'emîn de ye
15:04 Biryara grevê bi buroya AFP'ê ya Tirkiyeyê ve hat daleqandin
14:50 Meclîsa Ciwanan a HDP’ê li dijî fihûş û tiryakê kampanya da destpêkirin
14:39 Dozger xwest kujerê Mîroglû bê girtin lê dadgehê ew berda
14:12 Mîraçê biçûk ku bisiklêta wî dabeşî 3 parçeyan bû ‘biqisûr’ hat dîtin!
13:51 Bi angaşta ku 'heqaret' li Soylû kiriye Emîne Şenyaşar îfade da
13:33 Li Girtîgeha Amedê ya Zarokan tundî li zarokên girtî hatiye kirin
12:34 Bûldan: Wê jin bibin xwediyê herî bi hêz ê deklarasyonê
12:05 Herêma ku balafirên şer bomberbaran kir 4 roj in dişewite
10:20 Piştî şerê li Mêrdînê qedexeya derketina derve hat ragihandin
10:18 Gelek rêveber û endamên ESP’ê hatin binçavkirin
10:01 Sê girtiyên nexweş di qawişa ku cihê bêhnvedanê nîne de tên girtin
09:58 Emîne Şenyaşar wê kujerên malbata xwe ji dozger û dadgeran bipirse!
09:23 Qeyûm li Qoserê nîvê şevê dar birîn
09:22 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 288'emîn de dewam dike
09:21 Prz. Emekçî: Di kesayeta Ocalan de Tirkiyê tecrîd dikin
09:20 Dosyeya lêpirsîna du welatiyên ji helîkopterê hatin avêtin salek e veşartî ye
09:20 3 dozên wesayîtên zirxî: Yek revandin, yek sekinandin, yek jî astengkirin
09:09 Cenazeyê ku 450 gram maye 127 roj in nadin malbatê
09:08 Ji bo îşkenceyê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da
09:07 Rêxistinên Sivîl ên Amedê ji bo hilbijartina pêşwext çi dibêjin?
09:07 Di dosyeya ku dadgeha eskerî girtibû de, Tirkiye hat mehkûmkirin
09:06 Hinceta nû ya girtinê: Ji ber ku Colemêrg di navbera du sînoran de ye
09:00 ROJEVA 10'Ê ÎLONA 2021'AN
09/09/2021
20:17 Danişîna hevserokên HDP’î hat dîtin
16:27 Li Qoserê gundekî din jî xistin bin karantînayê
16:20 Şebekeya avê ya MARSÛ’yê dîsa xera bû
16:19 Ajokarê TIR’ê yê di bin bar de ma jiyana xwe ji dest da
16:17 Xelkê Fîskayayê li dijî hilweşandinê civiyan
15:21 Rapora ÎHD’ê ya maşîneyên zirxî: 22 jê zarok 42 kesan jiyana xwe ji dest dane
15:12 Keskîn a ku polisan tundî lê kiribû: Em ê serî netewînin
15:11 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
15:08 Ferît Şenyaşar: Divê doz ne li me li kesên komkujî pêk anîne were vekirin
14:28 Li Elkê 8 kes hatin binçavkirin
13:40 Daxwaza girtina bersûcê îstîsmara zayendî hat redkirin
13:35 Ji mutehîtan biryara boykotê: Lêkirina avahiyan rawestiya
13:35 Li Wanê 3 kes hatin binçavkirin
13:17 Îranê herêmên Biradost û Balekayetî bombebaran kir
12:41 Li Licê gengeşiya DEDAŞ'ê
12:10 Ji ber nexweşiya hebxuriyan 15 rojan têketina sewalan a Dihê hat qedexekirin
12:05 Hunermendê gelê xwe: Yilmaz Guney
11:52 Dosyeya Ayla Akat Ata bi dosyeya Kobanê re kirin yek
10:58 Dayikên Aştiyê: Her kesê xwedî wijdan dive xwedî li edaletê derkeve
10:33 Li Emîne Şenyaşar a ku li edaletê digere doz hat vekirin!
10:30 Li Çiyayê Gabarê operasyona eskerî hat destpêkirin
10:10 Bavê ku çavê wî nabînin 3 sal in nikare biçe hevdîtina kurê xwe
09:23 Piştî sê salan doz li du HDP’iyan hat vekirin
09:17 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 287'emîn de dewam dike
09:02 Şaredariya AKP’î îhaleya 21 mîlyonî da fîrmaya serokê xwe
09:02 Di konên rêxistinên sivîl de her roj 200 kes derzî dibin
09:01 Cihê bazarê ji kurdan girt, da xizmên xwe
09:01 Şeniyên taxa ku Mîroglu lê hat qetilkirin: Giliyên me hatin paşguhkirin
09:00 Çîroka penaberî û zarokatiyê: Amara Dwla
09:00 Prof.Dr. Ozgen: Polîtîkayên bêrehm ên dewletan li ser xetên sînor didomin
09:00 Li Girtîgeha Bandirmayê zext zêde dibin
09:00 Welatiyên Amedê: Em li kuçeyên xwe maşîneyên zirxî naxwazin
09:00 ROJEVA 09'Ê ÎLONA 2021'AN
08/09/2021
19:41 Malbata Mîraç Mîroglu îfade da
16:56 Muzîkjenê kurd Guçmen hat berdan
15:45 Jinên Şirnexî bang li jinên cîhanê kirin: Li cem Emîne Şenyaşarê bin
15:41 Li Cudî şewat derket
15:33 Şandeya CHP’ê ya ku serdana Kurdistana Federe kiribû: Diyalog dikare çareseriyê bîne
14:42 Karkerên tenduristiyê ne 'razandina zêde' 'razandina heq' xwestin
13:23 Wezîrê rûs dema tetbîqatê jiyana xwe ji dest da
12:27 Malbata Şenyaşar: Ka em ê bibînin deriyê edaletê ye yan deriyê zilmê ye
12:13 Malbatên parastvanên mafên mirovan PDK'ê şermezar kirin
12:04 Wê Waliyê Edîrneyê bi penaberên ku avêtibûn Merîçê re hevdîtin bike
11:23 NÇM’ê ji bo serdema nû deriyên kargehên muzîkê vekir
11:13 Dayika Aştiyê Ozer jiyana xwe ji dest da
11:10 Li Meksîkayê qanûna kurtajê li dijî Destûra Bingehîn hat dîtin
11:05 Li Nisêbînê du gund xistin bin karantînayê
10:29 ‘Li dijî dagikeriyê pêwistî bi yekrêziya hêzên Kurdistanê heye’
10:28 Berteke hezexiyan a ji bo berdana kujerê Mîraç: Kujer hat xelatkirin
09:16 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 286'emîn de dewam dike
09:10 Bi hinceta cezayên rabûne berdana girtî Dag tê astengkirin
09:01 Xwendekarên Arî-Der’ê wê bi kurdî ferî îngilîzî bibin
09:01 Polisê bû sedema mirina Mîraç li ser kar e
09:01 Girtiyên nexweş di rewşeke ku nikarin bên tedawîkirin de tên berdan
09:01 Karkerên Înşaatê: Ne sedeqe mafê xwe dixwazin
09:01 Ekolojîst Karasû: Heke em nebin hevpar em ê tev winda bikin
09:01 Ji ARSÎSA’yê banga qeydên qursên kurdî
09:00 ROJEVA 8'Ê ÎLONA 2021'AN
07/09/2021
20:52 274 kesên din bi koronayê jiyana xwe ji dest dan
17:24 Ji bo nûçegîhanê me Karataş ceza hat xwestin
16:14 Serdozger dîmenên komkujiya Konyayê neda parêzer!
16:13 Ji 3 endamên RJAK’ê 2 jê hatin berdan
15:56 Li Wanê çalakî û şahî tenê ji AKP’ê re serbest in!
15:40 Du zarok ketin qenala avê: Yek mir, yek jî winda ye
15:32 Li Çewligê du jinan întîhar kir
14:57 Li Mêrsîn û Mereşê 3 kes hatin binçavkirin