Tevî temînata dan DMME'yê jî, dosya girtin

  • rojane
  • 09:35 7 Cotmeh 2021
  • |
img

WAN - 18 sal berê eskeran li Çardêranê welatiyê bi navê Zahîr Yilmaz kuştibûn. Tirkiyeyê ji bo jinûve darizandina 10 eskerên ku tiliya wan di kuştina Yilmaz de heye, teahûd da ber DMME'yê. Dadgeha herêmî guh li biryarê nekir û dosyeyê girt. 

Di 1'ê Cotmeha 2003'yan de li nêzî gundê Qaşim ê li sînorê Çardêran a Wanê û Îranê, eskeran bi îdiaya ku bazirganiya sînor kiriye Zahîr Yilmazê 14 salî kuştibûn. Dosyeya Yilmaz 18 sal in bi dawî nebûye. Tirkiye, ji bo jinûve darizandina 10 eskerên ku tiliya wan di kuştina Yilmaz de heye, teahud da ber Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û diyar kir ku jinûve darizandina eskeran pêkan e. Lê dadgeha herêmî guh li vê biryarê nekir. 
 
ESKER BERAET KIRIN
 
Piştî bûyerê parêzerên malbata Yilmaz giliyê eskerên qereqolê kiribûn. Piştî vê bi sûcê "kuştina bi qesdî" derbarê 10 eskeran de lêpirsîn hatibû destpêkirin. Piştî qebûlkirina îdianameyê, darizandina eskeran li Dadgeha Cezayê Giran a Erdîşê dest pê kiribû û di dawiya darizandinê de hemû esker beraet kiribûn. Parêzeran ji bo temyîzê serî li Dadgeha Bilind dabûn, lê dadgehê serlêdana wan qebûl nekiribû û dosye bi bêcezatiyê bi dawî bûbû. 
 
JINÛVE DARIZANDIN
 
Piştî ku rêyên hiqûqa navxweyî xitimîbûn, malbatê bi rêya parêzerên xwe serî li DMM'yê dabûn. Piştî darizandin dest pê kiribû Tirkiyeyê jî di 14'ê Kanûna 2020'î de parastin ji DMME'yê re şandibû. Tirkiye di parastinê de destnîşan kiribû ku jinûve darizandina eskeran pêkan e. DMME'yê jî di 1'ê Tîrmeha 2021'ê de biryara xwe ya ji bo vê teahûda Tirkiyeyê da. DMME'yê di biryara xwe de ragihand ku hikûmeta Tirkiyeyê di çarçoveya îctihadan de binpêkirina mafên serlêdêran qebûl kiriye û destnîşan kiriye ku dê esker ji nû ve bên darizandin û pêşniyar kiriye ku zirara maddî û manewî çi be dê bide.
 
DADGEHA HERÊMÎ GUH LI BIRYARÊ NEKIR
 
Her wiha DMME'yê destnîşan kir ku heger hikûmet li gor şert û mercan tevnegere, dê serlêdan cardin daxilî nav lîsteya dozê bê kirin.
 
Piştî vê biryarê parêzer Mûrat Tîmûr di 7'ê Tîrmeha 2021'ê de serî li Dadgeha Cezayê Giran a Erdîşê da û xwest eskerên beraet kirin cardin bên darizandin. Dadgehê jî parastina Tirkiyeyê ya ji DMME'yê re hat şandin, wekî hinceta jinûve darizandinê esas negirt û daxwaza jinûve darizandinê red kir. Piştî vê parêzer Tîmûr serî li Dadgeha Cezayê Giran a 3'yan a Wanê da. Dadgeha Cezayê Giran a 3'yan jî bêyî hincet diyar kir ku biryara Dadgeha Cezayê Giran a Erdîşê di cî de ye û guh li teahuda Tirkiyeyê ya da ber DMME'yê nekir. 
 
'BÊHIQÛQÎTÎ TÊ KIRIN'
 
Parêzer Mûrat Tîmûr, biryarê nirxand. Tîmûr, anî ziman ku ji sala 2000'î û vir ve li sînor bi sedan kes bi îdiaya "qaçaxçîtiyê" hatine kuştin. Tîmûr, destnîşan kir ku piraniya lêpirsînên derbarê van mirinan de hatine girtin û got: "Çend dozên derbarê peywirdarên cemaweriyê de jî, hatine beraetkirin. Mirov gava li van dosyeyan mêze dike dibîne ku hemû bûyerên kuştinê yên li sînor, bi polîtîkaya bêcezatiyê bi dawî dibin. Ev nêzîkatî jî, kirinên peywirdarên cemaweriyê yên li sînor zêdetir dikin û dibe sedem ku ev kes bi kêfî tevbigerin û bêhiqûqîtiyê bikin." 
 
DÊ CARDIN SERÎ LI DMME'YÊ BIDIN
 
Tîmûr, bilêv kir ku mirov dikare neqebûlkirina vê biryarê ya ji aliyê dadgehên herêmî ve, bi du awayan rave bike. Tîmûr, got: "Ev dadgeh an bi wesfa biryarên DMME'yê nizanin an jî wisa difikirin ku tu zarûriyeke biryarên DMME'yê tune ye. Di her du îhtimalan de jî tê dîtin ku dadger bi awayekî kêfî biryara darazê pêk naynin." 
 
Tîmûr, destnîşan kir ku malbata Yilmaz 18 sal in di warê hiqûqê de têdikoşie û got: "Piştî vê biryarê û redkirina îtiraza me, li Tirkiyeyê pêvajoya hiqûqî ya vê dosyeyê temam bûye. Ji bo dosye cardin daxilî nav lîsteya dozê bê kirin, em ê serî li DMME'yê bidin." 
 
MA / Adnan Bîlen 

Sernavên din

11/10/2021
11:54 Serokwezîrê Iraqê Kazimî: Cîgirê Bexdadî hat girtin
11:53 Polîsan bi hêceta ‘cilên herêmî’ bi ser dawetê te girtin
11:32 Biryar hat dayîn ku milyonek tazmînat ji malbata Dînk re bê dayîn
11:25 Danişîna rojnameger Şahîn hat dîtin
09:00 Angaşta ku Tirkiye gaza bijehr bi kar tîne bihêz dibe: 548 kesan serî li nexweşxaneyê dan
09:00 Pirsgirêka wargehan veguherî firsendê: Wê qeyûm ji bo muftîtî û cemaetê wargeh çêbike
09:00 Ya faîlên wan 'ne diyar in' an jî mirina wan 'li gorî hiqûqê ye'
09:00 Gulên reş ên Xelfetiyê
09:00 Fatma Ocalan: Ji bo hatina aştiyê divê tecrîd bi dawî bibe
09:00 ROJEVA 11'Ê COTMEHA 2021'AN
10/10/2021
22:10 Wezareta Karên Hundir: Polisek jiyana xwe ji dest da û 3 polis jî birîndar in
20:46 Wê di nava 24 saetan de encama hilbijartinên Iraqê bên aşkerakirin
17:13 Li girtiyên li dijî lêgerîna tazî derket dan
16:55 Di bîranîna Komkujiya Garê de bi eskortiya polisan hewldana provakasyonê
16:34 'Bila 10'ê Cotmehê weke Roja Şîn û Bîranînê bê îlankirin'
16:16 Di 21 rojan de 4 jin hatin revandin
16:05 Ji HDP'ê daxuyaniya 10'ê Cotmehê: Kesên ku '400 parlamenterî' xwestin berpirsyar in
15:55 Li Îzmîrê jinek bi giranî hat birîndarkirin
15:12 Surucu ji bo îşkence komî 'Esat Oktay' bi bîr xist
15:03 Talabanî: Namzetê YNK'ê yê Serokkomariya Iraqê Berhem Salih e
14:37 Tê angaştkirin ku PDK'ê 3 hezar dengên sexte amade kiriye û gef li hilbijêran dixwe
14:18 Li Çiyayê Cudî şewat derket
13:28 Agahî ji rojnamegerê ıraqî nayê girtin
13:22 Qurbaniyên Komkujya 10'ê Cotmehê li ser gorên xwe hatin bibîranîn
12:30 Malbata Şenyaşar: Wê ev dewran wiha neçe
11:56 Li Şengalê dengdan hat rawestandin
10:46 Polisan mudaxaleyî kesên li ber Gara Enqerê kir
10:14 Li Konyayê jinek hat qetilkirin
09:52 Li Iraqê dengdanê dest pê kir
09:07 Parêzer Yamar: Armanca astengkirina berdanê şikandina vîna girtiyan e
09:06 Mirineke din a di binçavan de daxilî nav kiryar nediyaran dibe: Hemû kamera xerabe ne, zabitname tune ne
09:05 Dayika Hasret Tûtal a hat qetilkirin: Em ê bêdeng nemînin
09:05 Malbat sê car in ji Rojhilat tê, lê destvala vedigere!
09:00 Li Geverê 6 tax 5 roj in di bin dorpêça polisan de ne
09:00 ROJEVA 10'Ê COTMEHA 2021'Ê
09/10/2021
23:59 Li seranserê Ewropayê çalakiyên ji bo şermezarkirina komployê
22:01 Li 3 navçeyên Stenbolê panelên derbarê komployê de
17:43 Başaran: Armanca êrişên li ser Ocalan planên dagirkirina Kurdistanê ye
17:20 ‘Ji bo başbûn û kêmkirina êşê divê edalet pêk were’
16:37 Li Girtîgeha Rihayê îşkence li girtiyan hat kirin!
16:13 Peyamên hevpar ên şermezarkirina komployê: Komplo bi ser neket
15:47 Buroya Hiqûqê ya Asrin: Çareserî di azadiya Ocalan de ye
15:33 5 endamên HPG’ê bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dan
15:26 Jiyana girtiyê ku tedawiya wî dereng dikeve, di xetereyê de ye
15:22 Li Girtîgeha Şakranê zext li girtiyan tê kirin: Girtiyan xistine depoyê
15:13 Li naverasta cadeyek Hatayê tundî li jinekê hat kirin
14:54 Yerlîkaya: 8 hezar dixtor îstîfa kirine
14:54 Xizmên Windayan Veyselê 9 salî ji bîr nekirin
14:26 Gunay: Rejîma yek zilamî xwe bi tecrîdê xwedî dike
14:04 Zarokên Baskin ê 28 sal berê hat kuştin: Êdî bi êşê re rûbirû bibin
13:52 ‘Di navbera dewlet û DAIŞ’ê de peymanek veşartî heye’
13:44 Turkdogn û Keskîn: Divê li Tirkiyê rejîmek demokratîk were avakirin
13:12 Karkerê ji Kobanê hat girtin
11:55 Kongreya Asayî ya 20’emîn a ÎHD’ê dest pê kir
11:55 Ji bo girtiya nexweş Ayşe Ozdogan banga lezgîn
11:32 Gardiyanan dest danî ser lênûskên girtiyan
11:24 Girtî: Komplo têk çû, armanc azadiya Ocalan e
11:14 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 215’an de ye
11:13 Togrûl ê HDP’î: Divê PDK dev ji helwesta xwe ya bi fikar ber de
11:13 Cenazeyê li Sûrê hat dîtin dibe ku aydê Hakan Arslan be
10:52 Komkujiya Malbata Dedeogullari piştrast bû ku êrişek nijadperest e
10:05 Hêzên Amerîkayê dest bi vekişîna ji Iraqê kirin
10:01 Rojnamevan Koyluoglu: Piştî hilbijartina Iraqê dibe ku şer kûr bibe
09:38 Komplo di salvegera 23’yemîn de ye: Ocalan hemû destwerdanên siyasî pûç kir
09:01 Dawetên xwe li gorî çanda xwe dikin
09:01 Kampanya ciwanên HDP'î mezin dibe: Em hêviyê birêxistin dikin
09:00 'Heger hevdîtin bi Ocalan re bê kirin dê rêyên demokrasiyê vebin'
09:00 Jinên Pirsûsê tirşa hinaran çêdikin
09:00 '6 sal in êşa min netebitiye'
09:00 Qeyûmê Pirsûsê ji dêvla xizmetê bike, mal û milkên şaredariyê pay dike
09:00 Dêra hezar û 500 salî bi hilweşandinê re rûbirû maye
09:00 Biryara Leyla Guven: Strana kurdî ji ewlehiya girtîgehê re gef e
09:00 Dermanê kurmancî yê xwezayî: Nêrebend
09:00 ROJEVA 9'Ê COTMEHA 2021'AN
08/10/2021
21:45 Kampanyaya #FreedomForOcalanNow
18:24 Li wênegir Mehmet Ozer cezayê hefsê hat birîn
16:10 Doza ‘pergala hevserokatiyê’ hat taloqkirin
16:02 Di doza Leyla Aydemîr de hemû bersûcan beraet kir
15:59 Qurbaniyên Komkujiya Enqereyê li Stenbolê hatin bibîranîn
15:39 108 saziyan pişgirî da 300 karkeran
15:25 DEDAŞ’ê bi maşîneyên zirxî bi ser gundan de girt
15:11 Berpirsa Kovara Yuruyuşê Ersoy 28 roj in greva birçîbûnê de ye
14:55 Parêzeran daxwaza cihêkirina dosyeyên Gezî û çArşi kirin
14:36 OHD’ê ji ber sûcê cihekariyê giliyê Feyzîoglû kir
14:35 HDP’ê bi bêkaran re civiya: AKP’ê xelkê perîşan û birçî kiriye
14:31 Dayika Aştiyê ya tedawiya penceşêrê dibîne, 2 roj in di bin çavan de ye
13:48 Şandeya HDP’ê li Agiriyê got: Ne budçeya Qesrê, budçeya gel û demokratîk
13:47 Danişîna parêzera Ocalan Ûysal hat dîtin
13:08 NÇM’ê banga beşdariya şahiya salvegera 30’yemîn kir
13:03 Hevserokê HDP’ê yê Pirsûsê ku cezayê wî hatibû erêkirin hat girtin
11:48 Malbata Şenyaşar: Edalet li ku ye nediyar e!
11:34 Bedel: Em ê destûr nedin ku ‘Peymana Şengale’ bikeve meriyetê
11:30 Malbatan ji bo Îmraliyê cardin serlêdan kirin
11:02 HDP’ê starta ‘Hevdîtinên Budçeyê’ li Agiriyê da
10:52 Li Iraqê ‘dengdana taybet’ dest pê kir
10:39 Tecrîda li Îmraliyê birin DMME'yê
10:28 Li Êlihê 2 kes hatin binçavkirin
10:26 Salih Muslim: Kurd bi ser ketin, Tirkiye bi tenê ma
09:53 Hesen, behsa pêwendiyên xwe yên bi Ocalan re kir: Gotinên wî yeko yeko rast derketin
09:27 Li Rihayê jinek hat qetilkirin