Kurê Haci Zengîn: Em ê li qada Newrozê bin

img

STENBOL - Bakî Zengîn, kurê Haci Zengîn ê ku di Newroza 2012'an a Stenbolê de ji ber gaza îsotê ya polîsan jiyana xwe ji dest dabû, destnîşan kir ku kurd ji bo Newrozê bedêlên giran dane û dê wê rojê li Qada Yenîkapiyê bin. 

  Newroz ku gel wê wekî cejna vejînê û biharê pîroz dikin, ji bo gelê kurd xwedî wateyeke berxwedan û azadiyê ye. Çendî bi salan li gelek deveran hat qedexekirin jî, cardin kurdan dev ji pîrozkirina wê berneda. Yek ji van Newrozên hatin qedexekirin jî ya 2012'an a Stenbolê bû. Tevî hemû astengî û qedexeyan jî bi hezaran kes berê xwe dabû Qada Kazliçeşmeyê. Li vira polîsan êriş biribû ser girseyê. Di êrişa polîsan de rêveberê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ê navçeya Arnavûtkoyê Haci Zengîn bandor ji gaza îsotan a polîsan girtibû û ji ber vê qeyrana dil derbas kiribû û jiyana xwe ji dest dabû. 
 
Bakî Zengîn (32) kurê Haci Zengîn, diyar kir ku wê rojê bavê wî şeveqê zû tevî apê xwe û cîranên xwe çûye qada Newrozê û got: "Li gor tiştên ku apê wî gotin, heya Topkapiyê meşiyan e. Paşê polîsan bi gaza îsotan êriş biriye ser wan û bi copan li bavê min xistine. Gava çûne qada Newrozê, nehiştine têkevin hundirê qadê. Li vira jî polîsan bi gazê êriş biriye ser wan û li wan xistine. Gava bavê min hat malê piştî kêliyekê tevî birayê min daket jêrê. Gava li ber malê rûniştibû krîza dil derbas kir." 
 
Zengîn, anî ziman ku bavê xw erakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Aranavûtkoyê, lê gava wî rakirine nexweşxaneyê bavê wî di rê de jiyana xwe ji dest daye û bijîşkan ji wan re gotiye qeyrabeke veşarî çêbûye. Zengîn, bilêv kir ku li gor agahiyên ku parêzeran dane wan gaza polîsan bandorek mezin i qeyrana dil kiriye û got: "Jixwe astim bi bavê min re hebû. Polîsan jî gaz bera wan daye û li wan xistiye. Otopsî jî hat kirin. Lê ji me re gotin, piştî çend saetan gaz ji laş derketiye. Lê em ê dev ji vê bernedin û dê lêgerîna me ya ji bo edaletê bidome."
 
XWESTIN SER BÛYERÊ BIGIRIN
 
Zengîn, destnîşan kir ku gelê kurd tim bi bêhiqûqîtiyan re rû bi rû dimîne û got: "Di vî warî de tahde li gelek mirovên me hatiye kirin. Li holê cinayetek heye. Wê çaxê xweşikî delîl nehatin berhevkirin. Qeydên kamerayan me bi xwe vekolandin. Lê vê carê jî rabûn pêşiya me girtin. Ser vê bûyerê nixumandin. Deh sal derbas bûye, lê lêpirsînek baş nehatiye kirin. LI holê ger sûcek hebe, bila darizandinek adil jî hebe. Bila baş bê vekolandin û sûcdar bên cezakirin. Lê ji ber ku biryar ji jorê tên, em pir ne bihêvî ne." 
  
‘ME QET DEV JÊ BERNEDA'
 
Zengîn, diyar kir ku ji roja ku bavê wî jiyana xw eji dest daye rojên wan ên Newrozê xemgîn derbas dibin, lê tu carî dev ji pîrozkirina Newrozê bernedane. Zengîn got: "Bavê min ji bo tiştên baweriya xwe bi wan anîbû jiya. Ji xeynî karê xwe piraniya wextê xwe ji bo doza ku bawerî pê anîbû derbas dikir. Li taxê, li herêmê, li navçeyê bi awayekî çalak dixebitî. Tu Newroz nema tevlê nebû. Berê jî çendî NEwroz qedexe bûn jî tevli hemûyand ibû. Têkoşîna xwe domand." 
 
‘EM Ê LI QADA NEWROZÊ BIN'
 
Zengîn, anî ziman ku Newroz ji bo gelê kurd berxwedan û serîhildana li dijî neheqiyan e û ji bo Newroza Stenbolê ku dê li Qada Yenîkapiyê bê pîrozkirin bang kir: "Ji bo Newroz bi azadî bên pîrozkirin gelê kurd bedêlên giran dan. Geh bi canê xwe geh jî bi xwîna xwe ev bedêl dan. Lê qethiyen paş de gav neavêtin û tim li qadan bûn. Hêvîdarim îsal jî gelê me bi coş, bi hêvî û bi berxwedanê qadan tije bike. Em ê jî li qada Newrozê bin." 
 
MA / Esra Solîn Dal
 

Sernavên din

20/03/2022
15:56 Li Yenîkapiyê xîtabî sed hezaran kirin: Ev Newroz dê bibe Newroza azadiya Ocalan
15:30 Li Keleha Wanê bi sed hezaran kesî bang kir: Çareserî bi rakirina tecrîdê pêkan e
15:20 Li Êlihê cih li qada Newrozê nema: Dengê Ocalan olan da
15:20 Li Wanê bi deh hezaran kes meşiyan navenda bajar
15:14 Ji Rihayê peyama Newrozê: Ji Ocalan re azadî
15:14 Chomsky ji bo Newrozê peyam şand: Gelê kurd tevî zextan jî bi ser ket
14:55 DFG’ê ji bo 2 rojnamevanên hatin binçavkirin banga lezgîn kir
14:55 Xelkê Edeneyê li qada Newrozê azadiyê diqîre
14:47 Li bajarên Herêma Marmarayê agirê Newrozê geş bû
14:41 Agirê Newrozê yê Stenbolê Dayikên Aştiyê vêxist
14:26 Li Enqereyê Newroza 50 saliyê tê pîrozkirin
14:20 Li Îzmîrê malbata Denîz Poyraz agirê Newrozê pêxist
13:48 Li Îzmîrê çoşa Newrozê ya 10 hezaran
13:41 Silopiyayê di Newrozê de peyama xwe da: Bê Serok jiyan nabe
13:40 Li Xarpêtê walîtiyê Newroz qedexe kir!
13:25 Bi sedhezaran kesî li Wanê agirê Newrozê hil kir: Dem dema azadiya Ocalan e
13:24 Xelkê Çewligê tevî sir û seqemê jî Newrozê pîroz dike
12:54 Gel bi agirê Newrozê govenda azadiyê digerînin
12:53 Bi berzkirina dirûşmên Ocalan herikîn Newrozê
12:42 Gel diherikin qada Newrozê ya Yenîkapiyê: Ji Ocalan re azadî
12:23 Li quntara Çiyayê Sumbul coşa Newrozê
12:19 Li Wanê Newrozê dest pê kir
11:40 Xelkê Wanê ber bi agirê Newrozê ve diherike
11:27 Li Stenbolê bi deh hezaran kes diherikin qada Newrozê
11:23 Li çar aliyan agirê Newrozê tê hilkirin
11:11 Girtiyan Newroz pîroz kir
10:09 Jinek li Antalyayê hate qetilkirin
09:44 Hejmara jinên hatine girtin derket 11’an
09:44 Dê 189 rojnamevan Newroza Amedê bişopînin
09:05 'Ez ê piştî 30 salan cara ewil li derve Newrozê pîroz bikim'
09:03 ZMO: Deynê cotkaran 230 milyar TL ye
09:01 Dayika Kûrkût: Gava agirê Newrozê hat vêxistin bila Kemal neyê jibîrkirin
09:00 ROJEVA 20'Ê ADARA 2022'YAN
08:42 Li gundê cerdevanan mala welatiyê êzdî hat şewitandin
08:14 Li Amedê 2 rojnamevan hatin binçavkirin
19/03/2022
21:40 Serlêdana ji bo Newroza Amedê hat qebûlkirin
20:31 Li Peyasê govenda Newrozê
17:37 Li Aydinê coşa Newrozê: Em ji bo azadiya gelan agirê Newrozê geştir bikin
17:17 OHD’a Stenbolê rêveberiya xwe ya nû bijart
17:07 Li Wanê amadekariyên Newrozê bi dawî bûn
17:01 Nûnerên sendîkayan li Wanê çûn serdana Nobeta Edaletê
16:46 Bi lastîkan agirê Newrozê vêxistin
16:43 Li Mêrdînê qezayê trafîqê: 3 kesan jiyana xwe ji dest da
16:38 Li Gebzeyê bi hezaran kes li dora agirê Newrozê civiya
16:37 Li ser sînorê Başûr agirê Newrozê hat hilkirin: Divê Ocalan azad bibe
16:28 Hunermendê kurd Çiya Şenses hat berdan
16:27 Li warê Mazlum Dogan agirê Newrozê geş bû
16:27 Ji Newroza Dêrsimê peyama berxwedanê
16:12 Hat xwestin ku girtiya nexweş Karaguzel were berdan
16:10 Ahmet Turk: Dem dema avakirina yekitiya neteweyî ye
16:05 Li Qoserê piştî pîrozbahiyê meş
16:05 Dozger xwest ku jinên binçavkirî bên girtin
15:48 Botanê xwe bi ruhê Newrozê pêçand: Rêya çareseriyê li Îmraliyê ye
15:46 Xizmên windakiriyan faîlên Hasan Ocak pirsîn
15:32 Ji Newroza Bismilê silav ji bo Ocalan şandin
15:25 Di Newroza Mersînê de daxwaza azadiya Ocalan hat kirin
15:13 Jiyana girtiya nexweş di xetereyê de ye
14:51 Newroza Pirsûsê diyarî Emîne Şenyaşar hat kirin
14:43 Dayikên Şemiyê ji bo Hasan Ocak bang li rayedaran kirin
14:41 Xelk ji 7 salî heta 70’ê salî li qadê bû: Şirnexê gavek jî paşve neavêt
14:40 Otelên Amedê bi mêvanên Newrozê tije bûne
14:19 Li Îdirê agirê Newrozê hat hilkirin: Kurd çok natewînin
13:33 Xizmên windakiriyan kesên di Newrozê de hatine qetilkirin bi bîr anîn
13:31 Li Dêrsimê tevî barîna berfê jî Newroz tê pîrozkirin
13:06 Xelkê Panosê guh neda berf û sermayê û agirê Newrozê vêxist
12:19 Lîsa Çalan hêjayî 'Xelata Ruhê Sînemayê ya Salê' hat dîtin
12:19 Li şûna bijîşkan gardiyan li girtiyê bi covîdê ketî nihêrt!
12:06 Li 7 navendan pîrozbahiya Newrozê dest pê kir
12:05 Newroza Îdirê bi rengê jinan dest pê kir
11:05 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
11:04 Gelê Amedê ji bo Newrozê amade ye
10:51 John Kusack jî piştgirî da kampanya azadiya Nûdem Dûrak
10:41 Ocalan: Newroz meşa azadî û serkeftinê ya kurdan e
10:40 Gardiyanan ji jinan re got: Em rehetiyê nadin we
10:34 Turkdogan: Li gorî hiqûqê divê Ozkan were berdan
10:32 Derbarê Emîne Şenyaşar de doza 'heqaretê' hat vekirin
10:07 Li Silopiyayê 4 kes hatin binçavkirin
09:20 Bi wêneyan 20 Newrozên Amedê
09:15 Bangawaziya ji bo Newroza Stenbolê: Em li Yenîkapiyê li benda milyonan e
09:14 Nûnerên sendîkayan: Ji bo azadiyê ber bi qadên Newrozê ve
09:07 Ji bo bîranîna 33 rêwiyên xeyalan Mala Çandê ya Ciwanan a Polenê ava kirin
09:06 Dema ku telefon lê dide ditirse ku tiştek hatiye serê bavê wê
09:00 ROJEVA 19'Ê ADARA 2022'YAN
18/03/2022
22:31 NY: Li Ûkraynayê herî kêm 816 sivîl jiyana xwe ji dest dane
20:22 Jinan li quntarên Çiyaboza agirê Newrozê vêxistin
20:17 7 jin hatin girtin
17:42 Partiyên siyasî serdana Nobeda Edaletê kirin
17:10 Li gelek navendan banga tevlibûna pîrozbahiyên Newrozê hat kirin
16:50 Girtiyê ku îdia dikirin xwe kuştî ye: Berpirsyarê mirina min, rêveberiya girtîgehê ye
16:17 Lîstikvan Peake piştgirî da hunermend Nûdem Dûrak
15:55 Ji bo girtiyên siyasî nameyeke vekirî ji Meclisê re şandin
15:47 Di doza DÎAYDER’ê de şahid hatin guhdarkirin: ÎBB’ê alîkariya bi hezaran komeleyan kiriye
15:31 Hunermend Çiya Şenses hat binçavkirin
14:36 Ji dehan partî û saziyên kurd bo Newrozê peyama hevpar
13:38 Derket holê ku polîsan îşkence li cenazeyê Mehmet Aslan kirine
13:23 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:53 Ji bo gelek bajaran destûra pîrozbahiya Newrozê hate dayîn
12:40 Malbata Şenyaşar: Em ê teslîmî tirsê nebin
11:55 Kar û barên îfadegirtinê yên jinên di bin çavan de dest pê kir
11:49 ‘Em ê di Newrozê de bersiva hişmendiya înkar û îmhayê bidin’