Li Girtîgeha Sîlîvriyê ‘îşkenceya komî’: Nebin şirîkên sûc

  • rojane
  • 14:19 12 Nîsan 2022
  • |
img
STENBOL - Li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 5 a Sîlîvriyê 2 girtiyan jiyana xwe ji dest dan. Malbatên girtiyan diyar kir ku li girtîgehê îşkenceya komî tê kirin û wiha bang kirin: “Nebin şirîkên sûc.” 
 
Li Girtîgeha Tîpa L a Hejmar 5 a Sîlîvriyê 60 gardiyanan bi ser qawîşa girtiyên edlî de girtin û zext û îşkence li girtiyan kirin. Li ser vê yekê 6 girtiyan bi hev re xwestin xwe bikujin. Ji van girtiyan Ferhan Yilmaz û girtiyekî ku navê wî nehat zanîn jiyana xwe ji dest dan. Têkildarî mijarê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê li avahiya xwe daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de pankarta “Banga me ji bo Wezareta Edaletê ye! Li Girtîgeha Tîpa L a Hejmar 5 a Sîlîvriyê çi diqewime bo me bibêjin!” hatibû vekirin. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Zuleyha Gulum jî di daxuyaniyê de amade bû. 
 
GIRTIYEK DI BEŞA VENIHÊRÎNA AWARTE DE YE 
 
Endamê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Mehmet Acettîn diyar kir ku binpêkirinên li girtîgehan êdî ketine asteke wisa ku dibin sedema mirina girtiyan û wiha domand: “Ji ber van binpêkirinan me gelek caran serlêdan kirin û rapor amade kirin. Girtiyê bi navê Hasan Kasan ku tê îdiakirin rastî îşkence û nêzikatiya xerab hatiye, niha di beşa venihêrîna awarte de ye. Ferhan Yilmaz û kesekî navê wî nehatiye zanîn jî jiyana xwe ji dest dan. Hewldana veşartina tiştên li Girtîgeha Hejmar 5 a Sîlîvriyê diqewimin, şirîkatiya sûc e. Banga me ji bo Wezareta Edaletê ew e ku ji bo parastina mafên girtiyan tevdîrên pêwîst bigirin û rastiya li wir qewimî bi raya giştî re parve bikin.” 
 
CENAZE NÎŞAN NEDAN
 
Bi domdarî Acettîn anî ziman ku Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan tiştên qewimîn înkar kiriye û wiha pê de çû: “Lê girtiyekî li ser telefonê her tişt ji malbata xwe re got û cenazeyê Ferhan Yilmaz jî bêyî ku nîşanî malbata wî bidin hate amadekirin û şandin. Ev jî nîşan dide ku li wir tiştên girîng qewimîne. Li ser telefonê girtiyan ev agahî dan; ‘Di 6’ê nîsanê de em bi rojî bûn û xebatkarên hejmartinê bêyî ku sedemek hebe şimaqek li hevalekî me xist, heqaret lê kirin. Hevalê me nexweş bû û ji ber vê sepanê jî krîz derbas kir. Derxistin baxçe, li wir îşkence kirin, heqaret lê kirin û piştre dîsa anîn qawîşê. Vêcarê bi hinceta lêgerînê em tevek derxistin baxçeyî, li me xistin, rihên me jê kirin, piştre em xistin odeya bisunger, bi botan pê li serê me kirin û bênavber îşkence kirin.’” 
 
GARDIYANAN BENÊ XWEKUŞTINÊ DA
 
Di berdewamê de Acettîn diyar kir ku girtiyan li ser telefonê ji malbatên xwe re gotine ku neçarî xwekuştinê hatine kirin û wiha pê de çû: “Bi domdarî girtî wiha dibêjin; ‘Me bi tu awayî destê xwe nêzî karmendan nekir lê di derheqê me de girtekên nerast amade kirin û xwestin me weke sûcdaran nîşan bidin. Dema em dibirin nexweşxaneyê jî gefa îşkenceyê li me kirin ku em nebêjin derb li me hatiye kirin. Dema em derxistin baxçeyê girtîgehê, gardiyanan benê xwekuştinê avête pêşiya me û got vaye ben xwe pê bikujin. Dema min hewl da xwe bixeniqînim, qaşo weke ku min xelas dikin tevgeriyan. Ji ber vê zilmê jî me biryara xwekuştinê da.’” 
 
‘SÛCDARAN CEZA BIKIN’
 
Acettîn da zanîn ku Coşkun Agca, Abdulmenav Çetîn, T. Okçu, O. Hacioglu, H. Masal û girtiyê bi navê Alî neçarî xwekuştinê hatine kirin û ev agahî dan: “Banga me li Wezareta Edaletê ew e ku ji ewil pêşî li vê zilma li girtiyan tê kirin bigirin. Divê ev bûyer baş bê zelalkirin, rayedarên girtîgehê û rêveberiya girtîgehê ku ev bûyer paşguhkirine ji peywirê bên girtin û derheqê bûyerê de lêpirsîna sizayî û îdarî bê vekirin. Ji bo zelalkirina bûyerê hewceye şandeyeke sivîlan bi girtiyan re hevdîtinê bike û hûn jî rastiya heyî bi raya giştî re parve bikin.” 
 
‘XETERE LI SER JIYANA ME HEYE’ 
 
Piştre jî dayika Abdulmenav Çetîn a bi navê Avniye Çetîn axivî û ev agahî dan: “Kurê min roja înê li min geriya û got ku xetereya mirinê li ser jiyana wan heye. Ji wê rojê heta niha 5 roj derbas bûn û ez tu agahiyan jê nagirim. Min li dozgeriyê gilî kir lê tiştek neguherî. Ji bo dîtina kurê xwe çûm girtîgehê lê nehêlan ez bikevim hundir û gardiyan li min qêriyan. Ez çûm cem polîsan lê wan jî tiştek nekir. Duh çûm girtîgehê û min giliyê wan kir.” 
 
POZÊ GIRTIYEKÎ ŞIKEST
 
Dayika Coşkun Agca, Fatma Agca jî da zanîn ku kurê wê di rojê înê de li wê geriyaye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Got ku xetere li ser jiyana wan heye. Ji wê rojê ve tu agahiyan jê nagirim. Min serî li her derekê da lê tu agahî nedan. Gelo cendirme û dewlet çima xwedî li me dernakeve. Erdogan çima dengê xwe nake. Pozê zarokê min şikandin. Zarokên me tazî kirine û xistine odeyeke tarî. Li wir îşkence lê kirin. Bila stûyê wan kesên deng didin vanan bişikê.” 
 
MIRINÊN KOMÎ ÇÊDIBIN
 
Di daxuyaniyê de parlamenter Gulum jî axivî û ev tişt destnîşan kir: “Mirinên li girtîgehan her ku diçe zêdetir dibin. Garîbe Gezer û Vedat Erkmen çendek ji van mînakan in. Li girtîgehan şert û mercên giran hene û hemû mafên girtiyan tên binpêkirin. Girtî bi komî dimirin û tên îşkencekirin. Êdî hatiye astekî wisa ku gardiyanan benê xwekuştinê diavêjin ber girtiyan. Berpirsyarê mirinên li girtîgehan, Wezareta Edaletê û midûriyeta girtîgehê ye. Xuyaye ku êdî sînor nehatine hiştin û divê ev rewş bi dawî bibe. Derheqê îşkence û binpêkirinan de lêpirsîn nayên vekirin û ev jî cisaretê dide cendirme û gardiyanan.
 

Sernavên din

13/04/2022
17:36 Bertek nîşanî midurê Girtîgeha Panosê dan: Diyar e ku li vir tiştek tê veşartin
17:22 Li ser cenazeyê Yilmaz ku li girtîgehê hatibû kuştin şopên îşkenceyê
17:07 Ji Narlidereyê çûn serdana Nobeta Edaletê: Em bi malbatan re ne
16:56 Li xebatkarê çapemeniya HDP’ê Dag 10 sal cezayê hefsê birîn
16:37 Nobeta li Cizîrê mezintir dibe: Em ê berxwedana rewa xurtir bikin
16:33 Derbarê Pîroglû ku polîsan xistibû erdî lêpirsîn hate destpêkirin
16:20 Tundiya polîsan bir rojeva Meclîsê
16:20 Ji Newala Qesaban bertek: Hûn nikarin hafizeya dîrokî tune bikin
15:58 ‘Em dixwazin edalet pêk were’
15:52 Aqûbeta efrîniyê li Kayseriyê hatibû binçavkirin nayê zanîn
15:45 Şandeya HDP, OHD û ÎHD’ê çû serdana girtîgehan
15:40 Li Stenbolê 1’ê Gulanê wê li Maltepeyê were pîrozkirin
15:38 TTB: Polîtîkaya xelet a desthilatdariyê a kir ku di pandemiyê de bêhtir kes bimirin
15:38 Li ber ATK'ê bang kirin ku cenaze ji girtîgehan dernekevin
15:05 Li Amedê starta 1'ê Gulanê hat dayîn
14:39 'Di êrişa parêzer de divê lêpirsîneke bibandor bê destpêkirin'
14:24 Li Dêrsimê bertek nîşanî tundiya polîsan dan
13:52 Li Rihayê destdirêjî li pitikekê hate kirin
13:51 Li dijî binçavkirinan nerazîbûn: Gelê kurd dê bi ser bikeve û AKP jî têk biçe
13:24 ÎSÎG: Di 3 mehan de 347 karker jiyana xwe ji dest dane
13:16 Walîtiya Dêrsimê îşkenceya polîsan parast
13:11 Doza girtinê li Komeleya Platforma Em ê Pêşî li Cînayetên Jinan Bigirin vekirin
13:02 Li Rezanê înşeata mizgeftekê hilweşiya: 6 karker birîndar bûn
12:57 Xelkê Cizîrê: Ew çiqas êriş bikin em ê ewqas mezin bibin
12:19 Şaredariya AKP’ê serokên komîsyonê ku digotin ‘Diz heye’ ji peywirê girt
11:55 Malbata Şenyaşar: Kesên ku bi dayikê rondik dibarînin gelo misilman in?
11:51 Malbata girtiyê li Sîlîvriyê jiyana xwe ji dest da: Bi îşkenceyê hate qetilkirin
11:51 Bi heman qanûnê biryara binçavkirina 91 HDP’iyan dan û malê DAIŞ’iyan lê vegerandin
11:41 Qeyda deng ku îşkenceya li Silîvriyê vedibêje radestî dozgeriyê kir
11:21 Îmîr: Wê gelê Botanê serê xwe netewîne
10:52 Ji Sifreya Edaletê bang kirin: Em ê edaletê pêk bînin
10:38 Li Qersê bihostek berf bariya
10:38 Daxwaznameyên girtiyan ên giliyan nayên qebûlkirin
10:33 Doza Muharrem Taş: Di bûyerê de Wezareta Tenduristiyê ji sedî 80 biqisûr e
09:39 Derbarê welatiyê astengdar ku zabitayan lêdabû de lêpirsîn hat destpêkirin
09:16 Ûca: Tifaqa Rojava û Şengalê ji dîwaran pir mezintir e
09:15 Amedî: Ên nijadperestiyê dikin bila nebêjin em misilman in
09:14 'Yê wan bi milyonan dolar heye yê me jî xwezaya me heye'
09:14 Bi 3 zaravayên kurdî sepana 'Qurana Kurdî'
09:13 Li Amedê sifreyeke Remezanê û rastiya krîza li welat
09:13 Karadag: Naxwazin şîna malbatan bi dawî bibe
09:00 ROJEVA 13'Ê NÎSANA 2022'YAN
12/04/2022
20:40 Platforma Ked û Demokrasiyê bû mêvanê 'Sifra Edaletê' ya malbata Şenyaşar
20:25 Li Wanê 3 kes hatin girtin
20:17 Gardiyanan cilêt û benik danîne cem girtiyên ku xwekuştin li wan hatiye ferzkirin!
19:43 Ji kesên hatin binçavkirin navê 34 kesan eşkere bû
17:10 Buldan: Operasyona dawî li ser navê DAIŞ’ê hate kirin
16:29 Doza parêzeran ji bo amadekirina mutalayê hat taloqkirin
16:14 Li ber Girtîgeha Kiriklarê gazî kirin: Bila tecrîd bê rakirin
16:04 Parlamenteran êrişa li dijî HDP’ê ji Fûat Oktay pirsîn
16:03 Li Girtîgeha Panosê amadekariya êrişê dikin!
15:45 Cenazeyê Yilmaz ê li Sîlîvriyê jiyana xwe ji dest da hate definkirin
15:17 Malbatên girtiyan bertek nîşanî mirinên li Girtîgeha Sîlîvriyê dan
15:01 Welatiyê ku ji sedî 80 felc e ji bo piştevaniyê çû serdana HDP’ê
14:34 'Jinên ku hatin binçavkirin û girtin bi lêgerîna tazî re rûbirû mane'
14:20 Qeyda dengê girtiyê di venihêrîna awarte de: Gardiyan dibêjin xwe bi daliqînin
14:19 Li Girtîgeha Sîlîvriyê ‘îşkenceya komî’: Nebin şirîkên sûc
14:07 Dede: Binçavkirinên îro êrişa li dijî pûçkirina delîlên Doza Kobanê ye
13:27 Li Îdirê cenazeyê du kesan hat dîtin
13:26 Li Cizîrê deriyên malan hatin şikandin, li jineke 50 salî dan
13:20 Di roja 400’emîn a Nobeta Edaletê ji bo îfadeyê bang li Emîne Şenyaşar kirin
13:14 Cenazeyê girtiyê ku jiyana xwe ji dest da, nîşanî malbata wî nedan
13:07 Derbarê 91 kesî de biryara binçavkirinê: Dozger û şahidê nepen heman in
12:26 Ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya li Hewlêrê banga hestiyariyê hat kirin
12:25 Hikûmeta Iraqê êdî dê nefta Herêma Kurdistanê kontrol bike
11:43 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li dozgeriyê dan
11:22 HDP bi Partiya Çep a Almanyayê re civiya
11:15 Ji bo cezayê dîsîplînê ku dabûn Yuksekdagê serî li AYM’ê dan
11:08 Li Girtîgeha Sîlîvriyê îşkence: 6 girtiyan hewl dan xwe bikujin
10:36 Xelkê Cizîrê li ber deriyê HDP’ê nobetê digire: Em ê li ber xwe bidin
10:35 Walîtiyê xwest bi ‘Koliya Remezanê’ ser îşkenceyê bigire!
10:27 Êrişî rojnamevan Ergun Poyraz kirin
10:12 Hinceta berdana polîsê Eser qetilkirî: Peywîrdarê cemaweriyê ye
10:03 ‘Di her hilbijartinê de propagandaya nexweşxaneya nehatiye çêkirin dikin’
10:00 Dê ji bo cezayên disîplînê yên li Ocalan hatine birîn serî li AYM'ê bidin
09:54 Li Geliyê Şêx Cûma operasyona leşkerî
09:47 Li Silîvriyê di encama îşkenceyê de 2 girtiyan jiyana xwe ji dest da
09:43 Di çarçoveya ‘Lêpirsîna Kobanê’ de derbarê 91 kesî de biryara binçavkirinê
09:00 4 sal in kurê xwe nabîne: Malbat jî bi sirgûnkirina girtiyan tên cezakirin
09:00 Kela Çemdînê bûye axur
09:00 Koçerên berê xwe didin zozanan: Wisa biçe dê sewalvanî nemîne
09:00 Şêlandina şaredariya AKP'î li e-maîlê aliqî
09:00 Welat bi welat, bajar bi bajar li kurê xwe digere
09:00 Dayikên Aştiyê: Em taştê bin ew ê jî firavîn bin
09:00 ROJEVA 12'Ê NÎSANA 2022'YAN
11/04/2022
20:02 Bûldan bû mêvana 'Sifreya Edaletê' ya malbata Şenyaşar
17:17 Ciwanê li Çewligê polîsan lê da: Çima îşareta ulkucuyan nakî?
17:04 Rewşa girtiyê nexweş Topçu di rojeva Meclisê de ye
16:32 Oluç: Hûn nikarin vîna xelkê Cizîrê têk bibin
16:17 Nobeta Edaletê ya li Wanê: Hiqûq li gorî mirovan nayê guhertin
16:03 'Gelo şûştina cenaze qedexe ye?'
15:46 Bertek nîşanî qeyûm û wekîlê AKP’î dan: Dixwazin nelirêtiyên xwe veşêrin
15:42 Tedawiya parêzerê ku polîsekî lê dabû didome
15:32 Dayika Pinar Gultekîn ji ser hişê xwe çû
15:12 Li Rihayê avê nadin cotkaran
14:44 Êrişa li dijî avahiya HDP’a Cizîrê hate şermezarkirin
14:39 Jinan ji bo girtiyên nexweş bang kirin
14:38 Hevserokê SES'a Amedê Guldîken: Angaştan ronî bikin
14:35 Guven: Di tu axaftina min de sûc nîne
14:30 'Gelo DAIŞ’iyê ku jina êzdî revandî li Enqereyê bi rehetî digere?’