Tevgera Azadî: Armanc bi şirîkatiya PDK'ê dagirkirina herêmê ye

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Cîgira Hevserokatiya Tevgera Azadiyê Tara Huseyîn, Hevpeymaniya Rizgarkirina Niştiman a ku PDK di nav de ye rexne kir û got, armanc bi şirîkatiya PDK'ê dagirkirina herêmê ye. 

Di ser hilbijartinên Iraqê re 6 meh derbas bûne lê hê jî serokomar û serokwezîr nehatine bijartin. Li gorî teamulên Iraqê serokomartî para kurdan, serokwezîrtî ya şiîyan û serokatiya parlamentoyê jî ya suniyan bû. Ji sala 2003'yan ve jî li gor peymana di navbera Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK) û Yekitiya Niştimanî Kurdistan (YNK) de, di hilbijartinên serokomartiyê de namzetê YNK'ê dihat hilbijartin. Lê piştî ku PDK'ê jî ji bo serokomartiyê namzet danî, ev yek bû cihê aloziyeke mezin û binpêkirina peymanê. 
 
PDK, ji bo namzetê wê yê serokomartiyê Rêber Ahmed bê bijartin tevî Tevgera Sedr û Koalîsyona Serweriya Sunî  "Hevpeymaniya Rizgarkirina Niştiman" ava kir. Li Herêma Federal a Kurdistanê gelek derdor nerazîbûna xwe ya ji bo vê hevpeymaniyê tînin ziman û şiî, YNK'î û gelek parlamenter jî ji bo protestokirina vê helwesta PDK'ê danişîna parlamentoyê boykot kirin û tevlê nebûn. 
 
Cîgira Hevserokatiya Giştî ya Tevgera Azadiyê Tara Huseyîn, aloziya di hilbijartina serokomartiyê de rû da û helwesta PDK'ê nirxand. 
 
'BI DESTÊ TIRKIYEYÊ HATIYE ÇÊKIRIN'
 
Tara Huseyîn, diyar kir ku hevpeymaniyên bên çêkirin ger li gor berjewendiyên gelan bin pir girîng in lê gava hevpeymanî tenê ji bo berjewendiyên hin koman bin dê bibin cihê zirarek mezin û got: "'Hevpeymaniya Rizgarkirina Niştiman' a bi şirîkatiya şiî, sunî û PDK'ê hatiye avakirin, ne ji bo mifha gelên Iraqê ye. Gelên Iraqê jî dizanin ku ev ne ji bo mifha wan e. Ev hevpeymanî bi destê Tirkiyeyê hatiye çêkirin." 
 
Huseyîn, bilêv kir ku armanca vê hevpeymaniyê zêdekirina karbidestiya Tirkiyeyê ya li Iraq û Herêma Kurdistanê ye û got: "Tirkiye, dixwaze bandora xwe ya li Iraq û Başûr zêdetir bike û bi vî awayî Mûsilê wergire û xeyala xwe ya Osmanî xurtir bike. Lewma dixwaze namzetê PDK'ê bibe serokomar û bi vî awayî serdestiya xwe ya li herêmê zêdetir bike." 
 
‘DÊ ÎRAN BÊDENG NEMÎNE'
 
Huseyîn, destnîşan kir ku Iraq veguheriye qada mudaxilekirinê ya Tirkiye û Îranê û wiha domand: "Lê dê Îran bêdeng nemîne. Ez wisa difikirim, ger hilbijartin çêbibe dê ev hevpeymanî bi ser nekeve, ji lew re derdorek mezin li ber vê hevpeymaniyê radibe. Di vir de ya bandorker jî Îran e." 
 
‘BI HEVKARIYA PDK'Ê DAGIRKIRINA BAŞÛR'
 
Huseyîn anî ziman ku hevpeymaniya ji bo hilbijartinan tê çêkirin tenê hêleke madalyonê ye û wiha pê de çû: "Armanca sereke ya vê hevpeymaniyê; ji aliyê Tirkiyeyê ve dagirkirina Herêma Federaal a Kurdistanê ye. Armanc dike ku di 15'ê nîsanê de êrişeke din bide destpêkirin. PDK jî şirîkeke vê êrişê ye. Lewma divê gelê me nerazîbûna xwe nîşan bide." 
 
‘AN YEKITÎ, YAN JÎ EM Ê TÊK BIÇIN'
 
Tara Huseyîn bang kir ku divê hemû hêzên doza berjewendiyên gelên Iraqê dikin bên cem hev û wiha bi dawî kir: "Gelên Iraqê divê pergaleke demokratîk ava bikin. Ji bo vê projeyên Tevgera Azadiyê hene û amade ye ku projeyên xwe berpêş bike. Ji bo gelê Iraqê divê gelê Iraqê biryarê bide. Ji bo Iraqê konfederalîzma demokratîk divê. Sedsalên din jî van hilbijartinên serokomartiyê bên nîqaşkirin, dê bi kêrî gel neyê. Tenê rêvebir biryarê didin. Êdî divê gel biryara xwe bidin. Lewre tenê gelê Iraqê dizane bê çi ji bo mifha wê ye. Her wiha kurd jî divê bibin yek. Yan na dê destkeftiyên heyî hemû biçin." 

Sernavên din

31/03/2022
09:14 Ji ava Gola Wanê sabûnê çêdike
09:13 Avahiyên Sûrê kirin platoya TRT'ê
09:10 Rapora girtiyê jiyana xwe ji dest da: Girtîgeh ji bo jiyana wî talûke ye
09:09 Kîloya penêrê bisîrik bû 120 TL
09:05 Birayê Eser: Belasebeb birayê min kuştin
09:05 'Vê îktidarê meha Remezanê kir meha xizaniyê'
09:05 Tevgera Azadî: Armanc bi şirîkatiya PDK'ê dagirkirina herêmê ye
09:05 Hunermend Demîr: Cihê Nûdem Dûrak ne girtîgeh e divê bê berdan
09:05 Xelkê Amedê: Girtî û malbatên nobeda edaletê digirin rûmeta me ne
09:00 ROJEVA 31'Ê ADARA 2022'YAN
30/03/2022
20:07 7 sal û 6 meh ceza li serokê DÎAYDER'ê yê berê hat birîn
17:01 Li parêzera ku got 'komplo hat kirin' 10 sal û 6 meh ceza hat birîn
16:40 Nobeda Edaletê ya li Wanê û Îzmîrê berdewam dike
16:33 Parêzer Tarik Guneş hat tehliyekirin
16:32 Karker û sendîkavan hatin binçavkirin
16:31 Mahîr Çayan û rêhevalên wî hatin bibîranîn
16:12 Bersûcê gotibû 'derûniya min xirab e' cezaî ehliyeta wî tam derket
15:36 Girtiyan bi erdê re kaş kirin!
15:30 Ji 7 partiyan daxuyaniya pergala hilbijartinê
15:29 Hikûmeta Iraqê dê biryara xwe ya ji bo nefta Başûr pêk bîne
15:29 Şahidên qetilkirina li Qazakîstanê: Dewlet piştgiriya nijadperestiya li dijî kurdan dike
14:53 Parlamenter Kaçmaz: Divê berpirsiyarên mirina Aksem bên cezakirin
14:13 HDK banga tevlibûna ‘Konferansa Avhewayê’ kir
13:00 Ji bo azadiya Ocalan bang kirin: Bi ruhê 8’ê Adarê û Newrozê ber bi Amarayê ve
12:08 Ji ber ku qeyûm rê venake 5 roj in nikare bê veşartin
11:49 Li Şehbayê teqîn: Herî kêm 10 kes birîndar bûn
11:40 Komên girêdayî Tirkiyeyê li Efrînê 2 zarok revandin
11:23 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
11:15 Malbata Şenyaşar: Hemû dinyayê feryada dayikê bihîst lê Erdogan nebihîst
11:00 Li Wanê îşkenceya polîsan: Heta xwîn ji guhên wî hatî lê xistin
10:29 Li gelek bajaran bi ser malan de girtin
10:28 Faîlên êrişên ser avahiya HDP'ê ya Erdemliyê nayên girtin
10:11 ‘Binçavkirin û girtin nikarin têkoşîna jinan rawestînin’
10:08 Ji bo operasyoneke berfireh PDK ji Tirkiyeyê bêhtir bizavê dike
09:49 Girtiyê nexweş ê giran Guler sewqî Girtîgeha Menemenê kirin
09:29 Pirtûka 'Nexweşiyên Sereke' ya Dr. Erdal Sîpan derket
09:26 Rojnamegerên li Başûrê Kurdistanê: PDK ji bo rojnamegeran astengiyan derdixe
09:09 6 ferdên malbata Gezmîş li benda dermankirin û alîkariyê ne
09:07 Pêşmergeyê berê: Heke em nebin yek em ê bi ser nekevin
09:06 Çavê Cemiyeta Belawekirina Ilmê ji rantê têr nabe!
09:03 Siyaseta qeyûmtiyê AKP şikand
09:03 Li dijî qeyûman şaredarîtiya bêşaredarî
09:01 Wanî ji bo hilbijartina tê amade ne: Em ê dersa AKP'ê bidin
09:01 'Tu hêz nikare gelê kurd û birêz Ocalan ji hev dûr bixe'
09:00 ROJEVA 30'YÊ ADARA 2022'YAN
29/03/2022
23:35 Mîhrîcana Fîlmên Kurdî bi dawî bû
21:09 Li Bagokê operasyona eskerî
18:23 Li Gundikê Melê Adarok hat pîrozkirin
17:02 Astengdarên ku çavê wan nabînin daxwaza mafê bikaranîna dengê veşarî kirin
17:02 Daxwaza girtina leşkerê ku Hazna Su kuştibû hat redkirin
16:41 Malbatên girtiyan xwestin fîxana wan bê bihîstin
16:29 Doza Kobanê taloqî dusiba hat kirin
16:15 Dayika Aştiyê gazî Wezareta Dadê kir: Berpirsiyariya xwe bicih bînin
16:15 DAIŞ'ê êrişî Qampo Holê kir: Hemû êrişkar hatin girtin
15:23 Bûldan: Bi milyonan kes xwest ji bo diyalogê deriyên Îmraliyê bên vekirin
15:01 Biryara bihincet a doza Melek Karaaslan: Terkî mirinê hatiye kirin
14:24 EGE TÛHAYDER: Ji hemû girtiyên siyasî re azadî
14:07 Li Wanê ciwanên hatibûn îşkencekirin, hatin girtin
13:58 Kuzu: Kurdên ku leşkeran ew kuştin di Doza Kobanê de bûn kuştî
13:53 Li Çîyayê Mazî operasyona leşkerî dest pê kir
13:41 AYM'ê ji bo cezayê pere yê şermezarkirina qeyûman biryara 'binpêkirina maf' da
13:40 Dadgeha ku delîlek nedît ji sûcê ‘dijderketina doktoran’ ceza li parêzeran birî
13:06 AYM'ê ajokarên ku qeyûm wan ji kar avêtibû mafdar dît
13:02 Polisê bûbû sedema mirina Efe yê 5 salî beraet kir
12:32 Ji Emîne Şenyaşar bo Erdogan: Gelo qet wîjdanê te nîne?
12:02 Zilamê ku hewl dabû dest dirêjî zarokekê bike hat girtin
11:48 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
11:41 Fermandarê Pêşmerge Feysel: Em şer wek xiyanetê dibînin
11:32 CHP'ê li Konseya Ewropa qeyûman parast: Li hundir cuda li derve cuda ne
10:53 Muharrem Aksem ne yê ewil e: Divê berpirsiyar bên cezakirin
10:29 Li Girtîgeha Sîncanê lêpirsîna dîsîplînê li pîrozbahiya Newrozê vekirin
10:14 Derûnnas ji girtî pirsa 'tu yê întihar bikî newsa?' kir
09:42 Li Şirnex û Erdexanê 3 kes hatin binçavkirin
09:02 Penteker: Divê Ocalan azad be
09:02 Balaç û Yildirim ên di rojiya mirinê de ne doza darizandinek adil dikin
09:02 Esnafên Bazara Keda Jinê: Em xwe bihêztir hîs dikin
09:02 'Di nirxandina rewşa girtiyan de ATK divê ne tekane navnîşan be'
09:00 ROJEVA 29'Ê ADARA 2022'YAN
28/03/2022
21:31 Karkerê ji ser banê fabrîkeyê ket jiyana xwe ji dest da
20:52 Li Rihayê zilamekî dest dirêjî zarokeke 5 salî kir
17:23 Nobeta Edaletê: Bila ji girtîgehê darbest dernekevin
17:15 Ahmet Turk: Kesekî nedikariya li dijî wehşeta DAIŞ’ê bêdeng mabûya
16:52 ‘Li girtiyên nexweş zilm tê kirin’
16:32 ‘Heta ku edalet neyê em nahêlin ku hûn razin’
16:16 DFG'ê rapora ku derbarê rojnamevantiyê de amade kiriye parve kir
16:16 TGC: Bi teklîfa qanûnê ya nû re li dijî mafê azadiya raman derbeyeke nû kirin
16:01 TGC: Bi teklîfa qanûnê ya nû re li dijî mafê azadiya raman derbeyeke nû kirin
15:54 Doza Kobanê: Heke îdiaya derbarê Çolak de rast be divê biryara beraetê bê dayîn
15:40 Êrişa li dijî HDP’ê şermezar kirin
15:30 Rapora pêşotopsiya Aksem: Ji laşê wî 12 parçeyên metal hatin derxistin
14:35 Berxwedanên 28’ê Adarê: Jin jî be zarok jî be...
14:15 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li Dadgeha Înfazê dan
12:33 ‘Em naxwazin darbestên girtiyên me ji zindanan derkevin”
11:41 Kuştina Muharrem Aksem kete rojeva Meclisê
10:51 Ji nû ve jidayikbûna gelekî
10:36 Malbata Şenyaşar: Daxwazên me yên hiqûqî bi paş de nexin
09:57 Xwediyên 94'emîn Xelatên Oscarê diyar bûn
09:03 Li Rihayê bi salan e heqdesta karkerên înşeatê wek xwe ye
09:00 ROJEVA 28'Ê ADARA 2022'YAN
27/03/2022
21:04 Temel: Heya tecrîda li ser Ocalan neyê rakirin dê çareserî ne pêkan be