Qurbaniyên Komkujiya Helebçeyê hatin bibîranîn: Em ê tu carî ji bîr nekin

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Bi munasebeta 34’emîn salvegera Komkujiya Helebçeyê, li gelek bajarên bakurê Kurdistanê çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin. 

 
Bi munasebeta 34’emîn salvegera Komkujiya Helebçeyê, li gelek bajarên bakurê Kurdistanê çalakî hatin lidarxistin û qurbaniyên komkujiyê hatin bibîranîn. Di çalakiyan de hat destnîşankirin ku bi komkujiyên vî rengî re hebûna gelê kurd hedef hatiye girtin. 
 
ÊLIH
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê bi çalakiyekê qurbaniyên Komkujiya Helebçeyê bi bîr anî. Di çalakiyê de Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran û gelek welatî amade bûn. Di çalakiyê de ji bo bîranîna qurbaniyan deqeyek rêz hate girtin û piştre jî find danîn ser wêneyên qurbaniyan. 
 
Ayşe Acar Başaran li ser navê girseyê axivî û da zanîn ku di Komkujiya Helebçeyê de bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan. Başaran, diyar kir ku bi van komkujiyan re hebûna kurdan hedef hat girtin. 
 
Piştî daxuyaniyê jî belgefîlma derheqê komkujiyê de hate temaşekirin. 
 
AMED
 
Bi heman boneyê li Amedê jî Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê li pêşiya Bîrdariya Jiyanê ya li Koşuyolu ya Amedê çalakî li dar xist. Çalakvanan pankarta “Me Helebçe ji bîr nekiriye” vekiribûn. Di çalakiya bîranînê de endam û rêveberên TJA, HDP, Partiya Pêşerojê, DEVA, CHP û gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî amade bûn. Di çalakiyê de Hevserokê Şaxa SES’ê ya Amedê Şiyar Guldîkan got ku dê Komkujiya Helebçeyê tu carî ji bîr nekin û hesabê ji kiryarên wan bipirsin. 
 
Berdevkê Platformê Mehmet Candar jî anî ziman ku di şer de bedela herî giran jin, zarok û kedkar didin. Candar, dîroka Komkujiya Helebçeyê bi bîr xist û got ku dê tu carî ji bîr nekin. Piştre jî Hevserokê HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan axivî û destnîşan kir ku birîna Helebçeyê hêj jî nekewiyaye û dê kesek nekare gelê kurd tune bike. 
 
RIHA 
 
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Sêweregê jî li Qada Kanlikuyuyê bi merasîmekî qurbaniyên Komkujiya Helebçeyê bi bîr anîn. Di çalakiyê de kampanyaya “Em ê Helebçeyê ji bîr nekin” hatibû vekirin. Di çalakiyê de Berdevkê Demê yê Platformê Fırat Ayebe axivî û wiha got: “Komkujiya Helebçeyê, xeleka dawî û ya herî biêş a êrişên sîstematîk ên Sedam bû. Her çend ku dîktatoriya Sedam niha nebe jî, zîhniyeta wî hêj îro jî li dijî kurdan bi awayên cuda li ser kar e.”
 
Ayebe, qurbaniyên komkujiyê bi rêzdarî bi bîr anî û da zanîn ku dê têkoşîna xwe heta dawiyê bidomînin. 
 
MÊRDÎN
 
Rêxistina HDP’a Mêrdînê jî têkildarî Komkujiya Helebçeyê li pêşiya avahiya xwe daxuyaniyek da. Gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Em qetlîamên li hemberî gele kurd nalet dikin” hatibû vekirin. Hevserokê HDP’a Mêrdînê Salih Kuday di daxuyaniyê de destnîşan kir ku yên çekên kîmyewî didan sedam, yên ku Sedam ji bo êrişên wiha sor dikir û piştgirî didan jî şirîkên komkujiyê ne. 
 
Daxuyanî bi dirûşm û çepikan bi dawî bû. 
 
ŞIRNEX 
 
Bi heman mebestê, Rêxistina HDP’ê ya Şirnexê jî li pêşiya avahiya HDP’a Silopiyayê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, MEBYA-DER, aktîvîstên TJA’yê, parlamenterên HDP’ê yên Şirnexê Hasan Ozguneş û Huseyîn Kaçmaz, hevserokên rêxistin bajar û navçeyan ên HDP’ê, hevşaredarên Silopiyayê û gelek kes amade bûn. 
 
Di daxuyaniyê de Hevserokê HDP’a Silopiyayê Yakup Taniş axivî û da zanîn ku Komkujiya Helebçeyê yek ji mezintirîn komkujiyên li dijî têkoşîna azadiyê ya gelê kurd hatiye kirin e. Taniş, destnîşan kir ku gelê kurd di tevahiya dîrokê de gelek caran bi qirkirinan re rû bi rû ma ye lê tu carî dev ji têkoşîna xwe ya azadiyê bernedaye. Taniş, Qirkirina Enfalê û Komkujiya Helebçeyê lanet kir û hemû qurbaniyên wê bi bîr anî. 
 
Daxuyanî, bi dirûşma “Şehîd namirin” bi dawî bû. 
 

Sernavên din

24/07/2022
10:27 Di êrişa Tirkiyeyê de 2 kes hatin qetilkirin
10:23 Tirkiyeyê fermandara ‘Pêngava tunekirina DAIŞ’ê’ hedef girt
10:08 Dr. Oztoprak: Bûyerên Covîd-19’ê zêde dibin
09:34 Rojnameger: 24’ê Tîrmehê ne cejn e, roja têkoşînê ye
09:02 Ji Şirnexê nêzî 600 ton dar tên Rihayê!
09:02 Başaran: Em bi biryar in ku têkoşîna jinê mezin bikin
09:00 ROJEVA 24’Ê TÎRMEHA 2022’YAN
23/07/2022
16:40 Fermandariya Operasyonên Hevbeş ên Iraqê: Tirkiyeyê qetlîamê pêk aniye
16:39 Bi sûcdariya destdirêjiya li zarok ji serokê MHP'î re 20 sal ceza hat xwestin
16:14 Rapora Komîsyona Jinan a ÎHD’ê: Di 2021’ê de 323 jin hatine kuştin
15:57 Li Heskîfê du xwişk di golê de xeniqîn
15:30 Daxwaza berdana girtiyê nexweş Îvrendî kirin
15:28 Çalakvanê di protestoya bi darbest de hatibû binçavkirin hat berdan
15:26 Hevjînên hev Ozer bi zorê bêhn didin û distînin!
14:39 Parlamantoya Iraqê li ser Qetlîama Zaxoyê civiya
14:38 Iraqê derbarê êrişên Tirkiyeyê de ji NY'yê civîna taybet xwest
14:37 ÎHD'ê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweşş Fîlîz
14:11 Li Şirnexê dîmenên nû yên talankirina daran: Darek jî nehatiye hiştin
13:57 Dayikên Şemiyê: Şûna gora Abdulganî Dag nîşan bidin
13:38 Çêkirina rêya Bêrecûkê û Xelfetiyê sê sal in nehatiye qedandin
13:02 Xizmên Windayan li aqûbeta Mûsa Kolûman pirsîn
11:48 Li ber avahiya AKP’ê çalakiya bi darbest li dar xistin
11:32 Dolmîşa karkerên çandiniyê qeza kir: 2 kes mirin 17 kes birîndar bûn
11:13 Tirkiye gundên Kantona Şehbayê û Til Temirê topbaran dike
11:02 Hin navdarên cîhanê salvegera 10’emîn a Şoreşa Rojava pîroz kirin
10:10 Parlamentoya Iraqê dê îro bi mijara Qetlîama Zaxoyê bicive
10:02 Guleryuz: Divê muxalefet bi eşkereyî û wêrek li dijî dagirkeriya li Rojava derkeve
09:04 Xaniyê dawî yê Heskîfê jî hat xerakirin
09:03 Dayikên Aştiyê: Heke edalet bê Îmraliyê dê bigihê her kesî
09:02 Polîsan li nava kuçeyê, di wesayîtê de û li qereqolê lêxistin
09:01 Ragip Dûran: Çapemeniya kurd xwedî roleke girîng e
09:00 ROJEVA 23'YÊ TÎRMEHA 2022'YAN
22/07/2022
23:52 HDP: Berpirsê mirina girtiyan desthilat e
21:26 Li Stenbolê şermezarkirina komkujiya li Zaxoyê: Dest ji vê hezkirina xwe ya ji bo şer berdin!
20:30 Li Amedê bombebarana li ser Zaxoyê hat şermezarkirin
16:49 Li Girtîgeha Amedê di hucreya yekkesî de mirina bi guman
16:29 Deriyê DÎAYDER’ê hat mohrkirin
16:15 Dozger xwest ceza li Demîrtaş bê birîn
16:06 Milê Makbule Ozer tehl bû!
15:05 Kesek li Amedê hat binçavkirin
14:34 Girtiyên Şêladizê li zindana PDK’ê dest bi rojiya mirinê kirin
14:25 Ferît Şenyaşar: Em dixwazin rayedar gavan biavêjin
14:21 Li Kozanê agir bi daristanê ket
14:18 Artêşa tirk dîsa êrişî gundê Perexê kir
13:57 NY’ê xwest ku derheqê komkujiya Zaxoyê de lêpirsîn bê destpêkirin
13:50 Li Girtîgeha Tarsûsê 4 girtî sewqî girtîgehên cuda hatin kirin
13:45 Li Îzmîrê şewata daristanê
13:44 Gunay: Şer ne çare ye, çareserî muzakere ye
13:43 Forûma Şoreşa Jinan a Rojhilata Navîn dest pê kir
12:52 HDP, Kemal Turkler di salvegera 43'yemîn de bi bîr anî
12:42 Derheqê Baroya Amedê de lêpirsîn hat destpêkirin
12:40 Li ser Rêya Hevrîşmê bi kîlometreyan wesayît rêz bûn
12:34 Li dijî baregeha leşkerî ya Bamernê êrişa hewayî hate kirin
12:30 Ji 4 kesên dixwestin derbasî Serêkaniyê bibin agahî nayê girtin
12:25 Parlamenter Kaçmaz ‘rûxandina’ li Birca Belek bir rojeva Meclisê
12:24 Darên Xozatê tên talan û wêrankirin!
12:02 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:13 Jinan bertek nîşan dan: Li dijî hewldana tunekirinê em ê hebûna xwe biparêzin
11:06 Li Êlihê dê bi hêceta ‘guran’ dar bên talankirin
10:28 Di lewheya 8 zimanî ya ÎBB’ê de cih nedan kurdî!
10:21 Li Rihayê 3 girtiyan li gel cezayê xwe qedandine jî nayên berdan
10:00 Platforma Yekitiya Jinên Kurd: Divê dagirker ji Kurdistanê derbikevin
09:44 Ciwanan li Edeneyê komkujiya Zaxoyê bi meşê protesto kir
09:37 Komîteya Amadekar a Mîhrîcana Munzurê: Zîhniyeta qedexeker ev sed sal in didome
09:04 Yucel: Doza Denîz Poyraz hê bi dawî nebûye, em ê daxwazên xwe dubare bikin
09:03 'Em ê Nûrhakê radestî kanên madenan û HES'an nekin'
09:03 Parlamenterê YNK'ê: Divê destûr neyê dayîn ku Tirkiye sivîlan bikuje
09:02 Parlamenterê PDK'ê Şerîf: Divê pêşî li êrişên Tirkiyeyê û dagirkeriya wê bê girtin
09:00 ROJEVA 22'YÊ TÎRMEHA 2022'YAN
21/07/2022
22:10 Sancar: Em pêşî li ber desthilatê û polîtîkayên wê yên şer bigirin
21:20 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar: Ev doz encama polîtîkayên bêcezakirinê ye
20:08 Xebata Tifaqa Kurdistanî: Êdî sebra gelê kurd nemaye
17:18 Li Rihayê êrişa Tirkiyeyê hat şermezarkirin
16:38 Derheqê komkujiya li Zaxoyê de kê çi got?
16:10 Nobeda Edaletê ya li Îzmîrê berdewam dike
16:09 Nûnerê CPT Iraqê: Topbaran ji baregeha Tirkiyeyê ya li Xamtirê hatiye kirin
15:53 Nasnameyên yek jê pitik 9 kesên li Zaxoyê hatine qetilkirin diyar bûn
15:53 Tirkiyeyê li Amûdê bi SÎHA’yan êrişî wesayîtekê kir
15:52 'Di êrişan de çekên kîmyewî û fosfor tên bikaranîn'
15:52 Festîvala Mûnzûrê betal bû
15:50 Bertekên li dijî êrişa Zaxoyê berdewam in
15:07 Polîsan dîsa mudaxileyî malbatên girtiyan kirin
15:06 Li Êlihê wesayîtekê li kesên li rawestgehê disekiniyan xist: Kesek mir û 6 jî birîndar bûn
14:59 Rojnameger Işik: PDK piştî êrişa Zaxoyê nikare heman helwesta xwe bidomîne
14:49 Ji bo girtiyan li pêşiya edliyeyê çalakiya runiştinê
14:28 ÎHD: Divê tezkereyên Iraq û Sûriyeyê bên betalkirin
14:08 Li Dêrsimê bi hezaran kes li dijî qedexeya festîvalê meş li dar xistin
14:07 Parlamentoya Iraqê dê ji ber komkujiya li Zaxoyê bi rojeva awarte bicive
13:58 Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 500’emîn de ye
13:57 Şahidên ku bo çapemeniya cîhanê axivîn: Tirkiye êriş dike
13:42 Heqê gera li Girava Axtamarayê hat bihakirin
13:26 Pisoureha: NATO, Rûsya û Îran ne bi polîtîkayên Erdogan re ne
13:25 Xizmên girtiyan li ber Dadgeha Amedê daxwaza edaletê kirin
12:57 Xwepêşandanên li ber Sefaretxaneya Tirkiyeyê berdewam dikin
12:50 Parêzerên Ocalan ji bo biçin hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:47 Cenazeyên kesên li Zaxoyê hatibûn qetilkirin şandin Bexdayê
12:45 Êrişên ku Çavuşoglu înkar dike: Di 7 salan de 130 kes hatin kuştin
12:22 Li Girtîgeha Kurkçulerê koma duyemîn greva birçîbûnê dewr girt
12:15 Alinak mala xwe kir fêrgeha kurdî: Divê em kolan bi kolan bigerin û qala girîngiya kurdî bikin
11:29 Îdiaya Çavuşoglû: Hemû dinya dizane ku Tirkiye tu carî êrişî sivîlan nake