Ji berdana girtiya siyasî re dosyaya girtiya edlî bû asteng

  • jin
  • 11:33 29 Cotmeh 2021
  • |
img
ENQERE - Li Girtîgeha Jinan a Sîncanê, Hanim Yildirim û Jiyan Ateş, bi hinceta ku derneketine lîjneyê û Rojdan Erez jî ji ber dosya bi dosya girtiyeke edlî ku ji cinayetê ceza xwariye re hat tevlîhevkirin berdana wan hat astengkirin.
 
Hanim Yildirim, Jiyan Ateş û Rojdan Erez ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê girtî ne, li gel ku cezayê li wan re hatiye birîn xelas bûye jî ji ber biryara “Lijneya Çavderiyê ya Girtîgehê” nayên berdan. Ateş û Yildirim ên bi sûcdariya “endamtiya rêxistinê” girtî ne, bi hinceta derneketine “Lijneya Îdarî û Çavdêriyê ya Girtîgehê” û Erez ku ji “endamtiya rêxistinê” girtî ye jî ji ber ku dosya wê bi dosya girtiyeke edlî re hatiye tevlîhevkirin, nayên berdan. Erez, bi angaşta ku “hevjînê xwe kuştiye” û “ji xizmên kesê ku kuştiye re dibe gef ” berdana wê tê astengkirin.  
 
HELWESTÊ KIR HINCETA NEBERDANÊ
 
Lijneya Îdarî û Çavdêriyê, ji bo Yildirim ku divê di 25 'ê Mijdarê bi şertê kontrola edlî bê berdan, daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ya hincet nîşan da û berdana wê asteng kir. Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê, bi hinceta ku rewşa baş tune ye daxwaz kiribû ku Yildirim bi şertê kontrola edlî neyê berdan. Ji bilî vê lîjneyê ji bo astengkirina berdana Yildirim helwest û nêzikbûnên wê yen girtîgehê jî hincet nîşan da û angaşt kir ku Yildirim helwest û nêzikbûnên rêxistinî nîşan daye. 
 
'TEVLÎ HEVDÎTINÊN TAKESÎ NEBÛYE'
 
Di berdewama biryarê de tê destnîşankirin ku lijneyê ji bo berdana wê ya bi şertê kontrola edlî û agahî dayîna ji bo forma nirxandina çavdêriyê xwestiye ku bi Yildirim re hevdîtineke takekesî bike lê Yildirim hevdîtinê qebûl nekiriye û derbarê wê de tu nirxandin nehatiye kirin û ev tişt hatiye gotin: "Dema girtina xwe de gelek caran derbarê wê de girtek hatine girtin û lêpirsînên dîsîplînê lê hatine vekirin. Rexmî ku cezayên dîsîplînê xwariye jî tu erênîbûn pê re çênebûne. Ji ber ku tevlî hevdîtinên takekesî nebûye derbarê plan û motîvasyona wê ya piştî berdana wê de tu nirxandin nehatiye kirin."
 
Lijneyê, di biryara xwe de ji bo Yildirim gotiye ku ne guncav e bê berdan, daxxwaza Serdozgeriya Komarê ya Enqerê hatiye qebûlkirin û biryar hatiye dayîn ku piştî 6 mehan careke din derbarê wê de nirxandin bê kirin. 
 
GIRTÎGEHÊ AGAHÎ NEDA 
 
Berdana Jiyan Ateş jî bi heman hêcetan hatiye dirêjkirin. Xwişka Ateş, Pinar Ateş a ji bo ku têkildarî biryara lijneyê li rayedarên girtîgehê geriyaye, diyar kir ku rayedaran tu agahî nedane wan û wiha got: “Xwişka min ewil got ji ber stranên kurdî gotine û govend gerandine derbarê wan de lêpirsîn dane destpêkirin û cezayê dîsîplînê li wan hatiye birîn. Em sedemê wê nizanin lê berdana wê 6 mehan hatiye taloqkirin.”
 
DOSYAYA GIRTIYEKE DIN WEKE HÊCET HAT NÎŞANDAN
 
Rojdan Erez a beriya 6 salan hatibû girtin û bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” ceza lê hatibû birîn û 5 sal û 8 meh in di girtîgehê de ye jî ligel cezayê wê xelas bûye jî ji aliyê rayedarên girtîgehê ve nayê berdan. Di biryara bihêcet a ji bo Erez hatiye amadekirin de sûcê girtiyeke edlî yên “bi zanebûn hevjînê xwe kuştiye" , "xesp” û “ji xizmên kesê ku kuştiye re dibe gef” weke hêcet hatiye nîşandan. 
 
‘NIKARE DI HUNDIR DE WERIN GIRTIN’
 
Dayika Erez Nusbet Erez, bertek nîşanî biryarê da jî wiha got: “Bi rojan beriya berdana wê, me li girtîgehê geriya û hewl da agahiyê bigirin. Lê belê bi hinceta ‘Em ê ji we re ragihînin, dosyaya wê hêj nehatiye, di demeke nêz de li me bigerin’ bi rojan em mijûl kirin. Dema ku cezayê wan biqede, mafê wan tune ye ku li wir kesî bigirin. Em jî ji ber ku dê Rojdan were berdan çûn li pêş girtîgehê heta êvarî em li wir bûn. Piştî mesaiye saet di 17.00’an de tebligat ji keça min re şandine. Dema em geriyan jî gotin hêj tiştek nediyar e sibê bigerin.”
 
ROJA KU WERE BERDAN BIRYAR DAN
 
Erez, diyar kir ku bi axaftina bi telefonê ya bi keça xwe re sedema neberdana wê hîn bûne û wiha axivî: “Roja ku da were berdan kaxizek xistine destê wê û hêceta jineke ku hevjînê xwe kuştiye û 10 sal in di hundir de ye dane Rojdanê. Rojdan ji me re got ‘Ez bi hêceta keseke din têm girtin. Hêceta jineke edlî ji min re hat. Min jî tiştek fêm nekir lê berdana min 6 mehan taloq kirin.’ Ligel ku cezayê keça min xelasbûye jî bi rojane tê girtin. Em ê îtîrazî biryarê bikin.”
 
 

Sernavên din

31/10/2021
09:12 Îdianameya Onûr Gencer: Hêza siyasî ya li pişta wî tê veşartin
09:06 Rûviyên wê 450 rojan li derve man, cardin kîst çêbû
09:05 Li Sîlîvriyê girtî li ser kartonan radizên
09:04 Girtiyên li ber jimariya li ser pêyan rabûn bi erdê ve hatin kaşkirin
09:03 Berteka ji bo tezkereyê: Divê em di heman eniyê de têbikoşin
09:01 Destdirêjiya lê hatiye kirin di rojnivîska xwe de nivîsiye: Kiryar serbest e
09:00 ROJEVA 31'Ê COTMEHA 2021'AN
30/10/2021
17:24 Girtiyên ku gardiyanan êrişî wan kiribûn hatin sewqkirin
17:09 Hunermendê NÇM’ê Karakaş hat berdan
16:36 ‘Berxwedana Kobanê remza vîna azad a gelê kurd e’
16:28 Di 'Rûniştina F' de ji bo Tûglûk bang kirin
16:16 Xizmên Windayan aqûbeta Gumuş û Bayram pirsîn
15:34 ‘Divê cezayê girtiya nexweş a giran Ozdogan were taloqkirin’
15:33 Aqûbeta Huseyîn Toroman pirsîn
14:51 Aydenîz: Plana Çokşikandinê ew anîn ber hilweşînê
Ozturk: Rêya çareseriyê li Îmraliyê ye
14:47 ‘Tirkiye bi piştevaniya PDK’ê çekên kîmyewî bi kar tîne’
14:34 Li Tarsûsê çeteya fihûşê: Dest dirêjî zaroka 15 salî kirin
13:49 Li Wanê mal di bin avê de man
13:48 Daxwaza taloqkirina cezayê girtiyê nexweş berasteng Kaytan hat kirin
12:49 Baroya Mêrdînê: Gotina ‘Ev der Kurdistan e’ rexneyeke li polîtîkaya dewletê
12:05 Nobeta Şenyaşaran di roja 236'an de ye
11:53 Prz. Aktar: Divê her tim li her derê bê gotin ku ‘Ev der Kurdistan e’
11:44 Li Girtîgeha Dîlokê gefa kuştinê li girtiyan xwarin
11:41 Hevberdevka HDK'ê Demîr: Li dijî boçûna tarî divê em hêzên xwe bikin yek
11:40 Li du bajaran tundî li jinan hat kirin
11:06 Zêbarî: PDK ji bo berjewendiyên xwe bû hevkarê Tirkiyeyê
10:57 Makîneya 'sûcan' a 36 salan
10:43 ‘Em destûr nadin ku tiryak belav bibe’
10:22 Ji 174 weşanxaneyên tev li fûara pirtûkan bûn tenê 1 jê ya Kurdî bû
09:53 'Di bûyerên destdirêjiyê de ne zarok, kiryar tê parastin'
09:52 Zarokê penaber ê winda kuştî hat dîtin
09:26 Banga ji bo berdana rojnamevanê girtî Ayik
09:26 Piştî Heskîfa nû li gundê wan hat çêkirin li warê xwe bûn kirêvan
09:24 Hilberînerên silqokê ji ber kotayê dixisirin
09:23 Yolerî: Armanca tezkereyê têkoşîna gelê kurd e
09:23 Polîsan hewl da çawîşê pispor ê dest dirêjî du zarokan kir biparêzin
09:22 Sekretera Jin a KESK'ê: Em budçeyeke hevpar û li ser asasê aştiyê dixwazin
09:00 ROJEVA 30'Ê COTMEHA 2021'Ê
29/10/2021
18:45 PZK'ê 3 sal li dû xwe hiştin: Zimanê kurdî hebûna me ye
16:53 Aydenîz: Binçavkirina li Sêrtê delîla gotina ‘Kurdistan mêtîngeh e’ ye
16:46 Başaran: Armanca şewatan bêmirovkirina herêmê ye
15:44 Ji bo sersaxiyê serdana malbata Ozgun kirin
15:27 Hevdîtina ‘Dema Azadiyê’: Heke hişmendiyeke ji Saddam qirêjtir hebe ew jî ev desthilat e
15:13 Ji TJA'yê daxuyaniya Gezer: Em polîtîkaya tepisandina qebûl nakin
14:02 Li Şirnexê kesek hat binçavkirin
12:47 Dikandarê ku ji Akşenerê re got ‘Ev der Kurdistan e’ hat binçavkirin
12:36 Kedkarê çapemeniya kurd Mamoste hat bibîranîn
11:58 Malbata Şenyaşar: Bila rêgezên komarê bên pêkanîn
11:48 Parêzera Ocalan: Bila Komîteya Wezîran a KE'yê peywira xwe pêk bîne
11:33 Ji berdana girtiya siyasî re dosyaya girtiya edlî bû asteng
10:22 Ciwanan bi pêgermokiyê tecrîd şermezar kirin
10:22 Li Silopiyayê 'Bazara Keda Jinan' tê avakirin
09:06 Dadgeriya Înfazê destdirêjiya hat kirin tomar nekir!
09:06 Çalakiya Dayikên Aşitiyê didome: Cenazeyên me bidin
09:06 Ji ber tunebûna avê 4 hezar û 500 pez li zozanan tê sekinandin
09:06 Hevserokê KNK'ê Karamûs: PDK, asteng e ji bo yekîtiya kurdî
09:06 ‘Cezakirina Gokkanê peyamek e ji bo têkoşîna jinê'
09:06 Dê NÇM li Amed, Wan û Îzmîrê konseran li dar bixe
09:06 Zumrut: Ji ber bêcezatiyê mirinên ji ber wesayîtên zirxî zêde dibin
09:00 ROJEVA 29'Ê COTMEHA 2021'Ê
28/10/2021
17:06 ‘Heta ku edalet neyê Roboskê, nayê Tirkiyeyê jî’
16:17 Li Metînayê birîna daran a bi destê cerdevanan didome
16:09 Li Amedê KHK hatin şermezarkirin: Wê hesabê bidin
16:01 Sal û 8 meh ceza li hevserokên HDP'ê yên Êlihê birîn
15:44 HDP'e bikaranîna çekên kimyewî bir rojeva meclisê
14:57 Guven ji girtiyên filistînî re name şand
14:35 Zibinci yê Şebnem Şirîn qetil kir hat girtin
14:22 Rojnamevan Turfent: Bergirî vegeriyan tecrîdê
13:54 Gunay: Divê her kes li ber tecrîda li Îmraliyê rabe
13:49 Çîn: Tirkiye Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir dike
13:35 Malbata Şenyaşar: Bila kes qala dewleta hiqûqê neke
13:17 Li Kocaeliyê jinek hat qetilkirin
13:04 Yureklî: Cezayê voltayê rêbaza şantajê ye
12:47 MÎT'ê li Efrînê parêzereke jin revand
12:22 Berdana girtiyan bi hêcetên beredayî tê astengkirin
12:16 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê careke din serî li dozgeriyê dan
11:16 Ji Rejîma Sûriyeyê planek bi kemîn
10:07 Maşîneya leşkerî qeza kir: Leşkerek mir û 2 leşker jî birîndar bûn
10:06 Cilên girtiyên hatin sewqkirin nehatin dayîn
09:10 DAIŞ’ê êrişî eskerên Iraqê kir: 2 kesan jiyana xwe ji dest da
09:09 Hejmartina ser piya li girtiyê milekî û lingekî wî tune ye ferz kirin
09:08 Kedkarê nejibîr ê çapemeniya kurdî: Mamoste Kadrî
09:07 'Deklerasyon reçeteya çareserkirina pirsgirêkan e'
09:06 Dadgehê biryar da: Di mewzûatê de sûcekî bi awayê greva birçîbûnê tune ye
09:06 Koç: Li dijî binpêkirinên mafan serî li Wezareta Dadê û komîsyonê bidin
09:05 'Rejîma otorîter bi girtina çapemeniyê re hat avakirin'
09:04 Komeleya Hunerê ya Dîcleyê dê ji bo zarokan qursên nû çêbike
09:04 Li Rihayê fiyetên avahiyan du qat biha bûne
09:00 ROJEVA 28'Ê COTMEHA 2021'Ê
27/10/2021
16:52 Ji ber nûçeya destdirêjiyê parve kir gef lê hat xwarin
16:46 Malbatên Pirsûsê: Ji ber ku komkujî dirêjî desthilatê dibe doz hat girtin
16:04 Êrîşa li ser girtiyan şermezar kirin: Divê demildest lêpirsîn bê vekirin
15:48 Parazvanê şaredara ku HDP’ê wê îxrac kiribû ji xwestina bertîlê hat girtin
15:44 Partiya Pêşerojê serdana malbata Şenyaşar kir
15:33 Li Denîzliyê jinek hat qetilkirin
15:32 Ji ÎHD'ê rapora girtîgehê Marmarayê: Pêkanînên tecrîdê zêde bûn
15:17 Di şerê Mêrdînê de gumana înfazê
14:59 Li Diyalayê êrişeke din pêk hat: 7 kesan jiyana xwe ji dest dan
14:41 Daxwaza girtina bersûcê destdirêjiyê ku muebbet jê re tê xwestin hat redkirin
14:36 Demîrtaş: Sedema ku dolar çima bûye 10 TL di Doza Kobanê de bişopînin