'Zabitnameya ku DAIŞ'iyan tê de Bagdû kirin hedef daxilî dosyeyê nehat kirin'

  • rojane
  • 09:08 14 Cotmeh 2021
  • |
img

EDENE – Parêzer Tûgay Bek, diyar kir ku lêpirsîna cinayeta rojnamevan Kadrî Bagdû yê hat qetilkirin, wekî "bûyereka edlî" hatiye birêvebirin û zabitnemaye DAIŞ'iyekî ku beriya vê cinayetê axiviye û di axaftina xwe de Bagdû hedef nîşan daye, daxilî nav dosyeyê nehatiye kirin. 

Di 14'ê Cotmeha 2014'an de belavkarê Rojnameya Azadiya Welat Kadrî Bagdû gava rojname belav dikirin bi êrişeke çekdarî hatibû qetilkirin. Çendî di cinayeta Bagdû de delîl eşekere ne jî, lê dîsa jî derbarê lêpirsînê de biryara "lêgerîna daîmî" hat dayîn. 
 
Parêzerê malbata Bagdû Tûgay Bek, anî ziman ku endamê DAIŞ'ê Servet Koç li xwe mikur hatiye, lê belê dozgeriyê ji bo vê yekê tiştek nekiriye. 
 
Bek, anî ziman ku piştî Bagdû hatiye kuştin, di çarçoveya cinayetên di çalakiyên Kobanê de ji hêla çeteyên cîhadparêz de hatin kirin, gilî kirine û delîlên vê cinayeta xwedî armancine siyasî yeko yeko eşkere kirine, lê dîsa jî lêpirsînek çak nehatiye kirin. Bek, destnîşan kir ku Dozgeriya Komarê ya Edeneyê lêpirsînê di ser buroya cinayetê re kiriye û gava li semtê bûyerek biqewime tavilê ji kamerayên mobeseyî tên dîtin, lê belê di cinayyeta Bagdû de lêkolîneke bi vî rengî nehatiye kirin. Bek, got: "Ne pêkan e gava kesê bi motosiklêt bê semtê û di mobeseyan de dîmenên wî tune bin. Lê midûriyeta polîsan ji dozgeriyê re gotiye bi tu awayî vî kesî tespît nekirine. Tiştekî wisa ne mimkun e û nayê qebûlkirin." 
 
‘LI XWE MIKUR HAT'
 
Bek, diyar kir ku beriya qetilkirina Bagdû du cinayetên din çêbûne û ev cinayet hemû pevgirêdayî hev in. Bek, destnîşan kir ku pir eşkere ye ku yên di 10' Cotmehê de Yûsûf Gulduren, di 12'ê Cotmehê de Ahmet Albay û di 14'ê Cotmehê de Bagdû kuştin heman hucreya DAIŞ'ê ne. Bek, bilêv kir ku hemû serlêdanên têkildarî cinayetê kirine, ji aliyê dozgeriyê ve esas nehatine kirin û endamê DAIŞ'ê Servet Koç ku Yûsûf Gulderen kuşt, li ser medyaya sanal li xwe mikur hatiye û vîdeo ji kurê Bagdû re şandiye, lê dîsa jî dosye daxilî nav ên kiryar nediyaran hatiye kirin. Bek got: "Gulduren, di mînubusekê de ji hêla DAIŞ'ên rûixumandî ve hat kuştin. Ên di vê mînubusê de yeko yeko diyar in bê ka kî ne, lê ji ber ku tenê navê Servet koç hatiye dayîn, dozgeriyê îfadeya kesên din negirtiye. Diyar e ku ev endamên DAIŞ'ê ne. Lê dozgeriya komarê evan tiştan wekî sûc qebûl nake. Di vê bûyerê de tenê sûc xistin stuyê kesekî. Ew jî reviya, çû Sûriyeyê."
 
‘ZABITNAME DI DOSYEYA GULDUREN DE YE
 
Bek, ragihand ku polîsên ku wê demê cinayeta Gulduren vekolane, çûne qesabeke DAIŞ'iyan a nêzî cihê bûyerê û wiha domand: "Gava polîs diçin qesêb, DAIŞ'iyên xwediyên qesabê (beriya kuştina Bagdû bi çar rojan) dibêjin, 'Em ji ber van PKK'yiyan pir mexdûr in. Li Şakîrpaşayê dikanek me heye. Van PKK'yiyan ew talan kirin. Ê ku vê teşwîq dike jî rojnamevanê bi navê Kadrî Bagdû ye.' Wê demê polîs vê yekê daxilî nav zabitnameyê dikin. Lê tiştekî nakin û ev daxilî nav dosyeya Bagdû jî nekirin. Tenê di dosyeya derbarê cinayeta Gulduren de ye. A rast beriya cinayetê kesên dê cinayetê bikin, îfadenî wisa didin polîsan. Me gilî kir, lê dîsa jî derbarê van DAIŞ'iyan de tiştek nehat kirin." 
 
‘GOTIN PKK'YIYAN KIRIYE'
 
Bek, destnîşan kir ku di doza derbarê kuştina Ahmet Albay û birîndarkirina kurê wî Veysî de jî di zabitnameyan de hatiye nivîsandin ku PKK'yiyan kiriye û got: "Me got ev cinayet jî bi destê DAIŞ'iyan hatiye kirin, lê dîsa jî tiştek nehat kirin. Piştî cinayetê bi 6 rojan, polîs diçin cem esnaf û dixwazin dîmenên kamerayê wergirin. Gava polîs diçin cihê bûyerê, esnaf dibêjin 'Jixwe zarokên Ahmet Albay ev dîmen girtine.' Ev jî tê tomarkirin. Gava dîmen tên vekolandin, eşkere dibe ku yê ku Ahmet Albay kuştiye Mûrat Erciyes e. Piştî vê doz cardin guherî û derbarê Erciyes de doz hat vekirin û 17 sal û 6 meh ceza lê hat birîn." 
 
‘EM Ê SERÎ LI DMME'YÊ BIDIN'
 
Bek, destnîşan kir ku di dosyeya Bagdû de rêxistin, hucre û kesên sûcdar eşkere ne, lê Serdozgeriya Komarê û midûriyeta polîsan lêpirsînê wekî cinayeteka ji ber hisûmetekê çêbûbe bi rê ve birine. Bek, di dawiya axaftina xwe de ev tişt gotin: "Ne pêkan e bi vî awayî kiryar bên dîtin û lêpirsîn bi vî awayî bigihê encamekê. Hê di destpêkê de ji helwesta wan a ku xwestin vê dosyeyê wekî dosyeyeke hisûmetê nîşan bidin, pir eşkere bû ku dê vê dosyeyê daxilî nav ên kiryar nediyaran bikin. 7 sal derbas bûn û dosyeya Kadrî Bagdû hê jî dosyeyeke kiryar nediyar e. Pêvajoya darazî ya di vî warî de didome. Heger ji serlêdana me ya ji bo Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) jî tiştek derneyê, em ê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bidin." 
 
MA / Cemîl Ûgûr - Hamdûllah Yagiz Kesen
 

Sernavên din

17/10/2021
12:41 Malbata Şenyaşar: Dê sûcdar rojekê hesab bidin
12:16 Encamên hilbijartina Iraqê aşkere bûn
11:56 Girtiyê nexweş Yalçin bi hinceta pandemiyê nayê derma kirin
09:18 Ji ber Talîbanê du caran terka warê xwe kir
09:13 Xizmê firar ê serokê AKP'î alîkarî ji polîsan wergirtiye
09:11 'Dolar difire, lê meaşên me weke xwe ne'
09:07 Bekîr Guvenê ji sedî 98 astengdar: Girtîgeh ne cihên girtiyên nexweş in
09:04 Projeya nexweşxaneyê betal kirin, li şûna wê hawiz û mala mamosteyan çêkirin
09:02 Dermanên wextê wan derbasbûyî dan girtiyên bi Covîd-19'ê ketin
09:00 ROJEVA 17'Ê COTMEHA 2021'Ê
16/10/2021
23:45 Nûçegihanê me û endamên ciwanan serbest hatin berdan
20:23 Îmamoglû: Pêdivî bi aştî û hiqûqê heye
20:03 Nûçegihanên me Sezgîn û Altûntaş hatin binçavkirin
18:44 Aydenîz: Dê aqûbeta AKP û MHP'ê jî wekî yên berê be
16:56 Jin li Qada Stasyonê ne: Denîz êdî deniza gel e
16:40 Li Edenê û Îskenderûnê salvegera HDP’ê hat pîrozkirin
16:14 Agirî xwe ji mîtîngê re amade dike
15:37 Şahidê zindî yê Komkujiya Dêrsimê Çorak jiyana xwe ji dest da
15:36 Li Şirnexê talankirina daran berdewam dike
15:35 Hevdîtina budçeyê ya bi cotkaran re: Rewş xira be
15:25 Qeymeqamtiyê konsera ‘Berbang’ ku walitiyê destûr dabû qedexe kir
15:24 'Bila girtiyê nexweş ê ji sedî 70 astengdar bê berdan'
14:55 ÎHD: Girtiyê nexweş Coşkûn bi rîska mirinê re rûbirû ye
14:54 Dayikên Şemiyê ji bo 11 gundiyên li Pasûrê hatibûn qetilkirin banga edaletê kirin
14:11 Jin li Qada Îstasyonê kom bûn
13:58 Ji bo girtiyê 12 caran emeliyat bûye banga berdanê hat kirin
12:40 Operasyona MÎT’ê ya “sîxurên Îranê” senaryo derket
12:38 Di Lijneya Giştî ya Baroya Stenbolê de nerazîbûna li dijî tecrîdê
12:30 Budçeya 2022’yan: Budçeya parastinê ji sedî 30 zêde bû
11:39 Fehîme Poyraz ji bo mîtînga jinan bang kir
11:23 Ji Doza Komkujiya Konyayê hevkariya dozger-çapemeniyê derket
11:22 7 kesên di 'operasyona' DAIŞ'ê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:10 Malbata Şenyaşar: Em ê bi hev re edaletê pêk bînin
10:26 Navçeya ku 4 aliyên wê ave, bi salane pirsgirêka avê dijî
10:25 Nesrîn Nas: Deklarasyona HDP'ê firsendeke dîrokî ye
09:12 Belgeyek nû derbarê kurdên Ahiskayê de: Geşta Zagurskiy (1872)
09:11 Koçer îsal zû ji zozanan vegeriyan
09:10 Peykertiraş Saffan: Bila êdî mirov bes bikin qîrîn û hawar
09:10 Welatiyê gef lê hat xwarin giliyê polîsan kir
09:09 Goristana Stîyan a 2 hezar salî hê jî li ser piyan e
09:08 Ozdemîr: Bersiva Tirkiyeyê berevajîkirina meseleyê ye
09:07 Di doza cinayetê de 9 xizmên serokê AKP'î 4 sal in nehatin zevtkirin
09:00 ROJEVA 16'Ê COTMEHA 2021'Ê
08:59 Jin ji bo mîtîngê ji Wanê bi rê ketin
15/10/2021
16:28 Hevseroka Giştî ya DBP'ê Aydenîz banga mîtînga jinan kir
16:26 Salek û 8 meh cezayê hefsê li Aysel Tugluk hat birîn
15:40 'Yek ji serdemên herî tarî diqewime'
15:39 Sancar: Em ji berfirehkirina siyaseta demokratîk re amade ne
15:17 Çarkin di Doza JÎTEM’ê de axivî: Ez dixwazim bi bersûcan re rûbirû bibim
14:39 Qeydên tapeyan ên nû li dosyeya malbata Dedeogullari hat zêdekirin
14:38 Dayîkên Aştiyê banga tevlîbûna mitîngê li jinan kirin
14:31 Danişîna parêzerên ku qayûman şermezar kiribûn hat dîtin
14:11 Jinek û zaroka xwe di girtîgehê de bi Kovîd-19’ê ketin
14:02 Civîna Tifaqa Kurdistanî: Peywira me ya herî girîng yekrêziya li dijî şer e
13:59 Parêzerên Doza Kobanê: Biryara DMME’ê nayê bicihanîn
13:22 Şaredarê berê yê Cizîrê ku girtiye nayê dermankirin
13:14 Dozger xwest ku Dr. Gokalp were cezakirin
12:30 Tirkiyeyê Qendîl û Asosê bombebaran kirin
12:03 Malbata Şenyaşar: Roja heq û edaletê wê ji nû ve hilbê
11:55 Aygul Dokû bang li Wezîrê Dadê kir
11:32 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:29 Sakik: Mûxalefet bi şens e, bêrî ku îstîxbarat were kurd dihatin înfazkirin
11:14 Amadekariyên konsera ‘Berbang’ didomin
10:51 Jinên Êlihê ji bo mitînga Amedê amade ne
10:24 Têkoşer Hesen: Goran di encama polîtîkayên şaş de biserneket
09:22 Li Stenbolê gelek kes hatin binçavkirin
09:04 Ozsoy: AKP li Sûriyê tengijiye
09:04 Zabitayan li zaroka kaxezan berhev dike, xistin
09:04 Ûca: Dixwazin li Şengalê civaka demokratîk ji holê rakin
09:04 3 meh ma ji qedexeya tûtinê re: Tûtin jî here, em ê çi bikin?
09:04 Di 5 salan de 40 caran cezayê pereyan li Hevşaredara Êlihê hat birîn
09:04 Baroya Şirnexê dest bi perwerdehiya kurdî kir
09:00 ROJEVA 15'Ê COTMEHA 2021'AN
08:28 Li Edeneyê kesek hat binçavkirin
14/10/2021
17:41 Endama RJAK'ê Ciwana Ebdulbaqî hat berdan
17:05 Bikaranîna çekên kîmyewî bir rojeva Meclîsa Elmanyayê
16:26 Doza Gulîstan Doku: Ji bo Engîn Yucel biyara girtinê hat dayîn
16:24 MED-DER’ê belgename li mezûnên HDP’î yên kursa kurdî belav kir
16:05 Alî Dûran Topûz: Sedemê veqetandina min serxwebûna edîtoryal e
15:58 Bikaranîna çekên kîmyewî: Divê giliyê Tirkiyê li NY bê kirin û darizandin
15:18 Şandeyek ji Êlihê serdana Malbata Şenyaşar kir
14:34 Li Colemêrgê qedexeya çalakiyan
14:27 Rewşenbîran serdana Nûnertiya HDP'ê kir
14:26 Ji Rihayê banga tevlîbûna mîtîngê
13:57 Rojnamevan Kadrî Bagdû hat bibîranîn
13:36 Ji bo mîtînga jinan a Amedê destûr hat dayîn
13:36 MED TUHAD-FED: Li girtîgehan binpêkirin zêde bûn, bi hestiyar bin
13:34 Baroya Rihayê: Girtî bi îşkenceyê re rûbirû mane
13:34 Li pey hev ji Rojnameya Dûvarê îstifa kirin
13:11 Li Pirsûsê qeza: 2 kes mirin, 6 kes birîndar bûn
12:54 Dema hinarên Zivzikê dest pê kir
12:53 Dozger xwest Şerîf Çamçi heta 15 salan were cezakirin
12:52 Doza rojnameger Şahîn taloq bû
12:07 Malbata Şenyaşar: Em ê bi berxwedanê edaletê bînin
12:03 Gunay: Gur e gura şer komploya li muxalefetê ye
11:50 Parêzer Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:45 Li Qereyaziyê leşkeran bi ser gundekî de girt
11:40 Danişîna nûçegihanê me Aslan hat taloqkirin
11:19 Erdogan dîsa berê xwe da Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gefan lê dixwe
11:18 Piştî Erdogan û Çavûşoglû Akar jî gefa êrişê xwar