'Ji bo budçeya gel daxwazkirin tenê têr nake, têkoşîn jî divê'

img

STENBOL - Serokê Giştî yê Dev-Yapi-Îşê Ozgur Karabûlût, diyar kir ku ji bo budçeyeke ji bo gel, daxwazkirin tenê têr nake û îşaret bi têkoşîna li kuçeyan kir. 

Li Meclîsê hevdîtinên ji bo budçeya 2022'yan didomin. Dê hevdîtin di 26'ê Mijdarê de biqedin û dê budçeya 2022'yan di meha Kanûnê de berpêşî Desteya Giştî ya Meclîsê bê kirin. Nûnerên sendîkayên li Stenbolê, budçeya ku piraniya wê ji bo parastinê û şer hatiye veqetandin nirxandin. 
 
BUDÇEYA ŞER Û SERMAYEYÊ
 
Serokê Giştî yê Sendîkaya Dev-Yapi-Îşê Ozgur Karabûlût, anî ziman ku li meclîsê ne budçeya gel, budçeya hin sermayedaran tê nîqaşkirin. Karabûlût, diyar kir ku hêviya wan kedkar û karkeran ji bê budçeyê tune ye û got: "Îqtidar eynî wekî hikûmeta patronan dixebite û budçeyek li gor berjewendiya wan çêdike." 
 
Karabûlût, destnîşan kir ku budçeya ku diviyabû ji bo tenduristiyê bê veqetandin didin sermayedarên nexweşxaneyên bajêr di dest wan de û got: "DI warê perwerdehiyê de jî wisa ye, teşwqî û ber bi dibistanên taybet ve diherike. Ji xeynî meaşê kedkarên perwerdehiyê tu budçeyek ji bo perwerdehiyê nayê veqetandin. Lêçûnên paqijiyê yên dibistanan bi xwe jî ji berîka malbatan dertê. Budçe ji bo şer û sermayeyê tê veqetandin." 
 
PIŞTGIRIYA JI BO HÊZÊN PARAMÎLÎTER
 
Karabûlût, destnîşan kir ku bi taybetî piştî 2015'an AKP û şirîkê wê yê biçûk MHP, şer û sermayeya şer li gel ferz dikin û got: "Îqtidar ji ber aloziya ku afirandiye di nava krîzeke aborî û siyasî de ye. Hêzên paramîlîter ên Rojhilata Navîn hemû bi budçeya qesrê tên xwedîkirin û fînansekirin. Li vir şîrketa malbatekê tê zengînkirin û qaseya wan tije dibe." 
 
BANGAWAZΠ
 
Karabûlût, destnîşan kir ku divê karker bipirsin ku "Çi karê Tirkiyeyê li Somalî, Lîbya û Sûriyeyê heye?" Karabûlût, bilêv kir ku şerê ku budçe ji bo wan tê veqetandin bi kêrî civakê nayên û got: "Ji bo mifha civakê ne li wir in. Ji bo qaseyên xwe di neçareseriyê de israr dikin û ji bo şer li wir in. Heya ku kedkar li ber vê ranebin, dê çavkaniyên welêt ber bi qesrê ve biherikin."
 
TÊKOŞÎN
 
Karabûlût di dawiya axaftina xwe de îşaret bi têkoşînê kir û got: "Ji budçeyeke ji bo gel, divê muxalefet têkoşîna xwe ya li kuçeyan xurt bike. Em doza budçeyeke li ser asasên kedê dikin. Divê em tenê qîma xwe bi daxwazkirinê neynin, divê em ji bo vê dakevin kuçeyan û bitêkoşin. Em ne budçeyeke ji bo çend sermayedaran, em budçeyeke ji bo gel û xizanan dixwazin." 
 
PAYA KEDKARAN KÊM DIBE
 
Berdevka Kkonfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) a Stenbolê Fadîme Kavak jî, destnîşan kir ku her diçe paya kedkaran a di budçeyê de kêm dibe. Kavak, diyar kir ku loma ji xeynî têkoşînê tu rê li ber kedkaran nemaye û got: "Kedkar divê li gor van daxwazan bibin yek û têkoşînê bilind bikin." 
 
MA / Kadîr Guney

Sernavên din

10/11/2021
15:02 Parêzerên Doza Kobanê: Em ê nebin terefê darizandina sexte
14:47 Ji Wezîrê Dadê pirsî: Ma hûn ê hêj çiqas ji îşkenceyê re bêdeng bimînin?
14:23 Bûldan: Kavila herî mezin a desthilatê sûcên wê yên li dijî jinan in
13:16 Di hevdîtinên budçeyê de şermezarkirina 'Peymana Stenbolê'
13:09 Akademîsyenê piştî parvekirina ‘Bijî Kurdistanê’ hatibû girtin hat berdan
12:48 Keştiya Azadiyê bi rê ket: Êdî dema azadiya Ocalan e
12:02 Malbata Şenyaşar: Em ê dest ji edaletê bernedin
11:37 Qurbaniyên 10'ê cotmehê hatin bibîranîn
10:54 Ji bo ku Eymur di lêpirsîna JÎTEM’ê de were guhdarkirin serlêdan hat kirin
10:47 Ji bo bikaranîna çekên kîmyewî serî li hikûmeta Iraqê hat dayîn
10:47 Girtiyê ku lê dan nebirin revîrê
10:12 NÇM li benda şagirtên xwe ye
10:01 Dr. Al Elûfî: Ji ber ku nayê cezakirin Tirkiye çekêm kîmyewî bi kar tîne
09:12 Li Ataşehîrê jinek hat kuştin
09:04 Îsal li Şirnexê 31 deverên bi daristan hatin şewitandin
09:04 Li hemberî ferzkirinên girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kir
09:04 ‘Dê dijberiya ji bo şer bibe hîmê yekîtiya neteweyî'
09:04 Beraet kiribû lê ji bo heman parvekirinan careke din lêpirsîn dan destpêkirin
09:04 'Ji bo budçeya gel daxwazkirin tenê têr nake, têkoşîn jî divê'
09:00 ROJEVA 10'Ê MIJDARA 2021'AN
08:54 Wê KNK serdana penaberên li ser sînorê Polonya û Belarûsê bike
08:38 Li Denîzliyê mirina biguman a jinekê
09/11/2021
20:27 'Keştiya Azadiyê' berê xwe da Napoliyê
17:13 Tirkiye bi SÎHA'yê êrişî wesayîteke li Qamişloyê kir
17:05 Polîsên ku Hantaş kuştine gefa kuştinê li hevalê wî jî xwarin e
16:58 Doza Kobanê rojekê hat taloqkirin
16:54 Li Depê ‘Dema Azadiyê’: Krîz bi pêşniyazên Ocalan dikare were çareserkirin
16:54 Telefona girtiyê ku bi malbata xwe re diaxivî hat birîn
16:53 Telefona girtiyê ku bi malbata xwe re diaxivî hat birîn
16:14 Ji Amedê berteka binçavkirinan: Desthilat hewl dide tirsa xwe li gel belav bike
15:50 Sancar: Divê AYM bêyî ku bikeve esasê dozê red bike
15:26 Li Girtîgeha Tarsûsê girtiyên nexweş nayên dermankirin
15:22 Di danişîna rojnamevan de rojnamevan hatin astengkirin
14:57 Doza nûçegihanên ETHA’yê hat taloqkirin
14:40 Balafirên Tirkiyeyê penaberên kurd birin Belarûsê
14:25 Lêpirsînek din derbarê Emîne Şenyaşar de hat destpêkirin!
14:05 DFG belavkarên di meha mijdarê de hatibûn kuştin bi bîr anî
13:53 Parêzer û siyasetmedar tevlî Doza Kobanê nebûn
13:19 Rojnivîska zaroka hat îstîsmarkirin pêşkêşî dadgehê hat kirin
13:13 Apro Dîrîl careke din hat girtin
13:03 Polîsan li Sêrtê 5 kes binçav kirin
12:47 Rojnameger Ayşe Kara beraet kir
12:27 Sûcên li dijî jinên Efrînê hatine kirin ji Çavuşoglu pirsî
12:21 Ji parêzeran serlêdana Îmraliyê
12:07 Ji Pûtîn û Erdogan 'mîzansena' dostaniyê: Ûkrayna û Sûriye
11:54 Hejmara kesên hatine binçavkirin derket 19’an
11:10 Temel: Îqtidar bi neçareserkirinê re dihele
11:03 ‘Ez wan nabînim lê bila ew werin min bibînin’
10:35 Giliya kesên kesên heqaret li Poyraz kiribûn hat kirin
10:14 'Dengê Ciwanan' dest bi weşanê kir
09:42 Rapora derbarê bikaranîna çekên kîmyewî de ji saziyên navneteweyî re hat şandin
09:22 Kujerê komkujiya nijadperest baş nehatiye vekolandin
09:17 Derbarê giliya HDP'iyan de biryara neşopandinê
09:15 Cizîrî: Em nikarin debara xwe bikin
09:14 Encama DNA'yê diyar e, lê 467 roj in cenazeyê Acay nadin
09:13 Ji Girtîgeha Kiriklarê: Ger zilm bi dawî nebe dê berxwedan mezin bibe
09:10 Firingiyên wan di nav erde de man!
09:09 Dayikên Aştiyê: Kurd li dijî tecrîdê bibin yek
09:00 ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2021'AN
08/11/2021
17:07 Li Çewlikê 'Dema Azadiyê': Ya têk diçe desthilat bixwe ye
16:31 Li Wanê ‘Banga Demokrasiyê’: Tekane çareserî vekirina deriyên Îmraliyê ye
16:07 Hevdîtina parêzeran a bi kesên hatin binçavkirin re hat sînordarkirin
15:46 Bi molotofan êrişî avahiya HDP'ê kirin
15:35 Doza Kobanê: Beriya giliyê li HSK’ê kirine encam bibe em tevlî danişînan nabin
15:34 Berdevkê YPG'ê: Ji bilî Rêveberiya Xweser rêbazeke din a çareseriyê tune ye
15:11 Dayikên Aştiyê: Bijî berxwedana dayika Emîne
14:00 Polisan mudaxaleyî şermezarkirina YOK'ê kirin
13:29 Li Kerkûkê êriş li Haşdî Şabî hat kirin: 2 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn
12:48 Di ser Doza Pirtûkxaneya Umutê re 16 sal derbas bûn: Edalet pêk nehat
12:45 Ji PE'yê bersiva 'tecrîdê': Em nikarin mudaxale bikin!
12:24 Malbata Şenyaşar: Ev doz nayê girtin
11:53 Seroka Meclisa Katalonyayê: Wê têkiliyên bi Rêveberiya Xweser fermî bibin
11:10 Kazimî: Em dizanin kê êriş pêk aniye
10:41 Dadgerê ku li Doza Kobanê dinêriya ji peywîrê hat girtin
10:29 Li Amedê serdegirtina malan: 14 kes hatin binçavkirin
09:33 Piştî 6 rojan cihê sewqa lawê xwe hîn bûn
09:01 Koçyîgît: Dagirkeriya wan ber bi dawiyê ve diçe
09:01 Ji ber bêhnê nikarin nêzî newalê bibin
09:01 Tirkiyeya ku hewl dide bikeve Herêma Kurdistanê têk diçe
09:00 ROJEVA 8'Ê MIJDARA 2021'AN
07/11/2021
22:41 Êrişa bi roket li dijî baregeha Tirkiyeyê ya li Başîkayê pêk hat
17:50 Ciwanê li Amedê hatibû binçavkirin hat berdan
17:47 HDP'ê li Cizîrê Melayê Cizîrî bi bîr anî
17:35 Jinên ciwan li dijî tiryakê di hunere de li hev civiyan
17:19 Buldan: Em tên ku vî welatî bi rê ve bibin
17:10 Li Rihayê li ser 'sûcên zayendî' panel hat lidarxistin
16:50 Temel: Divê Tirkiye derbarê çekên kîmyewî de daxuyaniyê bide
16:29 Polîsan rojnameger Steve Sweeney binçav kir
16:05 Siyasetmedarê kurd Atalay jiyana xwe ji dest da
14:18 Mîtînga HDP’ê ya ‘Banga Demokrasiyê’ bi govendê dest pê kir
13:54 Malbata Şenyaşar: Hûn nikarin komkujiyê di bin siya desthilatê de veşêrin
13:36 Diz ketin mala rojnamevan Akdemîr ê hat qetilkirin
12:03 Piştî 4 salan derbarê 19 girtiyan de doz hat vekirin
11:41 Baroya Amedê ji bo mafê parastina bi zimanê dayikê dest bi qûrsa kurdî kir
10:20 Bi drona bombebarkirî êrişî mala Serowezîrê Iraqê Kazimî hat kirin
09:58 Sîxurtî li xwendekarê hat binçavkirin ferz kirin
09:38 Eskerên derketin operasyonê li gundiyan dan
09:07 Nayele Mihamed: Baharê jinan Efrînê kirin dojeh
09:06 Êdî tenê ji xwe re distrê
09:05 Berteka DBP û HDP'ê ya ji bo çekên kîmyewî: Sûcê li dijî mirovahiyê ye