Tirkiyeyê rojnamevanê Lubnanî ku bi Bayik re hevdîtin pêk anî kir hedef

  • rojane
  • 12:52 3 Mijdar 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan Sarkîs Kassarjian ku ji aliyê Sefîrê Tirkiyeyê yê Lubnanê ve hedef hat girtin, ev tişt got: “Şûna ku sefîr min sûcdar bike bila bersiva îdiayên Birêz Bayik ên ser Tirkiyeyê bide.”

 
Rojnamevan û nûçegihanê rojnameya El-Nehar El-Erebî Sarkîs Kassarjian hevpeyvînek bi Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik re kir. Hevpeyvîn di dîroka 27-28`ê Cotmehê de di rojnameyê de hate weşandin. Sefîrê Tirkiyeyê yê Lubnanê Alî Bariş Ûlûsoy, rojnamevan Sarkîs Kassarjian tawanbar kir ku propagandaya PKK'ê kiriye û got ku ev yek têkiliyên di navbera Tirkiyê û Lubnanê de lawaz dike.
 
‘NÊZÎKATIYA TIRKIYEYÊ YA LI DIJÎ ROJNAMEVANTIYÊ ECEB E’
 
Rojnamevan Sarkîs Kassarjian ku têkildarî mijarê ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re axivî, diyar kir ku nêzikatiya sefirtiya tirk a li hemberî rojnamevantiyê ecêb e û wiha got: “Ji axaftinên min ên ku di bersivdayîna balyozxaneya Tirkiyê ya li Lubnanê de hatin dayîn wêdetir, helwesta balyozxaneya Tirkiyê ya derbarê karê rojnamevaniyê de ecêb e. Li şûna ku sûcdar bike, bila bersiva îdiayên Birêz Bayik ên li dijî artêşa tirk û siyaseta Tirkiyê ya li herêmê bide. Di hevpeyvînê de Cemîl Bayik got, Tirkiyê li bendê ye ku herêmên din ên Sûriyê dagir bike û tev li axa Tirkiyeyê bike. Bayik diyar kir ku rejîma tirk şerekî qirêj li dijî kurdan dimeşîne û li gel bêdengiya ewropî û amerîkî Erdogan ferman daye ku çekên kîmyewî li dijî gerîla bi kar bîne.”
 
‘HIKUMETA TIRK HEWL DIDE BI HESTÊN NETEWÎ BILÎZE’
 
Kassarjian, axaftina xwe wiha domand: “Di 3 serdemên borî de gelek rojnameyên tirk hevpeyvîn di sêrî de Abdûllah Ocalan, Mûrat Karayilan û Cemîl Bayik bi fermandarên PKK’ê re çêkirin. Sala 2013`an Ajansa Anadolû çû Qendîlê. Gelek rojname û kanalên telefizyonê yên tirk yên navdar hevpeyvîn çêkirin. Lê cudahî ew e ku hikumeta tirk niha li sedemekê digire ku dozekî têkildarî mijara neteweyî li hundirê Tirkiyê derxîne. Hikumeta tirk hewl dide bi hestê neteweyî yên li hundir bilîze. Ji ber vê yekê û ji bo armancên siyasî refleksên bê hincet û dûrî rewşê derdixîne.” Sarkîs Kassarjian îşaret bi axaftina balyozê Tirkiyê ya têkildarî têkiliyên Tirkiyê û Lubnanê kir û wiha dirêjî da axaftian xwe: “Pir xerîb e ku ji ber gotareke girêdayî rojnameyeke serbixwe, birêz sefîr li ser lawazbûna têkiliyan di navbera Tirkiyê û Lubnanê de biaxive. Ev bi xwe gefeke xerîb e û dûrî rêgez û hişê karê dîplomatîk e.”
 
‘SEFÎR ERKA ÇAPEMENIYÊ JI BÎR KIRIYE’
 
Kassarjian, destnîşan kir ku daxuyaniyên sefîrê tirk ji wî zêdetir ji bo çapemeniya tirk neheqiyek bûye û wiha pê de çû: “Ez niha ne bi navê El-Nehar diaxivim. Lê dema balyozê dewletekê ji ber gotarekê behsa lawazkirina têkiliyan bi dewleteke din re bike, ev tê wateya ku ew diplomat dibîne ku hemû dezgehên çapemeniyê yên vê dewletê girêdayî siyasetên wê ne. Ew bi awayekî nerasterast dibêje ku çapemenî li Tirkiyê bi navê hikumetê diaxive, wê demê El-Nehar jî bi weşandina vê mijarê re nîşan dide ku hikumeta Lubnanê derfetê dide terorîstan.” Kassarjian, bi lêv kir ku rêjeya herî mezin a çapemeniya tirk êdî bûye yên kesên nêzî desthilatê û Erdogan û got: “Bi nêrîna min birêz sefîr ji bîr kiriye erka çapemeniyê çi ye û rêbaza meşandina kar çawa ye.”
 
‘BERSIVA SEFARETA TIRK NE REWA YE’
 
Kassarjiyan axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Bersiva sefareta tirk nayê qebûlkirin, ne rewa ye û dûrî mantiqê ye. Sefîrê tirk hewl dide rûyê xwe li pêşiya serok Erdogan spî nîşan bide ku karek kiriye. Ji ber ku kar di nava saziyên dewletê de tune ye, balyozê tirk neçar ma ku bi vî rêbazî alîgiriya xwe û çalakbûna xwe xuya bike.”
 

Sernavên din

03/11/2021
16:10 Sancar: HDP bûye hêza diyarker
16:05 Danişîna doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
15:46 Derbarê endama Komeleya Jinan a Rosayê de wê mutalaa bê amadekirin
15:36 Dayikên Aştiyê beraet kirin
15:02 Banga doza Vartînîsê: Bila sûc bê ceza nemîne
15:02 Daxwaza sekinandina darizandina Bûldan nehat qebûlkirin
14:49 Li Kurdistanê li dijî çekên kîmyewî koalisyon hat avakirin
14:14 Malbata Şenyaşar: Ji vê zilmê re bêjin bes
13:34 Li Semsûrê qezaya trafîqê: Kesek jiyana xwe ji dest da
13:30 Di dema AKP'ê de 28 hezar û 380 karkeran jiyana xwe ji dest daye
12:59 Parlamenterê berê yê HDP'ê Yildirim hate binçavkirin
12:52 Tirkiyeyê rojnamevanê Lubnanî ku bi Bayik re hevdîtin pêk anî kir hedef
12:52 Seroka Koma Goranê: Divê Rêveberiya Xweser bê naskirin
12:36 Ji Cem Yilmaz daxuyaniya Demîrtaş û Kavala
12:08 Qedexeye derveyî welat a 6 rojnamevanan nehat rakirin
11:45 Saziyên navneteweyî banga berdana rojnameger Turfent kirin
11:16 Dayika Ebû Muslum Dogan: Divê tecrîd bi dawî bibe
10:42 Pêşniyaznameya derbarê zimanê zikmakî de nekirin kirariyê
10:14 Hejmara duyemîn a Destarê gihîşt xwînerên xwe
09:15 Her meh herî kêm 80 bijîşk berê xwe didin derveyî welat
09:14 Polîsê ku Hêlîn Şen kuşt li Mereşê pozê kesekî şikand
09:14 Nameyên ji bo Denîz Poyraz hatin nivîsîn dê bên çapkirin
09:09 Baroya Wanê ji bo parêzeran kursa kurdî da destpêkirin
09:09 Midûriyeta polîsan ji dêvla daneyên çalakiyên DAIŞ'ê tabloya mirinê şand
09:07 Li dijî tezkereyê banga ji bo têkoşîneke yekbûyî
09:07 Dayik Dorûdemîr: Rewşa tendursitiya kurê min pir xirab bûye
09:00 ROJEVA 3'YÊ MIJDARA 2021'Ê
02/11/2021
18:07 HDP'ê serdana malbatên girtiyên ku hatin derbkirin kirin
17:06 Polisan li Tarsûsê 4 kesan binçav kir
17:02 Li Konyayê Roja Rojava ya Cîhanê hat pîrozkirin
16:44 Dînler ên bi lêdanê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
16:27 DEDAŞ'ê gefa birîna ceyranê li cotkaran xwar
16:26 Erol ê CHP’yî li ser bertekan tableta li Ziyaretgeha Dayika Fatma rakir
16:10 Polîsan li balafirgeha Edeneyê 72 afganistanî binçav kirin
15:31 Ji Weşanger Azad Zal re cezayê hefsê hat xwestin
15:22 Rapora DFG'ê ya meha cotmehê: 58 rojnameger hatin darizandin
14:38 Şewirmendê parlementerê HDP’ê hat binçavkirin
14:37 Derbarê dayika Pinar Gultekîn de lêpirsîn hat destpêkirin
14:19 Ji Kavala name: Rastiya min hat pênasekirin
13:56 Dozgeriyê xwest Îbrahîm û Faîze bên girtin
13:17 Danişîna doza Ozgur Gundemê taloq kirin
13:17 Li Kabûlê teqîn pêk hat
13:14 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:39 Malbata Şenyaşar careke din nobet bir ser pêlekanên edliyeyê
12:20 Ji ber bi Sakîne Cansiz re di girtîgehê de maye kirin sedema girtinê
11:59 Li Şirnexê 2 kes hatin binçavkirin
11:54 Malzemeyên teknîkî yên rojnamevan girtî ne
11:35 Gardiyanan ji girtiyan re got: Hemû rêzikan em diyar dikin
11:11 Çawişê pispor ê ajokarê maşîna zirxî bi 42 kîlo esrarê hat girtin
10:50 Ocalan: Çareseriya li Sûriyeyê xeta PYD’ê ye
10:48 Bi hinceta "heqareta li Serokkomar" ceza li jina 96 salî birîn
10:04 Li Wanê zarokekî bi awayekî biguman mir
09:45 Altûntaş: Binpêkirinên li girtîgehan derketine asta 12'ê îlonê
09:02 DAM: Deverên bîr û baweriyê ne ji bo reklamê ne
09:02 Ji ber lêgerîna dev qebûl nekir, sewqa wî ya nexweşxaneyê hat betalkirin
09:02 Doza kaşkaşkên xwe yên hatin desteserkirin û paşê hatin firotin dikin
09:02 Xizmên girtiyan: Tecrîda li girtîgehan li her derê belav bûye
09:02 Xebatên kolandinê yên li Bajarê Antîk Perreyê pir hêdî tên kirin
09:02 Girtiyê nexweşê pençeşêrê rexmî ku cezayê wî qediyaye jî nayê berdan
09:00 ROJEVA 2'YÊ MIJDARA 2021'Ê
01/11/2021
17:25 Şandeya HDP’ê bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtin kir: Bila girtî werin dermankirin
17:19 Berxwedana Kobanê tê pîrozkirin
16:33 Cenazeyê Makbûle Berktaş hat veşartin
16:24 Derman nadin girtiyê Rojavayî
16:15 Beştaş: Divê pergaleke hiqûqê ya nû were avakirin
15:06 Li Êlihê wê HDP biçe kongreyê
14:27 Bi ‘tîmên taybet’ bi ser qawişan de girtin
14:06 Ferît Şenyaşar: Em ê di 12'ê mijdarê de dersa hiqûqê bidin dozger û dadgeran
13:50 Apro Dîrîl dîsa hat berdan
13:26 HDP'ê Wezîr Donmez bi dovîzan pêşwazî kir
13:17 Derket holê ku destdirêjî L.O. ya 17 salî hatiye kirin
12:27 HPG: Em dikarin alikariyê bidin lêkolînkirina kîmyasalê
12:26 Bang kirin ku bikaranîna çekên kîmyewî bê lêkolînkirin
11:53 Di xendeka ku li ser sînor hatibû vedan de cenazeyek hat dîtin
11:32 HDP'ê Roja Kobanê ya Cîhanê silav kir
11:08 ‘Divê cîhan nîşan bide ku li cem Kobanê ye’
11:01 DBP'ê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir
10:44 Ji bo rojnamevanan 896 sal cezayê hefsê hat xwestin
09:14 Ruhê ku serkeftina Kobanê afirandî kirin fîlm
09:01 Şîroveya gelê Dîlokê ya qrîzê: Êdî kirîna nan jî zehmet e
09:01 Ciwan di têkoşînê de bi israr in: Hewceye berteka gel xurtir bibe
09:01 ‘Arîn Mîrkan Kobanê bi dinyayê da nasîn'
09:00 ROJEVA 1'Ê MIJDARA 2021'AN
31/10/2021
21:37 Li Cizîrê polisan 3 kes binçav kirin
19:33 Dînlerên ku 7 roj in di bin bin çavan de ne îşkence kirine
19:19 Li Herêma Kurdistanê leşkerek tirk jiyana xwe ji dest da
17:47 Meclîsa Jinê ya HDP'ê bi jinên KHK'yî re hat gelhev
17:43 Platforma Jinan a Enqerê: Em li dijî cezayên nehiqûqî bêdeng nabin
17:08 Zarok MA ji zaroka re şahî li dar xist
16:29 Ji Komîsyona Mafên Mirovan a Iraqê banga çekên kimyewî
16:20 Parlamenterê YNK'î: PDK Peşmergeyên Roj ji bo armancên xwe bi kar tîne.
16:18 Hevdîtina Erdogan û Biden: Fikarên S-400'an hatin qeydkirin
15:36 'Girtîgehên kelehê berxwedanê yên kurdan e'
12:57 Malbata Şenyaşar: Heqîqet nayên jibîrkirin
12:52 Dîroknasê Rûs: Dibe ku Erdogan 4 milyon Sûriyeyiyan li Rojava bi cih bike
12:15 Bernameya meha mijdarê ya Şanoya Bajar a Amedê diyar bû
11:37 Ji Taşkesen parastina Kurdistanê: Min rastiyek anî ziman
11:27 Roja Kobanê ya Cihanê: Berxwedan dîrokî jinan bi rêxistin kir
10:58 31 salan di girtîgehê de ma: Pêlêkirina axê bo min xerîb tê
09:56 Derbarê Tûncel û Akdenîzê de du lêpirsînên cuda