Lêpirsîneke 13 salan: Wezaret û walîtî lîsteya personelan naşîne

  • rojane
  • 09:14 2 Nîsan 2022
  • |
img

RIHA - Mûstafa Dag, di 4'ê Nîsana 2009'an de, di meşa Amarayê de bi guleya dewletê jiyana xwe ji dest dabû. Sedat Gozkiran, parêzerê malbata Dag, diyar kir ku piştî 6 salan di lêpirsînê de muzakere hatiye nivîsandin û wezaretê tenê lîsteya personelên li Hewagê û walîtiyê jî tenê lîsteya sala 2014'an şandiye. 

Di 4'ê Nîsana 2009'an de bi hezaran kes ji bo rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîroz bikin meşa "rêwîtiya ber bi rojê ve" li dar xistibûn. 10 hezar kesên tevli meşê bûbûn, berê xwe dabûn Amarayê. Girse berî bigihê Amarayê bi 20 kîlometreyî ji aliyê polîs û eskeran ve hatibû astengkirin. Piştî ku girseyê barîkat rûxandibûn, polîs û eskeran jî bi çekan êriş biribûn ser wê. Di van êrişan de bi dehan kes birîndar bûbûn û xwendekarê Zanîngeha Dîcleyê Mahsûm Karaoglan ê 23 salî û karkerê înşeatê yê pirsûsî Mûstafa Dag bi bombeyên gazê jiyana xwe ji dest dabûn. Piştî mirina Karaoglan û Dag Dozgeriya Komarê ya Bêrecûkê lêpirsîn dabû destpêkirin. 13 sal di ser bûyerê re derbas bûne lê hê jî lêpirsîn wekî xwe yê berê ye û bi biryara "veşarî" tê astengkirin. Ji ber vê malbata Dag û Karaoglan, serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dabûn. 
 
Parêzerê dozê Sedat Gozkiran, têkildarî dosyeya lêpirsînê û bêcezatiyê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. 
 
TU TIŞT NEHATIYE KIRIN
 
Gozkiran, diyar kir ku di 4'ê Nîsana 2009'an de mirov ji bo mafên xwe yên demokratîk li hev kom bûne û Mûstafa Dag û Mahsûm Karaogaln ji aliyê "hêzên ewlehiyê" yên dewletê ve hatine kuştin. Gozkiran, bilêv kir ku piştî bûyerê ew parêzerên malbatan giliyê berpirsan kiriye û got: "Me xwest lîsteya personelên li wê herêmê çek şixulandine bê amadekirin û îfadeyên wan bên wergirtin. Me xwest dîmen û qeyd daxilî nava dosyeyê bên kirin. Ji sala 2009'an heya 2015'an ji aliyê dozgeriyê ve tu tişt nehat kirin. Daxwazên me nehatin nirxandin. Me gelek caran daxwazên xwe dubare kirin. Dozger di 6 salan de tenê tiştek kir; du mehan carekê nivîs ji Qereqola Cendirmeyan a Xelfetiyê re nivîsî, ji bo dîtina kiryarên bûyerê. Qereqola Cendirmeyan jî du mehan carekê bi awayekî komîk got, 'li Xelfetî û derdora wê kiryarên bûyerê nehatine dîtin.' Lêpirsîn heya sala 2015'an wisa dewam kir." 
 
PIŞTÎ 6 SALAN MUZAKERE 
 
Gozkiran, anî ziman ku Serdozgeriya Komarê ya Bêrecûkê ji ber daxwazên parêzeran piştî 6 salan dest bi berhevkirina delîlan kiriye û ji Wezareta Karên Navxweyî, Walîtiya Rihayê û ji ajansên wê demê Ajansa Nûçeyan a Doganê (DHA) re muzakere nivîsîne. Gozkiran, da zanîn ku dozgeriyê di muzakereyê de ji DHA'yê dîmenên wê demê, ji Wezareta Karên Navxweyî û Walîtiya Rihayê jî lîsteya personelên wê demê xwestiye. Gozkiran got: "Lê her sêyan jî bersiv neda. Dozger 3 caran muzakere ji wan re şandine û di ya sisêyan de bersiv hatiye. Wezareta Karên Navxweyî tenê lîsteya personelên Hewegê şandiye, lê diyar kiriye ku lîsteya personelên ji Amed, Mêrdîn û Qoserê tevlê bûne jî tune ye. Lîsteya perosnelên bombe avêtine neşandiye. Hê jî ev dosye daxilî nav lîsteyê nehatine kirin. Walîtiya Rihayê jî bi awayekî komîk, çûye lîsteya personelên 2014'an şandiye. Ji bo rastî derkeve holê heya niha tu tişt nehatiye kirin. Dozger ji bo dîtina kiryaran nivîsê ji qereqola cendirmeyan re dişîne, lê qereqol tim heman bersivê dide." 
 
‘BILA HER KES DAXILÎ NAV DOSYEYÊ BIBE'
 
Gozkiran, destnîşan kir ku sedema sekinandina dosyeyê ew e ku dosye têkeve ber demboriyê û got: "Ya hatiye kirin binpêkirina mafan û azadiya rêxistinbûyînê ye. Baro û rêxistinên hiqûqê yên ji bo vê têdikoşin hene. Ev sazî divê bi awayekî daxilî nava dosyeyê bibin û ji bo dîtina kiryaran gavina bavêjin. Banga me ji bo her kesî ye ku daxilî nava dosyeyê bibin." 
 
Gozkiran, anî ziman ku di 29'ê Adara 2022'yan de cardin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bêrecûkê daye û got: "Me xwest îfadea personelên wê rojê li wir bûn bê girtin. Berpirsê mirina van kesan dewlet e.Azadiya rêxistinbûyînê ya mirovan heye û di vir de peywira dewletê jî parastina vê ye. Ev li Tirkiyeyeke demokratîk pêkan e. 4'ê Nîsanê nêz dibe, Qanûna Bingehîn pir aşkere ye; 'Mirov bêyî destûr dikairn kom bibin û xwepêşandanan li dar bixin.' A ku vê dibêje Qanûna Bingehîn e. Peywira dewletê jî ew e ku li gor Qanûna Bingehîn tevbigere." 
 
MA / Emrûllah Acar
 
 

Sernavên din

02/04/2022
16:45 Nobeda Edaletê ya Wanê berdewam dike
16:45 Di meha Adarê de li 13 rojnamevanan 32 sal ceza hat birîn
15:58 Jinan bi boneya 4’ê Nîsanê şitil çandin
15:39 Rewşa Menteş ê ji sedî 68 astengdar e xerab dibe
15:31 Xizmên Windakiriyan: Ji bo edaletê wê têkoşîn bidome
15:14 Ji bo girtiyê nexweş ê 70 salî banga berdanê
15:01 Li Hezroyê 3 kes hatin binçavkirin
14:50 Yuksekdag: Em ê berxwedana xwe zêdetir bikin
14:38 PENa Kurd êrişa li dijî Ferhad Merdê şermezar kir
14:16 ÎHD’a Îzmîrê aqûbeta nivîskar Sabahattîn Alî pirsî
13:50 Malbata Turkoglu yê 26 sal berê hat windakirin: Em dest jê bernadin
13:42 SES’a Bakirkoyê xelat da ajansa me
13:05 Iraq Şengalê dorpêç dike: Li ser sînor baregeh tên avakirin
12:46 Rojnamevan Evîn Bûldan li ser gora xwe hat bibîranîn
11:47 Helbestvan Merdê yê birîndar bûbû: Nikarin vîna me bişikînin
11:43 Malbata Şenyaşar wê li pêş edliyeyê fitara xwe bike
11:29 Têkildarî kuştina Mehmet Aslan gilî hatkirin
11:28 Ji bo Ocalan 73 şitil hatin çandin
10:48 Têkoşîna komek ciwan a li metropolan: Bihara Bêdawî
10:34 Rewşa 3 rojnamevanên girtî giran e: Divê demildest bên berdan
10:33 'Em ê pênûsa Evîn Bûldan û xeyalên wê li erdê nehêlin'
10:16 ‘Jidayikbûna birêz Ocalan jidayikbûna kurdbûna îradeya azad e’
09:14 Lêpirsîneke 13 salan: Wezaret û walîtî lîsteya personelan naşîne
09:14 Jinên ku 17 sal in diçin Amarayê: Werin em bi hev re 4'ê Nîsanê pîroz bikin
09:14 'Bi ruhê berxwedêr ê Newrozê ber bi 4'ê Nîsanê ve'
09:14 Darazê ji bo gotina 'duzimanî dê bibe sedema perçebûnê' got ne sûc e
09:14 Girtiyê her du gurçikên wî xera bûne ji ber rapora ATK'ê nayê berdan
09:03 Guneş ê hat berdan: Bi ser qawîşan de dihat girtin, pirtûk dihatin desteserkirin
09:00 ROJEVA 2'YÊ NÎSANA 2022'YAN
01/04/2022
19:27 Rojnamevan Yilmaz xelata xwe diyarî Emîne Şenyaşarê kir
18:56 Li Sîlopyayê 4'ê Nîsanê hat pîrozkirin
17:50 Li Êlihê hewldanên provakasyonê
17:10 Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê kampanyaya danîna daran da destpêkirin
17:08 Li Girtîgeha Bakirkoyê gef li girtiyên jin xwarin
16:36 'Heta daxwazên dayikan pêk neyên dê aştî neyê vî welatî’
16:31 Li Erziromê jinek hat kuştin
16:16 Di êrişa Tirkiyeyê de li Tirbêspiyê welatiyek hate kuştin
15:59 Ji ber twîta 9 sal berê xwest doz li Demîrtaş bê vekirin
15:58 Nobeda Edaletê ya li Îzmîrê derbasî qonaxek din bû
14:52 TTB’ê li ser ekolojiyê û tenduristiya jinan civat li dar xist
14:31 Ji Başaran banga tifaqa jinan: Werin em bi hev re biaxivin
13:39 Malbata Şenyaşar di rojeva Meclîsê de ye: Em nadin jibîrkirin
13:36 Hefteya pêşiyê dê di Doza Kobanê de îtîrafkar bên guhdarîkirin
13:30 Li Amedê û Êlihê xebatkarên tenduristiyê hatin bibîranîn
12:58 Ser qetlîama Pasûrê bi hêceta ‘demboriyê’ hat girtin
12:35 Dîsa cezayê qedexeya hevdîtinê dan Ocalan
12:18 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:04 Tirkiyê li Tirbêspiyê êrişî wesayitekê kir
12:02 Li Stewrê 6 kes hatin berdan
11:43 Malbata Şenyaşar: Ya ku pîroz, jiyaneke birûmet û adilane ye
11:32 Lêpirsîna fîkandinê bi dozvenekirinê bi encam bû
11:32 Li Pêrtagê 7 kes ji sûcê “îstîsmara zayendî” hatin girtin
11:32 Ciwanê ku di Newrozê de hatibû binçavkirin li ser îtîrazê hate berdan
10:50 Xwendekarên kurd hatin berdan
10:20 Surçî: Ji bilî PDK’ê hemû kurd li dijî şerê navxweyî ne
10:15 Mafê berdana Kara yê 29 sal in girtî ye tê astengkirin
10:06 Gundê Dewşenê bi tariyê û bêaviyê re dikeve meha Remezanê
09:48 Rojnameger Denîz: Bi dîwar re Şengalê dorpêç dikin
09:30 OGK’ê vexwend konferansê: Yekane rê têkoşîna jinan a birêxistinbûyî ye
09:05 Bi daxwaza azadiya Ocalan di 4'ê Nîsanê de ber bi Amarayê ve
09:03 Doza cenazeyê xwe kirin, gef li wan hat xwarin!
09:03 Cotkar ji neçarî dê biçin ber Îş-Kûrê!
09:00 Lêpirsîna Mahsûm Karaoglan 13 sal in 'veşarî' ye
09:00 Ozturk: Em di 4'ê Nîsanê de peyama xwe li Amarayê bidin
09:00 Dayikên Aştiyê: Serok, ruh û canê me ye
09:00 ROJEVA 1'Ê NÎSANA 2022'YAN
31/03/2022
21:08 Cenazeyê Kûbîlay Acet li Êlihê hat definkirin
19:33 Mela Saît Ozdemîr hat berdan
19:11 Îstinafê cezayê ku li kiryarê destdirêjiyê Orhan hatibû birîn erê kir
18:46 Kesên li Şirnex,Wan û Erdexanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:59 SYKP: Em li dor Nobeta Edaletê bibin xelek
16:55 Şahidên ku di Doza Kobanê de axivî: Tenê yek çalakî jî derqanûnî nebû
16:33 HDP’ê ji bo kêmtirîn heqdest teklîf da Meclisê
16:33 Ji bo lêpirsîna Mîraç Mîroglu re biryara neşopandinê hat dayîn
16:21 ‘Bila tecrîda li ser girtîgehan demildest bi dawî bibe’
16:03 Ozturk: Aştiyeke birûmet bi Ocalan pêkan e
15:37 Rojnameger Gok: Dixwazin ji ber wêneyên Kurkut ceza bidin min
15:25 Ji bo Aksem serî li Meclisê da
15:04 Koma nîjadperest êriş kir polîsan xwendekarên kurd binçav kirin
15:01 Nobeda Edaletê ya li Stenbolê di hefteya duyemîn de ye
15:00 ‘Mirina Mûharrem Aksem çima nayê zelalkirin?’
14:36 Sebahat Tuncel: Pêbaweriya vê dadgehê nema ye
14:29 Bûldan: Di Newrozê de bi milyonan kesî çareseriyê nîşan da
14:16 Ji ber xelata ku da Jin TV'yê doz li Odeya Avahîsazan hat vekirin
14:02 Dayika Sîbel Balaç: Keça min 25 kîlo dane
13:43 Salek û 6 meh ceza dan nivîskar Yavuz Ekîncî
13:40 Doza parêzerên ku qeyûman protesto kiribûn hat paşxistin
13:36 Bijîjkê ku dest dirêjî nexweşa xwe kir hat girtin
13:33 Îfadeya ji bo îlana windabûnê hatiye dayîn li Doza Kobanê zêde kirine
13:12 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:45 Ferît Şenyaşar: Xelk wê vê neheqiyê ji bîra neke
12:40 Danişîna rojnameger Canozer taloq bû
12:23 Arteşa tirk li herêma Biradostê gef li gundiyan xwar
12:10 Gunay: Newrozê tifaq nîşan da divê tifaqa netewî pêk were
11:37 Doza derbarê kuştina Hantaş de hat taloqkirin
11:26 Bernameya Yenîsahneyê ya meha nîsanê eşkere bû
11:23 Li Stewrê 6 kes hatin binçavkirin
11:22 Malbata Ocalan li benda mêvanên 4'ê Nîsanê ye
10:53 Ji Alî Dogan Gonultaş albûmek: Gêxî
10:51 DBP: Xwedî derketina Qazî Mihemed bi xebatên yekitiya neteweyî pêkan e