29 sal derbas bûn: Kujerên Orhan diyar in

  • rojane
  • 11:09 18 Çile 2022
  • |
img

WAN - Eşref Karaagar ê birayê belavkarê Rojnameya Ozgur Gundemê Orhan Karaagar ku hatibû qetilkirin diyar kir ku kujerên kekê wî tên zanîn û got: “Orhan jî wek her kesî dizanibû li pêşiya wî mirin heye, lê dîsa jî di rojnameyê de xebitî.” 

Belavkarê Rojnameya Ozgur Gundemê Orhan Karaagar di 19’ê çileya 1993’yan de li naverasta kuçeyê li Wanê hat qetilkirin. Bi ser qetilkirina Karaagar re 29 sal derbas bûn. Dema diçe mala xwe li Cadeya 2’yê Nîsanê kesên çekdar gule lê direşînin û wî qetil dikin. Tevî ku ewqas sal di ser kuştina wî re derbas bûn jî hêj kujer nehatine dîtin. 
 
Karaagar di heyama darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê de du sal û nîv di Zindana Amedê dimîne û tê berdan. Di damezrandina Komeleya Mafê Mirovan a Şaxa Wanê de cih digire. Di sala 1991’an de li Rojnameya Ozgur Gundemê dest bi xebatê dike û wextê rojname belav dike jî gelek caran gefên kuştinê lê tên xwarin. Karaagar gotibû, “Heta ez hebim ez ê vê rojnameyê belav bikim.” Û heta roja ku hat qetilkirin jî rojname belav kirin. 
 
DI ZINDANA AMEDÊ DE DIMÎNE 
 
Eşref Karaagar ê birayê Orhan Karaagar diyar kir ku kekê wî kesek şoreşger bû û wiha got: “Di salên 1970’an de tevgerên kurd bandor li ser wî jî kiribûn. Orhan vê tesîrê kiribû ruhê xwe. Ew her tim bi sekna xwe ya şoreşger û mirovek baş tê bîra me. Piştî darbeya 1980’yî me dît ku em jî ketine nava vê xeleka agir. Di sala 1982’yan de hat giritn û wî xistin Zindana Amedê. Piştî ku derket jî li cihê mayî têkoşîna xwe dewam kir. Pişt re kirasê ji hesin li xwe kir û ket nava pêvajoya dijwartir.” 
 
BERXWEDAN JÎ BEDEL JÎ GIRAN BÛN 
 
Karaagar anî ziman ku piştî 1980’an bi mezinbûna têkoşîna kurdan re bedelên giran hatin dayîn û got: “Dema têkoşîn mezin bû, helbet hem berxwedan hem jî bedel jî giran bûn. Piştî ku kekê min li rojnameyê dest bi xebatê kir, êdî kirasê ji hesin li xwe kir. Ev yek ji bo hemû xebatkarên rojnameyê derbasdar bû. Êdî gotina ‘kî çiqas bijî’ di hişê me de diçû û dihat. Her kes li ser agir bû. Li bakurê Kurdistanê cînayetên kiryar nediyar, qetilkirinan û kuştinan dest pê kiribû. Dayika min, hevjîna wî û em hemû êdî ji bo Orhan ketibûn nava fikaran. Lê me dizanibû Orhan xebata rojnameyê kiribû terzê jiyana xwe. Orhan jî wek her kesî mirinê da ber çavê xwe û xebata xwe domand. Wek hevalên xwe din ew jî hat qetilkirin.” 
 
QETILKIRIN NEHAT RONÎKIRIN 
 
Karaagar behsa roja kuştina kekê xwe Orhan kir û got bi awayek nemerdane hat qetilkirin. Karaagar destnîşan kir ku li gel kiryar an jî kujerên kekê wî diyar in lê qetilkirina kekê wî wek gelek qetilkirinên din kiryar ‘nediyar’ ma û heta niha jî tu encamek derneketiye. Karaagar anî ziman ku tu ferqa niha ji salên 90’î nemaye û hêj xerabtir bûye û got: “Hêj rojnamevan, ronakbîr di zindanan de ne. Lê çi dibe bila bibe, hêviya me tu demê neçilmîsî û ev hêvî her ku diçe mezin dibe û em têkoşîna xwe didomînin.” 
 
MA / Adnan Bîlen
 

Sernavên din

23/05/2022
14:01 Ji dengbêj Seîdê Goyî albûma ‘Stranên Dilê Min’
14:00 Pekoz bi pirsekê pêşniyazpirs da Bozdag
13:59 Dêrsim Dag: Bi Topal Osman re hûn dixwazin çi peyamê bidin?
13:57 Daxuyanî û nûçeyên ‘operasyona şikeftê’ derew derketin
13:15 73 sal ceza li torbê ku polisan li erdê dît birîn!
12:56 Sercerdevanê ku Remziyeyê kuştiye gelek sûc kirin e
12:54 Ji bo çekên kîmyewî bang li NY’yê kir: Bila ji bo Tirkiyeyê jî komîsyon bê avakirin
12:34 Li Îranê serhengê Mihafizên Şoreşê hat kuştin
12:30 Malbata Şenyaşar hat xelatkirin
11:58 Polîsan ji stranbêjên kurd re gotiye: Hûn bi kurdî stranan bêjin hûnê rastî êrişan werin
11:42 HDP: Em ê hesabê windakirina di bin çavan de bipirsin
11:41 Ji 48 kesên hatibûn binçavkirin 31 jê hatin berdan
11:28 Li Mêrdînê wesayîtekê qeza kir û 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:17 ‘Tirkiyeyê çav berda ye xaz û nefta Kurdistanê’
11:06 Rojnameger Ermîş: Tirkiye hewl dide li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê wîlayet ava bike
11:03 Li Êlihê rêveberek HDP’ê hat binçavkirin
11:02 Li Qileban, Pasûr û Liceyê bagera tozê rabû
10:46 ‘Tîma Xencerê’ ji nû ve hat çalakkirin
10:19 Hevseroka KNK'ê Murad: Dixwazin bi van êrişan di 2023'yan de Lozanek din çêbikin
09:24 Dengbêj bi kilamên xwe bersiva hevkariya şer didin
09:24 Derbarê jinên ku tundî li wan hat kirin de doz hat vekirin
09:23 Ji budçeya Şaredariya Amedê alîkarî dane baregeha leşkerî!
09:00 ROJEVA 23'YÊ GULANA 2022'YAN
22/05/2022
22:20 Endamên SGDF’ê serdana malbata Poyraz kirin
20:34 Li Mêrsînê Komeleya Çand û Hunerê ya Nefelê hat vekirin
20:07 Konferansa Jinan a HDP'ê bi dawî bû: Em ê bi awayek mezin bi ser bikevin
19:44 Polîsan bi awayek tund êrişî endamên Weqfa Furkanê kir
18:24 Li Stenbolê êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Başûr hat protestokirin
16:18 Ciwanên HDP'î: Em ê bi mezinkirina têkoşînê bersivê bidin faşîzmê
16:02 Şerê li Başûr dijwar dibe: 15 leşkeran jiyana xwe ji dest dan
15:15 Cerdevan sewqî Heftanînê tên kirin
14:54 'Sedema krîzên ekolojiyê desthilatdarî bi xwe ye’
14:24 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
14:23 Nivîskar Asli Erdogan rakirin nexweşxaneyê
13:40 El Xezelî: Tirkiye û PDK’ê ji bo dagirkirina Şengalê li hev kirine
13:29 Ciwanê li Mexmûrê di êrişa Tirkiyeyê de birîndar bûyî jiyana xwe ji dest da
12:40 Xizmên tecawizkar gefa 'nasên me yên AKP'î' hene' li malbatê xwar
12:16 11 salan li pey şopa kurê xwe ket: Dev ji lêgerîna wan bernedin
11:21 Malbata Şenyaşar: Xelkê Rihayê şahidê her tiştî ye
11:11 Cerdevanên li sînor tên girtin: Di şer de pêşketin tune ye û me weke amûr bi kar tînin
10:55 Dema birîn goreyek li piyê wî bû û hestiyên wî 23 sal piştre hatin dîtin
10:23 ‘Tevî zilmê jî me cerdevanî qebûl nekir û bila cerdevan ji xwe şerm bikin’
09:49 Şêniyên Mexmûrê: Tirkiye her ku têk diçe êrişî sivîlan dike
09:38 Li Xîzanê operasyona leşkerî hat destpêkirin
09:35 Şêniyên ser sînor: Di salên 90’î de gundên me şewitandin û niha jî qedexe dikin
09:10 Fermandarê ku Gorur kuştî dê bê darizandin
09:08 Qeyûm dê AVM ya bi 635 milyon TL'yan bi 150 milyon TL'yan bifiroşe
09:06 Keskîn: Qedexekirina hevdîtina bi Ocalan re dijqanûnî ye
09:05 'Em ê bi tijekirina eywanan bersiva qedexeyan bidin'
09:02 Amedî: PDK berbayê lîstika AKP-MHP'ê dikeve
09:00 ROJEVA 22'YÊ GULANA 2022'YAN
21/05/2022
23:51 Li dijî baregeha Tirkiyeyê ya li Başîkayê êrişeke bi fuzeyan
23:46 Ehmed: Helwesta kurdan a li ber qirkirinê divê yek be
23:06 Li Şirnexê 2 kes hatin berdan
21:08 Li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan greva birçîbûnê
20:46 Roja ewil a Konferansa Jinan a HDP'ê bi dawî bû
20:03 Dag: Ên herî zêde li hember vê pergalê têdikoşin ciwan in
17:18 Ji bo nexweşê KOAH’ê yê 67 salî Yilmaz banga ‘berdana bilez’ hate kirin
16:57 Faîlê ku hewl da dest dirêjî zarokê 7 salî bike hat girtin
16:56 ‘Zimanê kurdî hêdî hêdî dikeve bin bandora zimanên serdest’
16:45 Meclisa Ciwanan a HDP'ê: Hûn ê me teslîm negirin
16:29 Ji bo girtiyê weremî banga berdanê kirin
15:59 Di hefteyekê de cenazeyê 20 leşkeran anîn qereqolê
15:52 Xizmên girtiyan hatin gelhev: Em têkoşînê mezin bikin
15:51 Zarokê ku wesayîtê lê da jiyana xwe ji dest da
15:41 ‘Desthilat bi zordariyê hebûna xwe didomîne’
15:18 Di hefteye windayan de qurnefîl avêtin behrê
15:13 Dayikên Şemiyê: Em ê dev ji lêgerîna xwe ya edaletê bernedin
14:45 Di kongreya xwe BASK-DER’ê de banga têkoşîna li dijî tecrîdê hate kirin
14:00 Malbata Şenyaşar: Edalet dê bi yekbûna kesên wê dixwaze re pêk were
13:53 Xizmên windayana aqûbeta 3 kesên ji heman malbatê hatibûn windakirin pirsîn
13:47 Balafireke dewleta tirk li Mexmûrê bi wesayîtekê da
13:33 Nasnameya 2 kesên di êrişa Tirkiyeyê de jiyana xwe ji dan aşkere bû
13:02 Banga Bûldan a li muxalefetê: Sekneke demokratîk a wêrek nîşan bide
12:44 Girtina ciwanan hate şermezar kirin
12:24 Di êrişa bi çekên kîmyewî de 8 HPG’iyan jiyana xwe ji dest da
11:32 Operasyona leşkerî ya li çiyayê Cûdî didome
11:16 Li Duzceyê 2 jê gardiyan 16 kes hatin binçavkirin
11:16 Bijîşk Şeyma Bîran di mûayenexaneya xwe de hate qetilkirin
11:05 Li Şaredariya Kadikoyê 32 kes hatin girtin
10:54 Polîsên bi unîformayê Heyvasor piştî ‘alîkariyê’ sîxurtî ferzkirin
10:17 Esnafên Amedê ji ber bihabûnê hatine asta dikan girtinê
10:00 Polîsan veşartina cenaze û şîn asteng kirin
09:41 Ji bo Ocalan serî li NY'yê hat dayîn
09:08 ‘Ev pêvajo pêvajoya berxwedana jinê ye’
09:05 Li Cizîrê qeyûm mal û milkên şaredariyê yeko yeko dewr dike
09:05 Pêşmergeyê berê Yîgît: Barzanî ji bo pera birakujiyê dike
09:01 Di 12 saliyê de hat qetilkirin: Ji ber ku Davut kurd e kes nagirî
09:00 ROJEVA 21'Ê GULANA 2022'YAN
20/05/2022
23:26 Li Îzmîrê jinek hat qetilkirin
22:32 'Hema Hema Jin Elizabeth' li Êlihê hat lîstin
22:16 Girtina ciwanên HDP'î hat şermezarkirin
21:50 Meclîsa Jinan a HDP'ê: Desthilat haziriya çûna xwe dike
21:47 Li Amedê 10 kes hatin girtin
21:00 Rêxistinên Ciwanan: Divê tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe
20:31 Zilamê ku Turkmenê qetil kir hat girtin
20:24 Ciwanên HDP'î hatin berdan
20:19 Piştî 6 salan cenazeyê Yildiz radestî malbatê hat kirin
19:29 Li Cizîrê êrişeke çekdarî: Kesek mir
19:04 Ji Katoyê ber bi Bestayê ve sewqiyata eskerî