Malbata Turkoglu yê 26 sal berê hat windakirin: Em dest jê bernadin

  • rojane
  • 13:50 2 Nîsan 2022
  • |
img
STENBOL - Malbata Talat Turkoglu yê 26 sal berê hat windakirin aqûbeta kurê xwe pirsî û wiha got: “Çend sal derbas bibin bila bibin, em ê her tim edaletê bixwazin. Ji bo kujer bên darizandin em ê têbikoşin. Em destûr nadin ku rûmeta mirovahiyê tune bibe.” 
 
Dayikên Şemiyê û xizmên windayan bi armanca kesên ku di bin çavan de hatin windakirin bipirsin û faîl bên cezakirin, her hefte çalakiyên şemiyê li dar dixin,di hefteya 888’an de çalakiya xwe berdewam kirin. Dayikên Şemiyê vê hefteyê aqûbeta Talat Turkoglu yê di 1’ê Nîsana 1996’an de dema ji Edîrneyê dihat Stenbolê hat windakirin û carek din agahî jê nehat girtin pirsîn. 
 
Malbatê diyar kir ku Turkoglu jibo malbatê bibîne ji Edîrneyê ket rêya Stenbolê û careke din agahî jê nehat girtin. Malbatê anî ziman ku hemû serlêdanê malbatê yên rayedarên bê encam mane û wiha got: “26 salin em li Talat digerin. Talat bi destê dewletê hat windakirin.” 
 
‘EM TERK NAKIN’
 
Malbatê anî ziman ku ew ê heta dawî lêgerîna xwe berdewam bikin û wiha got: “Em tu carî wan terk nakin. Ev sûcê mirovahiyê nayê jibîrkirin. Talat Turkoglu ji ber nasnameya siyasî hat binçavkirin û windakirin.Ji bo em daxwazên xwe yên demokratik bînin ziman em li Qada 
Galatasarayê kom dibûn. Lê ev qad li me hatiye qedexekirin. Mafê me yê çalakiyê hatiye binpêkirin. Ji bo windayên me yên ji salên 1996’an heta niha hatine windakirin bên dîtin û kujer bên darizandin em ê her tim li adan dengê xwe bînin ziman.”  
 
Malbatê destnîşan kir ku bi hinceta dem boriye ser dosyayan tên girtin û wiha anî ziman: “Heta niha dosyayên ku bi encam bûne û kujer hatine darizandin tune ye.Di hefteya 888’an de em çalakiya xwe li dar dixin. Wekî malbata Turkoglu ji bo em mafê jiyanê biparêzin em li windayên xwe digerînin. Em ji bo hemû windayên xwe edaletê dixwazin. Çend sal derbas bibin bila bibin em ê her tim lêgerîna edaletê berdewam bikin. Ji bo kujer bên darizandin em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.Emê destûr nedin ku rûmeta mirovan tune bibe.” 
 
Parêzera malbatê Gulizar Tuncer jî anî ziman ku di salên 90’î de li herêmê mirov dihatin windakirin û înfazên bê daraz dihatin kirin û wiha g ot “Turkoglu beriya ku bê windakirin gelek caran hat binçavkirin. Hat girtin. Turkoglu bi taybet kirin hedef û winda kirin.” 
 
DMME’YÊ TIRKIYE MAHKUM KIR
 
Tuncer, anî ziman ku ji ber kujer nehatin darizandin lêgerîna xwe li derve berdewam kirin û wiha got: “Ji ber ku me ji hiqûqa Tirkiyeyê encam negirt, me serî li DMME’yê da. DMME’yê Tirkiye mahkum kir. Hiqûqa Tirkiyeyê bi hinceta dem boriye ser dosyayê girt. Eger dewlet erka xwe pêk bîne divê kujeran ronî bike û ceza bike. Dewletê dikarîbû ev erka xwe pêk anîbûya. Lê dewletê wekî yên din ser van dosyayan jî girt û dem di ser dosyayan re derbas kir. 
 
Vê hefteyê Rêvebera Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Zeynep Yildiz daxuyanî da. Yildiz, anî ziman ku li Tirkiyeyê astengiya herî mezin a li pêş têkoşîna  bêcezakirinê mijara demboriyê ye û wiha got: “Di hiqûqa Navneteweyî de kesên ku di bin çavan de tên windakirin wekî sûcê mirovahiyê tê nasîn. Divê dem di ser sûcê mirovahiyê re derbas nebe. Lê li Tirkiyeyê ev yek ne wisa ye. Em ji bo Talat Turkoglu û windayên din edaletê dixwazin. 
 
Turkoglu 45 salî bû. 4 caran hat binçavkirin. Gelek caran hat girtin. Di 29’ê Adara 1996’an de ji bo malbata xwe ziyaret bike ji Edîrneyê çû Stenbolê.Heta malê polîsan ew şopand. Di 1’ê Nîsana 1996’an de dema vegeriya mala xwe ya Stenbolê hat windakirin.” 
 
Yildiz, anî ziman ku di sala 1997’an de endamê JÎTEM’ê Kasim Açik îtîraf kir ku Talat Turkoglu li nêzî Edîrneyê li Çadirkentê ji aliyê yekîneya polîs, leşker û îtîrafkaran ve hatiye binçavkirin. Açik, anîbû ziman ku Talat Turkoglu bi îşkenceyê qetil kirine û avêtine Çemê Merîçê. “
 

Sernavên din

15/08/2022
12:16 Siyasetmedarê kurd Candemîr li girtîgehê jiyana xwe ji dest da
12:06 Platforma Ked û Demokrasiyê îro bi malbata Şenyaşar re nobetê digire
11:45 Li Bedlîsê alavekî leşkeriyê teqiya: Ciwanek bi giranî birîndar bû
11:30 Berxwedana dayik û kurê wê didome: Em bibin dengê girtiyan
11:26 Girtîgehê heqê ceyranê ji rojnamegerên girtî xwest
09:20 Ocalan: Sûriye dê çarenûsa AKP’ê diyar bike
09:03 Hejmara 5’an a Kovarê Destarê derçû
09:02 Temûr: Îdianame nîne, dosya di erebeya marketê de tên gerandin
09:02 Ji Aryen Komê projeya ‘Konserên Tamarayê’
09:00 ROJEVA 15'Ê TEBAXA 2022'YAN
14/08/2022
23:58 Destûr nedan ku Babayîgît ê di bin çavan de bi parêzerê xwe re hevdîtinê bike
21:03 Mîhrîcana Şano û Zarokan bi eleqeyeke mezin didome
20:56 Li Amed û Tekîrdagê tundiya zilaman
20:42 Kesên di bîranîna Alankûş de hatibûn binçavkirin hatin berdan
20:27 Di şahiyên gel de banga şikandina tecrîdê hate kirin
17:09 Qeymeqamê ku bi wesayîta fermî li zarokekê dabû weke Muşawirê Hiqûqê hate tayînkirin
16:51 Li Misrê di şewata li dêrê de 40 kesan jiyana xwe ji dest dan
16:33 Cerdevanê di şer de birîndar bûyî mir
15:51 Li Mêrdînê bang kirin: Bila girtiyên nexweş bên berdan
15:18 Aydenîz: Hemû cîhan deyndarê Rojava ye
15:15 Endamên NÇM’ê çûn serdana malbata Nûdem Durak
13:53 HSD: Sîxûrekî MÎT’ê hate kuştin û 2 jî hatin girtin
13:43 Li Mêrdînê 3 cenaze di morgê de tên sekinandin
13:42 Kizil ê ku digot ‘li pişt min dewlet heye’ û gefa kuştinê li Îpek dixwar hate girtin
13:17 Kesên di Nobeta Edaletê de hatibûn binçavkirin, hatin berdan
12:39 Girtiyê nexweş ku bo berdana wî 10 roj mabûn jiyana xwe ji dest da
12:35 Li Bab û Mareyê 6 leşker û endamên komên paramîlîter hatin kuştin
12:02 Ezmûna qeyûm sê caran da betalkirin lê dîsa jî venegerandin kar
11:44 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 524’an de ye
11:26 Li ser sînorê Kobanê liv û tevgera leşkerî: Li şûna leşkerên peyadar, çawişên pispor hatin bicihkirin!
11:12 Rêya astengdaran a Rêya Armûşê tije astengî ne
10:59 Ji bo Komkujiya Dîgorê muze hate avakirin
10:50 Li Amedê ‘qeyûmê nepen’ 4 mûçeyan werdigire
10:01 Li Silopiyayê çalakiyên şano û zarokan dest pê kirin
09:36 Gundê Gundikremo cara duyemîne tê hilweşandin!
09:05 Li pêş OPCW’yê çalaki: Biraziyên min bi çekên kîmyewî hatin kuştin
09:04 Rojnamevan Ermîş: Rûsya îstîxbaratê dide Tirkiyeyê ku bikare êriş bike
09:03 Gelê Wanê: Em êdî nikarin nan û avê jî bikirin
09:02 Komkujiya Dîgorê: Ne zîhniyet, faîl hatin guhertin
09:01 ‘Azadkirina Ayselê deynê stûyê me hemûyan e’
09:00 ROJEVA 14’Ê TEBAXA 2022’YAN
13/08/2022
19:33 Cenazeyê Guneş piştî 64 rojan hate dîtin
19:18 Sancar: Divê yekitiyeke berfireh ku planên şer vala derxîne ava bikin
18:32 Hevserokê MED-DER’ê Ronî: Ziman mifteya azadiyê ye
16:57 Hat xwestin ku Ergîn Aktaş ê du destên wî tune ne bê berdan
16:40 Sancar serdana Antakyayê kir
16:34 Li Til Temirê 2 şervanên suryan jiyana xwe ji dest dan
15:27 Li Sêrtê şahiya gel: Berxwedana kurdan dê îktidara AKP-MHP’ê hilweşîne
15:00 Ji bo girtiyê nexweş Ayik banga berdana lezgîn hat kirin
14:07 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Şakar pirsîn
13:29 Sancar li Samandagiyê bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin
13:06 Di bîranîna Ûlaş Alankûş de gelek kes hatin binçavkirin
12:59 Li Kirmanşahê kolberek hat kuştin
12:16 Li aqûbeta Kartay, Er û Ceylan hat pirsîn
11:47 Li Santrala Akkuyu cînayeta kar: Abdî Adiguzel mir
11:26 Di hefteyekê de li Efrînê 11 kes hatine revandin
11:06 Li gelek bajaran serdegirtinên malan: Gelek kes hatin binçavkirin
11:06 'Li cihê ku edalet lê nebe, ew der tarî ye'
10:53 Festîvala Xweza û Baweriyê: Bila însan biz iman û baweriy xwe bijîn
10:39 Li Çiyayê Tendurekê operasyon û şer diqewime
10:13 4 meh in DEDAŞ’ê wan di tariyê de hiştiye!
09:48 Li Herêma Kurdistanê leşkerek serpel hat kuştin
09:46 Li sê bajaran destûra lêgerîna petrolê hat dayîn
09:33 Li gundê Hesena birîna daran berdewam dike
09:03 Şev û roj dixebite: Di navbera kirîna derman û erzaq de tercîhê dike
09:03 ‘Aysel ji ber ku siyasetmedareke jin a kurd e nayê berdan’
09:03 Midûrê ku digot ‘Ez Esat Oktay im’ careke din şandin Girtîgeha Tekîrdagê
09:02 ‘Şaredarên AKP’yî ku hatine cezakirin ji aliyê Soylû ve tên parastin’
09:02 Kameraya qereqolê kêliya têqîna ku H.E. giran birîndar bûbû ‘nekişandiye’!
09:00 ROJEVA 13'Ê TEBAXA 2022'YAN
12/08/2022
21:53 Midurê girtîgehê bi şandeya ji bo çalakiya greva birçîbûnê hatiye avakirin re hevdîtin nekir
21:37 Sancar: Em dixwazin aştiyeke rast û birûmet were welat
19:49 AYM’ê derbarê Tûglûkê de biryara tedbîrê da
19:16 Îlker a ji bo kurê xwe yê nexweş di çalakiyê de: Hûn sûc dikin
18:52 Dayîka Rêzan Cavîd: Serê wî qasî daristanên Qendîlê bilind e
17:09 Li Mêrdînê şerê bi çekan: Cerdevanê ku tê îdiakirin bi zorê fihûşê dide kirin birîndar bû
16:39 10 karker û rojnameger Kuray hatin binçavkirin
16:08 Li Girtîgeha Amedê ya Jinan korona belav dibe
15:55 20 kesên di serdegirtina ESP'ê de hatibûn binçavkirin, hatin berdan
15:45 Bertek nîşanî revandina cenazeyê Alankuş dan: Em ê gilî bikin
15:02 Çalakiya rûniştinê ya li pêşiya Girtîgeha Denîzliyê di roja 2’yan de didome
14:54 Hevseroka HDP’a Şirnexê hat berdan
14:29 Rapora Çavdêriyê: Ji bo peşkê li Nobeda Edaletê bixin zextan dikin
13:49 NY: Di êrişa Îsraîlê de 19 zarokên filistînî hatin kuştin
13:49 Wezareta Karê Derve derbarê Sûriyeyê de daxûyanî da
13:45 Encumenên HDP’yî giliyê şaredarê AKP’yî, dozger û polîsan kirin
13:38 Qeyûmê Şaredariya Êlihê 11 parselên erd da ber firotinê
13:33 OHD: Di binçavan de li nexweşxaneyê îşkence li miwekîlên me hatiye kirin
13:12 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:06 Girtiyê nexweş Polat: Ji ber ku ez kurd im gefan li min dixwin
12:57 Ferît Şenyaşar: Dema edalet pêk hat dê kesên qedexe li ber me danîn hesabê bidin
12:52 Baroya Mêrdînê dest bi lêkolîna bûyera tecawizê ya li Dêrikê kir
11:12 Bi daxuyaniya Çavuşoglû re herêm tevlihev bû
10:36 Kartal: Divê bi şerê gel ê şoreşger bersiva êrişan bê dayîn
10:02 Dozgerê bêyî ku ji ber mirina Atmaca îfadeya karmendan bigire derket betlaneyê
09:44 Cihê wezîfeya 329 qeymeqam û 11 midûrên polîsan hat guhertin
09:04 Deriyê sînor ku AKP 11 sal in propagandaya wê dike hêj nehatiye vekirin
09:04 Rapora Nobeda Edaletê ya 522 rojan: Divê Meclis wezîfeya xwe pêk bîne
09:03 Tedawiya rojnamevan Ayik ê ji sedî 76 astengdar e, tê astengkirin
09:03 Hevdîtina dayik û law: Ewqas zeîf bibû ku min nikaribû maç bikim