Xwe wek endamên MÎT’ê dan nasîn û sîxuriyê li HDP’iyan ferz kirin

  • rojane
  • 11:54 23 Îlon 2021
  • |
img
ÊLIH - Kesên ku xwe wek endamên MÎT’ê dan nasîn bi gefan sîxuriyê li xebatkarê HDP’ê Yaşar Yalçin û endama Meclîsa Şaredariya Êlihê Sebahat Acar ferz kirin. 
 
Hat zanîn kul i Êlihê kesên ku xwe wek endamên Teşkîlata Îstîxbaratê ya Millî (MÎT) dan nasîn, sîxuriyê li xebatkarê HDP’a Êlihê Yaşar Yalçin û Endama Meclîsa Şaredariya Êlihê Sebahat Acar ferz kirin. Yalçin û Acar qala gefxwarinê û lêferzkirina sîxuriya li hember xwe kirin. 
 
GELO CIHÊ HEVDÎTINA WAN LI HEMBERÎ BATMANPARK AVM’Ê YE?
 
Xebatkarê HDP’ê Yaşar Yalçin da zanîn ku roja 9’ê îlonê kesek bi telefonê lê geriyaye, bi kurmancî axivî ye û gotiye navê wî ‘Baran’ e û xwestiye ku li çayxaneya li hember Batmanpark AVM’ê pê re hevdîtin bike. 
 
GOTIYE KU EW BI MÎT’Ê RE DIXEBITE 
 
Yalçin anî ziman ku ew wî kesî nas nake û çûye cihê ku wî xwestiye û wiha got: “Dema min li wir dît, gazî min kir. Got ku navê wî Baran e. Temenê wî derdora 55 salî bû û rîyê wî hebû. Pişt re em rûniştin. Min jê pirsî ku kî ye û çima bi min re hevdîtin dike. Got ‘navê min Baran e, ez li ser navê MÎT’ê dixebitim’. Dema min vê bihîst ez metel mam.” 
 
Yalçin diyar kir ku wî kesî jê xwestiye ku derbarê HDP’ê û li girtîgehan kî alîkariyê dide girtiyan vê yekê hîn bibe û di van mijaran de sîxuriyê lê ferz kiriye. 
Yalçin destnîşan kir ku dema ew hêj diaxivîn ferq kiriye ku kesek jî çavdêriya wan dike û wiha got: “Pirsa HDP’ê kir. Got ‘HDP çi xebatan dike û çawa dike?’ Girtîgeha pirsî. Xwest ez di van mijaran de ji wan re bibim alîkar. Min jê re got carek din li min negerin û aciz nekin. Berevajî vê yekê ez ê giliyê web ikim. Li ser vê yekê carek din li min negeriya.” 
 
PIŞTÎ YALÇIN VÊ CARÊ LI ACAR GERIYAN 
 
Endama Meclîsa Şaredariya Êlihê Sebahat Acar jî anî ziman ku roja 15’ê îlonê li ser WhatsAppê kesek bi navê “Bahtiyar” lê geriyeya û xwe wek endamê MÎT’ê daye nasîn. 
 
Acar destnîşan kir ku vî kesî jê xwestiye bi hev re çayê vexwin û xwestiye bi tena serê xwe pê re hevdîtin bike. Acar got: “Min got ez bi tenê nayêm hevdîtinê. Got ‘ez ji bo ewlehiya te dibêjim’. Min got ez bêparêzer hevdîtinê nakim. Got ‘tiştên ku divê kes nizanibe hene, em bi tenê hev bibînin’. Min qebûl nekir û telefonê girt.” 
 
‘DÎT KU EZ HEVDÎTINÊ RED DIKIM DEST BI GEFAN KIR’ 
 
Acar da zanîn ku di 16 û 17’ê îlonê de bi heman nimreyê dîsa lê geriyan e û wiha got: “Min di her du gerandinan de jî bertek nîşan da. Li ser vê yekê gef li min xwar û zorê da min ku hevdîtinê bikim. Sê rojan li ser hev peyamên şand û gef li min xwar. Dixwest li çayxaneya li hember Batmanpark AVM’ê em rûnin. Dixwest agahiyên biçûk biçûk bidim wan.” 
 
Acar anî ziman ku tiştên hatine serê wê bi Hevşaredarên Êlihê Songul Korkmaz û Mehmet Demîr ên qeyûm tayînî şûna wan hatine kirin û parêzerê xwe re parve kiriye û dema ew diçû cem parêzerê xwe heman kesî dîsa lêgeriyaye û got: “Min jê re got ez diçim cem parêzerê xwe û min got tu dixwazî çi biaxivî were li cem parêzer em biaxivin. Wî jî got ‘tu dilikî bûyî, ez ê van hemû eşkere bikim’. Bi vî awayî gefê li min xwar. Min jî jê re got heke tu eşkere nekî nemerdî. Tişta ku dixwest bi dest nexist. Got wê biçe Mêrdînê. Herî dawî bi gefa ku wê dosyeya min Rêxistina HDP’ê ya Bajêr li min xwar. Dît ku bi van gefan encamê bi dest naxe, pişt re qet li min negeriya. Min wêneyê ekrana wan peyamên wî girtin. Hin peyamên wî hêj disekinin.” 
 
Acar destnîşan kir ku wê li hember van gef û lêferzkirina sîxuriyê paş ve gav neavêtiye û ew ê van kesan her teşhîr bike, wê li hember darazê hesab bidin û mafê tu kesî nîne aramiya wan xera bikin. 
 

Sernavên din

28/09/2021
09:04 Peyama amediyan ji bo Erdogan: Meseleya kurdî heye, muxatab jî Ocalan e
09:03 Li girtîgehê pençeşêr lê peyde bû, ji bo wî nebin nexweşxaneyê xistin hucreyê
09:03 'Di şert û mercên Rewşa Awarte de tiryak bi rihetî tê firotin'
09:00 ROJEVA 28'Ê ÎLONA 2021'AN
27/09/2021
20:53 206 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:54 Rojnamevan Aykol: Dora gavavêtinê ya Tifaqa Millet e
16:41 Karkerê ceyranê girt jiyana xwe ji dest da
16:34 Acar li ser gora xwe hat bibîranîn
16:06 'Tirkiye avê weke çeka şer bi kar tîne'
16:06 Hîndekarên Bogazîçiyê 178 roj in nobetê digirin
16:06 15 meh cezayê hefsê li parêzer Nûrcan Kaya hat birîn
15:56 Wezareta Dadê ku ceza taloq bike dê girtiyê nexweş were berdan
13:17 Di hevdîtina Soçiyê de li ser masê çi heye?
12:16 Malbata Şenyaşar: Bila qanûn werin pêkanîn
12:16 Şandeya HDP'ê li Silêmaniyê serdanan dike
11:48 Gokkan bi peyamekê spasiya kesên beşdarî şîna dayika wê bûn kir
11:23 HDP ‘Deklarasyona Banga Demokrasî, Edalet û Aştî' eşkere kir: Em ji têkoşîn û reveberiya hevpar re amade ne
10:57 Yuce: Di Pirsgirêka Kurd de muxatab qadên têkoşîna civakî ne
10:27 Sirri Sakik: Gotinên xweş têrê nakin, pêwîstî bi gavên şênber heye
10:10 Gotin ‘gihîşt malbata xwe’ lê cezayê muebetê lê hat birîn
09:00 Kanar: Divê Konseya Ewropa ambargoya li ser Tirkiyeyê bike rojeva xwe
09:00 Xelkê Rihayê ji ber krîza aborî bêzar bûye
09:00 Dadgehê salek û 3 meh ceza da manşeta rojnameya Bildê
09:00 27 sal in girtî ye, nabihîze, nabîne û lingek wî astengdar e
09:00 Awirên Ceylanê 12 sal in li kujeran û edaletê digere…
09:00 ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2021'AN
26/09/2021
21:19 Konferansa Rêveberiyên Xwecihî ya Demokratîk a HDP'ê bi dawî bû
21:06 Ciwanên HDP'ê li dijî tiryakê xelkê agahdar kirin
20:21 Ji ber Kovîd-19'ê 228 kesên din mirin
20:13 Di hilbijartina Elmanyayê de SPD li pêş e
19:04 Yek ji lîderên EGRF’ê Xalida Jarrar hat berdan
15:12 Li Tahranê girtiyek Kurd bi îşkenceyê hat qetilkirin
14:24 Ji 12 salî heya 16 saliya xwe hat tecawizkirin
12:51 Sancar: Em dixwazin hemû pirsgirêkên Tirkiyê çareser bikin
12:05 Di êrişa DAIŞ'ê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:57 Ahmet Turk: Mûxatap gelê Kurd û aktorên wê ne
11:09 Malbata Şenyaşar: Edalet tenê di lewhê de cih digire
10:56 Konferansa Rêveberiyên Herêmî ya HDP’ê dest pê kir
10:28 Li Girtîgeha Maltepeyê 3 girtî bi vîrûsa koronayê ketin
09:30 Nobedarê Miduriyeta Polîsan jinek qetil kir
09:01 Beriya hevdîtina Soçiyê amadekarî: Salvoyê Qirimê
09:01 Elîaçik: Erdogan dixwaze bi Erbaş, rayan zêde bike
09:00 Xwendekarên 'bêstare': Madem hûn nikarin çareser bikin, ji ser wan qoltixan rabin
09:00 Dê Ardanûç bi lewenteyê bê ser hemdê xwe
09:00 ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2021'Ê
25/09/2021
23:57 'Bi rêxistinbûyînê em ê karibin civaka xwe azad bikin'
17:17 Binbanê avahîyeke TOKÎ'yê hilweşiya
17:05 Ji Wezaretê parastina ‘Li Îmraliyê binpêkirin nînin’ hat pirsîn
16:49 Aydenîz: Mûxatabê çareseriyê Ocalan e
16:19 Di 2 salan de 63 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan
16:19 Şewata li Gabarê bi xwe vemirî
15:46 Li Tûşbayê lehî: Binesazî tune ye
15:45 ‘Eroglû yê 26 sal in winda ye li ku ye?’
15:33 Li girtîgehê di 28 salan de 5 caran mîda wî xwînîbû
15:17 Malbata ku 5 zarokên wan heye 8 meh in bêceyran e
14:50 Parêzerê malbata Dedeoglû Karabûlût: Dozger, peyamên watsappê ji me vedişêre
14:43 Li Amed û Êlihê, aqûbeta kesên hatin windakirin pirsîn
14:34 Babacan jî tevlî nîqaşa Pirsgirêka Kurd bû
14:28 Giliya ferzkirina sîxurtiyê kirin
14:08 Dayikên Şemiyê: Dagirkeriya li Galatasarayê bi dawî bikin
13:33 Rojhilatiyekî ku radestî MSO'yê hatibû kirin qeyda dengê xwe ji malbata xwe re şand
12:56 Hevdîtinên Rêveberiya Xweser ên bi Amerîkayê re dest pê kirin
12:50 Li Wanê ji ber barana zêde lehî rabû û mal û dikan di bin avê de man
12:25 Bûldan: Modela hevserokatiyê ji bo jinan destkeftiyek sedsalê ye
12:12 Îpekyuz tayînkirina tenê 3 mamosteyen kurdî bir rojeva meclisê
11:57 Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî ya HDP'ê dest pê kir
11:29 Kirkazak: Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ji Tirkiyeyê nexşerê dixwaze
11:10 Malbata Şenyaşar: Têkoşîna maf, hiqûq, edaletê mezin dibe
10:45 Jina ku têkoşîna xizanî û ekolojiyê kiriye yek: Wangari Maathai
10:17 Tirkiye bi Firatê aramiya Sûriyeyê hedef digire!
10:12 Jin wê biryara red a Şûreya Dewletê îtîraz bikin
09:45 Li gundê Erzanixê yê Hezexê şewat derket
09:29 Di dema birîna daran de eskerek mir
09:05 ‘Îqtidar li ber xetereya tiryakê xwe li bêdengiyeke teşwîqkar daniye'
09:00 Dê biryara AYM'ê ya derbarê Ozgur Gundemê de bişînin DMME'yê
09:00 'Pereyê di berîka me de her roj dihele'
09:00 Esker û cerdevan ji wargeha xwendekaran dernakevin
09:00 Ekolojîst Işikli: Ji bo xweza zû bê talankirin, raporên ÇED'ê nadin
09:00 Mehmet Ocalan: Rêya çareseriyê di Îmralî û meclîsê re derbas dibe
09:00 Salek e li benda cenazeyên zarokên xwe ne
09:00 ROJEVA 25'Ê ÎLONA 2021'AN
24/09/2021
22:50 HDP'iyên li Kadikoyê kom bûn: Xizanî ne qeder e
20:39 27 hezar û 197 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin, 221 kesên din jî mirin
19:44 Bûrhan Sonmez bû serokê PEN Internationalê
18:15 Li Şirnexê girtiyek sewqî Rîzeyê kirin
16:12 200 parêzer di Nobeta Edaletê de ne: Daxwaza malbata Şenyaşar daxwaza me ye
15:43 Dayikên Aştiyê: Em li dijî dagirkeriyê bibin yek
15:03 Dadgehê giliyê Tosûn kir
14:12 Malbata Denîz Poyraz giliya kesên alîkarî dane kujerê keça wan kir
13:44 'Ji bo jiyan û ekolojiyê bikeve tevgerê'
13:34 Roja 200’emîn a Nobeta Edaletê: Dest danîn ser pankartê
13:04 Gunay: Divê rola Ocalan ji nedîtî ve neyê
12:41 Dersa Jineolojiyê li dersên dibistana amadehiyê zêde kirin
12:40 Li Mêrdînê di qezaya trafîkê de 2 kes mirin
12:40 Ji girtiyê ji sedî 98 astengdar Guven agahî nayê girtin
12:09 Li dijî talankirina daran biryara çalakiyê girtin
11:34 Malbata Şenyaşar 200 roj in li benda edaletê ye
10:04 Dixwaze herî dawî gundê xwe bibîne
09:51 Li Manavgatê agir bi daristanê ket
09:05 CÎSST: Karbidestiya darazê ket destê îdareyên girtîgehan