Li Sîlîvriyê girtî li ser kartonan radizên

  • rojane
  • 09:05 31 Cotmeh 2021
  • |
img
STENBOL - Halîl Ay ku di Girtîgeha Slîvriyeyê de ye, ragihan ku 20 girtî li ser kartonan radizên, di dema serşûştinê de ava germ tê qutkirin û xwarina tê dayîn jî cemidiye. 
 
Semra Ay, anî ziman ku li Girtîgeha Sîlîvriyeyê tahdeya li kurê wê Halîl Ay û girtiyên din tê kirin zêde bûye û got: "3 roj in, 20 girtî li ser qartonan radizên." 
 
Halîl Ayê ku di Girtîgeha Sîlîvrî ya Jimare 5'an de ye, telefonî malbata xwe kir û rgaihand ku gardiyanan avêtiye ser qawîşa wan û di dem avêtina ser qawîşê de qawîşên wan hatine guherandin. 
 
GIRTÎ LI SER KARTONAN RADIZÊN
 
Dayik Semra Ay got: "Halîl perîşan bû. Gava min jê pirs, got, 'Dayê halê me ne tu hal e. Nivînan nadin me û 3 roj in em 20 kes li ser kartonan radizên. Betanî û doşekên dane me ji ber ku qirêjî ne û bêhn ji wan tê em nikarin li ser wan razên. Nahêlin em wan bişon. Gava em diçin serşokê, ava germ qut dikin. Xwarina didin jî cemidî ye û gava tînin jî pehînê li xwarinê dixin û be rbi me ve dişînin." 
 
Ay, anî ziman ku kurê wê ragihandiye ku dermanên girtiyên nexweş nayên dayîn û wan nabin revîrê û got: "Kurê min got, gardiyan bi sendeliyan li deriyên qawîşê dixin û ji wan re dibêjin 'ev terorîst in, ev alîgirên terorê ne.' Kurê min xwest ev binpêkirinên mafan bên ragihandin." 
 
MONT û PÊLAV QEDEXE NE
 
Ay, got: "Gava wan birine qawîşa nû, bi hinceta qedexe ne montê kurê min nedane wî û yê hevalê wî jî pêlava wî nedanê. Min montek din jê re şand, ew jî nedanê. Madem wis aye, nexwe bila tiştên ne qedexe ne ji me re bibêjin, em jî wan bikirin."
 
ÇIMA TU BI KURDÎ NIZANÎ
 
Ay, destnîşan kir ku tenê ne girtî, tahde li malbatan jî tê kirin û got: "Ggava em ji bo hevdîtinê diçin, em bi muameleyeke xirab re rû bi rû dimînin. Ggava tu li ber radibî, vê carê hevdîtinê asteng dikin. Hin dayik bi tirkî nizanin. Ji ber ku nizanin tahdê li wan dikin. Mesela, dayikek ji Mêrdînê hatibû û bi tirkî nizanibû. Gardiyanan ji bo lêgerînê jê re gotin, ber xwe veke. Lê ji ber ku bi tirkî nizainbû nikaribû bersivê bide. Me jê re wergerand, lê ji me re gotin 'hûn bi karê xwe re bilî bibin.' Paşê heqaret li jinê kirin. Gardiyan dibêjin 'çima hûn bi tirkî nizanin, madem hûn nizanin hûn çima tên vira.' Gava em gore û kincan dibin, dibêjin 'na, em qebûl nakin.'" 
 
Ay, di dawiya axaftina xwe de got: "Ji ber ku em kurd in wisa dikin. Em diçin ku dibêjin 'teror, dayyika terorîstan.' Carekê em çûn, nehiştin ez kurê wxe bibînim. 2 saetan mam sekinî. Axirê min got 'Ka kurê min? Çima hûn wî naynin?' Min birin cem midûrê girtîgehê. Midûr ji min re got, 'kurê re terorîst e, tu jî terorîst î.' Min jî got, 'Madem ez terorîst im û tu jî zelamekî dewletê yî û niha li hemberî te terorîstek heye, hadê rabe karê xwe bike.' Paşê ez derxistim derve. Sirf ji ber ku em kurd in ev qasî heqaretê û tahdê dikin. Bang li hemû dayik û bavan dikim; mafên zarokên xwe biparêzin. Bang li hemû dayikan dikim ku bibin dengên girtiyan." 

Sernavên din

31/10/2021
09:12 Îdianameya Onûr Gencer: Hêza siyasî ya li pişta wî tê veşartin
09:06 Rûviyên wê 450 rojan li derve man, cardin kîst çêbû
09:05 Li Sîlîvriyê girtî li ser kartonan radizên
09:04 Girtiyên li ber jimariya li ser pêyan rabûn bi erdê ve hatin kaşkirin
09:03 Berteka ji bo tezkereyê: Divê em di heman eniyê de têbikoşin
09:01 Destdirêjiya lê hatiye kirin di rojnivîska xwe de nivîsiye: Kiryar serbest e
09:00 ROJEVA 31'Ê COTMEHA 2021'AN
30/10/2021
17:24 Girtiyên ku gardiyanan êrişî wan kiribûn hatin sewqkirin
17:09 Hunermendê NÇM’ê Karakaş hat berdan
16:36 ‘Berxwedana Kobanê remza vîna azad a gelê kurd e’
16:28 Di 'Rûniştina F' de ji bo Tûglûk bang kirin
16:16 Xizmên Windayan aqûbeta Gumuş û Bayram pirsîn
15:34 ‘Divê cezayê girtiya nexweş a giran Ozdogan were taloqkirin’
15:33 Aqûbeta Huseyîn Toroman pirsîn
14:51 Aydenîz: Plana Çokşikandinê ew anîn ber hilweşînê
Ozturk: Rêya çareseriyê li Îmraliyê ye
14:47 ‘Tirkiye bi piştevaniya PDK’ê çekên kîmyewî bi kar tîne’
14:34 Li Tarsûsê çeteya fihûşê: Dest dirêjî zaroka 15 salî kirin
13:49 Li Wanê mal di bin avê de man
13:48 Daxwaza taloqkirina cezayê girtiyê nexweş berasteng Kaytan hat kirin
12:49 Baroya Mêrdînê: Gotina ‘Ev der Kurdistan e’ rexneyeke li polîtîkaya dewletê
12:05 Nobeta Şenyaşaran di roja 236'an de ye
11:53 Prz. Aktar: Divê her tim li her derê bê gotin ku ‘Ev der Kurdistan e’
11:44 Li Girtîgeha Dîlokê gefa kuştinê li girtiyan xwarin
11:41 Hevberdevka HDK'ê Demîr: Li dijî boçûna tarî divê em hêzên xwe bikin yek
11:40 Li du bajaran tundî li jinan hat kirin
11:06 Zêbarî: PDK ji bo berjewendiyên xwe bû hevkarê Tirkiyeyê
10:57 Makîneya 'sûcan' a 36 salan
10:43 ‘Em destûr nadin ku tiryak belav bibe’
10:22 Ji 174 weşanxaneyên tev li fûara pirtûkan bûn tenê 1 jê ya Kurdî bû
09:53 'Di bûyerên destdirêjiyê de ne zarok, kiryar tê parastin'
09:52 Zarokê penaber ê winda kuştî hat dîtin
09:26 Banga ji bo berdana rojnamevanê girtî Ayik
09:26 Piştî Heskîfa nû li gundê wan hat çêkirin li warê xwe bûn kirêvan
09:24 Hilberînerên silqokê ji ber kotayê dixisirin
09:23 Yolerî: Armanca tezkereyê têkoşîna gelê kurd e
09:23 Polîsan hewl da çawîşê pispor ê dest dirêjî du zarokan kir biparêzin
09:22 Sekretera Jin a KESK'ê: Em budçeyeke hevpar û li ser asasê aştiyê dixwazin
09:00 ROJEVA 30'Ê COTMEHA 2021'Ê
29/10/2021
18:45 PZK'ê 3 sal li dû xwe hiştin: Zimanê kurdî hebûna me ye
16:53 Aydenîz: Binçavkirina li Sêrtê delîla gotina ‘Kurdistan mêtîngeh e’ ye
16:46 Başaran: Armanca şewatan bêmirovkirina herêmê ye
15:44 Ji bo sersaxiyê serdana malbata Ozgun kirin
15:27 Hevdîtina ‘Dema Azadiyê’: Heke hişmendiyeke ji Saddam qirêjtir hebe ew jî ev desthilat e
15:13 Ji TJA'yê daxuyaniya Gezer: Em polîtîkaya tepisandina qebûl nakin
14:02 Li Şirnexê kesek hat binçavkirin
12:47 Dikandarê ku ji Akşenerê re got ‘Ev der Kurdistan e’ hat binçavkirin
12:36 Kedkarê çapemeniya kurd Mamoste hat bibîranîn
11:58 Malbata Şenyaşar: Bila rêgezên komarê bên pêkanîn
11:48 Parêzera Ocalan: Bila Komîteya Wezîran a KE'yê peywira xwe pêk bîne
11:33 Ji berdana girtiya siyasî re dosyaya girtiya edlî bû asteng
10:22 Ciwanan bi pêgermokiyê tecrîd şermezar kirin
10:22 Li Silopiyayê 'Bazara Keda Jinan' tê avakirin
09:06 Dadgeriya Înfazê destdirêjiya hat kirin tomar nekir!
09:06 Çalakiya Dayikên Aşitiyê didome: Cenazeyên me bidin
09:06 Ji ber tunebûna avê 4 hezar û 500 pez li zozanan tê sekinandin
09:06 Hevserokê KNK'ê Karamûs: PDK, asteng e ji bo yekîtiya kurdî
09:06 ‘Cezakirina Gokkanê peyamek e ji bo têkoşîna jinê'
09:06 Dê NÇM li Amed, Wan û Îzmîrê konseran li dar bixe
09:06 Zumrut: Ji ber bêcezatiyê mirinên ji ber wesayîtên zirxî zêde dibin
09:00 ROJEVA 29'Ê COTMEHA 2021'Ê
28/10/2021
17:06 ‘Heta ku edalet neyê Roboskê, nayê Tirkiyeyê jî’
16:17 Li Metînayê birîna daran a bi destê cerdevanan didome
16:09 Li Amedê KHK hatin şermezarkirin: Wê hesabê bidin
16:01 Sal û 8 meh ceza li hevserokên HDP'ê yên Êlihê birîn
15:44 HDP'e bikaranîna çekên kimyewî bir rojeva meclisê
14:57 Guven ji girtiyên filistînî re name şand
14:35 Zibinci yê Şebnem Şirîn qetil kir hat girtin
14:22 Rojnamevan Turfent: Bergirî vegeriyan tecrîdê
13:54 Gunay: Divê her kes li ber tecrîda li Îmraliyê rabe
13:49 Çîn: Tirkiye Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir dike
13:35 Malbata Şenyaşar: Bila kes qala dewleta hiqûqê neke
13:17 Li Kocaeliyê jinek hat qetilkirin
13:04 Yureklî: Cezayê voltayê rêbaza şantajê ye
12:47 MÎT'ê li Efrînê parêzereke jin revand
12:22 Berdana girtiyan bi hêcetên beredayî tê astengkirin
12:16 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê careke din serî li dozgeriyê dan
11:16 Ji Rejîma Sûriyeyê planek bi kemîn
10:07 Maşîneya leşkerî qeza kir: Leşkerek mir û 2 leşker jî birîndar bûn
10:06 Cilên girtiyên hatin sewqkirin nehatin dayîn
09:10 DAIŞ’ê êrişî eskerên Iraqê kir: 2 kesan jiyana xwe ji dest da
09:09 Hejmartina ser piya li girtiyê milekî û lingekî wî tune ye ferz kirin
09:08 Kedkarê nejibîr ê çapemeniya kurdî: Mamoste Kadrî
09:07 'Deklerasyon reçeteya çareserkirina pirsgirêkan e'
09:06 Dadgehê biryar da: Di mewzûatê de sûcekî bi awayê greva birçîbûnê tune ye
09:06 Koç: Li dijî binpêkirinên mafan serî li Wezareta Dadê û komîsyonê bidin
09:05 'Rejîma otorîter bi girtina çapemeniyê re hat avakirin'
09:04 Komeleya Hunerê ya Dîcleyê dê ji bo zarokan qursên nû çêbike
09:04 Li Rihayê fiyetên avahiyan du qat biha bûne
09:00 ROJEVA 28'Ê COTMEHA 2021'Ê
27/10/2021
16:52 Ji ber nûçeya destdirêjiyê parve kir gef lê hat xwarin
16:46 Malbatên Pirsûsê: Ji ber ku komkujî dirêjî desthilatê dibe doz hat girtin
16:04 Êrîşa li ser girtiyan şermezar kirin: Divê demildest lêpirsîn bê vekirin
15:48 Parazvanê şaredara ku HDP’ê wê îxrac kiribû ji xwestina bertîlê hat girtin
15:44 Partiya Pêşerojê serdana malbata Şenyaşar kir
15:33 Li Denîzliyê jinek hat qetilkirin
15:32 Ji ÎHD'ê rapora girtîgehê Marmarayê: Pêkanînên tecrîdê zêde bûn
15:17 Di şerê Mêrdînê de gumana înfazê
14:59 Li Diyalayê êrişeke din pêk hat: 7 kesan jiyana xwe ji dest dan
14:41 Daxwaza girtina bersûcê destdirêjiyê ku muebbet jê re tê xwestin hat redkirin
14:36 Demîrtaş: Sedema ku dolar çima bûye 10 TL di Doza Kobanê de bişopînin