Li dijî binçavkirinan nerazîbûn: Gelê kurd dê bi ser bikeve û AKP jî têk biçe

  • rojane
  • 13:51 13 Nîsan 2022
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN – Zext û pêla binçavkirinê yên li ser HDP’ê lig elek navendan bi daxuyaniyan hat protestokirin. Hevserokên bajaran ên HDP’ê gotin: “Gelê kurd, HDP’ê serî netewand û wê tu demê netewîne. Wê kurd û gelên din bi ser bikevin û AKP têk biçe” 

Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên bajaran li gelek navendan biryara binçavkirina 91 kesên ku di çarçoveya “Lêpirsîna Kobanê” de duh hat derxistin û gelek ji wan hatine binçavkirin û her wiha zextên polîsan ên li ser avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Cizîrê şermezar kirin. 
 
AMED 
 
Di çarçoveya "Lêpirsîna Kobanê" ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqerê ve hatibû destpêkirin de biryara binçavkirina 91 siyasetmedaran hatibûn dayîn. Li ser vê duh polisan li 13 bajaran bi ser malan de girtibû û bi giştî 46 kesan binçav kiribûn. Rêxistina Partiya Demoktatîk a Gelan (HDP) a Bajar a Amedê, tekîldarî operasyonê li ber Biryardariya Mafên Mîrovan a li parqa Koşûyolû ya navçeya Rezan a Amedê daxuyanî da. Endam û rêvebêrên Rêxistinên Partiya Heremên Demokratîk (DBP) a Amedê, hevserokên HDP'a Amedê, parlementerên HDP'ê Îmam Taşçier, Dersîm Dag tev li daxuyanî bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Em li vir in em HDP ê diparêzin, kes nikare îradeya me bişikîne” hat vekirin. 
 
Di daxuyaniyê de destpêkê Hevserokê HDP’a Amedê Zeyyad Ceylan axivî û diyar kir ku ji sala 2015'an ve li dijî partiya wan bi hezaran operasyona hatine lidarxistin û û ev tişt got: "Di van operasyonan de bi hezeran HDP’î hatin binçavkirin û di heman demê de bi hezaran HDP'î jî hatin girtin. Armanca desthilata AKP-MHP'ê ew e ku HDP’ê bêbandor bikin û nehelin siyaseta demokratîk bi pêş bikeve. Civak kuştina xwe û aştiyê naxwaze. Erişên desthilatê ne ji xortbûna wê ji qelsbûna wê ne. Çi dibe bila bibe AKP-MHP hatine ber asta qedandinê. Yên ku winda dike ew in û ya ku qezenç dike jî siyaseta HDP û sazî û dezgahên civaka demokratîk in.”
 
Piştî axaftina Zeyyad Ceylan, Parlementer Dersim Dag jî axivî û "Lêpirsîna Kobanê" weke "kompas" pênase kir û wiha got: "Desthilat bi 'Lêpirsina Kobanê' dixwaze destkeftiyên gelê kurd tune bike. Li Kobane DAIŞ'ê winda kir. Deshilata AKP'ê vê qabul nake û ji ber vê yekê bi ser gelê kurd te tê û dixwaze tola DAIŞ'ê ji kurdan bigire. AKP-MHP bi van operasyonan dixwazin tekoşîna kurdan îllegalîze bikin. Lê çawa ku DAIŞ winda kir wê AKP-MHP jî winda bikin."
 
MÊRDÎN
 
Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Mêrdînê li ber avahiya xwe daxuyanî da û binçavkirinên pêk hatin û zextên li ser avahiya HDP’a Cîzîrê şermezar kir. Gelek endam û rêveberên HDP’ê beşdarî daxuyaniyê bûn û pankarta “Em HDP ê Diparêzin” vekirin. 
 
Hevseroka HDP’a Mêrdînê Perîhan Agaoglu diyar kir ku armanca êrişên AKP’ê û MHP’ê ew e ku HDP siyasetê neke û got: “HDP rêya sêyemîn e. HDP fikr û ramanek e. HDP azadî ye. HDP hêviya gelan e. Hûn nikarin îradeya gel asteng bikin û em faşîzma desthilatdariyê şermezar dikin, Em hebûn, em hene û em ê her hebin.” 
 
Hevserokê HDP’a Mêrdînê Salih Kuday jî anî ziman ku wê gelê kurd li ber van zextan jî serî netewîne û ew ê têkoşîna wan bi ser bikeve. 
 
RIHA
 
Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Rihayê jî li ber avahiya xwe daxuyanî da û zextan şermezar kir. Parlamenterên HDP’ê yên Rihayê Ayşe Surucu, Omer Ocalan û gelek kes tevli daxuyaniyê bûn. 
 
Hevserokê HDP’a Rihayê Ziya Çalişkan anî ziman ku ji bo îktidara AKP-MHP’ê têkoşîna HDP’ê di çavê gelê kurd de bide reşkirin, van zextan pêk tîne û dê ev zext bi ser nekevin. 
 
Parlamenter Omer Ocalan jî destnîşan kir ku wan gelek zext û tirsan ji ser xwe avêtine û got: “Wê ev zîhniyeta çetekar têk here û em ê bi ser bikevin. Em meşru ne û divê ji îradeya gel re hurmet bê nîşandan.” 
 
MÊRSÎN 
 
Rêxistina HDP’ê ya Mêrsînê jî li Parka Zarokên Azad daxuyanî da û nûnerên partiyên siyasî, sendîka, komele û gelek kes tevli daxuyaniyê bûn û pankarta “Zext nikarim me bêzar bikin” vekirin. Hevseroka HDP’a Mêrsînê Bedriye Kuş da zanîn ku ew ê li dijî zextan li ber xwe bidin û wê HDP bi ser bikeve.
 
ÎSKENDERÛN
 
Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Îskenderûnê jî li avahiya xwe zextên li ser partiya xwe şeremezar kir. Hevserokê HDP’a Îskenderûnê Abdurrahîm Şahîn anî ziman ku ew ê li dijî her dozên dekûdolabê derkevin û têkoşîna xwe bidomînin. Şahîn xwest kesên hatine binçavkirin tavilê bên berdan. 
 
 

Sernavên din

16/04/2022
09:06 Bi ruhê 8'ê Adarê û Newrozê ber bi 1'ê Gulanê ve
09:05 Koç ê HDP'î: Girtîgeh û hiqûq bi Wezareta Karên Navxweyî ve hatine girêdan
09:05 Girtiyê bi tayê dikeve xistine hucreyê
09:04 Beştaş bertek nîşanî lêpirsîna Kobanê da: Di dosyayê de ‘sextekarî’ kirin
09:00 ROJEVA 16'Ê NÎSANA 2022'YAN
15/04/2022
23:03 Barzanî û Erdogan li hev civiyan
20:11 Partiya Saadetê bû mêvanê 'Sifreya Edaletê' ya malbata Şenyaşarê
19:12 Rojnamevan Esen ê di binçavan de bi parêzerê xwe re hevdîtin pêk anî
18:31 Nobeda Edaletê: Bila tahde û mirin bi dawî bibin
18:20 Mesrûr Barzanî dê hevdîtinê bi Erdogan re bike
18:11 Karabaş ê îşkence lê hatibû kirin hat girtin
17:01 Karabaş ê hatibû îşkencekirin cara 3’yemîn hate binçavkirin
16:54 OHD’ê panela ‘Kurd û qirkirin, Helebçe’ li dar xist
16:53 Şaxa ÎMO ya Amedê: Şaredariya Rezanê sûc dike
16:36 Dadgehê biryar da ku rewşa girtî ya Kavala bidome
16:23 Nobeta Edaletê: Em bibin dengê girtiyan
16:09 Leşker nahêlin koçer li Şirnexê pezê xwe ji tunelê derxînin
15:14 ‘Hewl didin rastiyên li Sîlîvriyê veşêrin”
15:02 Îşkence û mirinên li Girtîgeha Sîlîvriyê li pêş ATK’ê hatin şermezarkirin
14:24 Dema binçavkiriyên di lêpirsîna Kobanê de hate dirêjkirin
14:09 Tedawiya 2 zarokên ku birîndar bûbûn didome
14:09 Dê 1’ê Gulanê li Mêrsînê bê pîrozkirin
14:04 Dêrsim dê 1’ê Gulanê li Qada Seyîd Riza pîroz bike
14:01 HDP’ê teklîfa qanûnê da Meclisê: Bila kêmtirîn mûçeyê teqawidan bibe 5 hezar TL
13:43 Ferît Şenyaşar: Yên ku netêkoşin hem maf û hem jî rûmeta xwe winda dikin
13:43 Dadgehê qedexeya lîstika kurdî parast: Ji bo domdariya dewletê
13:28 Berdana polîsê tundî li parêzer kir hate şermezarkirin
13:27 Li Amedê 66 kes hatin binçavkirin
13:16 Dadgeha Bilind dozeke di nava doza girtina HDP’ê de xera kir
13:00 10 girtiyên ku li Sîlîvriyê hewl dabûn întîhar bikin sewqî 10 girtîgehên cuda hatin kirin
12:24 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:08 ‘Em ê berxwedana Botanê li seranserî Tirkiyeyê belav bikin’
11:59 Li Girtîgeha Kurkçulerê lêgerîna tazî hate ferzkirin
11:20 3 girtiyên piştî 30 salan hatin berdan bi kulîlkan hatin pêşwazîkirin
11:14 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islehiyeyê di roja 10’an de didome
11:08 ‘AKP winda dike, HDP bihêztir dibe’
11:03 Gardiyanên li Sîlîvriyê hêj jî li ser karê xwe ne!
10:19 Girtiyê 70 salî Harmanci nikare sexbêra xwe bike
10:18 Turkdogan: AKP’ê ji bo rêxistinên paralel qadên nû vekirin
09:13 Çerkezoglû: Em ê têkoşînê veguhêzînin 1'ê Gulanê
09:13 Esnafên Kuçeya Şeytên bê sîfteh dikanên xwe digirin
09:11 Bedêla projeyên rizandî yên qeyûm: 10 milyon û nîv TL
09:11 Li herêmê beranberiya 'mafê jiyanê': Mafê nekuştinê!
09:09 Xizmên girtiyan: Em ê dev ji daxwaza xwe ya edaletê bernedin
09:00 ROJEVA 15'Ê NÎSANA 2022'YAN
08:34 Li Amedê gelek kes hatin binçavkirin
07:22 Xwediyê Îmtiyazê yê Xwebûnê Esen hate binçavkirin
14/04/2022
19:23 Mazlûm Ebdî hevdîtin bi generalê nû yê Rojhilata Navîn ê DYA'yê re kir
18:17 Li Girtîgeha Amedê li dijî binpêkirinên mafan greva birçîbûnê
17:04 Hevserokê HDP’a Cizîrê Nart hate berdan
16:52 Kesê ku îstîsmara zayendî li zarokekî kirî hate girtin
16:47 Li Êlihê karkerekî jiyana xwe ji dest da
16:46 'Li girtîgehan sepanên 12’ê Îlonê hene’
16:46 DEVA'yê serdana malbata Şenyaşar kir: Edalet wiha tê kuştin
16:31 Li Girtîgeha Bafrayê lêgerîna nava dev ferz dikin
16:30 Nayê zanîn bê ka 4 girtiyên hatine sewqkirin bi ku de birine
16:12 OHD’ê ji ber îşkenceya li Sîlîvriyê gilî kir
16:00 Tevdîra kontrola edlî ya Akdag nehat rakirin
15:48 Îstînafê cezayê Ozgur Gundemê erê kir
15:48 Nobeta Edaletê ya Stenbolê: Em zarokên xwe dixwazin
15:40 Ev 150 roj in li edaletê digerin: Em ê dev jê bernedin
15:30 Danişîna doza Navenda Civakê ya Tarlabaşiyê hat dîtin
15:21 Şandeya HDP, OHD û ÎHD’ê: Girtiyên nexweş terkî mirinê kirine
15:15 Li Dîlokê 4 girtiyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir
14:46 Derbarê 3 rêveberên DÎAYDER’ê de doz hate vekirin
14:39 Sancar: Îktîdarê alîkarî da DAIŞ’ê û me jî da xelkê Kobanê
14:06 Wezareta Karên Navxweyî cihê gora Şêx Seîd aşkere nekir
13:33 Li Hezexê di encama teqîna cismekê de 2 zarok birîndar bûn
13:22 Zextên li ser HDP’ê hatin protestokirin
13:22 Danişîna doza ku li Erdogan hatibû vekirin hat dîtin
13:04 Li Agiriyê 5 kes hatin binçavkirin
13:01 Malbata Şenyaşar: Kesên vê bêhiqûqiyê dikin dê rojekê bên darizandin
12:38 SES’ê plana xwe ya çalakiyên biharê aşkere kir
12:34 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li dozgeriyê dan
12:31 Bersiv dan doza girtinê: Heta pêşî li cînayetên jinan tê girtin em ê têbikoşîn
11:39 Li Ozgun ku jina êzdî qetil kiribû 25 sal cezayê hefsê hate birîn
11:20 Kampanyaya 'Ji Xizaniyê re Na' wê bi rojeva 'girtîgehê' berdewam bike
11:19 20 kesên ku li dijî talankirina xwezayê li ber xwe dabûn hatin berdan
11:06 Ji qeyûmê Amedê fitara bi zorê !
11:03 Şaredariya Rihayê li şûna îhaleyê bi rêbaza “temîna rasterast’ dixebite
10:22 KCD: PDK zerarê dide yekitiya neteweyî
09:48 Ciwanên HDP’yî bal kişandin ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan
09:21 Rojnamevanên kurd: PDK, demildest divê dev ji vê helwesta xwe berde
09:10 Parêzer Aydin: Li girtîgehan mafên bingehîn tên binpêkirin
09:10 Li Rezanê krîza aborî: Em firingiyên eciqandî berhev dikin
09:10 Şaredariya Artûklûyê ji elektrîkvan eşyayên diyariyê, ji aşxaneyê asfalt stendiye!
09:09 Qeyûm gef xwaribûn: Kifş bû ku avahiya nexweşxaneyê qaçax e
09:08 Krîza aborî firotina ava sûse jî kêm kir
09:08 Cotkar û sewalkarên Bismilê: Sedema krîzê pirsgirêka kurd e
09:00 ROJEVA 14'Ê NÎSANA 2022'YAN
13/04/2022
23:52 Nobeda Cizîrê: Dê têkoşîna me bi ser bikeve
22:34 Cezayê darvekirinê yê li girtiyê kurd hatibû birîn hat pesendkirin
22:24 Rapora OHD'ê ya derbarê Girtîgeha Sîlîvriyê de: Gotine 'Em li ser navê dewletê hatine' û dest bi îşkenceyê kirine
21:35 Sendîkaya Perwerdehiya Neteweyî ya Îngilîstanê ji bo Ocalan azadî xwest
20:23 Li Afrîkaya Başûr lehî rabû: 253 kes mirin
20:17 Helbestvan Emîralî Yagan li Dersimê hat veşartin
20:11 Li ser sifreya fitarê ya HDP'ê fitirîn
19:59 Baroya Rihayê bû mêvanê 'Sifra Edaletê'
18:37 Dadgeha Bilind cezayê li Berdevka TJA'yê Gokkanê hatibû birîn xera kir
18:02 Beton rijandin ser Birca Derîyê Çîyê