Bekîr Guvenê ji sedî 98 astengdar: Girtîgeh ne cihên girtiyên nexweş in

  • rojane
  • 09:07 17 Cotmeh 2021
  • |
img

ENQERE - Bekîr Guvenê piştî rapora ji sedî 98 astengdar û nikare di girtîgehê de bimîne hat berdan got: "Hat serê min. Girtîgeh ne cihên girtiyên nexweş e. Gava çûm heyetê, polîsekî destên min kelmeçe kirin, ew her 3 roj, rojên herî xirab ên jiyana min bûn." 

 
Bekîr Guvenê ji sedî 98 astengdar, ji ber hin parvekirinên xwe yên li ser medyaya sanal ên sala 2015'an, 22 meh ceza lê hatibû birîn. Piştî cezayê wî hatibû pesendkirin, di 20'ê Îlonê de hatibû girtin. Guven, piştî ku Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê rapora "divê ji ber tenduristiyê ceza bê taloqkirin" dabû wî, di 11'ê Cotmehê de hatibû berdan. Bekîr Guvenê nexweşîna Hûntîngtonê pêr e heye û Rûkiye Guven behsa çîroka jiyana xwe kirin. 
 
Guven, di sala 1966'an de li navçeya Sêwreg a Rihayê hatiye dinê. Gava 6 salî bûye malbata wî bar kiriye çûye navçeya Soke ya Aydinê. Guven û hevjîna wî Rûkiye Guven, di dema Derbeya Eskerî ya 12'ê Îlona 1980'yî de gava di bin banê Partiya Komunîst a Tirkiyeyê (TKP) de têdikoşiyan, hev du nas kirine. Guven, di dema Derbeya Eskerî ya 12'ê Îlonê de 3 salan di girtîgehê de maye. Rûkiye Guven, wiha behsa çîroka ka xwe ya hevnasînê kir: "Wê demê em endamê TKP'ê bûn. Em her du jî hatin girtin. Me li midûriyeta polîsan hev du nas kir. Em di 1987'an de zewicîn. Piştî em ji girtîgehê derketin, me di nav têkoşîna demokrasiyê de cih girt. Di sala 1991'ê de gava em li Mêrsînê bûn, hat girtin. Wî şandin Girtîgeha Meletiyê. Salekê di girtîgehê de ma." 
 
Guven, ragihand ku hevjînê wê bûye şahidê gelek bûyeran û got: "Şahidê grevên birçîbûnê yên piştî Derbeya 12'ê Îlonê ye. Em di sala 1989'an de çûn Stenbolê. Me di nav xebatên sendîkayî de cih girt. Şahidê Komkujiya Gaziyê û Komkujiya Sêwazê ye." 
 
Rûkiye Ozmen, diyar kir ku ji ber sedemên aborî di sala 2000'î de dev ji siyaseta çalak berdane û di sala 2006'an de bar kirine çûne Eskîşehîrê û li wir dikaneke pirtûkfiroşan vekirine. Guven, anî ziman ku di 2015'an de bi awayekî çalak di nav HDP'ê de cih girtine û got: "Partiya herî nêzî fikira me HDP bû. Piştî nexweşîna hevjînê min zor dayê, ew tevli xebatan nebû, lê ez tevlê bûm." 
 
‘DI DOSYEYÊ DE ŞÎROVEYÊN NE AYDÊ WÎ' 
 
Rûkiye Ozmen ji bo doza hatiye vekirin jî got: "Ev lêpirsîn di 2015'an de dest pê kir. Bi hinceta li bin nûçeyeke hatiye parvekirin şîroveyeke kiriye. Her wiha di nav dosyeyê de şîroveyên ku wî nekirine jî hene. Hatiye îdiakirin ku gotiye 'Bijî PKK, Bijî YPG.' Me ev yek li dadgehê îspat nekirin û bêyî bê vekolandin 22 meh û 5 roj ceza lê hat birîn. Me di dadgehê de doza danişîna bi SEGBÎS'ê kir. Dadger derbarê nexweşîna wî de hin pirs jê kirine. Dadger, ji me re got ez ê ceza bibirim, lê ez ê taloq bikim. Cezayê wî di 24'ê Mijdara 2017'an de hat pesendkirin, lê haya parêzer jê çênabe. Di meha Çileyê de teblîxat hat. Me serî li gelek cihan da, lê tiştek jê derneket. Ji ber ku ceza hatibû pesendkirin. Wê demê rewşa wî xirabtir bû." 
 
‘BI RÎNGÊ BIRIN'
 
Guven, anî ziman ku hevjînê wê Bekîr Guven ji sedî 98 astengdar e, lê dîsa jî hatiye girtin û got: "Di 20'ê Îlonê de wî birin Girtîgeha Eskîşehîrê. Gava wî birin girtîgehê, ewilî wî xistin hucreyeke yekkesî. Nikaribû bi tena serê xwe xwarina xwe bixwe. Ji bo dengê xwe ragihîne nikaribûye li derî jî bixe û biçe tuwaletê jî. Bi mudaxileya komeleyên mafên mirovan, baro û kampanyaya li ser medyaya civakî ew rakirin nexweşxaneyê." 
 
DESTÊN WÎ KELEMÇE KIRINE
 
 Bekîr Guven jî ku bi zorê diaxive, got: "Hat serê min. Girtîgeh ne cihên girtiyên nexweş e. Demildest divê girtiyên nexweş bên berdan. Gava çûm heyetê, polîsekî destên min kelmeçe kirin, ew her 3 roj, rojên herî xirab ên jiyana min bûn." 
 
Rûkiye Ozmen, tiştên hatine serê wê hevjînê wê wekî bêwijdaniyê wesifandin û got: "Em bi salan e ji bo mafên mirovan têdikoşin. Em baş dizanin tişta anîn serê Bekîr, bêwijdanî ye." 
 
BANG LI WEZARETA DADÊ KIR
 
Rûkiye, diyar kir ku ji ber nexweşînê cezayê hevjînê wê salekê hatiye taloqkirin û got: Heger cezayê wî veguherînin cezayê hepsa malê dê ji bo me pir baş be. Dê salek bi şûn de nexweşîna wî girnatir bibe. Bijîşk dibêjin tedawiya wê tune ye. Em bang li Wezareta Dadê dikin ku dosyeyê xera bike û cardin li Dadgeha Bilind bê darizandin." 
 
Ozmen, herî dawî destnîşan kir ku divê girtiyên nexweş û extiyar hemû bên berdan. 
 

Sernavên din

20/10/2021
19:30 Katalonyayê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nas kir
17:02 Ji Girtîgeha Amedê 7 girtî hatin sewqkirin
16:39 Filma ‘Cîran’ li Swîsreyê hêjayî xelatê hat dîtin
16:27 Li Kobanê SÎHA'yê bombe li wesayîtek sivîl barand
16:14 SES: Gonul Erden bi tecrîdê tê cezakirin
15:38 Ji Rojnameya Karincayê hastaga piştevaniyê
15:36 Ji bo girtiyan wê du meh çalakî werin lidarxistin
15:19 Akşener û Kiliçdaroglû li ser pergala parlamenteriyê hevdîtin kirin
14:54 Ji ber kêmbûna avê li Çemê Dîcleyê masî dimirin
13:38 Li Mersînê bijîjkekî hempîşeyê xwe kuşt
12:35 Dadgehê 30 sal cezayê hepsê li Ayşe Gokkan birî
12:19 5 rojnamegerên ku nûçe dişopandin beraet kirin
12:14 Malbata Şenyaşar: Cihê yê ku komkujî kiriye ne Meclîs e
11:32 Ji bo hatina Walî têketine Elkê qedexe kirin
11:15 ‘Dibe ku girtiyê nexweş Oztel çavên xwe winda bike’
10:34 Ji bo avakirina nexweşxaneyên bajar budçeyek zêde hatiye veqetandin
09:57 Li Şamê êrişa bombeyî: Herî kêm 13 leşker mirin
09:03 Girtiya jin li nexweşxaneyê hat tacizkirin
09:03 Yîgît: Deklerasyona HDP'ê helwesta muxalefetê guherand
09:03 Şaredarê Agiriyê ji bo guherandina sendîkayê gefan li karkeran dixwe
09:03 Li Girtîgeha Sîncanê di dema hevdîtinê de gardiyan li ber telefonan disekinin
09:03 Dadgehê heqê wergêra kurdî ji rojnamevan girt
09:03 Li nav rezên Licê sîtil li ser kuçikan hatin bikeyskirin
09:03 Rojnamevan Zagros: Tirkiye di şerê li Başûr de têk diçe
09:03 Çêkirina rê zirarê dide herêmê
09:03 Lehiya Sînopê: 71 roj in agahî ji Farûk Adak ê amedî nayê girtin
09:00 ROJEVA 20'Ê COTMEHA 2021'AN
19/10/2021
19:43 Ciwanan pêşangeha 'Odeya Bîrê' ya Guneştekîn protesto kirin
18:12 HDP'ê serdana gundên Şirnexê kir
17:04 Lêpirsîna li ser nûçegihana me bi dozvenekirinê bi encam bû
16:50 Li Çiyayê Kato berfa salê barî
16:38 Girtiyên ji Kirikkaleyê sewqî Sîncanê hatin kirin : Her şev bi ser qawîşan de digirin
16:36 Li Mêrdînê bang kirin: Em çanda kurdî bidin jiyîn
15:51 Dayika Ayşe Ozdogan a 72 salî hat binçavkirin
15:51 Platforma Zimanê Kurdî: Divê kurdî bijî
15:27 Eskerên ku li gundiyan dan: Dest ji doza xwe berdin
14:59 Sancar: Wê dawî li şer û desthilatdariyê were anîn
14:50 Li Efrînê 3 jinên din hatin revandin
14:43 Erdogan mûçeyê xwe kir 100 hezar TL
14:42 Pirtûkeka nû ji Selîm Temo: Pûnga li Bajêr
14:35 Urkut: AKP’ê ji bo berjwendiyên xwe pêvajoyê qedand
14:14 Tê xwestin ku tezkereya Iraq û Sûriyeyê 2 salên din jî bê dirêjkirin
13:31 Danişîna penaberê li GGM’ê bi tundiya polîs hat qetilkirin hat dîtin
13:20 HDP’ê têkildarî budçeyê serdana KESK’ê kir
13:17 Takor Zerdeşt: Li Başûr sivîl ji ber gaza kîmyewî dimirin hikûmet jî vedişêre
13:08 Doza Las Tesis ji bo biryarê hat taloqkirin
12:13 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:33 Çîftyurek: Şerê bi kurdan re dê Tirkiyeyê biçûk bike
11:31 Hozan Canê: Wê nikaribin bi cezayan hunermendan bitirsînin
11:01 Malbata Şenyaşar: Bila mirovahiya xwe di lêpirsînê re derbas bikin
10:43 Omer: Wê ji hevdîtinên Destûra Bingehîn a Sûriyê encam dernekeve
10:30 Windakirina nirxê TL didome
10:10 Ji bo Kavala sefîrên 10 welatan vexwendin Wezareta Karên Derve
09:10 Darizandin hat sekinandin, qeymeqamtiyê destûra lêpirsînê neda
09:09 Fêkiyeke kêmpeyda û çavkaniya şîfayê: Henap
09:07 'Qanûn li Antalyayê bi awayekî din e, li Şirnexê bi awayekî din e'
09:07 PDK bûye piyonê TSK'ê!
09:00 ROJEVA 19'Ê COTMEHA 2021'AN
18/10/2021
22:39 Cenazeyê Gîzlenç di bin dorpêça polîsan de hat veşartin
20:17 Şahidê Doza Kobanê Gokalp 15 rojan li TEM'ê hatiye sekinandin!
18:15 Partiya Azadiyê serdana HDP'ê kir
17:13 Nîvê şevê bi ser qawişan de girtin: Zarok gelek ditirsin
16:48 Bûldan: Gelo hûn ê bi pelçiqandina zarokên kurd pirsgirêkê çareser bikin?
16:46 Li Êlihê bertek nîşanî qedexeya konsera NÇM’ê dan
16:17 Dema binçavkirin şermezar dikirin hatin binçavkirin
16:12 Li Elkê salvegera damezrandina HDP'ê hat pîrozkirin
15:50 Li Mêrsînê jinek hat qetilkirin
15:40 Ji bo doza Komkujiya Pirsûsê banga beşdariyê kirin
15:38 3 sal û mehek ceza li Hozan Canê hat birîn
14:32 Midurê hilbijartinê ji tacîzê hat girtin
14:20 Jinan bersiva şideta polîsan da: Em ê serî netewînin
14:13 Ji bo malbata Şenyaşar serî li Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan hat dayîn
14:08 HDP’ê li Nisêbînê ji xelkê re qala budçeyê kir
14:01 Mitînga “Banga Demokrasiyê” dest pê kir
13:14 Ferît Şenyaşar: 224 roj in çapemenî me paşguh dike
13:14 Rûniştina 5’emîn a Doza Kobanê dest pê kir: Girtiyan parastina xwe nekir
13:13 Cezayê girtîgehê li Mamedoglû yê HDP'î hatiye birîn
12:20 KMMK : Di meha îlonê de 8 kolber hatin kuştin
10:59 Berdevkê YPG'ê: Dibe mîna Efrînê li hev bikin
10:58 Di berdêla Idlibê de bazariya Til Rifat û Şehbayê
10:16 Li Wanê xwendekaran zemên xwarin û wargehê şermezar kirin
09:02 'Bi Doza Kobanê re siyaseta HDP'ê tê astengkirin'
09:02 'Yên ku tehamula wan ji rengên kurdan re nîne, wê çawa çareseriyê bîne'
09:02 Bişar Îçlî: Şirket-dewlet tovên xwecihî asîmîle dike
09:00 ROJEVA 18'Ê COTMEHA 2021'AN
08:29 Wênegir Burhan Gizlenmiş jiyana xwe ji dest da
17/10/2021
19:43 Durakoglu dîsa ji bo serokatiya Baroya Stenbolê hat bijartin
19:33 Sancar li sûka Mêrdînê serdana esnafan kir
18:09 Li Botanê kampanyaya "Dema azadiyê" didome
17:38 'Bikaranîna tiryakê li Tirkiyê zêde bûye'
17:37 Hunermendan li Amedê qedexekirina konsera NÇM’ê şermezar kirin
17:09 'Talankirina daran rawestînin'
16:05 Li Efrînê jinek du canî hat qetilkirin
15:45 Girtiyên ku guhertina odeyan qebul nekirin hatin derbkirin
15:34 Başaran: Em ê astengiyan bi têkoşîna jinan ji holê rakin
15:14 Aydenîz û Poyraz serdana Dayikên Aştiyê kirin
15:06 Li Semsûrê salvegera avakirina HDP’ê bi coş hat pîrozkirin
14:00 Mîtînga ‘Banga Demokrasiyê’: Em ê nîşan bidin ku em li ser piya ne
13:45 Polîsan li Dayikên Aştiyê ‘biçin ber HDP’ê alê vekin’ ferz kirin
13:24 Sancar: Werin em budçeya aştiyê çêbikin