'Em ê pênûsa Evîn Bûldan û xeyalên wê li erdê nehêlin'

  • rojane
  • 10:33 2 Nîsan 2022
  • |
img
AMED - Hevalên xebatê yên rojnamevan Evîn Bûldan a ku 5 sal berê ji ber krîza dil koça dawî kir wê bibîr anîn û diyar kirin ku Evîn tu carî li ber neheqiyan serî netewand û dê têkoşîna wê li erdê nehêlin. 
 
Rojnamevan Evîn Bûldan ku li rojnameya Azadiya Welat û Rojeva Medya edîtoriyê dikir, di 2’yê nîsana 2017’an de ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest dabû. Hevalên Evînê yên xebatê wê di salvegera koça dawî de bi bîr anîn û diyar kirin ku dê xeyal û pênûsa wê li erdê nehêlin. 
 
Bûldan ji Wargeha Mexmûrê ya başûrê Kurdistanê ku bi hezaran welatiyên bakurê Kurdistanê ji zilma Tirkiyê lê bi cih bûne, di sala 2011’an de berê xwe da Amedê û li Azadiya Welat dest bi rojnamevaniya kurdî kir. 
 
Buldan ji 2011’an heta nîsana 2017’an li rojnameya Azadiya Welat û Rojeva Medya ku bi KHK’ê hatin girtin nûçegihanî û edîtoriyê kir. Kedeke mezin da rojnamegeriya kurdî. Piştî ku Azadiya Welat bi KHK’ê hat girtin di rojnameya Rojeva Medya de meşa xwe rojnamegeriyê domand. Bûldan roja 2’ê nîsana 2017’an di 27 saliya xwe de bêyî ku xeyalên xwe yên rojnamegeriyê bibe serî krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da. 
 
 
KOÇBERÎ Û VEGERA WÊ YA BAKÛR 
 
Bûldan di nav malbateke welatparêz û êvîndarê Tevgera Azadiyê ya Kurd de mezin bû. Malbat ji ber evîndariya xwe ya Tevgera Azadiyê gelek bedel dan û herî dawî di salên 1990’î de ji ber zor û zextên Tirkiyê neçar ma ku av û axa xwe terk bike û koçberî başûrê Kurdistanê bibe. Malbat piştî derbasî başûrê Kurdistanê bû, jî rastî gelek zor û zehmetiyan tê û bi salan li wargehên cuda yên penaberan digerin. Herî dawî li Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi cih dibe. Buldan di vê pêvajoyê de zarok e û şahidiya gelek zor û zehmetiyan dike. Bûldan piştî ku di zarokatiya xwe de gelek rojên tî û birçî derbas kir, bi sedan kul û derdan û êş û azaran bi malbata xwe re li Wergeha Mexmûrê bi cih bû. Zarokatiya xwe li vir derbas dike. Li Wargehê dest bi dibistana seretayî dike û dibistana navîn û lîseyê jî li vir diqedîne. Piştî temamkirina lîseyê derbasî Hewlerê dibe û Beşa Ragihandinê ya Zanîngeha Selehadînê dixwîne û temam dike. 
 
‘BI PÊNÛSA XWE HEYFA XWE JI ZILMÊ DISTEND' 
 
Ji edîtorên rojnameya Xwebûnê Rizoyê Xerzî ku ew û Evînê gelek salan di rojnameya Azadiya Welat de bi hev re xebitîn diyar kir ku ew hêj ji bo koçkirina Evînê xemgîn in û ji bo rojnamevaniya kurdî windahyek mezin bû. Xerzî da zanîn ku Evînê gelek ji pîşeya xwe hez dikir û bi evîndarî rojnamevaniyê dikir û got: “Ew hêj zarok bûye li gel malbata xwe koçber bûne. Bi rojnamevaniya xwe heyfa xwe ji wê zilm û zordariya hatiye serê wan sitend. Bi pênûs, makîne û nûçeyên xwe kedek mezin da. Hevalek pir fedakar bû. Lê di temenek biçûk û zû de ji nava me bar kir. Em ê li ser xeyal, daxwaz û têkoşîna Evînê rojnamevaniyê bidomînin. Em wê bi hezkirin bi bîr tînin.” 
 
Rizoyê Xerzî di dawiya axaftina xwe de helbestek ji bo Evînê nivîsandiye xwend. 
 
'GIRÊDAYÎ ÇAND Û ZIMANÊ XWE BÛ' 
 
Edîtora Jinnewsê Munevver Karademîr jî bi bîr xist ku ew û Evîn 6 sal bi hev re xebitî ne û ew carek din wê bi rêzdarî û hezkirinek mezin bi bîr tîne û ew wek xwişkên hev bûne. Karademîr diyar kir ku Evîn hevalek wan pir bikelecan û dihat hezkirin bû û wan li Azadiya Welat hev nas kiriye û got: “Ew zarokek ku li ser axa xwe hatibû sirgûnkirin bû. Lê paşde vegeriya ser axa xwe. Girêdayî çand û zimanê xwe bû. Têkoşîna wê bi nirx bû. Her kesî pir jê hez dikir. Xebata li gel wê gelek xweş bû. Xwe di rojnamevaniya kurdî de zû li pêş xist. Ji bo azadiyê têdikoşiya. Ji bo jinên kurd têdikoşiya. Em ê her tim xwedî li wê û têkoşîn û xeyalên wê derkevin. Em ê têkoşîna wê nedin jibîrkirin.”  
 
'ROJNAMEVANIYA AZADIYA GELÊ KURD DIKIR' 
 
Edîtorê rojnameya Xwebûnê Zeynel Bulut jî anî zimna ku ew Evîn Bûldan di rojnameya Azadiya Welat de 5 salan bi hev re xebitî ne û wiha got: “Di xebatê de me hêz jê digirt. Her tim çalak û bi tevger bû. Bi kelecan û enerjî bû. Pir ji xebatê hez dikir. Wê û malbata xwe bi salan ji ber dewletê bi zilmê re rûbirû mabûn. Dixwest bi rojnamevaniya xwe bersiva zilma dewletê bide. Tu demê neheqî û zilmê qebûl nedikir. Bi nûçeyên xwe dibû dengê azadiya gelê kurd. Hevalek gelek jîr û serkeftî bû. Em ê nehêlin ku têkoşîn û pênûsa Evîn û her wiha Apê Mûsa, Gurbetellî û hemû hevalên din li herdê bimîne. Em ê xeyalên wan bicih bînin.” 
 
MA / Eylem Akdag
 

Sernavên din

02/04/2022
16:45 Nobeda Edaletê ya Wanê berdewam dike
16:45 Di meha Adarê de li 13 rojnamevanan 32 sal ceza hat birîn
15:58 Jinan bi boneya 4’ê Nîsanê şitil çandin
15:39 Rewşa Menteş ê ji sedî 68 astengdar e xerab dibe
15:31 Xizmên Windakiriyan: Ji bo edaletê wê têkoşîn bidome
15:14 Ji bo girtiyê nexweş ê 70 salî banga berdanê
15:01 Li Hezroyê 3 kes hatin binçavkirin
14:50 Yuksekdag: Em ê berxwedana xwe zêdetir bikin
14:38 PENa Kurd êrişa li dijî Ferhad Merdê şermezar kir
14:16 ÎHD’a Îzmîrê aqûbeta nivîskar Sabahattîn Alî pirsî
13:50 Malbata Turkoglu yê 26 sal berê hat windakirin: Em dest jê bernadin
13:42 SES’a Bakirkoyê xelat da ajansa me
13:05 Iraq Şengalê dorpêç dike: Li ser sînor baregeh tên avakirin
12:46 Rojnamevan Evîn Bûldan li ser gora xwe hat bibîranîn
11:47 Helbestvan Merdê yê birîndar bûbû: Nikarin vîna me bişikînin
11:43 Malbata Şenyaşar wê li pêş edliyeyê fitara xwe bike
11:29 Têkildarî kuştina Mehmet Aslan gilî hatkirin
11:28 Ji bo Ocalan 73 şitil hatin çandin
10:48 Têkoşîna komek ciwan a li metropolan: Bihara Bêdawî
10:34 Rewşa 3 rojnamevanên girtî giran e: Divê demildest bên berdan
10:33 'Em ê pênûsa Evîn Bûldan û xeyalên wê li erdê nehêlin'
10:16 ‘Jidayikbûna birêz Ocalan jidayikbûna kurdbûna îradeya azad e’
09:14 Lêpirsîneke 13 salan: Wezaret û walîtî lîsteya personelan naşîne
09:14 Jinên ku 17 sal in diçin Amarayê: Werin em bi hev re 4'ê Nîsanê pîroz bikin
09:14 'Bi ruhê berxwedêr ê Newrozê ber bi 4'ê Nîsanê ve'
09:14 Darazê ji bo gotina 'duzimanî dê bibe sedema perçebûnê' got ne sûc e
09:14 Girtiyê her du gurçikên wî xera bûne ji ber rapora ATK'ê nayê berdan
09:03 Guneş ê hat berdan: Bi ser qawîşan de dihat girtin, pirtûk dihatin desteserkirin
09:00 ROJEVA 2'YÊ NÎSANA 2022'YAN
01/04/2022
19:27 Rojnamevan Yilmaz xelata xwe diyarî Emîne Şenyaşarê kir
18:56 Li Sîlopyayê 4'ê Nîsanê hat pîrozkirin
17:50 Li Êlihê hewldanên provakasyonê
17:10 Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê kampanyaya danîna daran da destpêkirin
17:08 Li Girtîgeha Bakirkoyê gef li girtiyên jin xwarin
16:36 'Heta daxwazên dayikan pêk neyên dê aştî neyê vî welatî’
16:31 Li Erziromê jinek hat kuştin
16:16 Di êrişa Tirkiyeyê de li Tirbêspiyê welatiyek hate kuştin
15:59 Ji ber twîta 9 sal berê xwest doz li Demîrtaş bê vekirin
15:58 Nobeda Edaletê ya li Îzmîrê derbasî qonaxek din bû
14:52 TTB’ê li ser ekolojiyê û tenduristiya jinan civat li dar xist
14:31 Ji Başaran banga tifaqa jinan: Werin em bi hev re biaxivin
13:39 Malbata Şenyaşar di rojeva Meclîsê de ye: Em nadin jibîrkirin
13:36 Hefteya pêşiyê dê di Doza Kobanê de îtîrafkar bên guhdarîkirin
13:30 Li Amedê û Êlihê xebatkarên tenduristiyê hatin bibîranîn
12:58 Ser qetlîama Pasûrê bi hêceta ‘demboriyê’ hat girtin
12:35 Dîsa cezayê qedexeya hevdîtinê dan Ocalan
12:18 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:04 Tirkiyê li Tirbêspiyê êrişî wesayitekê kir
12:02 Li Stewrê 6 kes hatin berdan
11:43 Malbata Şenyaşar: Ya ku pîroz, jiyaneke birûmet û adilane ye
11:32 Lêpirsîna fîkandinê bi dozvenekirinê bi encam bû
11:32 Li Pêrtagê 7 kes ji sûcê “îstîsmara zayendî” hatin girtin
11:32 Ciwanê ku di Newrozê de hatibû binçavkirin li ser îtîrazê hate berdan
10:50 Xwendekarên kurd hatin berdan
10:20 Surçî: Ji bilî PDK’ê hemû kurd li dijî şerê navxweyî ne
10:15 Mafê berdana Kara yê 29 sal in girtî ye tê astengkirin
10:06 Gundê Dewşenê bi tariyê û bêaviyê re dikeve meha Remezanê
09:48 Rojnameger Denîz: Bi dîwar re Şengalê dorpêç dikin
09:30 OGK’ê vexwend konferansê: Yekane rê têkoşîna jinan a birêxistinbûyî ye
09:05 Bi daxwaza azadiya Ocalan di 4'ê Nîsanê de ber bi Amarayê ve
09:03 Doza cenazeyê xwe kirin, gef li wan hat xwarin!
09:03 Cotkar ji neçarî dê biçin ber Îş-Kûrê!
09:00 Lêpirsîna Mahsûm Karaoglan 13 sal in 'veşarî' ye
09:00 Ozturk: Em di 4'ê Nîsanê de peyama xwe li Amarayê bidin
09:00 Dayikên Aştiyê: Serok, ruh û canê me ye
09:00 ROJEVA 1'Ê NÎSANA 2022'YAN
31/03/2022
21:08 Cenazeyê Kûbîlay Acet li Êlihê hat definkirin
19:33 Mela Saît Ozdemîr hat berdan
19:11 Îstinafê cezayê ku li kiryarê destdirêjiyê Orhan hatibû birîn erê kir
18:46 Kesên li Şirnex,Wan û Erdexanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:59 SYKP: Em li dor Nobeta Edaletê bibin xelek
16:55 Şahidên ku di Doza Kobanê de axivî: Tenê yek çalakî jî derqanûnî nebû
16:33 HDP’ê ji bo kêmtirîn heqdest teklîf da Meclisê
16:33 Ji bo lêpirsîna Mîraç Mîroglu re biryara neşopandinê hat dayîn
16:21 ‘Bila tecrîda li ser girtîgehan demildest bi dawî bibe’
16:03 Ozturk: Aştiyeke birûmet bi Ocalan pêkan e
15:37 Rojnameger Gok: Dixwazin ji ber wêneyên Kurkut ceza bidin min
15:25 Ji bo Aksem serî li Meclisê da
15:04 Koma nîjadperest êriş kir polîsan xwendekarên kurd binçav kirin
15:01 Nobeda Edaletê ya li Stenbolê di hefteya duyemîn de ye
15:00 ‘Mirina Mûharrem Aksem çima nayê zelalkirin?’
14:36 Sebahat Tuncel: Pêbaweriya vê dadgehê nema ye
14:29 Bûldan: Di Newrozê de bi milyonan kesî çareseriyê nîşan da
14:16 Ji ber xelata ku da Jin TV'yê doz li Odeya Avahîsazan hat vekirin
14:02 Dayika Sîbel Balaç: Keça min 25 kîlo dane
13:43 Salek û 6 meh ceza dan nivîskar Yavuz Ekîncî
13:40 Doza parêzerên ku qeyûman protesto kiribûn hat paşxistin
13:36 Bijîjkê ku dest dirêjî nexweşa xwe kir hat girtin
13:33 Îfadeya ji bo îlana windabûnê hatiye dayîn li Doza Kobanê zêde kirine
13:12 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:45 Ferît Şenyaşar: Xelk wê vê neheqiyê ji bîra neke
12:40 Danişîna rojnameger Canozer taloq bû
12:23 Arteşa tirk li herêma Biradostê gef li gundiyan xwar
12:10 Gunay: Newrozê tifaq nîşan da divê tifaqa netewî pêk were
11:37 Doza derbarê kuştina Hantaş de hat taloqkirin
11:26 Bernameya Yenîsahneyê ya meha nîsanê eşkere bû
11:23 Li Stewrê 6 kes hatin binçavkirin
11:22 Malbata Ocalan li benda mêvanên 4'ê Nîsanê ye
10:53 Ji Alî Dogan Gonultaş albûmek: Gêxî
10:51 DBP: Xwedî derketina Qazî Mihemed bi xebatên yekitiya neteweyî pêkan e