Nêzî 30 cenazeyan 6 sal in nedane malbatên wan

img

MÊRDÎN - Cenazeyên nêzî 30 kesan ên di qedexeya derketina derve ya Nisêbînê de jiyana xwe ji dest dan, 6 sal in radestî malbatên wan nehatine kirin. Leyla Deger a ku li cenazeyê kurê xwe digere got: “Ez gazî malbatan dikim, werim em bikevin pey doza zarokên xwe.” 

 
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê di navbera tebaxa 2015’an û 14’ê adara 2016’an de li dijî daxwaza xwerêveberiyê ya gel 8 caran qedexeya derketina derve hat ragihandin. Di 14’ê adara 2016’an de navçe bi temamî hat valakirin û cihê xwe ji şerê giran re berdan. Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) di 25’ê gulana 2016’an de daxuyaniya “Em ji Nisêbînê vekişiyan e” da û bi vê yekê re di 26’ê gulanê de 17 jê zarok herî kêm 70 sivîl ji navçeyê hatin tehliyekirin. 
 
GELO ÇEND CENAZE HATIN DERXISTIN?
 
Piştî şer têkildarî kesên li naçeyê jiyana xwe ji dest dane daxuyanî hatin dayîn. Li gorî tomarkirinên dozgeriyê di şer de 69 polîs, leşker û cerdevan hatine kuştin û 528 polîs û leşker jî birîndar bûne. YPS’ê jî ragihand ku 51 endamên wan li Nisêbînê jiyana xwe ji dest dane. Li gorî qeydên dozgeriyê cenaze û parçeyên bedenên 58 kesan hatine bidestxistin. Li gorî qeydên Komeleya Piştevanî û Alîkariya Kesên Xizmên Xwe Winda Kirine ya Mezopotamyayê (MEBYADER) ji navçeyê 83 cenaze hatine derxistin. 
 
MALBAT LI BENDA CENAZEYÊN XWE NE
 
Lê belê tevî di ser şer re 6 sal derbas bûne jî hêj cenazeyên gelek kesan radestî malbatên wan nehatine kirin. Piştî qedexe bi dawî bû cenazeyan rakirin saziyên tibê edlî yên Mêrdîn, Dîlok, Riha û Meletiyê. Ji bo DNA’yê nimûneya xwînê hat girtin. Tê gotin 22 cneaze li Mêrdînê û li gorî texmînan 8 cenaze jî li bajarên din bi giştî 29 cenaze bi îdiaya encamên DNA’yê li hev nehatiye radestî malbatan nehatin kirin. 
 
6 SAL IN LI CENAZEYÊ KURÊ XWE DIGERE 
 
Abdulselam Deger (Kendal) jî li navçeya Nisêbînê di şer de jiyana xwe ji dest dabû. Dayika wî Leyla Deger diyar kir ku ji ber DNA’yê wan li hev nehatiye 6 sal in cenazeyê kurê xwe wernegirtiye û agahiya mirina wî jî ji televîzyonê hîn bûye. Deger wiha got: “Em ketin pey cenaze jî lê me cenazeyê xwe nedît. Em çûn me cneazeyê xwe xwest, ji me re gotin cenaze tune ye. Me sê caran nimûneya xwînê da. Me gelek caran li cenaze pirsî. Min xwest gorek wî hebe û li ba me be. Lê me nedît. Ez niha jî li cenaze digerim. Ez dixwazim bînim li axa xwe veşêrim. Ez dixwazim cenazeyê kurê min bidin me. 6 sal derbas bû lê cenaze nadin me. Ez cenazeyê xwe dixwazim.” 
 
GOTIN ‘PAKÊTA WE HEYE’ 
 
Deger anî ziman ku ji dozgeriyê lê geriyane û jê re gotine “pakêta we heye” û wiha got: “Kêliya min vê cumleyê bihîst, Egît Îpek û dayika xwe hatin bîra min. Ez gelek tirsiyam. Min halê wê dayikê da ber çavê xwe û fikirîm. Min got viya heqaret e. Min got qey wê cenazeyê kurê min jî wisa bidin. Baran û firtûne hebû, ez rabûm çûm dozgeriyê. Dosye dan destê min. Gotin hêj cenazeyê we derneketiye. Ji wê rojê ve tu agahî nedane me.” 
 
GAZÎ MALBATAN KIR 
 
Deger destnîşan kir ku tenê ne cenazeyê kurê wê cenazeyên gelek malbatan radestî wan nehatine kirin û got: “Ez gazî hemû malbatan dikim, bila werin em bibin yek. Em bikevin pey doza zarokên xwe. Bila gora zarokên me li cem me bin. Em vê rewşê qebûl nekin. Em li kêleka hev bisekinin.”
 
MA / Ahmet Kanbal
 

Sernavên din

21/07/2022
11:23 Serledana ji bo qursên MED-DER'ê dest pê kir
11:14 Darên li Şirnexê tên birîn li ser Facebookê tên firotin!
11:13 Baroyan bertek nîşanî komkujiya Zaxoyê dan: Bila berpiryar bên tespîtkirin û darizandin
10:56 Çapemeniya Tirkiyeyê çav û guhên xwe ji komkujiya Zaxoyê re girt
10:41 Çalakvanan xwestin ku sefîrtiya Tirkiyeyê were girtin
10:33 Kaçmaz: Leşkerên payebilind ji bo bazirganiyê ‘herêma ewlehiyê’ radigihînin û daran talan dikin
10:06 Ji ber Komkujiya Zaxoyê li Iraqê şîn hat ragihandin
10:05 Di turnûvaya futbolê ya Kemal Kurkut de birîna daran hat protestokirin
09:30 Ji parlamenterên Iraqê danezana hevpar: Tirkiyeyê sûcê şer kir
09:29 107 kesên duh di çalakiyên Komkujiya Pirsûsê de hatin binçavkirin hatin berdan
09:03 Keskîn: Serokkomartî li şûna ku telefona me bike bila peymanan pêk bîne
09:00 Parêzer Baykal: Biryara Şûraya Dewletê bi awayekî derhiqûqî rê li ber vekişîna ji peymanên din jî vekeir
09:00 ROJEVA 21'Ê TÎRMEHA 2022
01:15 Konseya Ewlekariya Neteweyî: Divê Tirkiye eskerên xwe ji Iraqê derxe
01:07 Wezîrê Karên Derve yê Iraqê: Kifş bû ku Tirkiye êriş pêk aniye
20/07/2022
23:04 Daxuyaniya DBP'ê ya têkildarî êrişa li Zaxoyê
21:57 Êrişa Tirkiyeyê ya li ser Zaxoyê di çapemeniya cîhanê de
20:30 Polîsan li Enqere û Îzmîrê mudaxaleyî bîranîna Pirsûsê kir
19:09 Xelata Azadiya Çapemeniyê ya 2022’an ji bo 16 rojnamevanên girtî
18:44 Hevşaredara Norşînê ya berê Avras hat berdan
16:46 Komîteya Mîhrîcana Munzurê: Di zûtirin demê de dawî li van qedexeyan bînin
16:35 Bertekên li dijî Dadgeha Bilind zêde dibin: Peymanên navneteweyî di talûkeyê de ne
16:19 Mazlum Ebdî bi Michael Coella re hevdîtin kir
16:11 Şehmîran Karahan li Mêrsînê hate definkirin
16:02 Nehiştin qeyûmê li CHP’a Amedê hatiye tayînkirin bikeve avahiya partiyê
15:51 Nîjadperestan li Denîzliyê êrişî malbateke kurd kirin
15:29 Tirkiyeyê Zaxoyê bombebaran kir: 9 kes mirin, 22 kes jî birîndar bûn
15:27 Kesên li Pirsûsê jiyana xwe ji dest dabûn li gelek bajaran hatin bibîranîn
15:27 ‘Rêwiyên hêviyê’ li cihê hatibûn qetilkirin bi bîr anîn
14:00 Malbatan li pêşiya ATK’ê ji bo xizmên xwe banga azadiya kirin
12:55 Ji bo Aydenîz kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin
12:21 Li Rihayê dê 2 rojan av neyê dayîn
12:21 Derheqê nûçegihana JINNEWS’ê Deger de lêpirsîn hat desptêkirin
12:08 Malbata Şenyaşar: Em 33 rêwiyên hêviyê bi rêzdarî bi bîr tînin
12:03 Gunay: Çareserî ne li Tehran û Washingtonê lê li ser vê xakê ye
11:31 Têketina Dêrsimê ya Grup Yorûm û Grup Îsyan Ateşî hate qedexekirin
10:58 Ji bo Geverê sewqiyeta leşkerî
10:57 Ji AYM’ê biryara Demîrtaş: Vekirina dozê ‘binpêkirina maf e’
10:38 DEDAŞ'ê li qada sîtê yên sereke avahiyên trafoyan çêkir
10:35 Dadgehê ji bo parvekirina ‘Şeytanê mezin’ got ‘rexneya giran’ û biryara beraetê da
10:02 Sûlava Hankeyê li benda tescîlkirina bilindahiyê ye
10:01 ‘Ev 7 sal in nobetê li gora kurê xwe digirim da ku neyê rûxandin’
09:08 ‘Nîjadperestiya partiyên muxalîf dibe sedema dijminatiya li hemberî koçberan’
09:05 Jinên endamên Meclisa Partiyê ya HDP'ê: Em ê têkoşîna jinan bilindtir bikin
09:04 Di îdianameya endamên heyeta şopandinê de yekane 'sûc' wêneyê 9 sal berê ye
09:04 Rojnameger Mehmûd: Gel dê armancên Tirkiyeyê pûç bike
09:03 Qeyûm Liceyê difiroşe!
09:00 ROJEVA 20'Ê TÎRMEHA 2022
19/07/2022
23:25 Li Stenbolê ji bo salvegera Şoreşa Rojavayê çalakî
22:56 Jin li dijî biryara Şûraya Dewletê daketin kolanan
16:53 Cenazeyên 3 endamên HPG’ê radestî malbatan hatin kirin
16:47 ‘Kobanê bi ruhê 19’ê Tîrmehê hat rizgarkirin’
16:46 Daxwaza betalkirina biryara Peymana Stenbolê hat redkirin
16:04 ESP: Divê em bi hev re Şoreşa Rojava biparêzin
15:54 Ji xala 301’ê doz li Emîne Şenyaşar hat vekirin
15:45 Dîmenên nû yên qirkirina xwezaya Şirnexê derketin
15:44 Emîrê DAIŞ’ê di Doza Komkujiya Garê de axivî: Ez 80 rojan li MÎT’ê mam
15:09 Di Nobeda Edaletê de bal kişandin ser doza Denîz Poyraz
14:56 Di salvegera Şoreşa Rojava de Tirkiye, Îran û Rûsya li Tehranê civiyan
14:44 ÎHD: Bila dawî li îşkence û mauemeleya xerab were anîn
14:37 Wezaretê ne derewand ne jî daxuyaniyek da
13:54 Festîvala Mûnzûrê dê wek ku hat eşkerekirin bê lidarxistin
13:40 HDP’ê ji bo ÎHÎK’ê serlêdan kir: Divê li Girtîgeha Aydinê lêkolîn were kirin
13:18 Welatiyan bertek nîşanî rêveberiya nexweşxaneyê da: Rêveberî îstîfa
12:59 Turnûvaya Futbolê ya Kemal Kurkut sibe li Silopiyayê dest pê dike
12:57 DBP: Şoreşa Rojava ji bo gelan bûye hêviya jiyana hevpar
12:22 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:03 ‘Çima vê êşê bi me û zarokên me didin kişandinê?’
11:31 Mazlûm Ebdî salvegera Şoreşa Rojava pîroz kir
11:05 Cenazeyê Mahmudî li Wanê hat veşartin
10:57 Doza li parêzerên Ocalan hatibû vekirin paşve dan
10:52 Di Çemê Dîcleyê de seyê avî hate dîtin
10:51 ‘Mala zanînê’ ya qeyûm bûye mala tiryakkêşan!
10:50 Karayilan: Heke Soylu wê kasetê neweşîne sextekar û derewkar e
10:32 Li Licê şer: 2 çawişên pispor hatin kuştin
10:29 Ciwanan ji bo Pirsûsê bang kir
10:10 Girtiyên li Girtîgeha Kurkçulerê tên ragirtin di greva birçîbûnê de ne
10:09 Baroya Şirnexê dê li dijî qirkirina xwezayê bi 300 parêzeran biçe herêmê
09:05 'Desthilata AKP'ê nexweşxaneyên taybet li nexweşan ferz dike'
09:05 Rojnameger Seyda: Sedema qeyrana li Iraqê PDK ye
09:04 'Piştî Şengal û Somaliyê dê biçûya Kobanê'
09:03 Egîtîm Sen: Ne dersa bijartî, em perwerdehîya bi zimanê zikmakî dixwazin
09:03 Gotina jibîrnebûyî ya Şalciyê: Em bibin pêşengên têkoşînê
09:00 ROJEVA 19'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
18/07/2022
20:17 Şiraz Işik piştî 30 salan ji girtîgehê derket
20:08 Danişîna doza Denîz Poyrazê hat taloqkirin
18:00 Ên li ber HDP'ê tên sekinandin ji bo pereyan bi hev ketin!
16:51 Girtiyekî li Girtîgeha Panosê li dijî binpêkirinan dest bi greva birçîbûnê kir
16:42 Parlamenterê CHP’ê li ser nûçeya me ya’mirina bi guman’ daxwaza komîsyona lêkolînê kir
16:03 MYK’a HDP’ê: Beriya doza Denîz Poyraz gef li parlamenterên me xwarin
15:35 Kujerê Denîz Poyraz pirs paşguh kirin
15:12 Li serokatiya CHP’ê ya Amedê qeyûm hat tayînkirin
14:46 Li Şikefta Birîndaran helîkopterek hate xistin
14:43 MYK’a HDP’ê ji bo dabeşkirina peywiran civiya
14:35 Şaxa ÎHD’a Mêrsînê: Divê pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyane were çareserkirin
13:56 Li nêzî baregeheke leşkerî ya li Cûdî teqîn: Kesek birîndar bû
13:42 Emîne Şenyaşar: Kurê min berdin
12:54 TTB’ê derbarê meleyê ku wan kiribû hedefê de gilî kir
12:45 Kesên bi birîndarî ji komkujiyê xelas bûyîn: Xwestin vîna me tune bikin
11:57 Nehiştin serokê baroyê pirsan ji kujer Gencer bike