Jin li Qada Stasyonê ne: Denîz êdî deniza gel e

  • rojane
  • 16:56 16 Cotmeh 2021
  • |
img
AMED - Parlamentera HDP'ê Nûran Îmîr ku di mitînga jinan a Amedê de xîtabî jinan kir, ev tişt got: "Em ê îro mora xwe bavêjin bin rojeke dîrokî û êrişan vala derbixin. Di dawiya rê de azadî heye." Dayika Denîz Poyraz ku li Îzmîrê hatibû qetilkirin jî bi gotinên "Denîz êdî deniza gel e" jinan silav kir. 
 
Mitînga ku Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi şîara "Ji nîjadperestî û zayendperestiyê re êdî bes e, niha dem dema azadiya jinê ye" hat organîzekirin, li Qada Îstasyonê dest pê kir. Jinên ku ji bo beşdarbûna mitîngê ji bajarên herêmê hatin Amedê, mîna di têketina bajar de li qada mitîngê jî di nuqteyên kontrolê yên polisan de bi astengiyên polisan re rû bi rû man. Dayika Aştiyê Hatîce Beytûr (50) ji ber temeziya bi rengê kesk, sor û zer a di destê xwe de hat binçavkirin. Parêzer Elîf Îpek Dînç Ûlaş jî rexmî ku nasnameya xwe nîşanî polisan da jî polisan xwest li ser wê lêgerîn pêk bînin. Ji ber ku li dijî vê hewldana wan derket polisan li Ûlaş dan. Ji bo ku giliya wan bike Ûlaş ji qada mîtîngê veqetiya û çû miduriyeta polisan. 
 
Rexmî hemû astengiyan jî jin bi dûrişm û pankartên ku êrişên li dijî hevzayendên xwe, cinayet, gotinên nîjadperestî û zayendperst şermezar kirin ketin qada mitîngê. Piştî ku ji bo jinên hatine qetilkirin rêz hat girtin  mitîngê bi axaftinan dest pê kir. Ji bo axaftinê destpêkê Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmîr derket ser dikê û axaftinek kir. 
 
ÎMÎR: ME SOZ DABÛ SAKÎNE Û SÊVEYAN
 
Parlamenter Nûran Îmîr, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoyê û diyar kir ku di pêvajoyên zor û zehmet de derbad dibin û wiha got: "Em jinên kurd li hember êrişên hovane li ber xwe didin. Em van êrişan ji dîrokê baş nasdikin. Ev zihniyete doh îro jî van êrişan li ser jinan li ser kurdan didominin. Lê bila baş bê zanîn ku em hene, ji destpêka dîrokê heya îro em hene. Yên ku ji bo me qêrina azadiyê wek mîras hiştine, Sakîne, Fîdan, Leyla, Asya, Sêvê, Pakize, Fatma û Hevrîn e û bi rihe wan em li ser vê qadê ne. Wek TJA em bejna xwe li ber wan ditewinin. Ji Qada Îstasyonê hezar silav em redikin ji bo Leyla Guven, Fîgen Yuksekdag, Sebahat Tuncel, Gultan Kişanak, Aysel Tugluk, Ayşe Gokkan û bi hezaran jinên di zindanan de li gel me dimeşin, ew  bûne delîlên hevî û serkeftina me."
 
'DIXWAZIN HEVSEROKATIYÊ TUNE BIKIN'
 
Îmîr, da zanîn ku desthilatdariya mêrperest bi girtin, kuştin û êrişên nîjadperetiyê dixwaze têkoşîna jinan xilas bike û ev tişt anîn ziman: "Bedena jinê li kolanan tazî kirin. Jinên aştixwaz wek Denîz Poyraz qetilkirin. Li ser navê OHAL'ê ê bi hezaran saziyên jinan girtin. Xwestin bi Qeyûman pergala me ya hevserokatiyê tune bikin. Saziyên bi Hevserokatiyê xwe rêve dibirin, xistin destê mêran. Hevalên me yên têkoşîna jinê dimeşînin avêtin zindanan. Keda Jinan a Peymana Stenbolê di şevekê de bi îmzeya mêrekî hat betalkirin. Li ser medyaya dijîtal, li meclîsê û li qadên siyasetê jin kirin hedef. Her tim gotin 'Em jinên têkoşêr naxwazin koleyan di xwazin'. Em li vê qadê cardin ji wan re dibêjin, em vê koletiyê qebûl nakin. Em ê berxwedana xwe bidomînin. Em ê dengê xwe bilind bikin. Çalakiyên xwe berdewam bikin, heya em jiyaneke azad ava bikin. Ji Botanê heya Amedê, ji Amedê heya Xerzanê, ji Xerzanê heya Serhedê em ê ser kevin, em ê teqez bi ser kevin."
 
TECRÎD Û ŞEWATA DARISTANAN
 
Di berdewama axaftina xwe de Îmîr, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha pê de çû: Vaye 22 sal in Birêz Ocalan li Giravê dibin tecrîdê de ye û hevdîtina wî û parêzeran tê asteng kirin. Zagonên xwe jî ji bo vê yeke bin pê kirine. Rewşa tecrîd û zordariyê di hemû girtîgehan de heye. Di girtîgehan de girtiyên nexweş bi mirinêre rûbirû dimînin. Ji bo çûyîna nexweşxaneyan astengiya derdixin. Kesên cezayê xwe kêşandî jî nayên berdan. Bi biryarên keyfi wan dihêlin zindanan de. AKP polîtîkayên herî qirêj li ser jinan dimeşine. Ji bedena jinê heya hemû qadên jiyanê jin rast êrişên nijadperestiyê tên. Heya ku şer dewam bike daristanên me wê bê şewitandin. Zarokên me wê li kolanan di bin panzeran de bimînin. We jin her roj tundiye bibinin û di hedefa deshihatdara de bin. Lê em her roj di bêjin em ji êrîşên we natirsin, di dîrokê de çawa hemû êrîşên we vala derketine îro jî ev êrîşe wê vala derkevin. Em dîsa dubare dikin Çi bibe bîla bibe dawiya me azadiyê."
 
DÛRIŞMEYA 'DENÎZ POYRAZ NEMIR E' BILIND BÛ
 
Piştî Îmîr Dayika Denîz Poyraz ku di 17'ê hezîranê de li avahiya HDP'ê ya Îzmîrê ji aliyê nîjadperest Onûr Gencer ve hatibû qetilkirin Fehîme Poyraz derket ser dikê û jinan silav kir. Dema ku Poyraz dest bi axaftina xwe kir timtik dûrişmeya "Denîz Poyraz nemir e" hat berzkirin. Di vê kêliyê de polisan hewl da ku derkevin ser dikê û axaftina dayika Poyraz asteng bikin. 
 
DAYIK POYRAZ: DIVÊ JIN BIBIN 
 
Piştî ku vê hewldana polisan vala derket dayika Poyraz axivî û wiha got: "Divê em bizabin ku em hene û li ser piya ne. Weke jin divê em yek bin. Heke wiha nebe em ê winda bikin." Piştre Poyraz bal kişand ser qetilkirina keça xwe û têkildarî mijarê ev tişt gotin: "Komkujiyek bêparastin pêk hat. Ez wan şermezar dikim. Xisara wê negihiştibû morîstangê jî lê wê qetil kirin. Ji bo kujer tê gotin ku derûniya wî xerabe ye. Lê wiha nîne. Heke derûniya wî xerab bûya wê xesarê dabûya xwe." 
 
Dema axaftina xwe Poyraz xemgîn bû û bi gotina "Hûn hemû Denîz in" neçar ma ku axaftina xwe bi dawî bike. 
 
Mitîng bi stranên Koma Aryen didome. 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

20/10/2021
19:30 Katalonyayê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nas kir
17:02 Ji Girtîgeha Amedê 7 girtî hatin sewqkirin
16:39 Filma ‘Cîran’ li Swîsreyê hêjayî xelatê hat dîtin
16:27 Li Kobanê SÎHA'yê bombe li wesayîtek sivîl barand
16:14 SES: Gonul Erden bi tecrîdê tê cezakirin
15:38 Ji Rojnameya Karincayê hastaga piştevaniyê
15:36 Ji bo girtiyan wê du meh çalakî werin lidarxistin
15:19 Akşener û Kiliçdaroglû li ser pergala parlamenteriyê hevdîtin kirin
14:54 Ji ber kêmbûna avê li Çemê Dîcleyê masî dimirin
13:38 Li Mersînê bijîjkekî hempîşeyê xwe kuşt
12:35 Dadgehê 30 sal cezayê hepsê li Ayşe Gokkan birî
12:19 5 rojnamegerên ku nûçe dişopandin beraet kirin
12:14 Malbata Şenyaşar: Cihê yê ku komkujî kiriye ne Meclîs e
11:32 Ji bo hatina Walî têketine Elkê qedexe kirin
11:15 ‘Dibe ku girtiyê nexweş Oztel çavên xwe winda bike’
10:34 Ji bo avakirina nexweşxaneyên bajar budçeyek zêde hatiye veqetandin
09:57 Li Şamê êrişa bombeyî: Herî kêm 13 leşker mirin
09:03 Girtiya jin li nexweşxaneyê hat tacizkirin
09:03 Yîgît: Deklerasyona HDP'ê helwesta muxalefetê guherand
09:03 Şaredarê Agiriyê ji bo guherandina sendîkayê gefan li karkeran dixwe
09:03 Li Girtîgeha Sîncanê di dema hevdîtinê de gardiyan li ber telefonan disekinin
09:03 Dadgehê heqê wergêra kurdî ji rojnamevan girt
09:03 Li nav rezên Licê sîtil li ser kuçikan hatin bikeyskirin
09:03 Rojnamevan Zagros: Tirkiye di şerê li Başûr de têk diçe
09:03 Çêkirina rê zirarê dide herêmê
09:03 Lehiya Sînopê: 71 roj in agahî ji Farûk Adak ê amedî nayê girtin
09:00 ROJEVA 20'Ê COTMEHA 2021'AN
19/10/2021
19:43 Ciwanan pêşangeha 'Odeya Bîrê' ya Guneştekîn protesto kirin
18:12 HDP'ê serdana gundên Şirnexê kir
17:04 Lêpirsîna li ser nûçegihana me bi dozvenekirinê bi encam bû
16:50 Li Çiyayê Kato berfa salê barî
16:38 Girtiyên ji Kirikkaleyê sewqî Sîncanê hatin kirin : Her şev bi ser qawîşan de digirin
16:36 Li Mêrdînê bang kirin: Em çanda kurdî bidin jiyîn
15:51 Dayika Ayşe Ozdogan a 72 salî hat binçavkirin
15:51 Platforma Zimanê Kurdî: Divê kurdî bijî
15:27 Eskerên ku li gundiyan dan: Dest ji doza xwe berdin
14:59 Sancar: Wê dawî li şer û desthilatdariyê were anîn
14:50 Li Efrînê 3 jinên din hatin revandin
14:43 Erdogan mûçeyê xwe kir 100 hezar TL
14:42 Pirtûkeka nû ji Selîm Temo: Pûnga li Bajêr
14:35 Urkut: AKP’ê ji bo berjwendiyên xwe pêvajoyê qedand
14:14 Tê xwestin ku tezkereya Iraq û Sûriyeyê 2 salên din jî bê dirêjkirin
13:31 Danişîna penaberê li GGM’ê bi tundiya polîs hat qetilkirin hat dîtin
13:20 HDP’ê têkildarî budçeyê serdana KESK’ê kir
13:17 Takor Zerdeşt: Li Başûr sivîl ji ber gaza kîmyewî dimirin hikûmet jî vedişêre
13:08 Doza Las Tesis ji bo biryarê hat taloqkirin
12:13 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:33 Çîftyurek: Şerê bi kurdan re dê Tirkiyeyê biçûk bike
11:31 Hozan Canê: Wê nikaribin bi cezayan hunermendan bitirsînin
11:01 Malbata Şenyaşar: Bila mirovahiya xwe di lêpirsînê re derbas bikin
10:43 Omer: Wê ji hevdîtinên Destûra Bingehîn a Sûriyê encam dernekeve
10:30 Windakirina nirxê TL didome
10:10 Ji bo Kavala sefîrên 10 welatan vexwendin Wezareta Karên Derve
09:10 Darizandin hat sekinandin, qeymeqamtiyê destûra lêpirsînê neda
09:09 Fêkiyeke kêmpeyda û çavkaniya şîfayê: Henap
09:07 'Qanûn li Antalyayê bi awayekî din e, li Şirnexê bi awayekî din e'
09:07 PDK bûye piyonê TSK'ê!
09:00 ROJEVA 19'Ê COTMEHA 2021'AN
18/10/2021
22:39 Cenazeyê Gîzlenç di bin dorpêça polîsan de hat veşartin
20:17 Şahidê Doza Kobanê Gokalp 15 rojan li TEM'ê hatiye sekinandin!
18:15 Partiya Azadiyê serdana HDP'ê kir
17:13 Nîvê şevê bi ser qawişan de girtin: Zarok gelek ditirsin
16:48 Bûldan: Gelo hûn ê bi pelçiqandina zarokên kurd pirsgirêkê çareser bikin?
16:46 Li Êlihê bertek nîşanî qedexeya konsera NÇM’ê dan
16:17 Dema binçavkirin şermezar dikirin hatin binçavkirin
16:12 Li Elkê salvegera damezrandina HDP'ê hat pîrozkirin
15:50 Li Mêrsînê jinek hat qetilkirin
15:40 Ji bo doza Komkujiya Pirsûsê banga beşdariyê kirin
15:38 3 sal û mehek ceza li Hozan Canê hat birîn
14:32 Midurê hilbijartinê ji tacîzê hat girtin
14:20 Jinan bersiva şideta polîsan da: Em ê serî netewînin
14:13 Ji bo malbata Şenyaşar serî li Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan hat dayîn
14:08 HDP’ê li Nisêbînê ji xelkê re qala budçeyê kir
14:01 Mitînga “Banga Demokrasiyê” dest pê kir
13:14 Ferît Şenyaşar: 224 roj in çapemenî me paşguh dike
13:14 Rûniştina 5’emîn a Doza Kobanê dest pê kir: Girtiyan parastina xwe nekir
13:13 Cezayê girtîgehê li Mamedoglû yê HDP'î hatiye birîn
12:20 KMMK : Di meha îlonê de 8 kolber hatin kuştin
10:59 Berdevkê YPG'ê: Dibe mîna Efrînê li hev bikin
10:58 Di berdêla Idlibê de bazariya Til Rifat û Şehbayê
10:16 Li Wanê xwendekaran zemên xwarin û wargehê şermezar kirin
09:02 'Bi Doza Kobanê re siyaseta HDP'ê tê astengkirin'
09:02 'Yên ku tehamula wan ji rengên kurdan re nîne, wê çawa çareseriyê bîne'
09:02 Bişar Îçlî: Şirket-dewlet tovên xwecihî asîmîle dike
09:00 ROJEVA 18'Ê COTMEHA 2021'AN
08:29 Wênegir Burhan Gizlenmiş jiyana xwe ji dest da
17/10/2021
19:43 Durakoglu dîsa ji bo serokatiya Baroya Stenbolê hat bijartin
19:33 Sancar li sûka Mêrdînê serdana esnafan kir
18:09 Li Botanê kampanyaya "Dema azadiyê" didome
17:38 'Bikaranîna tiryakê li Tirkiyê zêde bûye'
17:37 Hunermendan li Amedê qedexekirina konsera NÇM’ê şermezar kirin
17:09 'Talankirina daran rawestînin'
16:05 Li Efrînê jinek du canî hat qetilkirin
15:45 Girtiyên ku guhertina odeyan qebul nekirin hatin derbkirin
15:34 Başaran: Em ê astengiyan bi têkoşîna jinan ji holê rakin
15:14 Aydenîz û Poyraz serdana Dayikên Aştiyê kirin
15:06 Li Semsûrê salvegera avakirina HDP’ê bi coş hat pîrozkirin
14:00 Mîtînga ‘Banga Demokrasiyê’: Em ê nîşan bidin ku em li ser piya ne
13:45 Polîsan li Dayikên Aştiyê ‘biçin ber HDP’ê alê vekin’ ferz kirin
13:24 Sancar: Werin em budçeya aştiyê çêbikin