Dayika Ferha bi salan çiya bi çiya li cenazeyê kurê xwe geriya

img
MÊRDÎN - Kengî wesayîtek li ber deriyê malê re derbas bûbûya, Dayika Aştiyê Ferha Yavuz bi hêviya ku zarokên wê tê de ne, baz dida ber derî. Heta kêliyên dawî yên emrê xwe jî çiya bi çiya, wesayît bi wesayît li cenazeyê kurê xwe Dogan ê ji helîkopterê hatiye avêtin û kuştin geriya û li benda keça xwe Emîneyê ma.
 
Dayika Aştiyê Ferha Yavuz (83) ku li gundê Delavê Dengiza yê Stewr a Mêrdînê dijiya, di 4’ê adarê de ji ber pirsgirêkên tenduristiyê wefat kir. Kurê Dayika Ferha yê bi navê Recep Yavuz, di 20 saliya xwe de ji bo xebatê diçe Cizîrê. Di salên 1987-1988’an de tûpek diteqe û kurê wê jiyana xwe ji de dest dide. Di sala 1990’an de jî malbata hevjînê keça wê Emîneyê neçarî koçberiyê tên kirin û ji wê rojê ve tu agahiyan ji keça xwe nagire. Bi çûna keça wê re jî êdî li hêviyê mayîna ber derî, dest pê dike. 
 
AGAHÎ JÊ NEGIRTIN
 
Di 13’ê adara sala 1990’an de li qada Girê Şêran a Stewrê, 13 PKK’î jiyana xwe ji dest didin. Bi vê bûyerê re li gund êdî tiştên awarte diqewimin. Ji kuştina 13 PKK’iyan Malbata Hecî Sebrî weke berpirsyar tên dîtin. Dewlet jî bi hinceta “ewlehiya wan nîne”, 60 endamên malbatê koçber dike. Keça Dayika Ferhayê ya bi navê Emîne, bûka wê malbatê bû û hevjînê wê wefat kiribû. Lê ji ber ku malbata hevjînê wê koç kiribû, ew jî neçar dimîne ku tevî zarokên xwe bi malbata hevjînê xwe re koç bike. Ji wê rojê heta niha jî kesek nizane bê ka çi bi wê malbatê hatiye. Bi çûna Emîneyê re Dayika Ferha tu agahiyan ne ji wê û ne jî ji neviyên xwe digire. 
 
KURÊ WÊ JI HELÎKOPTERÊ HATE AVÊTIN
 
Di vê navberê de kurê Dayika Ferha yê bi navê Dogan Yavuz (Dijwar), tev li refên PKK’ê bû. Di demekî ku Dayika Ferha li benda keça xwe disekinî, kurê wê di sala 1995’an de li çoltarê gundê Mehsertê bi birîndarî hate girtin. Agahiya ku Dogan Yavuz bi birîndarî hatiye girtin û li çoltara Stewrê ji helîkopterê hatiye avêtin û kuştin, li her deverê belav bû. Dayika Ferha, bi rojan li deverên çiyayî yên Stewrê li cenazeyê kurê xwe geriya. Di wê navberê de hevjînê wê Suleyman jî diçû qereqolê û aqûbeta kurê xwe dipirsiya. Lê Suleyman Yavuz her carê dihat îşkencekirin lewma jî êdî Dayika Ferhayê berê xwe da qereqolê. Lê tu carî agahiyek bi dest nexist. 
 
ÇAVÊ WÊ HER TIM LI DERÎ BÛ
 
Ji wê rojê û şûnde çavê Dayika Ferhayê her tim li derî bû. Her cara ku wesayîtek li pêşiya deriyê wan disekinî, digot qey kurê wê Dogan vegeriyaye û baz dida derve. Ev hêvî û bazdana Dayika Ferha tu carî xelas nebû. Demekê piştre êdî ji xwarinê bû û nexweşiyên wê dest pê kirin. Di sala 2006-2007’an de êdî hêdî hêdî bîra xwe winda dike. Her çiqas bîra xwe winda kiribe jî, her carê baz dida ber deriyê malê û çiya bi çiya li zarokê xwe geriya.  
 
‘ÊŞA WÊ, QEDEM LÊ ŞIKANDIN’
 
Cîrana Dayika Ferhayê, Zekiye Alokmen qala wê dike û wiha dibêje: “Gelek êş kişand. Hevjînê wê kete girtîgehê. Bêkes û bêxwedî ma. Ji bo debara xwe di karên xelkê de xebitî. Ji ewil kurê wê Recep rehmet kir û piştre jî keça xwe ya Emîne winda kir. Vê jî, êşa wê hêj mezintir kir. Bi bûyera Girê Şêran re gund ji hev belav bû. Ew jî neçar man ku li Mêrdînê bijîn. Bi valakirina gund re hemû kesî gelek zehmetî kişandin. Lê rewşa wan ji ya hemû kesî xedartir bû. Piştî ku kurê wê Dogan hatiye kuştin, ji helîkopterê hatî avêtin û windakirin, êdî êşa wê gelek girantir bû. Piştî wê bûyerê, êdî derûniya wê roj bi roj xerabtir bû. Ne xizanî lê êşa wê qedem lê şikandin. Her roj qala kesekî dikir. Qala zarok û nêviyên xwe dikir. Ev 15 sal bûn ku derûniya wê baş nebû.” 
 
‘DAYIKEKE DILBIÊŞ BÛ’
 
Di berdewamê de Alokmen anî ziman ku Dayika Ferha her roj bi hêviya ku dê zarokên xwe bibîne, dida pey wesayîtan û wiha bi dawî kir: “Digot; ‘ez ê kurê xwe bibînim, ez ê biçim keça xwe bibînim.’ Jineke jidil bû. Tu carî fesadî nedikir. Ji mirovan gelek hez dikir. Keseka henekker bû. Tu mînîbûsek bêyî wê ji vir derbas nedibû. Me, navê keya lê kiribû. Her tim li benda wesayîtan bû. Kî ji Mêrdîn û Stewrê bihata, ileh bi wê re sihbet dikirin. Çaya wê vedixwarin. Kengî wesayîtek bihata digot; ‘Zarokên min tê de ne. Niha Emîne tê de ye. Dogan tê de ye.’ Nekarîbû Recep jî bibîne. Her tim digot; ‘Min li kêla Recep veşêrin.’ Ji xwe wisa jî kirin. Dayikeke dilbiêş bû. Hevjînê wê jî niha di beşa venihêrîna awarte de ye. Ew bi xwe jî li malê heliya û bi vî awayî çû.” 
 
MA / Ahmet Kanbal
 

Sernavên din

10/03/2022
09:14 Li girtîgehê tu tişt nemaye nehatiye serê wî!
09:13 Ji ber navê 'Kurdistanê' fezleke hat amadekirin
09:12 Bi hinceta 'wergêr tune' name û pirtûkên bi kurdî nadin girtiyan!
09:11 Ji ber ku rêvebirê HDP'ê ye, erseya wî ya 364 metrekare kirin 48 perçe
09:10 ‘ATK, bûye saziyeke siyasî'
09:00 ROJEVA 10'Ê ADARA 2022'YAN
09/03/2022
20:53 Ji polîsên ku li Rihayê birîndar bûbûn yek jê mir
19:31 Li quntarên Cûdiyê dîmenên heywanên kovî hatin girtin
19:01 Meclîsa Jinan a DTSO'yê Ferda Cemîloglû bibîr anî
18:21 Malpera Yenî Yaşamê hat astengkirin
17:41 Li Rihayê 2 polîs bi giranî birîndar bûn
16:28 Di Nobeta Edaletê de bal kişandin ser greva birçîbûnê
16:19 Bersûcên qetlîamê hem gilî kirin hem jî xwestin bên parastin!
16:04 Ferît Şenyaşar: Em ê tu carî hêviya xwe nebirîn
16:03 DMME'yê cezayê tecrîdê li dijî hiqûqê dît
16:03 Li 39 girtîgehan herî kêm 7 hezar û 357 binpêkirin hatin tespîtkirin
15:17 Sancar: Rêya rizgariyê di Tifaqa Demokrasiyê de ye
15:11 Li Wanê cenazeyê penaberekî hat dîtin
15:02 Ev 3 meh in nahêlin girtiyên nexweş biçin nexweşxaneyê
14:45 Starta Newroza 2022’yan dê sibe bi Tifaqa Kurdistanî re bê dayîn
14:32 Doza rojnamevan Orûç hat taloqkirin
14:23 Beşdarbûna Farîsogûllari ya kongreya partiya wî sûc hesibandine
14:22 Zeyneb Celaliyan: Ez ê li ber zilm û îşkenceya we tobe nekim
14:22 Kesên di mitînga 8’ê Adarê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
14:20 Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar ket sala duyemîn: Qîrîna dayika Emîne bibihîzin
14:16 Ocalan: Newroz vejîne, kulîlkeke ku serê xwe ber bi royê ve bilind dike
13:17 Rêxistinên tenduristiyê banga rawestandina şer kirin
12:45 Li Girtîgeha Kiriklarê 10 girtî tên tecrîdkirin
12:39 Karatay hat veşartin
12:00 Li bendê ye ku sotemenî careke din bê zemkirin
11:33 Jinên wanî: Em ê bi rihê 8'ê Adarê li qada Newrozê bin
11:33 Li Konyayê jinek hat kuştin
11:27 Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar salek li pey xwe hişt
11:18 11 meh in cezayê wî qediyaye lê nayê berdan
11:06 Li Antalyayê 40 kes hatin berdan
10:53 Qeyûmê Farqînê ji hevşaredarê ku şûna wî dagir kiriye re sersaxî xwest!
10:14 Oluç: Zîhniyeta ku pirsgirêkan ji demê re vedihêle neçarî têkçûnê ye
10:13 Rûsya, li Ûkraynayê agirbestê dirêj kir
09:41 Cenazeyê Karatay piştî 7 salan di qitûyekê de radestî malbatê hat kirin
09:04 'Heqdesta me 300 TL, mazota em xerc dikin 400 TL ye'
09:04 Ji girtîgehê 'nameya binpêkirinên mafan'
09:01 Li girtîgehan pêkanînên Esat Oktay Yildiran didomin
09:00 ROJEVA 9'Ê ADARA 2022'YAN
08/03/2022
20:44 Dê cenazeyê Karatayê li Bazîdê bê veşartin
19:28 Bi hezaran jin dest bi meşê kirin
18:32 Ji Silopiyayê bang kirin: Em ê tecrîda li Îmraliyê bişikînin
18:22 Mîtînga 8'ê Adarê ya Amedê bi meşeke girseyî bi dawî bû
17:39 Ciwan ji bo Ocalan meşiyan
17:34 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Mêrdînê bi dawî bû
17:26 Ciwanan li Wanê ji bo Ocalan meş li dar xist
17:19 OHD'ê ji bo çûna Îmraliyê serî li Wezareta Edaletê da
17:10 Başaran: Em ê tecrîdê têk bibin û deriyên Îmraliyê vekin
16:55 Ebrû Gunay: Ocalan li dijî şer, rêya çareseriye ye
16:51 Jinan li Nisêbîna Rengîn peyama ‘Em ê tecrîdê rakin’ da
16:46 ‘Qîrîna jinên kurd a 8’ê Adarê dê yekitiyê ava bike’
16:15 ÎHD’ê rapora binpêkirina mafên jinan a Herêma Egeyê eşkere kir
16:13 Di Nobeta Edaletê de ji jinên girtî re edalet hat xwestin
15:42 Zilamê ku zarokek tacîz kirî hate lînçkirin
15:35 Bi hezaran jinan barîkat derbas kirin: Girtiyên siyasî rûmeta me ne
14:51 Aydenîz: Rêya aştiyê di Îmraliyê re derbas dibe
14:28 Jin bi şîara 'azadî' diherikin Qada Stasyonê
14:27 Li Silopiyayê coşa 8'ê Adarê
14:23 Li Wanê jin herikîn qadê: Sedsala 21'emîn dê bibe sedsala jinan
14:23 Doza Kobanê: Siyasetmedarên girtî 8’ê Adarê pîroz kirin
13:50 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
13:39 Jin li dijî zîhniyeta zilaman daketin qadan: Dem dema azadiya jinan e
12:44 Li Tirkiyeyê 'zilamên malê' tune ne
12:39 Malbata Şenyaşar: Bila jin me bi tenê nehêlin
12:10 Ajokarên Rihayî ji ber zemên li motorînê çalakî kirin
11:38 Girtiyê ku tedawiya bi kelemçe qebûl nekir, hat îşkencekirin!
11:37 Şerê Rûsya-Ûkraynayê: Şer veguhêzî qada îktîsadî
11:09 Margaret Owen Ocalan şiband Mandela û azadiya wî xwest
10:59 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Mêrdînê didome: Qursa olê li girtiyan ferz dikin
09:06 Damezrînerê DÎAYDER'ê mele Yûsûf: Ji me re dibêjin 'nebin kurd'
09:06 Li dijî tahdeya nêrza navê hebûnê: Xweperastin
09:02 Qîrîna ji bo edaletê ya li Rihayê li seranserê Tirkiyeyê olan da
09:02 Kaplan a OHD'î: Tu eleqeya raporên ATK'ê û rastiyê bi hev tune ye
09:02 'Bila ew tenê rojek bêdest bimînin, gelo ka wê çi bikin'
09:00 ROJEVA 8'Ê ADARA 2022'YAN
07/03/2022
21:34 Pîrozbahiyên Newroza 2022'yan dest pê dikin
16:46 Ajokaran li Qersê çalakî kir: Em ê êdî wesayîtên xwe nexebitînin
16:33 Jin ji 8'ê Adarê re amade ne: Wê têkoşîna me bi serkeve
16:26 Nobeta Edaletê: Gelê kurd bi têkoşîna xwe dikare rê li ber binpêkirinan bigire
16:19 Ji girtiyan peyama 8'ê Adarê: Em ê bi awayekî azad biqîrin û qezenz bikin
16:00 Wezîrê Derve yê Ermenistanê serdana Tirkiyê dike
15:55 Derheqê nûçegihanê me Engîndenîz de lêpirsîn hate destpêkirin
15:25 Xwendekarên Zanîngeha Şirnexê zem şermezar kirin
15:18 Ji 16 binçavkiriyên Amedê 5 jê hatin berdan
14:50 Peyama HDK’ê ya ji bo 8’ê Adarê: Êdî hîn bibin ji ber ku serkeftin a me ye
14:20 Doza Kobanê: Delîlên di dosyayê de tên berovajîkirin
14:16 Li gorî ÎSÎG'ê di sibatê de 106 karkeran jiyana xwe ji dest dane
14:06 Bi hinceta 'belavkirina belavokên bûdçeyê' doz li HDP'iyan hat vekirin
13:48 Partiya Pêşerojê piştgirî da Nobeta Edaletê: Daxwazên we di cih de ne
13:42 Biryarên xerakirinê yên îstînafê pêşkeşî dadgehê kir
13:18 Malbatên Roboskiyê beraet kirin
13:17 Ji bo JINNEWS'ê kampanyaya hashtagê
12:39 Dayika Ferha bi salan çiya bi çiya li cenazeyê kurê xwe geriya
12:38 Emîne Şenyaşar banga 9'ê adarê kir
12:02 HDP'ê ji bo 8'ê Adarê bibe betlaneya fermî pêşniyarqanûnek da meclisê
11:44 Ocalan: Heta ku jin azad nebe, civakek nikare azad bibe