‘Faîlên demboriyê dozger in, divê bên darizandin’

  • rojane
  • 10:49 8 Nîsan 2022
  • |
img
ENQERE - Parêzer Kazim Bayraktar diyar kir ku dozên ku têkildarî sûcên li dijî mirovahiyê hatin kirin wesfa sûc cuda tê nîşandan bi demboriyê re tê sepandin û got: “Dozger faîlên demobriyê ne. Divê ew bên darizandin.” 
 
Nemaze piştî darbeya 1980’yî li bajarên bakurê Kurdistanê qetlîamên komî pêk hatin û însan bi darê zorê hatin windakirin. Sûcên hov li hemberî mrovan hatin kirin. Faîl ango kujerên van qetlîma û kuştinan yek bi yek bi sepana demboriyê û biryarên beraetê bêceza tên hiştin. Li gorî encamên xebata Navenda Hafizayê heta niha dosyeya 344 kesan winda ye an jî nehatine bidestixistin. Li gorî agahiyên dawî yên sala 2020’an têkildarî lêpirsîna windakirina 218 kesan derengî hat xistin, lêpirsîna 24 kesan jî bi hêceta demboriyê hat bidawîkirin, ji bo 18 lêpirsînan jî biryara hewceyî bi lêpirsînê nîne hat dayîn û ji ber windakirina bi darê zorê ya 84 kesan bi giştî 15 doz hatin vekirin. 
 
JI DEMBORIYA DOZA APÊ MÛSA RE 5 MEH MAN 
 
Herî dawî doza qetilkirina 7 welatiyên sivîl ên di 24’ê mijara 1991’ê de li navçeya Pasûrê ya Amedê bi hêceta demboriyê di 1’ê nîsanê de doz hat girtin. Doza rewşenbîr û rojnamevanê kurd Mûsa Anter jî ku bi Doza Sereke ya JÎTEM’ê re hatiye girêdan li Dadgeha Enqereyê tê lidarxistin û tenê 5 meh maye ku bi demboriyê re rûbirû bimîne. 
 
Parêzer Kazim Bayraktar ê ji darbeya 12’ê Îlona 1980’yî ve parêzeriyê dike û nêzîkatiya hemû îktidaran a li hember van dozan û helwesta darazê nirxand. 
 
Bayraktar destnîşan kir ku demborî û bêceza hiştin bi hev ve girêdayî ye û helwesta cotstandî ya di darazê de bi bîr xist û got: “Her tişt guherî lê hêj daraza li vî welatî, polîtîkaya bêceza hiştinê û demborî nehatiye guhertin.” 
 
DARIZANDINÊN SIYASΠ
 
Bayraktar anî ziman ku li gel demboriyê darazên bi armanca bîrdozî û siyasî pêk tên ji aliyê îktidarê ve xerab tên bikaranîn û got: “Bi taybetî demborîn di darizandinên sûcên li dijî muxalîfan de nebaş tê bikaranîn. Faîl ango kujer bi taybetî mîlîtarîstên sivîl ango çeteyên sivîl ên girêdayî organîzeya îktidar, dewletê ne. Di dîroka Tirkiyeyê de me viya pirr dît û em hêj dibînin. Di salên 90’î de bi hezaran kes bi awayek bêdarizandin û hov hatin qetilkirin û windakirin. Bi taybetî qetlîam û kuştin û windakirinên wê çaxê bi demboriyê re rûbirû tên hiştin. Ser dosyeyan girtin. Pazdeh bîst salan hiştin û paşê ser dosyeyan girtin. Dewlet dixwaze xwe hilde paqijiyê.” 
 
‘FAÎL DOZGER IN’ 
 
Bayraktar diyar kir ku her çiqas dosyeyan bi demboriyê re rûbirû bihêlin jî lê ne pêkan e ku dîrokê derxin paqijiyê û ne di warê siyasî de ne jî di warê hiqûqî de mimkin e û hiqûq jî bi armanca siyasî ê binpêkirin. Bayraktar destnîşan kir ku yên ku hiqûqê binpê kirine bêceza hatine hiştin û got: “Yên ku van dosyeyan bi demboriyê re rûbirû dihêlin emniyet û dozgerî ne. Di heman demê de ev dozger û wezîfedarên cemaweriyê ku di van dosyeyan de wezîfe kirine, faîlên demboriyê ne. Bi zanebûn van dosyeyan betal dikin. Divê ew kes bên darizandin. Ji ber ku meqamên wan bidarizînin tune ne, ew jî rehet  tevdigerin û ser van dosyeyan digirin. Niha jî dixwazin xwe derxin paqijiyê. Çimkî sûcên hov li dijî mirovan hatin kirin. Ev demborîn di qanûn û hiqûqî de jî dij e. Çi dikin bila bikin ser van dosyeyan nayê girtin. Ji bo dosyeyên bi demboriyê re rûbirû mane, rêya Dadgeha Destûra Bingehîn û Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê ji bo wan vekirî ye.”
 
MA / Zemo Aggoz 
 

Sernavên din

11/04/2022
13:51 Serokê Baroya Şirnexê: Ewlehiya canê kesî ji me tune ye
13:42 ‘Bila ev dar bibe wesîleya azadiya birêz Ocalan’
13:17 Li herêma Bestayê zextê li gundiyan dikin ku daran bibirin
12:49 PZK'ê serdana ajansa me kir
12:42 Ferît Şenyaşar: Bila daxwaza me ya edaletê bi cih were
12:35 Uveyş Ocalan li ser gora xwe hate bibîranîn
12:29 Ji 26 rêxistinan daxuyaniya hevpar: Divê Newala Qesaba bibe qada hafizeya civakî
10:59 Ajokarên 17 TIR'an li Zaxo di hesarê de man!
10:25 Nivîskar Yaray: Dewlet bi astengkirina ziman dixwaze kurdan tune bike
10:25 Polîsan bi ser avahiya HDP’ê ya Cizîrê de girt
10:01 Li Şaredariya Cizîrê talan e: Parka Çarkendalê ji bo 25 salan hate bexşkirin
09:44 Dolmîşa penaberan qeza kir: 4 kes mirin 25 kes birîndar bûn
09:08 Şaredariya AKP’yî ji bo xwarin û diyariyan 792 hezar lîre xerc kiriye
09:07 Wezareta Navxweyî ji qetilkirina Pîtek 'berpirsiyar' hat dîtin
09:02 Sûr pêşkeşî komele û cemaetan hate kirin
09:02 Guldexwînan Qerejdax xemiland
09:02 Ji ber ku malzemeyên tibî nînin li nexweşxaneyê emeliyat nayên kirin
09:00 ROJEVA 11'Ê NÎSANA 2022'YAN
10/04/2022
22:59 Li Girtîgeha Panosê çalakiya greva birçîbûnê hate destpêkirin
22:38 Polîsê ku li parêzer xist parastina ‘psîkolojiya min nebaş bû’ kir
21:31 25’emîn xelatên Metîn Goktepe hatin dayîn
20:02 Ji ber koronayê 32 kesan jiyana xwe ji dest da
18:09 Karabaş ê hatibû îşkencekirin careke din hate binçavkirin
16:33 Bi boneya rojbûna Ocalan a 73’yemîn şitil hatin danîn
16:05 Polîsek bi qestî wesayîta xwe li parêzer qeliband
15:51 Di Nobeta Edaletê de bertek nîşanî tecrîdê hate dayîn
15:50 Meclîsa Jinan a HDP’ê çû serdana jinên axa xwe diparêzin
15:35 Keşeyê sûryanî Eksen li gundê xwe hat veşartin
15:27 Sancar: Em ê îktidarê biqewirînin û vê pergalê jî biguherînin
12:58 Qurbaniyên Qetlîama Enqereyê hatin bibîranîn
12:34 Li Fransayê hilbijartina serokkomariyê pêk tê
11:54 Hunermend Yûnis Das: Albûma min bila bo pêşketina ziman bibe gavek
11:20 Malbata Şenyaşar: Zilma mezin edaleta derengmayî ye
11:13 Ji malbata Barzanî bo şêwirmendê wekîla Îngilîz 400 hezar sterlîn
09:25 ‘Êdî em nikarin tirşikê jî çêkin'
09:11 'Tûfana serîhildiriyê' Uveyş Ocalan
09:09 Endamên BTS'ê dê biçin Enqereyê û mulaqatê protesto bikin
09:07 Gava behsa îşkenceyê kir telefon hat qutkirin
09:06 'Neberdana Tûglûk îşkence ye'
09:04 'Qanûna hilbijartinê xetere ye ji bo ewlehiya sindoqan'
09:00 ROJEVA 10'Ê NÎSANA 2022'YAN
09/04/2022
18:51 'Bila kedkarên hatine îxrackirin cardin vegerin ser karê xwe'
16:48 Li Helebê li dijî ambargoya Şamê meşa girseyî
16:39 ÎHD: Di nava 5 salan de 255 girtiyan jiyana xwe ji dest dan
16:25 Ji bo girtiya nexweş Semîre Dîrekçî banga berdanê kirin
16:21 Ji nexweşxaneyê birin girtîgehê: Berdana wî tê astengkirin
15:58 DAIŞ'ê êrişî leşkerên Iraqê kir û 2 leşker kuştin
15:57 Nameyên 'bertîlê' yên parlamenterên AKP'ê derketin holê
15:57 Parêzerên Doza Kobanê: Vê dozê weke amûrê tolhildanê bi kar tînin
15:25 Turkdogan: Li Tirkiyeyê herkes edaletê dixwaze
14:43 Jinên HDP’î çûn serdana Ergun ku hevjînê wê hewl da bikuje
14:27 Artêşa Tirkiyeyê û komên girêdayî wê li Efrînê 3 sivîl revandin
14:26 Aqûbeta Yedîgol ku beriya 41 salan winda bûbû pirsîn
13:57 AYM’ê girtina Leyla Guven derhiqûqî dît
13:47 Hevserokê ÎHD Turkdogan: Divê Pirsgirêka Kurd bi rêya diyalogê çareser bibe
13:45 Helbestvan Emîralî Yagan rehmet kir
13:37 Li Stewrê du malbat bi hev ketin: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
13:23 Rapirsîna nîsanê: Dengê AKP'ê daketine ji sedî 28,9'an
13:06 Sancar: Demokrasiya herêmî bingeha Tifaqa Demokrasiyê ye
11:48 DAIŞ’ê li Mexmûrê 2 şivan revandin
11:36 Nivîskar Nezîr Çakan ji doza Kobanê tehliye bû
11:35 Malbata Şenyaşar: Yên ku vê zilmê jinedîtî ve tên dê winda bikin
10:23 Destê girtiyan kelemçe kirin û li wan dan
10:15 Yolerî: Tecrîd, sepaneke îşkenceyê ye
09:52 Li Girtîgeha Amedê hişyariya 'qedexeya' strana kurdî
09:51 Dê teqawid ber bi Enqereyê ve bimeşin: Xizanî tercîha desthilatdariyê ye
09:15 Halê sûrên dîrokî yên ku tên restorekirin!
09:15 Bang li PDK'ê kirin: Dev ji vê şaşiyê berdin
09:14 Qeyûmê Şaredariya Mezin a Amedê guh neda biryarên dadgehê
09:14 Giliyê îşkenceya li Timoqê hat kirin: Ez dikarim kesekî teşxîs bikim
09:06 Li Girtîgeha Rihayê cihêkariya 'e-Goruş'ê
09:00 ROJEVA 9'Ê NÎSANA 2022'YAN
08/04/2022
21:56 Li Kerboranê mirinek bi guman
21:45 Parlementerên çûn cem Tûglûkê: Nexweşîna wê girantir bûye
20:10 ÎHD bû mêvanê Sifreya Edaletê ya malbata Şenyaşarê
19:14 Li Wanê zabiteyan êriş bir ser welatiyan
19:01 Ber bi Îdlîbê ve sewqîyata eskerî
16:29 Nobeda Edaletê ya Wanê di roja 112’emîn de ye
15:49 Di Doza Qontaxê de dadgehê cezayê li polîs hatiye birin kêm dît
15:26 Doza Kobanê: Heke hûn Destûra Bingehîn nas nakin tişta we girê dide çî ye?
15:15 Mehmet Sevînç bi dirûşman hate definkirin
15:01 Ayla Akat Ata bi şewba koronayê ket
14:08 Cerdevan li Zap, Avaşîn û Metînayê xwezayê talan dikin
13:52 Melayê mizgeftê cenazeyê Mehmet Sevînç neşûşt
13:40 Bernameya 1’ê Gulanê aşkera bû: Em hemû kesî vedixwînin qadan
13:03 Rojnameger Hîkmet Tunç îfade da
12:59 Bi hêceta ‘tevli dersên ehlaqê nebûye’ nayê berdan
12:46 Li Wanê erdhej çêbû
12:37 Nobeta Edaletê di roja 396'an de ye
12:37 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:26 ‘Ez dixwazim bêtirs bijîm’
12:15 Bûldan: Wê jin siberojên ronî ava bikin
11:44 Girtiyê nexweş rojnamevan Ayik nehat berdan
11:43 'Bi neberdana girtiyên nexweş re mekanîzmaya îdamê xistine meriyetê’
11:15 Sîbel Akdenîz hat berdan
11:11 Li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê binpêkirinên mafan zêde bûn
10:51 Parêzer Ballikaya: Divê TBB û Baroya Stenbolê ji bo Tugluk bi peywira xwe rabin
10:49 ‘Faîlên demboriyê dozger in, divê bên darizandin’
10:12 Aborînas Şahînoz: Ne wezîrên aboriyê lê divê polîtîka biguherin
10:11 ‘Kumpanya Med’ klasîkên berê û yên nûjen digihîne hev