Bangawaziya ji bo Newroza Stenbolê: Em li Yenîkapiyê li benda milyonan e

img
STENBOL - Serokê Komîteya Amadekar a Newroza Stenbolê Atîlla Ozdogan got: "Em li Qada Yenîkapiyê li benda milyonan kesî ne." 
 
Newroza Stenbolê dê bi pêşengiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bi dirûşmeya "dema dema serkeftinê ye" li Qada Yenîkapiyê bê pîrozkirin. Hevberdevkên HDK'ê Esengul Demîr û Cengîz Çîçek, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn bayindir, Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên girseyî yên demokratîk û sendîkayan tevli pîrozbahiyê bibin. Her wiha hunermend Xêro Abbas, Koma Sorjiyan, Grûp Vardiya û hunermend Hûriye dê derkevin ser dikê. 
 
Amadekariyên ji bo Newroza Stenbolê temam bûn. Serokê Komîteya Amadekar a Newroza Stenbolê Atîlla Ozdogan, anî ziman ku li Qada Yenîkapiyê li benda bi milyonan kesî ne. 
 
NEWROZEKE TAYBET
 
Ozdogan, diyar kir ku Newroza 2022'yan ji bo wan xwedî wateyeke taybet e û ji bo vê gelek xebat kirine. Ozdogan got: "Dehaqê zalim mêjiyê ciwanên kurd dixwar. Dehaqên hevdem jî xwîna gelan vedixwin. Lewma li dijî vê ji xeynî avakirina berxwedaneke hevpar tu alternatîfek me ya din tune ye. Xebatên me jî di vî warî de bûn û hê jî didomin." 
 
Ozdogan, anî ziman ku li 39 navçe û hemû taxên Stenbolê xebat kirine û got: "Em bi hemû pêkhateyên xwe û dostên xwe re hatin cem hev û me amadekariyeke berfireh ya Newrozê kir. Me komîteya xwe ya amadekar jî li gor wê çêkir. Em wisa difkirin ku xebatên me yên li qadê jî li gor vê bûn. Materyalên me hemû bi awayekî baş hatin peydekirin. Me belavokên xwe, afîşên xwe û pankartên xwe amade kirin. Jixwe li navçeyan û taxan Newroz hat pîrozkirin û agirê Newrozê hat vêxistin. Li dor agirê Newrozê pîrozbahiyeke bihişmet rû da û em wisa difikirin ku dê ev yek ber bi qada Newrozê ve biherike." 
 
‘EM LI BENDA GIRSEYEKE DI SER MILYONEKÊ RE NE'
 
Ozdogan, got: "Di zêdetir 300 bîlboardan de dîtbariyên me hatin welandin. Me nêzî 700 pankart daliqandin. Zêdetirî 200 hezar belavok hatin belavkirin. Bi wesayîtan anons hatin kirin. Ev wesayîtên anonsê tax û kuçe neman neketinê. Me ji bo Newroza par gotibû 'Bi milyonekê ber bi Newroza Stenbolê ve'. Em wisa difikirin ku dê îsal ji ya par zêdetir be. Ez dikarim bibêjim ku xebatên hatin kirin jî li gor vê hatin kirin. Gelê me bi kelecan û coşeke mezin li benda Newrozê ye." 
 
BANGAWAZÎ
 
Ozdogan, diyar kir ku li 39 navçeyên Stenbolê wesayît jî eyar kirine ji bo gel bibin qada Newrozê û ev wesayît bê bêheq gel bibe qadê. Ozdogan, bilêv kir ku Qada Yenîkapiyê li kêleka Marmarayê ye û xetên metroyê jî di wir re derbas dibin û got: "Her wiha gava pêwendî bi navçeyan re bê dayîn kî li ku derê be em ê wan bi wesayîtên xisûsî jî bibin qadê. Dê rêvebirên me yên bajar û navçeyan, hevrêyên me, hevalên di komîteya amadekar de hemû di xizmeta gel de bin. Bes bila telefon bikin û ji me re bibêjin 'em li vira ne.' Em bi germahiya Newrozê û rihê berxwedanê yê Kawayê Hesinkar saet di 11.0'an de li Qada Yenîkapiyê li benda gelê xwe ne." 
 
MA / Ferhat Çelîk

Sernavên din

27/07/2022
10:47 Wezîrê Karên Derve yê Iraqê: Bila Tirkiye ji axa me vekişe
10:20 Li gundê suryanan talankirina daran didome
10:09 Aydar: Hewldanên nûvejenkirina Lozanê yên Tirkiyeyê vala ne
09:57 Bîlgîç: Wexta ku mijar dibe xwezaya Kurdistanê kerr, kor û lal dibin
09:32 Wezareta Parastinê: 2 leşker hatin kuştin
09:22 Li Geverê 6 ferdên malbetekê hatin binçavkirin
09:15 Bi ser wefata dengbêjê nemir Fadil Cizîrî re 4 sal derbas bûn: Klamên wî di her kêliya jiyana me de ne
09:05 Newroz Ehmed: Divê her kes li dijî gefên Tirkiyeyê helwest nîşan bide
09:04 Cara dudoyan dema berdana girtî Yildiz hat dirêjkirin
09:03 Kelemçeya ku polîsan li destên wê xistibûn agirkujan vekir
09:03 Ji bo Makbûle Ozer a 80 salî serî li AYM'ê da
09:03 Eren: Serlêdana me ya derbarê qedexekirina hevdîtina bi Ocalan re nehat bersivandin
09:00 ROJEVA 27'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
26/07/2022
23:59 Biryar hat dayîn ku parêzbendiya Hevseroka DBP'ê Aydenîz bê rakirin
20:32 HDP'ê parastina xwe ya derbarê delîlên pêvekî de radestî AYM'ê kir
20:01 Koma Hinek Henek wê li sahneya servekirî 3 rojan li pêşberî şanohezan be
16:32 Sê welatî ji ber ku çûne dêrê bi gefa kuştinê re rûbirû mane
15:43 133 saziyan ji bo Aydenîz bang kirin
15:37 Polîsan êrişî çalakiya Peymana Stenbolê kir: Tundî li jinan û rojnamevanan hat kirin
15:02 Kalbîşen ê ku gihîşt sînorê mirinê û hatibû berdan wefat kir
14:41 Demîrtaş: Hilbijartin nêzîk dibe, şerê desthilatdariyê jî dest pê kir
14:20 Rêveberiya girtîgehê dest danî ser daxwaznameyên girtiyan
14:20 Li Elbakê cîsmek leşkerî teqiya: Zarokek 12 salî bi xedarî birîndar bû
14:01 HDP çû serdanda karkerên ku şaredariyê ji kar derxistine
13:50 Surucu a HDP’î: Gelo dar û bar pirsgirêkeke ewlehiyê ya çawa çê dike?
13:40 Di doza DÎAYDER’ê de derewa şahidê nepen dema hatin ‘hevrûkirin’ teşhîr bû
13:00 Malbatên girtiyan: Em naxwazin cenazeyê zarokên me bi ser me ve werin
12:59 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serî li dozgeriyê dan
12:24 Çerxa nelirêtiyê ya Tutaşi yê AKP’î ku îstîfa kir
12:20 Di komîsyona ji bo Aydenîz civiya de rageşî: Zîhniyeta darbeya siyasî di civînê de ye
11:32 Malbata Şenyaşar: Ji bilî edaletê tu rêyeke din nîne
11:25 Li qursa Sultanbeyliyê şewat derket
11:19 Konteynerên karkeran şewitîn
11:14 Şewata li Sokeyê heta astekî hat kontrolkirin
10:57 Li Rihayê qezayên trafîkê: 2 kes mirin, 14 kes birîndar bûn
10:49 Soylu piştî kuştina leşker û cerdevanan hat Colemêrgê
10:39 Dema ku Komîteya Wezîran ji bo Ocalan daye Tirkiyeyê tije dibe
10:34 Xelkê gundekî Bêrecûkê bêav dijî
10:33 UNSC’ê êrişa Tirkiyeyê ya li dijî Zaxoyê şermezar kir
10:21 Şaredarê AKP'ê yê ku bi nelirêtiyê ji rojevê derneket îstîfa kir
10:06 Li Mereşê bi pileya 4.6 erdhej çêbû
10:03 Darên tên birîn bi TIR’ên bi nivîsa ‘ji ewil welat’ tên veguhestin
09:53 ARÎ-DER'ê belgename da 95 şagirtan
09:51 ‘Gundê ku cenaze lê hatine dîtin baregeha JÎTEM’ê bû’
09:50 Malbata Bozkurt ku gundê wan hat şewitandin: Em naxwazin dest ji welatê xwe berdin
09:27 Tirkiye li dû tolhildana DAIŞ'a têkçûyî ye!
09:00 Hikûmxwarê doza N.Ç. bûye 'rûspî'
09:00 Parêzera OHD'î: Cezayên disiplînê dijhiqûqî ne
09:00 ROJEVA 26'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
25/07/2022
16:44 Li Êlihê kesê ketiye qenala avê xeniqî
16:25 Bûldan: Dest ji vê darbeyê berdin
16:23 Pankarta Zaxo ya bi avahiya HDP’ê ve hat jêkirin
16:06 Rêveberiya Xweser: Divê Koalîsyona Navneteweyî berpirsyariya xwe bi cih bîne
15:59 Li Şirnexê berteka hevpar: Em talankirina xwezaya xwe qebûl nakin
15:45 ANF: Li Zapê helîkoptereke Skorsky hat xistin
15:42 Komîsyona Kedê ya HDP’ê: Di 6 mehan de li dijî kedkaran hezar û 718 binpêkirin hatin kirin
14:54 Li Mêrsînê agir bi daristanê ket
14:38 7 ciwanên ku pakart vekirin hatin binçavkirin
14:37 Wezereta Tenduristiyê ‘Koda Spî’ eşkere nake
14:26 Belgefîlma Hêzayê xelat wergirt
14:07 Bîçer: Divê Makbûle Ozer demildest were berdan
14:04 Di Doza Kobanê de polîsan êriş kir
13:19 Li 4 ‘mamosteyên’ nîjadperest doz hate vekirin
12:54 Ferît Şenyaşar banga li Fakibaba kir
12:54 ‘Dewletên Ewropa û hêzên koalîsyonê şirîkê sûcên Tirkiyeyê ne'
12:53 4 girtiyên bi Covîd-19’ê ketin nayên tedawîkirin
12:25 Li Stenbolê tundiya zilaman: 2 jin bi giranî birîndar bûn
12:24 Ji Mehmet Atli singleya ewil: Diçim Ji Vir
11:23 Li Dêrsimê rojê 120 kes bi koronayê dikevin
11:14 Li Edeneyê 3 kes hatin girtin
11:10 Li Girtîgeha Tîpa E ya Rihayê mirineke bi guman
11:09 Encamnameya Konferansa Lozanê: Berteka herî baş avakirina yekitiya kurdan e
10:23 ‘Doza Kobanê li navenda giştî ya MHP’ê tê hûnandin’
10:22 Di pevçûnan de 3 leşker û 4 cerdevan hatin kuştin
10:21 Di fabrîkayekê de teqîn û şewat: Kesek mir û kesek jî birîndar bû
10:16 Ev 16 meh in tu agahî ji Ocalan nayên girtin
09:38 Fermandara operasyona tunekirina DAIŞ’ê hate oxirkirin
09:38 Parlamentera Çep a Elmanyayê: Em ê êrişên Tirkiyeyê bibin rojeva Parlamentoya Elmanyayê
09:00 ROJEVA 25'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
24/07/2022
19:57 Li Eskîşehîrê jinek hat kuştin
17:02 Xelkê Reqayê Komkujiya Zaxoyê şermezar kir
15:55 Macron bertek nîşanî êrişa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da
15:47 Endamên DÎAYDER a hatiye mohrkirin: Em ê komeleyeke nû vekin
15:28 Şandeya HDP’î çû serdana taxa ku şaredariya AKP’î mexdûr kirine
15:18 Malbata Ekîcî: Kurê me hatiye înfazkirin
14:43 Jinan ji bo Aysel Tugluk daxwaza edaletê kirin
14:00 DEDAŞ’ê bi birîna ceyranê re tax bêav hişt
13:59 Sazî û partiyên kurd di 99’emîn salvegera Peymana Lozanê de li Lozanê civiyan
13:58 Foruma Jinan bi encamnameyê bi dawî bû: Divê em hevgirtina jinan hîn xurttir bikin
12:55 Li Wanê bombeya deng avêtin wesayîta zirxî
12:50 Qirkirina daran a li Şirnexê dê were protestokirin
12:34 Li Bursayê îşkence li zarokekî hat kirin
12:07 Girtî li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne
11:50 Ji bo girtî Balaç û Yildirim bang kirin
11:35 Di bûyera 4 kes hatibûn kuştin de hejmara girtiyan derket 6 kesan
11:32 Malbata Şenyaşar: Hêj dereng nebûyî divê daxwazên me bên qebûlkirin
11:28 Nameya Guven bi hinceta ‘dê moralê girtî xweş bike’ nedan girtiyê nexweş Ozkan
11:16 Ji ber nebûna ambûlansê piştî 3 saetan sewqî nexweşxaneyê hate kirin
10:44 Kesên ku di Turnûvaya Kemal Kortkut de hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:38 Qeyûmê Cizîrê ji bo şaredariya AKP’î seferber bû!