Başaran: Coşa jinan a 8’ê Adarê dê biherike qada Newrozê

  • jin
  • 11:59 13 Adar 2022
  • |
img
ENQERE - Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku di 8’ê Adarê de li her devera cîhanê jin daketin qadan û ev jî tespîta ku dibêje ev sedsal dê bibe sedsala jinan, piştrast dike. Başaran, got ku coşa jinan a 8’ê Adarê dê biherike qada Newrozê.
 
Di pêvajoyeke ku ji bo tifaqa demokrasiyê û têkoşîna hevpar nîqaş û xebat tên kirin de, jin di 8’ê Adarê de daketin qadan. Jinan, bi coş û kelecana xwe re careke din hêza tifaq û piştevaniya jinan nîşan dan. Jinên ku di 8’ê Adarê de bi dirûşma “Dem dema zadiya jinan e” daketîn qadan, niha jî ji bo Newrozê amadekariyan dikin. 
 
Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran diyar kir ku jin her tim li qadan piştevaniya hev dikin û dê piştevaniya jinan a di 8’ê Adarê de bandorê li Newrozê jî bike. Başaran, têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî.  
 
ROLA JINAN A DI AVAKIRINA TIFAQÊ DE
 
Ayşe Acar Başaran bal kişand ser rola jinan a di tifaqa demokrasiyê de û wiha got: “Ev demekî dirêje li Tirkiyeyê ji bo tifaqan nîqaş tên kirin. Divê ne tenê ji bo hilbijartinan, ji bo pêdiviyên din tifaq bên avakirin. Wekî li seranserî cîhanê, li Tirkiyeyê jî rejîmên rastgir ên populîst ên mêrê serdest tên avakirin. Li dijî vê xetê, xeteke alternatîf tê avakirin. Li di bingehê de tu cudahiya van xetan ji hev nîne. Di rewşeke wiha de partiya me û gelek partî û rêxistinên din ji bo avakirina alternatîfeke ku pergaleke demokratîk, ekolojîk û azadîxwaz ava bike hatin ba hev. Weke Meclisa Jinan a HDP’ê me jî di vê mijarê de nîqaş kirin. Bi heman rengî li qadên cuda de jî jin heman nîqaşan dikin. Lê ji bo me tevekan jî mijareke sereke ye.” 
 
‘JIN DI HER MIJARÊ DE XWEDÎ GOTIN IN’
 
Başaran, diyar kir ku di metna partiyên muxalefetê de têkildarî jinan tiştek nîne û xuya dibe ku li ser navê jinan biryar hatine dayîn. Başaran, bi domdarî bal kişand ser Tifaqa Demokrasiyê û wiha pê de çû: “Em xwedî tecrûbe û modelên cuda ne. Pergala hevserokatiyê û nûnertiya wekhev çend mînakên vê rastiyê ne. Hinek proje jî hene ku jin û mêr bi hev re dimeşînin. Heke vê rastiyê tune bihesîbinin, wê demê tişta ku hûn dikin ji yên dijberî we cudatir nînin. Li rexekî rejîma yekzilamî û li rexa din jî rewşa vê rejîmê ya hatiye restorekirin ku jin weke bireser tên dîtin. Ev bû 5 hezar sal ku tevahiya civakê encamên giran ên pergala dewletê ya mêrê serdest dijîn. Şer jî encama wê ye. Heke hewla we ew be ku hûn pirsgirêkên bingehîn ên vî welatî li gorî zîhniyeta mêrê serdest û mêtingeriyê çareser bikin, wê demê dê bêencam bimînin. Pirsgirêka kurd jî yek ji van pirsgirêkan e. Jin êdî ne tenê ji bo pirsgirêka jinan, ji bo hemû pirsgirêkan xwedî gotin û rêyên çareseriyê ne. Em dixwazin werin ba hev û hemû pirsgirêkan bi hev re çareser bikin. Jixwe HDP, partiyeke tifaqane ku gelek jinên ji derdorên cuda di bin heman sîwanê de têdikoşin. Partiya me li gorî perspektîfa neteweya demokratîk nêz dibe û nîqaşên bicihanîna vê dimeşîne.” 
 
‘JINAN PEYAMEKE XURT DAN DEWLETÊ’
 
Di berdewamê de Başaran behsa coşa 8’ê Adarê kir û wiha got: “Li Tirkiye, Kurdistan û her çar aliyên cîhanê jin daketin qadan û îspat kirin ku tespîta ku dibêjin ev sedsal sedsala jinan e tespîteke rast e. Jin, li her çar aliyên cîhanê rastî êrişan tên. Lê belê rastiyek heye ku ev yek bo netewe dewletan têkçûnek û ji bo jinan jî serkeftineke. Tecrîd, girtiyên nexweş, Peymana Stenbolê, tundiya li ser jinan û rewşa hevala me Semra Guzel rojeva me ya sereke bû. Jinan, hemû barîqet hilweşandin û daketin qadan. Peyameke xurt dan dewlet û desthilatiyê. Em ê paşde gav neavêjin. Ji ber ku em baş dizanin bê ka dê çi winda bikin. Di van salên dawî de yekemîn car bû ku 8’ê Adarê ewqas bi coş û rengîn derbas bû.” 
 
‘EM DIKARIN TIFAQA HÎN XURTIR BIKIN’
 
Bi domdarî Başaran daxuyand ku divê jin piştevanî û tifaqa xwe mezintir bikin û ber bi azadiyê ve bimeşin. Başaran, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ne tenê yên dîlgirtî, em jî parçeyeke dîlmayîna li civakê tê ferzkirin in. Hinek kes kom dibin û derheqê pêşeroja me de, derheqê hebûna me ya di siyasetê de biryaran didin. Lewma ji bilî têkoşîn, piştevanî û tifaqeke hevpar tu rêyeke din bo me nîne. Em, li dijî tundiya ser jinê, êrişên li ser destkeftiyên jinan tên ba hev. Em dikarin vê hîn xurtir bikin. Hewl didin jinan ji hev dûr bixin. Hewl dan TJA û Komeleya Jinan a Rosayê terorîze bikin û bi tenê bihêlin. Lê belê jinan ev hewldan baş ferq kir. Lewma jî nehatin xapandin. Niha hevgirtineke xurt di navbera jinan de heye. Hêvîdarim ku em vê hevgirtinê hîn xurtir bikin.” 
 
BANGA NEWROZÊ
 
Başaran, anî ziman ku îxtîmala serkeftinê ya her têkoşîna jin jê re pêşengtiyê dikin zêde ye û wiha bi dawî kir: “8’ê Adarê û Newroz çend mînakên vê rastiyê ne. Her cara ku jin di 8’ê Adarê de dadikevin qadan, heman coş diherike qada Newrozê jî. Ne tiştekî rasthatî ye ku li her çar aliyên Tirkiye û Kurdistanê jin pêşengtiya têkoşînê dikin. Baş di ferqê de ne ku têkoşîna wan a piralî di veguherîna civakê de xwdî bandoreke mezin e. Bi bîrdoziya rizgarî azadiya jinê re dikare tiştekî nû were afirandin. Û em baş dizanin ku ji bo vê jî hêza me heye. Jin dê berxwedan û israra xwe ya di 8’ê Adarê de biherikînin qada Newrozê jî. Me di 8’ê Adarê de got; ‘Em ê bi hev re biguherînin, niha dema jinan e’ û em ê di Newrozê de jî bibêjin; ‘Dem dema serkeftinê ye.’ Me her ji niha ve dest bi pîrozbahiyên Newrozê kir. Ji her niha ve ez Newrozê hemû kesî pîroz dikim. Bang min ji bo hemû jinan ew e ku qadên Newrozê bi rengên xwe bixemilînin.” 
 
MA / Zemo Aggoz
 

Sernavên din

16/03/2022
09:11 Şahidên Newrozên salên 90'î bi heman ruhî li benda Newroza îsal in
09:07 Ev 28 sal in ji bo Newrozê stranên şoreşgerî distre
09:06 Gelê kurd li dijî Dehaqan bû ‘Kawayê Hemdem’
09:00 ROJEVA 16'Ê ADARA 2022'YAN
08:47 TBB'ê qurbaniyên Komkujiya Helebçeyê bi bîr anî
08:46 Xwendekaran birîna avê şermezar kir
15/03/2022
21:18 Li Mêrsînê jinan agirê ewil ê Newrozê vêxist
18:59 Li gundên Mêrdînê agirê Newrozê gur bû
18:51 Li navçeyên Amedê pîrozbahiyên Newrozê
18:39 KESK û TÛHAD-FED'ê serdana Nobeda Edaletê kirin
16:56 Komên girêdayî Tirkiyeyê li Efrînê welatiyek revand
16:55 Yerlîkaya: Cejnên me bûne rojên berxwedana me
16:52 Taşçier: Em li dijî zordariyê biherikin Newrozê
16:41 Çawişê pispor tundî li bijîjk kir
16:32 Sancar: Dê hesabên hilbijartinê yên AKP-MHP’ê li dîwarê HDP’ê bieliqe
16:31 Girtiyê ku hat berdan piştî 10 rojan jiyana xwe ji dest da
16:31 Di mitînga DÎSK’ê de karkeran bi kefen û darbestê bihabûn protesto kir
16:07 Eniya Hevpar a Têkoşîna Kedê: Yekitiya Kedkar û Karkeran
15:58 Li Rihayê agirê Newrozê geş kirin
15:57 Li Geliyê Zapê agirê Newrozê hat hilkirin
15:38 Li çar aliyan banga tevlibûna Newrozê li xelkê tê kirin
15:07 Bernameya Newroza Stenbolê diyar bû
14:42 Malbatên girtiyan li ber girtîgehê çalakî li dar xistin
14:25 Kedkarên tenduristiyê banga mezinkirina têkoşînê kirin
14:24 Ceza li rojnameger Zekîne Turkerî birîn
13:11 Ji bo astengkirina malperan ‘ewlekariya neteweyî’ kirin hincet
12:55 Derbarê parêzerê malbata Dedeogullari de 3 lêpirsînên cuda hatin destpêkirin
12:28 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdanek nû kirin
12:27 Daxwaza azadî û demokrasiyê bi Newrozê şênber bû
12:26 'Polîtîkayên hikûmetê yên ku krîza Başûr çareser bikin tune ye'
12:26 Emîne Şenyaşar: Hemû dinyayê dengê me bihîst lê ma tenê Erdogan nabihîze?
11:57 Serekşêwirmendê Zelenskiy: Dibe ku şer di meha gulanê de bi dawî bibe
11:43 Agirê ewil ê Newroza 2022’yan hat vêxistin: Niha dem dema azadiya Ocalan û serkeftinê ye
11:26 Li Enqereyê amadekariyên Newrozê: Werin em li dijî Dehaqan bi hev re têbikoşîn
10:57 Bozarslan: Putîn bi şerê Ûkraynayê re Tirkiye xiste xefikê
10:40 Zebarî yê YNK’î: Hevdîtina Barzanî û Erdogan hevdîtineke fermî nîne
10:10 Çelebî: Di doza Kûrkût de ji polîsan re gotin ‘serbest bin, em we diparêzin’
09:47 Girtiyên li Girtîgeha Qubînê 5 saetan di bin berf û baranê de hatine hiştin
09:24 6 sal in li benda hestiyên kurê xwe ye
09:21 Komplo lê hat kirin û dozger jî xwest cezayê muebedê le were birîn!
09:19 Şahidan behsa Newroza Cizîrê ya 92'yan kir
09:14 ‘Ez dayika egîda me, serbilind im û li ser pêya me’
09:13 Kurd ji bo Newrozê astengiyan nas nakin!
09:12 Hevseroka KNK'ê Mûrad: Parastina jinan erka her çar parçeyên Kurdistanê ye
09:11 30 sal in li qadên Newrozê ye
09:10 Xelkê Bazîdê: Newroz ji bo azadiya kurdan roja serhildanê ye
09:10 ‘Armanca çalakiyan teşhîrkirina raporên ATK’ê ye’
09:00 ROJEVA 15'Ê ADARA 2022'YAN
14/03/2022
22:23 Li Îzmîrê govenda ewil a Newrozê
21:14 Li gundê Sûrê Newroz hat pîrozkirin
21:08 Tenduristkaran Cejna Tibê pîroz kir
19:59 Gundên Amedê amade ne ji bo Newrozê
18:13 Serlêdana ji bo Newroza Wanê û Erdîşê hat qebûlkirin
17:59 Li Elkê coşa Newrozê
16:56 Alîkarê qeyûmê Dêrikê îstifa kir
16:51 Ji Wezîrê Dadê daxwaza berdana girtiyên nexweş kirin
16:30 Li gund û taxan dûyê agirê Newrozê bilind dibe
15:43 Gelê Elkê vexwendin Newrozê
15:22 Pîrozbahiyên Newrozê yên li tax û navçeyên Amedê didomin
15:07 Ûkrayna û Rûsya dîsa li hev rûniştin
15:01 Li Êlihê agirê Newrozê hat vêxistin
15:01 ‘Dixwazin ser Komkujiya Konyayê bigirin'
13:54 Banga Newrozê: Em li dora agirê Newrozê yekitiya xwe xurt bikin
13:26 Li Efrînê 11 kes hatin revandin
13:25 Ji DEVA’yê soza piştevaniya bo malbatên girtiyan: Daxwazên we daxwazên me ne
13:02 Greva bijîşkan bandora xwe li seranserî welat kir
12:49 AKP-MHP benda hilbijartinê dadixînin ji sedî 7'an
12:21 HDP'ê ji bo kedkarên tenduristiyê pêşniyarqanûn da meclisê
12:21 Doza Kobanê: Dozger biryara Gurcistanê dît, biryara bo Tirkiyeyê ji nedîtî ve hat
12:13 Malbata Şenyaşar: Hem kesên komkujî kirin û hem jî serdozger dê bên darizandin
12:12 Li gorî rapora SIPRI'yê dinya bi çek dibe
10:24 Ev 30 sal in pora xwe hine dike û berê xwe dide qada Newrozê
10:20 Ji ber greva bijîşkan nexweşxane vala man
10:02 Nêzî 30 cenazeyan 6 sal in nedane malbatên wan
09:17 Li Mêrdînê ji ber berfê dibistan hatin girtin
09:17 Banga gelê Elkê ya li Barzanî: Serkeftina me bi tifaqa me pêkan e
09:03 Rojnamevan Oktay: Jin bûbûn remza berxwedana xwerêveberiyê
09:03 ‘Em ê serê xwe netewînin’
09:03 Di 11 salan de tenê 7 caran hevjînê xwe yê girtî dîtiye
09:03 ‘Newroz wek mîrasa berxwedana hevjînê min ji me re ma’
09:00 ROJEVA 14'Ê ADARA 2022'YAN
13/03/2022
22:30 Li Amedê hilkirina agirê Newrozê berdewam dike
22:19 Bûldan: Em mil bidin milê hev û bimeşin qadên Newrozê
19:56 Malbata Dedeogûllari: Heke edalet pêk neyê em ê dest bi Nobeda Edaletê bikin
16:51 Li Sûr a Amedê agirê Newrozê hate vêxistin
16:04 Dîmenên teqîna li Tesîsên Etî Bakirê pêk hatibû derketin holê
16:04 Li Mêrdînê komxebata jinan: Peymana Stenbolê dîsa têxin meriyetê
15:14 Li Dêrsimê xebatên Newrozê dest pê kirin
15:14 Ji bo Newroza Wanê bang kirin
14:28 Tirkiyeyê gundê Hirûrê bombebaran kir
11:59 Başaran: Coşa jinan a 8’ê Adarê dê biherike qada Newrozê
11:57 Gelê Amedê: Ev Newroz wê bibe wesîleya şikandina tecrîdê
11:56 Jinên Cizîrî: Dewlet, bi cezayên sivik re tecawizkaran xelat dike
11:16 Malbata Şenyaşar bang li Înce kir: Dîmen li ku ne?
11:02 ZINDÎ | Şerê Rûsya û Ûkraynayê: Bajar tên bombebarankirin
10:48 Bi kampanyayên xwe dibin dengê jinên girtî
10:28 3 mûçeyan distîne: Hem qeymeqam hem qeyûm û hem jî midûr e
09:50 Dadgeha Îstînafê: Kemal Kûrkût di çarçoveya qanûnan de hat kuştin
09:07 6 sal bi ser qedexeya derketina derve ya Geverê re derbas bûn: Me serî netewand
09:06 Nisêbîn xwedî li têkoşîna xwe derdikeve