Nisêbîn xwedî li têkoşîna xwe derdikeve

img
MÊRDÎN - Di ser qedexeya derketina derve re ya di 14'ê Adara 2016'an de li Nisêbînê hatibû ragihandin, 6 sal derbas bûn. Hevşaredarê Nisêbînê Ferhat Kût, anî ziman ku gel Nisêbînê li pey heqîqetê ye û xwedî li vîna xwe derdikeve. 
 
Piştî ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di hilbijartinên 7'ê Heîzrana 2015'an de ji sedî 13'ê rayan girt û nehişt AKP bi tena serê xwe bibe desthilat, şer û pevçûn cardin rû dabûn û li ser hev di qedexeyên derketina derve hatibûn îlankirin. Di dîrokên cuda de Gimgim, Cizîr, Silopiya, Nisêbîn, Gever, Farqîn û Sûrê jî di nav de 7 bajar û 35 navçe bi qedexeyên hatibûn îlankirin hatibûn dorpêçkirin. Li gor rapora Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÛHV) di vê pêvajoyê de herî kêm 310 sivîl jiyana xwe ji dest dane û milyon û 642 kes jî bandor ji van qedexeyan girtine. 
 
6 SAL DERBAS BÛN
 
Ji bajarên ku hatibûn dorpêçkirin yek jê jî navçeya Nisêbîn a Mêrdînê bû. Li Nisêbînê qedexeya derketina derve di Tebaxa 2015'an de dest pê kiribû û 8 caran hatibû danîn. Qedexeya herî dirêj jî di 14'ê Adara 2016'an de hatibû îlankirin. Li gor raporên rêxistinên mafên mirovan di dema vê qedexeya ku 6 sal di ser re derbas bûne de 24 sivîl bi çekan û perçeyên şarapnelê jiyana xwe ji dest dane. 
 
MAL HATIN ŞÊLANDIN
 
Piştî şerê ku bi mehan domandibû Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS), di 25'ê Gulana 2016'an de daxuyandibû ku "Em ji Nisêbînê derketin". Piştî vê di 26'ê Gulanê de 17 jê zarok herî kêm 70 sivîl ji bajêr hatibûn tehliyekirin. Qedexeya li bajêr di 25'ê Tîrmeha 2016'an de bi awayekî qismî û di 21'ê Nîsana 2018'an de jî bi temamî hatibû rakirin. Piştî qedexe hatibû rakirin hin şêniyên bajêr vegeriyabûn navçeyê, lê gava vegeriyabûn bi enqazekê re rû bi rû mabûn. Li taxa Kişla, Zeynelabîdîn, Abdulkadîrpaşa, Dîcle, Firat û Yenîşehîrê hezar û 786 avahî hatibûn texrîbkirin. Derketibû holê ku piştî amûrên biqîmet ên di van avahiyan de hatibûn derxistin û hatibûn firotin, avahî bi bombeyan hatibûn texrîbkirin. 
 
‘NISÊBÎN PIR ÊŞ KIŞAND'
 
Hevserokê HDP'ê yê wê demê Ferhat Kût ku paşê di hilbijartinên herêmî yên 2019'an de bûbû Hevşaredarê Nisêbînê, anî ziman ku li van 6 taxên hatibûn xerakirin kesên di salên 90'an de gundên wan hatibûn valakirin û şewitandin diman. Kût, bilêv kir ku pêvajoya 2015'an bi xerakirina van taxan re dest pê kiriye û got: "Gelê Nisêbînê beriya qedexeyan bi êş û azarên mezin re rû bi rû mabû. Wê çaxê gelek kes li ber malên xwe hatibûn kuştin. Yek ji van kesan Mûgdat Ay bû. Qet ji bîra min naçe. Gava li ber mala xwe dilîst hatibû kuştin. Dayikak li nav kuçeyê hat kuştin. Nisêbîn pir êş kişand." 
 
NISÊBÎN LI PEY HEQÎQETÊ YE
 
Kût, bilêv kir ku wê çaxê nifûsa Nisêbînê li dor 120 hezarî bûye û got: "Li gundên Nisêbînê di salên 90'an de bi koçberiyekê re rû bi rû man û wan salan gelek kes ji aliyê hîzbul-kontra ve hatin qetilkirin. Nisêbîn piştî wan bûyerên salên 90'an bi heman bîr û baweriyê ji nû ve şax veda. Di 2015'an de jî wiha bû. Nifûsa wê ji 120 hezarî kêm bûbû, daketibû biniya 100 hezarî. Lê piştî wextekê mirov cardin hatin taxên xwe û malên xwe. Niha jî Nisêbînî li pey heqîqetê ne. Xwedîderketina wan a li vîna xwe, helwesteke pîroz e." 
 
‘GEL DOZA XWESERIYÊ KIR'
 
Kût, destnîşan kir ku wê demê gel li dijî avêtina ser malan û girtinan bertekên xwe nîşan didan û got: "A rast gel doza xweseriya demokratîk dikir. Dirûşmeya wan 'Nasnameya azad, xweseriya demokratîk bû.' Lê dewletê ev yek qebûl nedikir. Ev israra dewletê bû sedema mirina mirovan. Lê gel her roj xwe li kuçe û taxan parast. Di 14'ê Adarê de tevahiya Nisêbînê hatibû valakirin. Piştî qedexeyê gava em hatin Nisêbînê derdora taxan bi têlan hatibû girtin. Tax kavil kiribûn. Bajar kavil bûbû. Kevir li ser kevir nemabû. Bi ehzaran avahî hatibûn xerakirin. Niha li van deran TOKÎ hatine çêkirin. Xwestin jiyana çandî ya mirovan biguherînin." 
 
‘XWEDÎ LI VÎNA XWE DERDIKEVE'
 
Kût, anî ziman ku gelê Nisêbînê niha paşerojê dide ber lêpirsînê û got: "Gelê Nisêbînê wekî salên 90'an niha jî xwedî li vîna xwe û têkoşîna xwe derdikeve. Çawa di salên 90'an, 2014'an û 2015'an de xwedî li vîna xwe derket, niha jî derdikeve." 
 
MA / Ahmet Kanbal

Sernavên din

16/03/2022
09:11 Şahidên Newrozên salên 90'î bi heman ruhî li benda Newroza îsal in
09:07 Ev 28 sal in ji bo Newrozê stranên şoreşgerî distre
09:06 Gelê kurd li dijî Dehaqan bû ‘Kawayê Hemdem’
09:00 ROJEVA 16'Ê ADARA 2022'YAN
08:47 TBB'ê qurbaniyên Komkujiya Helebçeyê bi bîr anî
08:46 Xwendekaran birîna avê şermezar kir
15/03/2022
21:18 Li Mêrsînê jinan agirê ewil ê Newrozê vêxist
18:59 Li gundên Mêrdînê agirê Newrozê gur bû
18:51 Li navçeyên Amedê pîrozbahiyên Newrozê
18:39 KESK û TÛHAD-FED'ê serdana Nobeda Edaletê kirin
16:56 Komên girêdayî Tirkiyeyê li Efrînê welatiyek revand
16:55 Yerlîkaya: Cejnên me bûne rojên berxwedana me
16:52 Taşçier: Em li dijî zordariyê biherikin Newrozê
16:41 Çawişê pispor tundî li bijîjk kir
16:32 Sancar: Dê hesabên hilbijartinê yên AKP-MHP’ê li dîwarê HDP’ê bieliqe
16:31 Girtiyê ku hat berdan piştî 10 rojan jiyana xwe ji dest da
16:31 Di mitînga DÎSK’ê de karkeran bi kefen û darbestê bihabûn protesto kir
16:07 Eniya Hevpar a Têkoşîna Kedê: Yekitiya Kedkar û Karkeran
15:58 Li Rihayê agirê Newrozê geş kirin
15:57 Li Geliyê Zapê agirê Newrozê hat hilkirin
15:38 Li çar aliyan banga tevlibûna Newrozê li xelkê tê kirin
15:07 Bernameya Newroza Stenbolê diyar bû
14:42 Malbatên girtiyan li ber girtîgehê çalakî li dar xistin
14:25 Kedkarên tenduristiyê banga mezinkirina têkoşînê kirin
14:24 Ceza li rojnameger Zekîne Turkerî birîn
13:11 Ji bo astengkirina malperan ‘ewlekariya neteweyî’ kirin hincet
12:55 Derbarê parêzerê malbata Dedeogullari de 3 lêpirsînên cuda hatin destpêkirin
12:28 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdanek nû kirin
12:27 Daxwaza azadî û demokrasiyê bi Newrozê şênber bû
12:26 'Polîtîkayên hikûmetê yên ku krîza Başûr çareser bikin tune ye'
12:26 Emîne Şenyaşar: Hemû dinyayê dengê me bihîst lê ma tenê Erdogan nabihîze?
11:57 Serekşêwirmendê Zelenskiy: Dibe ku şer di meha gulanê de bi dawî bibe
11:43 Agirê ewil ê Newroza 2022’yan hat vêxistin: Niha dem dema azadiya Ocalan û serkeftinê ye
11:26 Li Enqereyê amadekariyên Newrozê: Werin em li dijî Dehaqan bi hev re têbikoşîn
10:57 Bozarslan: Putîn bi şerê Ûkraynayê re Tirkiye xiste xefikê
10:40 Zebarî yê YNK’î: Hevdîtina Barzanî û Erdogan hevdîtineke fermî nîne
10:10 Çelebî: Di doza Kûrkût de ji polîsan re gotin ‘serbest bin, em we diparêzin’
09:47 Girtiyên li Girtîgeha Qubînê 5 saetan di bin berf û baranê de hatine hiştin
09:24 6 sal in li benda hestiyên kurê xwe ye
09:21 Komplo lê hat kirin û dozger jî xwest cezayê muebedê le were birîn!
09:19 Şahidan behsa Newroza Cizîrê ya 92'yan kir
09:14 ‘Ez dayika egîda me, serbilind im û li ser pêya me’
09:13 Kurd ji bo Newrozê astengiyan nas nakin!
09:12 Hevseroka KNK'ê Mûrad: Parastina jinan erka her çar parçeyên Kurdistanê ye
09:11 30 sal in li qadên Newrozê ye
09:10 Xelkê Bazîdê: Newroz ji bo azadiya kurdan roja serhildanê ye
09:10 ‘Armanca çalakiyan teşhîrkirina raporên ATK’ê ye’
09:00 ROJEVA 15'Ê ADARA 2022'YAN
14/03/2022
22:23 Li Îzmîrê govenda ewil a Newrozê
21:14 Li gundê Sûrê Newroz hat pîrozkirin
21:08 Tenduristkaran Cejna Tibê pîroz kir
19:59 Gundên Amedê amade ne ji bo Newrozê
18:13 Serlêdana ji bo Newroza Wanê û Erdîşê hat qebûlkirin
17:59 Li Elkê coşa Newrozê
16:56 Alîkarê qeyûmê Dêrikê îstifa kir
16:51 Ji Wezîrê Dadê daxwaza berdana girtiyên nexweş kirin
16:30 Li gund û taxan dûyê agirê Newrozê bilind dibe
15:43 Gelê Elkê vexwendin Newrozê
15:22 Pîrozbahiyên Newrozê yên li tax û navçeyên Amedê didomin
15:07 Ûkrayna û Rûsya dîsa li hev rûniştin
15:01 Li Êlihê agirê Newrozê hat vêxistin
15:01 ‘Dixwazin ser Komkujiya Konyayê bigirin'
13:54 Banga Newrozê: Em li dora agirê Newrozê yekitiya xwe xurt bikin
13:26 Li Efrînê 11 kes hatin revandin
13:25 Ji DEVA’yê soza piştevaniya bo malbatên girtiyan: Daxwazên we daxwazên me ne
13:02 Greva bijîşkan bandora xwe li seranserî welat kir
12:49 AKP-MHP benda hilbijartinê dadixînin ji sedî 7'an
12:21 HDP'ê ji bo kedkarên tenduristiyê pêşniyarqanûn da meclisê
12:21 Doza Kobanê: Dozger biryara Gurcistanê dît, biryara bo Tirkiyeyê ji nedîtî ve hat
12:13 Malbata Şenyaşar: Hem kesên komkujî kirin û hem jî serdozger dê bên darizandin
12:12 Li gorî rapora SIPRI'yê dinya bi çek dibe
10:24 Ev 30 sal in pora xwe hine dike û berê xwe dide qada Newrozê
10:20 Ji ber greva bijîşkan nexweşxane vala man
10:02 Nêzî 30 cenazeyan 6 sal in nedane malbatên wan
09:17 Li Mêrdînê ji ber berfê dibistan hatin girtin
09:17 Banga gelê Elkê ya li Barzanî: Serkeftina me bi tifaqa me pêkan e
09:03 Rojnamevan Oktay: Jin bûbûn remza berxwedana xwerêveberiyê
09:03 ‘Em ê serê xwe netewînin’
09:03 Di 11 salan de tenê 7 caran hevjînê xwe yê girtî dîtiye
09:03 ‘Newroz wek mîrasa berxwedana hevjînê min ji me re ma’
09:00 ROJEVA 14'Ê ADARA 2022'YAN
13/03/2022
22:30 Li Amedê hilkirina agirê Newrozê berdewam dike
22:19 Bûldan: Em mil bidin milê hev û bimeşin qadên Newrozê
19:56 Malbata Dedeogûllari: Heke edalet pêk neyê em ê dest bi Nobeda Edaletê bikin
16:51 Li Sûr a Amedê agirê Newrozê hate vêxistin
16:04 Dîmenên teqîna li Tesîsên Etî Bakirê pêk hatibû derketin holê
16:04 Li Mêrdînê komxebata jinan: Peymana Stenbolê dîsa têxin meriyetê
15:14 Li Dêrsimê xebatên Newrozê dest pê kirin
15:14 Ji bo Newroza Wanê bang kirin
14:28 Tirkiyeyê gundê Hirûrê bombebaran kir
11:59 Başaran: Coşa jinan a 8’ê Adarê dê biherike qada Newrozê
11:57 Gelê Amedê: Ev Newroz wê bibe wesîleya şikandina tecrîdê
11:56 Jinên Cizîrî: Dewlet, bi cezayên sivik re tecawizkaran xelat dike
11:16 Malbata Şenyaşar bang li Înce kir: Dîmen li ku ne?
11:02 ZINDÎ | Şerê Rûsya û Ûkraynayê: Bajar tên bombebarankirin
10:48 Bi kampanyayên xwe dibin dengê jinên girtî
10:28 3 mûçeyan distîne: Hem qeymeqam hem qeyûm û hem jî midûr e
09:50 Dadgeha Îstînafê: Kemal Kûrkût di çarçoveya qanûnan de hat kuştin
09:07 6 sal bi ser qedexeya derketina derve ya Geverê re derbas bûn: Me serî netewand
09:06 Nisêbîn xwedî li têkoşîna xwe derdikeve