Doza parêzerên Ocalan dest pê kir: Ev doz komplo ye

  • rojane
  • 13:36 14 Îlon 2021
  • |
img

STENBOL - Danişîna yekemîn a doza ku bi hinceta "endamtiya rêxistinê” ya li parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat vekirin dest pê kir. Parêzeran ev doz wekî "komplo û fenûfût” pênase kirin.

Rûniştina ewil a doza derbarê parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Rêzan Sarica, Alî Maden, Baran Dogan, Cengîz Yureklî, Înan Akmeşe, Mahmût Taşçi û Mehmet Selîm Okçûoglû de bi îdîaya "endamê rêxistinê ne” hat vekirin de li 33’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya li Çaglayana Stenbolê tê lidarxistin. Parêzerên tên darizandin û Hevseroka Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Îlknur Alcan û gelek parêzer beşdarî danişînê bûn. 
 
Danişînê bi tespîta nasnameyan dest pê kir. Parêzerê mudafî Ercan Kanar destnîşan kir ku parêzer pîşeya xwe dikin û ji ber vê yekê doza ku hatiye vekirin ne hiqûqî ye. Kanar xwest ku darizandin ji Wezareta Dadê bê pirsîn. Lê belê dadgehê ev daxwaz red kir. 
 
HEVDÎTIN HIQÛQÎ NE 
 
Dûvre, ji parêzerên Ocalan, Ali Maden mafê axaftinê wergirt. Maden diyar kir ku ew ji ber îdiayên bi heman rengî hatiye darizandin û hatiye doz hatiye betalkirin. Maden destnîşan kir ku hevdîtinên wî û Ocalan qanûnî ne û got: "Di hevdîtinê de, me armanc nekir ku em notan bigirin an wan bibin kanalên cihêreng. Karekî bibe sûc tune. Di derbarê tawanbarkirina Komîteya Rêberiyê de ez dixwazim vê bipirsim; Sûcdariyek wiha heye, lê haya min ji pêkhatineke bi vî rengî nîne.” 
 
HAYA DEWLETÊ JÊ HEYE 
 
Parêzerê Maden, Îbrahîm Bîlmez parastina miwekîlê xwe kir. Bîlmez da zanîn ku miwekîlê wî ji ber xebatên xwe yên meslekî tê darizandin û hevdîtinên hatine kirin bi destûr û agahiya dewlet3e hatine kirin û ev hevdîtin jî nabin sûc û darizandn nehiqûqî ye. 
 
DOZEK KOMPLO YE 
 
Ji parêzerên Ocalan, Cengîz Yureklî, bertek nîşanî feraseta "qaşo parêzer" a di dosyayê de li dijî wan tê bikaranîn da. Yureklî dozê wekî "komplo û fenûfût” bi nav kir. Yureklî bal kişand ser tevî ku di lêpirsînê de biryara nepenîtiyê hebû û dosya bêyî ku ji aliyê dadgehê ve bê qebûlkirin ji çapemeniya alîgirê desthilatdariyê re hatiye şandin û wiha got: “Ji vir diyar e ku komplo û fenûfût heye. Wekî din, polîs û dozgerên ku lêpirsîn dan destpêkirin û birêve birin jî ji FETO’yê hatin girtin. Em ji hevdîtinên ku me bi miwekîlê xwe re kiriye, tên darizandin. Tevî ku ez nûnerê qanûnî yê Ocalan im jî lê heta îro derfeta hevdîtina min çênebûye. Lê belê, hewlek heye ku hêmanek sûcdar hilberînin.” 
 
‘SÛCÊ ESIL ASTENGKIRINA HEVDÎTINA MIN Û OCALAN E’ 
 
Yureklî diyar kir ku wî tu carî bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtin nekiriye û got: "Ya ku divê were nîqaş kirin ev e. Ji ber vê yekê ev nayê zanîn? Derbarê vekirina dozê ya derbarê vî sûcî de fikrên we hene? Tişta ku dosye jê hatiye honandin ev in. Ji bo îdianame vala nemîne bi daxuyaniyên çapemeniyê hatiye dagirtin. Daxuyaniya çapemeniyê ya ku ez di 27’ê Tîrmeha 2011’an de beşdar bûm wekî sûc hatiye hesibandin. Ji bo dosye tije bibe ev daxuyanî têde hatine bicihkirin. Di vê daxuyaniya çapemeniyê de sûc tune. Ji ber ku tecrîda li Îmraliyê hatiye kirin sûc hatiye dîtin. Tawanbarek din a berbiçav jî ew e ku me Îmraliyê şibandiye Girtîgeha Guatemalayê. Ev gotin ji ber ku sepanên her du girtîgehan dişibin hev hatiye gotin.” 
 
Yureklî destnîşan kirin ku astengkirina hevdîtina tecrîd e û wiha got: “Qeydên tape hene. Ev jî hevdîtina malbat û parêzeran e. Hevdîtina telefonekê bi Dîlek Ocalan re hatiye kirin. Di vê hevdîtinê de tê gotin ku wê cilan bişîne Îmraliyê. Ev jî sûc hatiye dîtin.” 
 
DOZGER Û POLÎS ENDAMÊ FETO DERKETINE 
 
Li aliyê din parêzerê mudafî Ozgur Erol bertek nîşanî feraseta "qaşo parêzer" a di îdianameyê de da hatiye bicihkirin da û wiha got: "Em wekî parêzerên ku jê re ‘qaşo parêzer’ tê gotin li vir in.” Erol li dijî hemû sûcdariyên "Komîteya Rêbertiyê" û "xizmeta kurye" derket û got polîsê bi navê Omer Kose yê ji bo lêpirsînê destûr xwestiye ji FETO’yê hikum xwariye. Erol diyar kir ku dozger Adem Ozcan ê ku lêpirsînê birêve biriye jî ji ber lêpirsîna FETO’yê ji wezîfeyê hatiyegirtin. Erol got lêpirsîn bi salan berê hatiye destpêkirin lê hêj nû veguheriye dozê. 
 
Pişt re şandeya dadgehê navber da danişînê. 
 

Sernavên din

14/09/2021
15:29 DMME’yê derbarê Bakirhan de biryara binpêkirinê da
15:23 Danişîna Meryem Soylû hat taloqkirin
15:16 Daxwaza girtina kujerê Recep Hantaş hat redkirin
14:51 Polîsan mudaxileyî endamên Weqfa Fûrqanê kirin
14:51 Doza Rojbîn Çetîn hat taloqkirin
14:41 Eskeran darên li derdora xwe şewitandin
14:21 Rêxistinên ekolojiyê ber bi Dersimê ve dikevin rê
14:18 Ji bo lêpirsîna lêgerîna tazî biryara dozvenekirinê hat dayîn
14:05 ÎHD’ê bertek nîşanî deqkirina malbata kurdên elewî da
13:51 Ferdên malbata Gurdegîr bi lêdanê hatin binçavkirin
13:36 Doza parêzerên Ocalan dest pê kir: Ev doz komplo ye
12:58 Li Qoserê 9 gund xistin karantînayê
12:58 Midurê Giştî yê TCDD’ê Atîk îstîfa kir
12:42 Li Pîranê 2 kes hatin girtin
12:41 Berxwedana ku sînor bê wate kir: Kobanê û Pirsûs
11:42 Dozger xwest rojnamevan Roza Metîna were cezakirin
11:38 Parêzer ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
10:27 ‘Îqtidar girtiyên nexweş rehîne dibîne’
10:01 Şewata li Licê bi hewldana welatiyan hat vemirandin
09:04 'Divê demildest lêpirsîna helîkopterê bê temamkirin û doz bê vekirin'
09:03 Ji ber hişkesaliyê dest bi firotina sewalên xwe kirin
09:03 Berxwedana li dijî pişaftin û çanda populer: Dengbêjî
09:02 Du lêpirsînên din derbarê qeyûmên berê yê Mêrdînê Yaman de hatin destpêkirin
09:01 Li Cizîr û Sîlopyayê berhevkirina pembû dest pê kir
09:00 ROJEVA 14'Ê ÎLONA 2021'AN
13/09/2021
21:44 Di encama bombebaranê de li Pulurê şewata daristanê derket
20:16 Li Sêrtê meş: Em ê bi berxwedanê bi serkevin
19:53 34 rêxistinên ekolojiyê diçin Dersimê
17:24 Li Licê şewat derket û ber bi gundan ve belav dibe
17:07 Baroya Amedê: Em ê li ber neheqiyan serî netewînin
16:11 Li Sêrtê mirina bi guman a jinekê
15:47 Baroya Wanê û OHD’ê bertek nîşanî lêgerîna tazî da
14:23 Berdevka TJA'yê Gokkan dîsa nehat berdan
14:08 Gefa lêpirsîna stranên kurdî û govendê li girtiyan hatiye xwarin
13:35 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê carek din serlêdan kirin
13:10 Ciwanên HDP’ê li dijî dejenerebûnê xelkê taxan agahdar kirin
12:41 Li Rihayê xebatkarek tenduristiyê întîhar kir
12:07 Di doza Gokkan de polîsan êrişî parêzer û beşdaran kir
11:59 Meclîsa Partiyê ya HDP'ê: Em bi têkoşînek hevpar li dijî tecrîdê rabin
11:35 Li Şapatanê ji ber gulebarana qereqolê şewat derket
11:27 Malbata Şenyaşar bang li baroyan kir: Ev doza her kesî ye
11:02 Li Geliyê Zîlan mirina masiyan zêde dibe
10:45 Li Çiyayê Cûdî darên behîv û kezwanan tên birîn
10:06 Li Medreseya Zincîriye girtina wêne û lixwekirina cilan hatin sînordarkirin
09:00 Malbata ku li ser deriyê wan ‘Kurdê elewî bicihime’ hat nivîsandin bi fikar e
09:00 Koordînatora CÎSST’ê: Em bersiva serlêdanên ji bo girtiyên nexweş nagirin
09:00 Li Semsûrê hişyariya hişkesaliyê: Ava bendavê vedikêşe, ya vexwarinê bidorê tê dayîn
09:00 ROJEVA 13'Ê ÎLONA 2021'AN
12/09/2021
19:37 Li Pîranê piştî operasyonê agir bi daristanê ket
17:12 Tedawiya Esmer Tûnç a binexweşiya KOAH'ê didome
17:10 Li ber Girtîgeha Bakirkoyê çalakî: Em tecrîdê qebûl nakin
16:45 BES'ê serdana HDP'ê kir
16:43 Jinan ji bo tevlîbûna danişîna Gokkan bang kirin
15:54 Çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan bi dawî bû
15:54 Li pêş Girtîgeha Amedê bang kirin: 12'ê Îlonê didome
15:44 41'emîn salvegera Darbeya 12'ê Îlonê: Zilm jî berxwedan jî didome
15:10 Artêşa Tirk Şêladizê bombebaran kir
14:01 Li kuçeyan kampanya "Em mibtelayê bişikînin" hat vegotin
13:17 Ji ÎSÎG'ê rapora pandemiyê: Di 18 mehan de herî kêm hezar û 209 karker jiyana xwe ji dest dan
13:07 Meclisa Jinê ya HDP'ê: Em tev bi hev re jiyana nû ava bikin
13:06 Leşkerekî jiyana xwe ji dest da
12:10 Bi hinceta 'berzkirina dûrişmeyê' ceza li Tûncel û Akdenîz hat birîn
11:56 HDP: Mekanîka Darbeyê bi neçareserkirina pirsgirêka kurd didome
11:42 Malbata Şenyaşar: Desthilata we mehkûmê têkçûnê ye
11:32 Rêveberê ÎHD'ê hat binçavkirin
11:30 Greva birçîbûnê ket roja 290'î
11:14 Derbarê avêtina penaberan a Merîçê de lêpirsîn hat destpêkirin
10:42 Serokê Rêya Ronahiyê Abimael Guzman jiyana xwe ji dest da
10:14 Tûrnûvaya Ozan Yildiz bi dawî bû
09:14 Li Sûka Kemeralti ya Dîrokî di salekê de 250 dikandaran îflas kirin
09:13 TJA amadekariya hevdîtina 'Em ber bi azadiyê ve dimeşin' dike
09:12 Ekolojîst Tanış: Şewat û talankirinê ji xwezaya Kurdan re rewa dibînin
09:11 Keça girtiyê nexweş Kirtay: Li mala me rewşa şînê heye
09:02 Bi ‘qawîşên edlî’ girtiyan tehdît dikin
09:01 Demîr Çelîk: Ji bo çareseriyê divê pêşiya Ocalan bê vekirin
09:00 ROJEVA 12'Ê ÎLONA 2021'AN
08:50 Li Mêrdînê şeva dengbêjan
11/09/2021
19:12 Li ser deriyê malbatek Kurd nivîsa nijadperest
16:42 Esmer Tûnç rakirin nexweşxaneyê
16:26 Komîteya Zîndanan bang li girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de kir
15:57 Îşkence li girtiyê nexweş Polat kirin
15:33 Ji bo girtiyên nexweşên giran Kiliç û Bîlîcî banga berdanê hat kirin
14:52 Wê li Sêrtê şahiya ‘Dema Azadiyê’ were lidarxistin
14:27 Li Enqereyê Hevseroka HDP’ê hat revandin: Tu yê çavê xwe li Cerablûsê vekî
14:21 ‘Ocalan dengê azadî û çareseriyê ye’
14:06 Li 9 gundên qedexe lê hat ragihandin şewat derket
13:46 Li çoltera Hawêlê agir bi daristanê ket
13:45 Xizmên Windayan: Divê edalet pêk were û şîna me bi dawî bibe
13:44 Dayikên Şemiyê: Darbeya 12’ê Îlonê ku şerma dîrokê ye berdewam dike
12:42 Li Îdlîbê 2 esker hatin kuştin
12:03 Malbata Şenyaşar: Helbet wê ev zilm li cihekî bisekine
11:56 Ava bendavê kêm bû û hestî derketin
11:46 Endamên Meclîsa HDP civiyan: Rêxistinkirina gel şert e
11:33 Duh li dijî 12’ê Îlonê îro jî li dijî tecrîdê li ber xwe dide
11:18 TJA’yê ji bo Ayşe Gokkan banga piştevaniyê kir
10:06 Rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ dan Aysel Tûglûk
09:52 Parêzerê doza helîkopterê: Dixwazin bi dirêjkirina demê delîlan reş bikin
09:52 Li Qoserê 200 dar kirin qurbana asfaltê
09:13 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 289'emîn de dewam dike
09:11 Birayê Servet Tûrgût: Ji ber ku em Kurd in ev zilm û neheqî li me dibe