Aydenîz: Dê aqûbeta AKP û MHP'ê jî wekî yên berê be

  • rojane
  • 18:44 16 Cotmeh 2021
  • |
img
AMED - Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz, anî ziman ku aqûbeta îqtidara AKP û MHP'ê ya ku di 6 salên dawî de tu tahde û îşkence nemaye ku nekiriye, dê wekî ya îqtidarên beriya wê be. 
 
Di mîtînga TJA û DBP'ê ya li Qada Stasyonê ya Amedê, danê nîvro dest pê kir. Bi destpêkirina mîtîngê re qedexe û astengiyên polîsan jî rû dan. Lê dîsa jî mîtîng bi coşeke mezin dewam kir. Di dema mîtîngê de polîs ketin qada mîtîngê û hewl dan kesên kincên bi rengê kesk û sor û zer li xwe kiribûn û qurdeleyên rengîn bi ber xwe vekiribûn binçav bikin. Piştî ku Dayika Aştiyê Hatîce Beytûr (50) ku hat hînbûn ji Cizîrê hatiye bi vê hincetê hat binçavkirin, Dayika Aştiyê Hazal Sureur jî bi heman hincetê hat binçavkirin. 
 
Polîsan Surerê birin hewşa Mizgefta Sumerê ya li kêleka qada mîtîngê. Çendî parlementerên HDP'î xwestin pêşî li ber binçavkirina Surerê bigirin jî, lê polîsan bi darê zorê ew binçav kirin. Parlementeran polîsan protesto kir. 
 
Jinên ku qada mîtîngê tije kirin tim dirûşmeya "Jin Jiyan Azadî" berz kirin. Piştî Koma Aryen derket ser dikê û stran gotin, nameya ji Meşa Jinê ya Cîhanê hat, hat xwendin. 
 
Piştî xwendina nameyê, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz axivî. 
 
AYDENÎZ: TEVÎ HEMÛ ZEXTAN JÎ JIN LI QADAN E
 
Aydenîz, di axaftina xwe de bal kişand ser bêtehemûliya li hemberî mîtîngê û got: "Ji Dêrsimê heta Amedê, ji Botanê heta Serhedê jin îro li vî qadê li ser pêyan bûn. Divê bê zanîn ku jin tu carî paşve gav navêjin û dê serî li hemberî desthilatdariyê natewînin. Her wiha tehemûlê reng û tilîliyên jinan nakin. Mizgeft kirin qereqol. Ji ber ku ji azadiya jinê ditirsin. Dizanin ku çi dibe bila bibe jin tu carî dev ji rêxistinbûna xwe û her wiha ji qadan bernade. Li gel her cureyên dorpêçe jin dê li ber xwe bidin. Jin bi berxwedanê heta wan rojan hatin."
 
Aydenîz, silavên xwe ji girtiyên jin re şand û wiha axivî: "Em silavên xwe girtiyên ku ji bo azadiyê têdikoşin re dişînin. Em li vir tên destê dayikên xwe. Jin ji mehekî jortir e li gund û taxan xebatên xwe meşandin. Xwe gihandin bi 10 hezaran jinê. Em baş dizanin ku gelek jin ji ber zext û zordariyê xwe negihandin qadê. Lê em ê li vir bibin dengê wan jinan."
 
'ÇARESERÎ LI ÎMRALIYÊ YE'
 
Aydenîz di axaftina xwe de wiha bal kişand ser tecrîdê û got: "Zextên ku niha pêk tê, ji ber tecrîdê ye. Heke dengê Birêz Ocalan bilind bibe dê demokrasî jî pêş bikeve. Dengê wî dê ji Rojhilata Navîn re aştiyê bîne. Desthilatdarî ji demokrasî û azadiyê ditirse. Îro kesên ku li Kurdistanê digerin qala muxataban dikin û me her tim got muxab diyar e. Muxatab diyar e, muxatab Birêz Ocalan e. Fermo meseleyê li Îmraliyê çareser bikin."
 
'DÊ BIÇIN'
 
Aydenîz, di berdewama axaftina xwe de got: "Di 6 salên dawî de tu tahde û îşkence nema ku îqtidara AKP û MHP'ê nekirine. Dê ev polîtîkayên şer li tu derî jî bi kêrî tiştekî neyên. Ji dêvla ku meseleya kurdî bi rêyên demokratîk çareser bikin, radibin xwe bi xwînê xweyî dikin. Bi vî awayî hewl didin li ser pêyan bimînin, lê ev polîtîkayên şerî ew daxilî nav krîzeke pir alî kirine. Dê jin li her derî xwe birêxistin bikin û meseleya jinan û meseleya kurdî çareser bikin. Çawa ku îqtidarên ev polîtîka pêk anîn, çûn neman, dê aqûbeta vê îqtidarê jî wekî ya wan be. Tekane çareserî têkoşîneke li ser asasê demokratîkbûyînê ye. Em jinên kurdistanî bang li hemû jinên cîhanê dikin ku em bi hev re li hemberî vê pergalê tevbigerin." 
 
'DÊ ROJAVA DAWIYA WE BÎNE'
 
Aydenîz, di axaftina xwe de bal kişand ser mijara yekîtiya neteweyî jî û got: "Jin di meseleya yekîtiya neteweyî de xwedî roleke pêşengî ne. Em jin careke din soz didin ku em ê destkeftiyên xwe yên li her çar perçeyên Kurdistanê biparêzin û hewl bidin ku Kurdistan bibe xwedî statu. Li ku derê destkeftiyeke kurdan hebe, êrişê dibin ser. Êrişî Rojavayê dikin, lê dê Rojava dawiya we bîne. Şoreşa Rojavayê, şoreşa jinê ye. Silav li şoreşa jinê, silav li Rojavayê." 
 
'EM Ê DEV JI BERXWEDANÊ BERNEDIN'
 
Aydenîz, destnîşan kir ku sedema hemû pirsgirêkan ji be rkrîza rêvebirinê ye û got: "Lê ji me yek jî bimîne, dîsa em ê serî netewînin. Dê rêxistinbûyîna jinan dawiya vê seltanatê bîne. Jin li her derî, li kuçeyan, li girtîgehan xwe diparêzin. Em ê heta dawiyê li dijî siyaseta baviksalarî têbikoşin. Qethiyen dê jin dev ji zimanê xwe, hebûna xwe û berxwedana xwe bernedin. Dê li ev sedsal bibe sedsala jinê." 
 
 Piştî axaftina Aydenîzê, Koma Dîcle Firatê çû ser dikê. Mîtîng bi govendgerandin, tilîlî û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû. 

Sernavên din

20/10/2021
19:30 Katalonyayê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nas kir
17:02 Ji Girtîgeha Amedê 7 girtî hatin sewqkirin
16:39 Filma ‘Cîran’ li Swîsreyê hêjayî xelatê hat dîtin
16:27 Li Kobanê SÎHA'yê bombe li wesayîtek sivîl barand
16:14 SES: Gonul Erden bi tecrîdê tê cezakirin
15:38 Ji Rojnameya Karincayê hastaga piştevaniyê
15:36 Ji bo girtiyan wê du meh çalakî werin lidarxistin
15:19 Akşener û Kiliçdaroglû li ser pergala parlamenteriyê hevdîtin kirin
14:54 Ji ber kêmbûna avê li Çemê Dîcleyê masî dimirin
13:38 Li Mersînê bijîjkekî hempîşeyê xwe kuşt
12:35 Dadgehê 30 sal cezayê hepsê li Ayşe Gokkan birî
12:19 5 rojnamegerên ku nûçe dişopandin beraet kirin
12:14 Malbata Şenyaşar: Cihê yê ku komkujî kiriye ne Meclîs e
11:32 Ji bo hatina Walî têketine Elkê qedexe kirin
11:15 ‘Dibe ku girtiyê nexweş Oztel çavên xwe winda bike’
10:34 Ji bo avakirina nexweşxaneyên bajar budçeyek zêde hatiye veqetandin
09:57 Li Şamê êrişa bombeyî: Herî kêm 13 leşker mirin
09:03 Girtiya jin li nexweşxaneyê hat tacizkirin
09:03 Yîgît: Deklerasyona HDP'ê helwesta muxalefetê guherand
09:03 Şaredarê Agiriyê ji bo guherandina sendîkayê gefan li karkeran dixwe
09:03 Li Girtîgeha Sîncanê di dema hevdîtinê de gardiyan li ber telefonan disekinin
09:03 Dadgehê heqê wergêra kurdî ji rojnamevan girt
09:03 Li nav rezên Licê sîtil li ser kuçikan hatin bikeyskirin
09:03 Rojnamevan Zagros: Tirkiye di şerê li Başûr de têk diçe
09:03 Çêkirina rê zirarê dide herêmê
09:03 Lehiya Sînopê: 71 roj in agahî ji Farûk Adak ê amedî nayê girtin
09:00 ROJEVA 20'Ê COTMEHA 2021'AN
19/10/2021
19:43 Ciwanan pêşangeha 'Odeya Bîrê' ya Guneştekîn protesto kirin
18:12 HDP'ê serdana gundên Şirnexê kir
17:04 Lêpirsîna li ser nûçegihana me bi dozvenekirinê bi encam bû
16:50 Li Çiyayê Kato berfa salê barî
16:38 Girtiyên ji Kirikkaleyê sewqî Sîncanê hatin kirin : Her şev bi ser qawîşan de digirin
16:36 Li Mêrdînê bang kirin: Em çanda kurdî bidin jiyîn
15:51 Dayika Ayşe Ozdogan a 72 salî hat binçavkirin
15:51 Platforma Zimanê Kurdî: Divê kurdî bijî
15:27 Eskerên ku li gundiyan dan: Dest ji doza xwe berdin
14:59 Sancar: Wê dawî li şer û desthilatdariyê were anîn
14:50 Li Efrînê 3 jinên din hatin revandin
14:43 Erdogan mûçeyê xwe kir 100 hezar TL
14:42 Pirtûkeka nû ji Selîm Temo: Pûnga li Bajêr
14:35 Urkut: AKP’ê ji bo berjwendiyên xwe pêvajoyê qedand
14:14 Tê xwestin ku tezkereya Iraq û Sûriyeyê 2 salên din jî bê dirêjkirin
13:31 Danişîna penaberê li GGM’ê bi tundiya polîs hat qetilkirin hat dîtin
13:20 HDP’ê têkildarî budçeyê serdana KESK’ê kir
13:17 Takor Zerdeşt: Li Başûr sivîl ji ber gaza kîmyewî dimirin hikûmet jî vedişêre
13:08 Doza Las Tesis ji bo biryarê hat taloqkirin
12:13 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:33 Çîftyurek: Şerê bi kurdan re dê Tirkiyeyê biçûk bike
11:31 Hozan Canê: Wê nikaribin bi cezayan hunermendan bitirsînin
11:01 Malbata Şenyaşar: Bila mirovahiya xwe di lêpirsînê re derbas bikin
10:43 Omer: Wê ji hevdîtinên Destûra Bingehîn a Sûriyê encam dernekeve
10:30 Windakirina nirxê TL didome
10:10 Ji bo Kavala sefîrên 10 welatan vexwendin Wezareta Karên Derve
09:10 Darizandin hat sekinandin, qeymeqamtiyê destûra lêpirsînê neda
09:09 Fêkiyeke kêmpeyda û çavkaniya şîfayê: Henap
09:07 'Qanûn li Antalyayê bi awayekî din e, li Şirnexê bi awayekî din e'
09:07 PDK bûye piyonê TSK'ê!
09:00 ROJEVA 19'Ê COTMEHA 2021'AN
18/10/2021
22:39 Cenazeyê Gîzlenç di bin dorpêça polîsan de hat veşartin
20:17 Şahidê Doza Kobanê Gokalp 15 rojan li TEM'ê hatiye sekinandin!
18:15 Partiya Azadiyê serdana HDP'ê kir
17:13 Nîvê şevê bi ser qawişan de girtin: Zarok gelek ditirsin
16:48 Bûldan: Gelo hûn ê bi pelçiqandina zarokên kurd pirsgirêkê çareser bikin?
16:46 Li Êlihê bertek nîşanî qedexeya konsera NÇM’ê dan
16:17 Dema binçavkirin şermezar dikirin hatin binçavkirin
16:12 Li Elkê salvegera damezrandina HDP'ê hat pîrozkirin
15:50 Li Mêrsînê jinek hat qetilkirin
15:40 Ji bo doza Komkujiya Pirsûsê banga beşdariyê kirin
15:38 3 sal û mehek ceza li Hozan Canê hat birîn
14:32 Midurê hilbijartinê ji tacîzê hat girtin
14:20 Jinan bersiva şideta polîsan da: Em ê serî netewînin
14:13 Ji bo malbata Şenyaşar serî li Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan hat dayîn
14:08 HDP’ê li Nisêbînê ji xelkê re qala budçeyê kir
14:01 Mitînga “Banga Demokrasiyê” dest pê kir
13:14 Ferît Şenyaşar: 224 roj in çapemenî me paşguh dike
13:14 Rûniştina 5’emîn a Doza Kobanê dest pê kir: Girtiyan parastina xwe nekir
13:13 Cezayê girtîgehê li Mamedoglû yê HDP'î hatiye birîn
12:20 KMMK : Di meha îlonê de 8 kolber hatin kuştin
10:59 Berdevkê YPG'ê: Dibe mîna Efrînê li hev bikin
10:58 Di berdêla Idlibê de bazariya Til Rifat û Şehbayê
10:16 Li Wanê xwendekaran zemên xwarin û wargehê şermezar kirin
09:02 'Bi Doza Kobanê re siyaseta HDP'ê tê astengkirin'
09:02 'Yên ku tehamula wan ji rengên kurdan re nîne, wê çawa çareseriyê bîne'
09:02 Bişar Îçlî: Şirket-dewlet tovên xwecihî asîmîle dike
09:00 ROJEVA 18'Ê COTMEHA 2021'AN
08:29 Wênegir Burhan Gizlenmiş jiyana xwe ji dest da
17/10/2021
19:43 Durakoglu dîsa ji bo serokatiya Baroya Stenbolê hat bijartin
19:33 Sancar li sûka Mêrdînê serdana esnafan kir
18:09 Li Botanê kampanyaya "Dema azadiyê" didome
17:38 'Bikaranîna tiryakê li Tirkiyê zêde bûye'
17:37 Hunermendan li Amedê qedexekirina konsera NÇM’ê şermezar kirin
17:09 'Talankirina daran rawestînin'
16:05 Li Efrînê jinek du canî hat qetilkirin
15:45 Girtiyên ku guhertina odeyan qebul nekirin hatin derbkirin
15:34 Başaran: Em ê astengiyan bi têkoşîna jinan ji holê rakin
15:14 Aydenîz û Poyraz serdana Dayikên Aştiyê kirin
15:06 Li Semsûrê salvegera avakirina HDP’ê bi coş hat pîrozkirin
14:00 Mîtînga ‘Banga Demokrasiyê’: Em ê nîşan bidin ku em li ser piya ne
13:45 Polîsan li Dayikên Aştiyê ‘biçin ber HDP’ê alê vekin’ ferz kirin
13:24 Sancar: Werin em budçeya aştiyê çêbikin