Dayika Hasret Tûtal a hat qetilkirin: Em ê bêdeng nemînin

  • jin
  • 09:05 10 Cotmeh 2021
  • |
img
AMED - Hediye Tûtal, anî ziman ku gava cenazeyê keça xwe Hasret Tûtalê ya ji aliyê Bekîr Gulel ve hat qetilkirin şûştiye, li ser canê wê reşahî û dewsa derban hebûne û ji bo Gulel bi awayekî giran bê cezakirin çi ji destê wê bê dê bike. 
 
Hasret Tûtal piştî zanîngeh qezenc kir tevî 3 xwişkên xwe ji Amedê çû Rihayê. Tûtal, piştî kutakirina zanîngehê li Rihayê dest bi kar kir û 2 sal berê Bekîr Gulel nas kir. Tûtal, ji ber tahdeya lê hat kirin, di 7'ê Cotmehê de xwest dev ji Gulel berde. Lê belê Gulel, bi çekê Tûtal a 26 salî bi giranî birîndar kir. Piştî birîndarkirinê Tûtalê rakirin Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Mehmet Akîf Înanê, lê belê tevî hemû mudaxileyan jî Tûtalê jiyana xwe ji dest da. Gulel jî hat binçavkirin û paşê hat girtin. 
 
Dayik Hediye Tûtal ku ji bo cenazeyê keça xwe wergire ji Amedê çû Rihayê, anî ziman ku wê bi destê xwe cenazeyê keça xwe şûştiye û gava cenaze şûştiye li ser canê wê reşahî û dewsa derban hebûne. Dayik Tûtal, da zanîn ku li nav pişta keça wê û li serê wê dewsa qundaxên çekê hebûne û milên wê û zendên wê jî reş bûne û li paş stuyê wê jî dewsa guleyê çekê hebûye. Dayik Tûtal ji bo edaletê bang kir. 
 
GEF LÊ DIXWARIN
 
Xwişk Elanûr Gonca Tûtal Ozbey, anî ziman ku ew her sê xwişk li Rihayê zanîngeh xwendine û piştî kutakirina zanîngehê dest bi kar kirine. Tûtal, da zanîn ku xwişka wê û kujer Gulel li cihê kar hev du nas kirine û nêzî 2 salan hevalên hev bûne, lê Gulel di wî du salî de bi jineke din re zewiciye û paşê dev ji hevjîna xwe berdaye. Tûtal got: "Gulel, tim bela xwe di xwişka min dida. Bekîr Gulel berê pêgirtiyê tiryakê bû. Tedawî bûbû û derman dixwarin. tim çek pê re bû. Xwişka min bi soza zewacê eware dikir. Gava xwişka min xwest dev jê berde, rabû wê kuşt." 
 
NE QEZA CINAYET E
 
Tûtal, ragihand ku polîsan xebera mirina xwişka wê dane bavê wê û wiha domand: "Polîs, ji bo bavê min neqilqile jê re gotin 'keça te qeza kiriye.' Gava bavê min telefonî me kir û got, wê çaxê min fêm kir ku ne qeza ye. Ji lew re tim çek bi vî kesî re bû. Min hîs dikir ku dê tiştekî bîne serê xwişka min. Em çûn enxweşxaneyê û gava me li otopsiya ewil mêze kir, me dît ku ji hêla çepê ve bera paş stuyê wê daye. ATK bi îhtimala gumanbaria xwekuştinê, pirsî bê ka kîjan destê xwe diemiland. Me jî got, xwişka min destê xwe yê rastê diemiland. Hin çapemenî wekî qezayê ragihandin. Lê ne qeza ye. Bekîr, kesekî tahdekar bû. Ev kes, kesekî ji malbatên zengîn ên Rihayê bû. Dibe ku bi pereyê xwe ser bûyerê bigire. Niha li ser dosyeyê biryara veşarî heye û otopsiya ewilî nedan me. Lê me raporê dît." 
 
Xwişk Şeymanûr Tûtalê jî anî ziman ku Gulel berê jî tahdeya fizîkî û derûnî li xwişka wê kiriye û car carinan li ser çavê xwişka xwe dewsa derban dîtiye û axaftina xwe wiha domand: "Tahde li xwişka min kiribû, dest danîbû ser telefona wê. Giriyabû û makyaja wê herikîbû. Serçavê wê werimîbû. Min peyyam ji Bekîr re şand, min jê re got tu çawa tiştekî wiha tînî serê xwişka min. Bekîr got, 'min şaşî kiriye.' Hê jî peyam li cem min in. Xwişka min yeke pir rûken bû. Bekîr ji hevala xwişka min N.'yê re gotiye 'Ez wisa difikirim ku Hesret dixapîne. Heger tiştekî wisa kiribe, ez ê nehêlim li Rihayê bijî, ez ê bera serê wê bidim.' N.'yê jî gotiye 'Qethiyen Hesret tişteî wisa nake.' N.'yê di şînî de ev tişt ji me re got. Dê li dadgehê jî bibe şahid. Em edaletê dixwazin. Li vî welatî qîmeta jinan tune ye. Kesên wiha jî bi perê xwe bawer in û li nav me bi rihetî digerin." 
 
‘MIN BI DESTÊN XWE KEÇA XWE ŞÛŞT'
 
Dayik Hediye Tûtal jî dubar kir ku her sê keçên wê li Rihayê zanîngeh xwendine û li wir bi hev re mane. Dayik Tûtal, anî ziman ku mehek berê bi soza ku dê Gulel bi keça wî re bizewice hev di nas kirine û got: "Piştî ku min helwesta Bekîr a ji bo keça xwe bihîst, min nexwest keça min pê re bizewice. Min keça xwe şand Stenbolê cem xalê wê. Min jê re got, heke bivê li wir bixebite, xanî bigire, ez ê jî werim. Neyta min, min keça xwe ji wî kesî dûr bixista. Hat daweta keça min Elanûrê. Di dawetê de çek şixuland. Em ji ber vê nerihet bûn. Paşê me bihsît ku keça min jî kuştiye. Em çûn Rihayê û ez li morgê leqayî cenazeyê keça xwe hatim. Ev ji bo min mirin bû. Min cenazeyê wê bi destên xwe şûştin. Canê wê, zendên wê û destên wê reş bûbûn. Kifş bû biq undaxa çekê li pişta wê û serê wê xistiye. Dewsa fîşekê û dewsa derba li pozê wê xistibû jî hebû. Gava min keça xwe hemêz kir, destê min xwîn bû."
 
TÊKOŞÎN
 
Dayik Tûtal, anî ziman ku dê li ber vê tahdeya li keça wê hatiye kirin bêdeng nemîne û bitêkoşe. Tûtal, di dawiya axaftina xwe de got: "Ez li wir qehr bûm. Çawa tiştekî wiha dike. Çima cenazeyên jinan tim ji deverina tên. Ji bo ev zilam bi awayekî giran bê cezakirin çi ji destê min bê ez ê bikim. Min bi tahb û rebenî keçên xwe mezin kirin. Ji bo malbata xwe xebitîn. Heya ji destê min bê ez ê serî li her derî bidim. Min bi destên xwe cenazeyê keça xwe şûşt. Ez ê qet ji bîr nekim."
 
MA / Ayşe Surme

Sernavên din

14/10/2021
11:02 Berdevkê YPG'ê: Tirkiye dixwaze statûya Rojava ji holê rake
10:21 Di doza ‘cînayetên siyasî’ ya JÎTEM’ê de wezaret zextan li ser dadgehê dike
10:04 ‘Daxwaza Baybars ê di rojiya mirinê de ye qebûl bikin’
10:04 Kaplan: Divê her kurd mala xwe bike cihê perwerdehiya zimanê kurdî
09:11 Ji TJA'yê banga mîtîngê: Dikare her tiştî biguherîn e
09:10 Rojnameger Êzidî: Encamên hilbijartinê ne rewa ne
09:08 'Zabitnameya ku DAIŞ'iyan tê de Bagdû kirin hedef daxilî dosyeyê nehat kirin'
09:08 Dê rapora derbarê êrişên li hemberî goristanan de berpêşî NY'yê bikin
09:08 Mîtînga Amedê: Em ê bersiveke mezin bidin feraseta dagirker û tecawizker
09:08 Hevseroka ciwan Duzun ji bo têkoşînê bang li ciwanan kir
09:00 ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2021'AN
13/10/2021
17:06 Platforma Zimanê Kurdî li Batmanê jî nûnertiya xwe vekir
16:16 Li gundan kampanyaya ‘Dema azadiyê’ hat birêvebirin
15:39 Li wargeha KYK’ê li xwe kirina pîjemayan ji bo jinan hat qedexekirin
15:20 Serokê AKP'ê destdirêjî li jinekê kir
15:20 Li Rihayê banga tevlîbûna mîtînga jinan hat kirin
14:54 Ji Çavûşoglû daxuyaniya Sûriyeyê
13:47 HDP’ê di meha îlonê de serdana hezar û 653 gundan kiriye
13:46 Malbata Şenyaşar ji girtiyên nexweş re edalet xwest
13:43 Doza Demîrtaş a "heqareta" li Davûtoglû taloq bû
13:28 Li Qibrisê hikûmetê îstifa kir
13:07 Kovara Dilopê bi dosyeya Mehmet Bayrak derket
13:07 Girtiyan bang kirin: Bi lez bikevin tevgerê
12:33 Tirkiyeyê di berdêla çi de Casimê DAIŞ'î da Iraqê?
12:12 Di hilbijartina Iraqê de 97 jin ketin parlamentoyê
11:41 Doza 5 rojnamevanan ji bo mutalayê hat taloqkirin
11:41 Ji daxuyaniyên “Dê cînayetên siyasî bên kirin” re lêpirsîn hat destpêkirin
11:26 'Destûr nedan civîna me, gef li me hat xwarin'
11:21 Rekorek nû: Dolar asta herî jor derbas kir!
11:01 Rêxistinên Elewiyan: Em xwedî li deklarasyona HDP’ê derdikevin
10:42 Ji girtiyan xwestine di 10 deqîqeyan de amade bin
10:15 Piştgirî dan Nîhal Yalçin: Êrişa li dijî nasnemaya jin û kurdbûnê ye
09:42 Li parêzerê ku hewl da muwekîlê xwe biparêze doz vekirin
09:39 Piştî heyamek dirêj baran li Deşta Mezopotamyayê bariya
09:00 Aydoganê CHP'î: A li girtîgehan rû dide dram e
09:00 Li gundên Semsûrê amadekariyên zivistanê
09:00 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê li kuçeyan e: Em ê tiryak û fuhûşê ji binî de biqedînin
09:00 ‘Heya ev îqtidar neçe, aborî sererast nabe'
09:00 Kose yê 38 sal in girtiye nayê dermankirin
09:00 Parêzvanên mafê mirovan: Tişta li Îmraliyê tê kirin sûc e
09:00 Bi ser qetilkirina rojnamevan Bagdû re 7 sal derbas bûn
09:00 Hevserokê MEBYA-DER’a Şirnexê: Îşkencê li cenazeyan tê kirin
09:00 ROJEVA 13'Ê COTMEHA 2021'AN
12/10/2021
17:08 Polisan bi fîşekên gazê yên dîroka wan derbas bûne agir derxistin
17:07 Piştî sê salan derbarê girtiyekî de lêpirsîn hat destpêkirin
16:59 Kuştina Tutal hat şermezarkirin: Ne cînayet e, qirkirina jinan e
16:45 Dozger piştî çend saetan îtîrazî beraeta Metîna kir
16:29 CHP’ê serdana malbata Şenyaşar kir
16:07 30 sal ceza li mamosteyê ku xwendekarên xwe îstismar kiribû hat birîn
15:52 Hevseroka Giştî ya HDP’ê Bûldan, serdana Ahmet Turk kir
15:51 Roja rûniştina doza kujer Onur Gencer diyar bû
15:51 Rojnameger Takva beraet kir
15:33 Buldan: Gel dibêje êdî bes e
15:05 Li Hevşaredar Almaç 8 sal û 6 meh cezayê hefsê hat birîn
14:38 Daxwaza rojnameger a "rakirina qedexeya derketina derveyî welat" hat redkirin
14:38 Rêxistinên sivîl bersiva îdiayên Îmraliyê yên Tirkiyê dan: Hikumet we dixapîne
14:25 Li Bûrsayê di kargeha kîmyayê de teqîn çêbû û karkerek jiyana xwe ji dest da
14:19 CPT’iyê li dijî êrişên Tirkiyeyê bang li saziyên navnetewî kir
14:06 Gundiyan walîtiyê derewand: Kesî bi me re hevdîtin nekiriye
13:58 Derbarê bîranîna Mîraç Mîroglu de lêpirsîn hat destpêkirin
13:34 Makîneyên fabrîkaya ku 600 karkeran ji kar derxist veguhestin Girê Spî!
13:23 Rojnameger û nivîskar Roza Metîna beraet kir
12:59 Danişîna nûçegihanên ETHA û ESP’iyan hat taloqkirin
12:30 Berdana girtiyê 30 sal in di girtîgehê de ye hat taloqkirin
11:37 Malbata Şenyaşar: Di her bêhngirtina me de hêvî heye
11:37 Parêzer ji bo Ocalan bibînin serî li dozgeriyê dan
11:29 Li Pîranê mamosteyekê 7 zarokan tacîz kir
11:15 Parêzer Enmek: Li girtîgehan ‘Plana Têkbirinê’ di dewrê de ye
10:04 ‘Girtîgeh ketine şûna dadgehan’
09:56 Li Amedê 6 kes hatin girtin
09:55 Li Girtîgeha Silîvriyê têkiliya di navbera girtiyan de hat qutkirin
09:45 Li Antalyayê gelek kes hatin binçavkirin
09:05 Li Silopiya berhevkirina fistiqan dest pê kir: Ji sala borî erzantir bûne
09:05 NÇM her kesî vedixwîne 'Berbangê'!
09:05 50 roj in cenazê Toprak nedane malbata wê
09:05 Sinyalên GPS'ê hatin qutkirin, endezyar saetên balafirê dişopînin
09:05 Bi hinceta 'dibe ku sûc bike' wî bernadin
09:05 18 sal in pêlavan boyax dike
09:04 Li Amedê heqê kirêyan 3 qat biha bûne
09:00 ROJEVA 12'Ê COTMEHA 2021'AN
11/10/2021
16:57 ‘Mafê berdanê yê girtiyan tê astengkirin’
16:16 Îdîanameya derbarê qatilê Denîz Poyraz de hat qebûlkirin
16:15 Li Şirnexê konsera ji AKP'ê re serbest ji HDP'ê re qedexe ye
15:54 Li du bajaran tundî li jinan kirin
15:53 Kivilcimli li ser gora xwe hat bibîranîn: Bû çavkaniya têkoşînê
15:46 DÎSK-AR: Hejmara bêkaran 7 milyon û 855 hezar kes in
15:09 Ahmet Turk emeliyat bû
14:49 Dayikên Aştiyê ji bo cenazeyan meşiyan Pêşxabûrê
14:27 LaWje wê li Êlih û Amedê konsere bide
14:27 ‘Jinên Botanê wê bi rengên xwe tevlî mîtîngê bibin’
14:02 ‘Hevdîtinên Budçeyê’ yên HDP’ê: Tifaqa ekolojiyê ya li dijî rantê
14:01 Li Iraqê ji sedî 41 hilbijêran çûn ser sindoqan
13:42 Îtîraza ji bo berdana Îpek a îşkencekarê xwe kuştibû hat redkirin
13:33 Surucu îşkenceya komî ku li girtiyan hat kirin bir rojeva meclisê
13:19 Doza Kerboranê carek din hat taloqkirin
13:12 Malbata Şenyaşar: Edalet, berpirsyartî û wijdanê dixwaze
13:08 Di darizandina Komeleya Sarmaşikê de cezayê yekemîn
12:46 Yuksekdag: Li Kandirayê zext zêde bûn
12:34 Li Afyonê servîsa xwendekaran qeza kir: 5 kesan jiyana xwe ji dest da
12:16 AYM’ê têkildarî cezayê dîsîplînê biryara binpêkinê da