25’emîn xelatên Metîn Goktepe hatin dayîn

  • rojane
  • 21:31 10 Nîsan 2022
  • |
img

STENBOL - 25'emîn Xelatên Rojnamegeriyê yên Metîn Goktepe ku li ser navê nûçegihanê Rojnameya Evrensêlê Metîn Goktepe yê hatiye qetilkirin tên dayîn, ji xwediyê wan re hatin dayîn. Li ser navê ajansa me Arjîn Dîlek Oncel di beşa “Nûçeyên Nivîskî” de xelat wergirt.

25'emîn Xelatên Rojnamegeriyê yên Metîn Goktepe ku ji aliyê Rojnameya Evrenselê ve ji sala 1998'an ve bi armanca jiyandina bîranînên rojnamegerên li ser karê xwe jiyana xwe ji dest dane û nûçegihanê Rojnameya Evrenselê Metîn Goktepe tê lidarxistin, bi merasîmekê ku li Navenda Çanda Akatlar a navçeya Beşîktaş a Stenbolê hat lidarxistin, ji xwediyên wan re hatin dayîn. Rojnamevanên ku xelat wergirtin, endamên jûrî, Seroka CHP’ê ya Bajêr Canan Kaftancioglû û dayika Metîn Goktepe Fadîme Goktepe beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîmê de ewilî sînevîzyona ku ji nûçe û dîmenên Metîn Goktepe kişandine pêk dihat hate pêşkeşkirin. Dûre piştî axaftina vekirinê wêneyê Metîn Goktepe ku wênesaz Mahmût Yildiz xêz kiribû, diyarî dayika Goktepe Fadîme Goktepe hate kirin.

NAYÊ JI BÎR KIRIN

Di merasîmê de ewilî di beşa rojnamevaniya herêmî de xelat hat dayîn. Omer Karakûş ê bi serenavê “Rayedaran qenal çêkir lê av ji bîr kir”di vê beşê de xelat girt, diyar kir ku heta ku hebin wê Goktepe ji bîr nekin.

Di beşa wêneyan de jî Hasan Dogan bi navê wêneyê “Berxwedana Mîgrosê” xelatê xwe girt. Ji ber Dogan derveyî bajêr bû nekarî tev li merasîmê bibe. Li ser navê Dogan, rojnamevan Mûrat Ûysal xelat girt. Dogan di peyama şand de xelatê xwe diyarî berxwedêrên Mîgrosê kir.

Di beşa nûçeyên bi dîmen ên xelata taybet a jurî de jî nûçegihana Arti TV’yê Meral Danyildiz bi nûçeya “Di medyaya dîjîtal de bazara ‘gurçikan’” xelat girt. Danyildiz, diyar kir ku hewl daye pirsgirêkên ku welatî ji ber qeyrana aboriyê dijîn derxîne holê û xelatê xwe diyarî kesên nikarin debara xwe bikin kir. Di beşa nûçeyên bi dîmen de jî nûçegihanê Gazete Dûvarê Serkan Alan bi nûçeya xwe ya serenavê “Cîhan Andîç: Bila aştî were Tirkiyeyê” wergirt. Alan ê xelat girt diyar kir ku di rêya Metîn Goktepe de diçin û bi lêv kir ku wê vê meşa xwe bidomînin. Alan, xelata xwe diyarî aştiyê û kesên ji bo aştiyê têdikoşin kir.

KESÊN BI MAŞÎNEYÊN ZIRXÎ HATINE QETILKIRIN

Nûçegîhana Jinnewsê Şehrîban Aslan jî bi nûçeya xwe ya bi navê “Wezaretê ji malbata welatiyê ku bi maşîneya zirxî hatibû kuştin tazmînatê xwest” xelata Nûçeyên Nivîskî ya Taybet a Jûriyê girt. Aslan, bi lêv kir ku ji bo xelat girtiye gelek keyfxweş e û wiha got: “Li bajarên kurdan komkujiyên wesayîtên zirxî gelek çêdibin. Şûna ku faîlan darizînin dozê li malbatan vedikin. Ji malbata Fîkrî Demîrbaş re dozeke tazmînatê ya 250 hezar Euro hate vekirin. Faîlê Efe beraet kir. Ez vê xelatê diyarî Fîkrî Demîrbaş, Efe Tektekîn û kesên din ên hatine qetilkirin dikim.”

NÛÇEGIHANA AJANSA ME ONCEL JÎ XELAT GIRT

Nûçegîhana ajansa me Arjîn Dîlek Oncel jî bi nûçeya xwe ya bi navê “Çîroka penaberî û zarokatiyê: Amara Dwla” xelata xwe girt. Dayika Goktepe Fadîme Goktepe xelata Oncel daye. Oncel, diyar kir ku xelat li ser navê hevalên xwe yên tevî zextan jî rastiyan digihînin civakê digire. Oncel, da zanîn ku  xelata xwe diyarî zarokên ku li bajarên herêmê hatine qetilkirin kir û wiha got: “Ez ji vir hevalên xwe silav dikim. Ev nûçe me gelek diêşînin. Zarok bi maşîneyên zirxî an jî dema di cihên xwe de radizin tên qetilkirin.”

Merasîma xelat bi birîna pasteyê ya Fadîme Goktepe û rojnamevanan bi dawî bû.

Sernavên din

13/04/2022
17:36 Bertek nîşanî midurê Girtîgeha Panosê dan: Diyar e ku li vir tiştek tê veşartin
17:22 Li ser cenazeyê Yilmaz ku li girtîgehê hatibû kuştin şopên îşkenceyê
17:07 Ji Narlidereyê çûn serdana Nobeta Edaletê: Em bi malbatan re ne
16:56 Li xebatkarê çapemeniya HDP’ê Dag 10 sal cezayê hefsê birîn
16:37 Nobeta li Cizîrê mezintir dibe: Em ê berxwedana rewa xurtir bikin
16:33 Derbarê Pîroglû ku polîsan xistibû erdî lêpirsîn hate destpêkirin
16:20 Tundiya polîsan bir rojeva Meclîsê
16:20 Ji Newala Qesaban bertek: Hûn nikarin hafizeya dîrokî tune bikin
15:58 ‘Em dixwazin edalet pêk were’
15:52 Aqûbeta efrîniyê li Kayseriyê hatibû binçavkirin nayê zanîn
15:45 Şandeya HDP, OHD û ÎHD’ê çû serdana girtîgehan
15:40 Li Stenbolê 1’ê Gulanê wê li Maltepeyê were pîrozkirin
15:38 TTB: Polîtîkaya xelet a desthilatdariyê a kir ku di pandemiyê de bêhtir kes bimirin
15:38 Li ber ATK'ê bang kirin ku cenaze ji girtîgehan dernekevin
15:05 Li Amedê starta 1'ê Gulanê hat dayîn
14:39 'Di êrişa parêzer de divê lêpirsîneke bibandor bê destpêkirin'
14:24 Li Dêrsimê bertek nîşanî tundiya polîsan dan
13:52 Li Rihayê destdirêjî li pitikekê hate kirin
13:51 Li dijî binçavkirinan nerazîbûn: Gelê kurd dê bi ser bikeve û AKP jî têk biçe
13:24 ÎSÎG: Di 3 mehan de 347 karker jiyana xwe ji dest dane
13:16 Walîtiya Dêrsimê îşkenceya polîsan parast
13:11 Doza girtinê li Komeleya Platforma Em ê Pêşî li Cînayetên Jinan Bigirin vekirin
13:02 Li Rezanê înşeata mizgeftekê hilweşiya: 6 karker birîndar bûn
12:57 Xelkê Cizîrê: Ew çiqas êriş bikin em ê ewqas mezin bibin
12:19 Şaredariya AKP’ê serokên komîsyonê ku digotin ‘Diz heye’ ji peywirê girt
11:55 Malbata Şenyaşar: Kesên ku bi dayikê rondik dibarînin gelo misilman in?
11:51 Malbata girtiyê li Sîlîvriyê jiyana xwe ji dest da: Bi îşkenceyê hate qetilkirin
11:51 Bi heman qanûnê biryara binçavkirina 91 HDP’iyan dan û malê DAIŞ’iyan lê vegerandin
11:41 Qeyda deng ku îşkenceya li Silîvriyê vedibêje radestî dozgeriyê kir
11:21 Îmîr: Wê gelê Botanê serê xwe netewîne
10:52 Ji Sifreya Edaletê bang kirin: Em ê edaletê pêk bînin
10:38 Li Qersê bihostek berf bariya
10:38 Daxwaznameyên girtiyan ên giliyan nayên qebûlkirin
10:33 Doza Muharrem Taş: Di bûyerê de Wezareta Tenduristiyê ji sedî 80 biqisûr e
09:39 Derbarê welatiyê astengdar ku zabitayan lêdabû de lêpirsîn hat destpêkirin
09:16 Ûca: Tifaqa Rojava û Şengalê ji dîwaran pir mezintir e
09:15 Amedî: Ên nijadperestiyê dikin bila nebêjin em misilman in
09:14 'Yê wan bi milyonan dolar heye yê me jî xwezaya me heye'
09:14 Bi 3 zaravayên kurdî sepana 'Qurana Kurdî'
09:13 Li Amedê sifreyeke Remezanê û rastiya krîza li welat
09:13 Karadag: Naxwazin şîna malbatan bi dawî bibe
09:00 ROJEVA 13'Ê NÎSANA 2022'YAN
12/04/2022
20:40 Platforma Ked û Demokrasiyê bû mêvanê 'Sifra Edaletê' ya malbata Şenyaşar
20:25 Li Wanê 3 kes hatin girtin
20:17 Gardiyanan cilêt û benik danîne cem girtiyên ku xwekuştin li wan hatiye ferzkirin!
19:43 Ji kesên hatin binçavkirin navê 34 kesan eşkere bû
17:10 Buldan: Operasyona dawî li ser navê DAIŞ’ê hate kirin
16:29 Doza parêzeran ji bo amadekirina mutalayê hat taloqkirin
16:14 Li ber Girtîgeha Kiriklarê gazî kirin: Bila tecrîd bê rakirin
16:04 Parlamenteran êrişa li dijî HDP’ê ji Fûat Oktay pirsîn
16:03 Li Girtîgeha Panosê amadekariya êrişê dikin!
15:45 Cenazeyê Yilmaz ê li Sîlîvriyê jiyana xwe ji dest da hate definkirin
15:17 Malbatên girtiyan bertek nîşanî mirinên li Girtîgeha Sîlîvriyê dan
15:01 Welatiyê ku ji sedî 80 felc e ji bo piştevaniyê çû serdana HDP’ê
14:34 'Jinên ku hatin binçavkirin û girtin bi lêgerîna tazî re rûbirû mane'
14:20 Qeyda dengê girtiyê di venihêrîna awarte de: Gardiyan dibêjin xwe bi daliqînin
14:19 Li Girtîgeha Sîlîvriyê ‘îşkenceya komî’: Nebin şirîkên sûc
14:07 Dede: Binçavkirinên îro êrişa li dijî pûçkirina delîlên Doza Kobanê ye
13:27 Li Îdirê cenazeyê du kesan hat dîtin
13:26 Li Cizîrê deriyên malan hatin şikandin, li jineke 50 salî dan
13:20 Di roja 400’emîn a Nobeta Edaletê ji bo îfadeyê bang li Emîne Şenyaşar kirin
13:14 Cenazeyê girtiyê ku jiyana xwe ji dest da, nîşanî malbata wî nedan
13:07 Derbarê 91 kesî de biryara binçavkirinê: Dozger û şahidê nepen heman in
12:26 Ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya li Hewlêrê banga hestiyariyê hat kirin
12:25 Hikûmeta Iraqê êdî dê nefta Herêma Kurdistanê kontrol bike
11:43 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li dozgeriyê dan
11:22 HDP bi Partiya Çep a Almanyayê re civiya
11:15 Ji bo cezayê dîsîplînê ku dabûn Yuksekdagê serî li AYM’ê dan
11:08 Li Girtîgeha Sîlîvriyê îşkence: 6 girtiyan hewl dan xwe bikujin
10:36 Xelkê Cizîrê li ber deriyê HDP’ê nobetê digire: Em ê li ber xwe bidin
10:35 Walîtiyê xwest bi ‘Koliya Remezanê’ ser îşkenceyê bigire!
10:27 Êrişî rojnamevan Ergun Poyraz kirin
10:12 Hinceta berdana polîsê Eser qetilkirî: Peywîrdarê cemaweriyê ye
10:03 ‘Di her hilbijartinê de propagandaya nexweşxaneya nehatiye çêkirin dikin’
10:00 Dê ji bo cezayên disîplînê yên li Ocalan hatine birîn serî li AYM'ê bidin
09:54 Li Geliyê Şêx Cûma operasyona leşkerî
09:47 Li Silîvriyê di encama îşkenceyê de 2 girtiyan jiyana xwe ji dest da
09:43 Di çarçoveya ‘Lêpirsîna Kobanê’ de derbarê 91 kesî de biryara binçavkirinê
09:00 4 sal in kurê xwe nabîne: Malbat jî bi sirgûnkirina girtiyan tên cezakirin
09:00 Kela Çemdînê bûye axur
09:00 Koçerên berê xwe didin zozanan: Wisa biçe dê sewalvanî nemîne
09:00 Şêlandina şaredariya AKP'î li e-maîlê aliqî
09:00 Welat bi welat, bajar bi bajar li kurê xwe digere
09:00 Dayikên Aştiyê: Em taştê bin ew ê jî firavîn bin
09:00 ROJEVA 12'Ê NÎSANA 2022'YAN
11/04/2022
20:02 Bûldan bû mêvana 'Sifreya Edaletê' ya malbata Şenyaşar
17:17 Ciwanê li Çewligê polîsan lê da: Çima îşareta ulkucuyan nakî?
17:04 Rewşa girtiyê nexweş Topçu di rojeva Meclisê de ye
16:32 Oluç: Hûn nikarin vîna xelkê Cizîrê têk bibin
16:17 Nobeta Edaletê ya li Wanê: Hiqûq li gorî mirovan nayê guhertin
16:03 'Gelo şûştina cenaze qedexe ye?'
15:46 Bertek nîşanî qeyûm û wekîlê AKP’î dan: Dixwazin nelirêtiyên xwe veşêrin
15:42 Tedawiya parêzerê ku polîsekî lê dabû didome
15:32 Dayika Pinar Gultekîn ji ser hişê xwe çû
15:12 Li Rihayê avê nadin cotkaran
14:44 Êrişa li dijî avahiya HDP’a Cizîrê hate şermezarkirin
14:39 Jinan ji bo girtiyên nexweş bang kirin
14:38 Hevserokê SES'a Amedê Guldîken: Angaştan ronî bikin
14:35 Guven: Di tu axaftina min de sûc nîne
14:30 'Gelo DAIŞ’iyê ku jina êzdî revandî li Enqereyê bi rehetî digere?’