Rojnamevanên kurd: PDK, demildest divê dev ji vê helwesta xwe berde

  • rojane
  • 09:21 14 Nîsan 2022
  • |
img

WAN - Rojnamevanan bal kişand ser daxuyaniyên têkildarî operasyona derveyî sînor ku tê gotin dê PDK tevî Tirkiyeyê daxilî nava van operasyonan bibe û xwestin, PDK demildest dev ji vê helwesta xwe berde. 

  Operasyona Tirkiyeyê ya li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêma Kurdistana Federe ji 23'yê Nîsana 2021'ê ve didome. Niha jî tê gotin ku di hevdîtinên di navbera Enqere û Hewlêrê de biryara operasyonek nû hatiye girtin. Her wiha nêzî mehek e jî esker ber bi sînor ve tên şandin. Rojnamevanên li her çar perçeyan armanca operasyonê û helwesta PDK'ê ji ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxandin. 
 
‘ROLEKE MEZIN DIKEVE SER MILÊ ÇAPEMENIYA KURD'
 
Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFD) Serdar Altan, destnîşan kir ku di warê çareserkirina meseleyên di navbera kurdan de roleke girîng dikeve ser milê çapemeniya kurd û ji bo yekîtiya neteweyî divê peywireke diyarker hilgire ser milê xwe. Altan got: "Ji bo çareserkirina meseleyên di navbera kurdan de ewilî pêdivî bi pêwendiyeke tekûz heye. Di vî warî de roleke girîng dikeve ser milê çapemeniya Kurdistanê û divê çapemenî peywira xw ebîne cî. Her wiha ji bo ku kurd jî xurt bibin divê bi yek bin. Tekane rêya bidestxistina statuyê yekîtiya neteweyî ye. Ji bo vê jî roleke girîng a çapemeniay Kurdistanê heye. Çapemenî dikare pêwendiyeke baş deyne di navbera hêzên kurd de." 
 
BERJEWENDIYÊN MALBATÎ
 
Altan, diyar kir ku PDK ji ber polîtîkayên xwe yên şaş ên di siyaseta derve de ji taybetmendiyên partiyeke kurdbûnê dûr ketiye û her wiha ne ji bo berjewendiyên gelê kurd, ji bo berjwendiyên xwe yên şexsî dixebite. Altan got: "Çapemenî divê vê yekêbaş bide der. Divê gelê kurd jî di vî warî de baş bê serwextkirin. Tişta girîng; divê ev nêzîkatiya dijminane ya PDK'ê bê mehkûmkirin. Divê çapemeniya her çar perçeyên Kurdistanê vê yekê baş bide der. Di sedsala 21'ê de şert e ku kurd bi yek bin. Li ber vê çi astengî hebin divê li ser wê bê sekinandin û bê çareserkirin." 
 
‘PDK HESABÊ TESFIYEKIRINA KURDAN DIKE'
 
Berîtan Behrem Xalid ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rojnamevaniyê dike, got: "Em baş dizanin hemû operasyonên derveyî sînor ên Tirkiyeyê bi destê PDK'ê tên çêkirin. Lê ev êriş dîsa jî bi ser neketine. Kurd û dostên kurdan vê helwesta PDK'ê dibînin. Dibêjin hêzeke kurdan û çawa wisa bike? PDK ji bo berjwendiyên xwe yên malbatî û şexsî tevkariyê bi Tirkiyeyê re dike. PDK, ji bo tunekirina gelê kurd bi dijminên kurdan re tevkariyê dike. Dibêje, 'ez partiyeke kurda me' lê tu carî ji bo berjwendiyên gelê kurd tevnegeriyaye. Ger PDK partiyeke kurdan be, çima bi Tirkiyeyê re tevkariyê dike?" 
 
ARMANCA SEREKE YA PDK'Ê'
 
Berhem Xalid bal kişand ser dîwarê ku bi piştgiriya PDK'ê di navbera Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de tê çêkirin û got, divê wateya van dîwar ji PDK'ê bê pirsîn. Xalid got: "PDK, dixwaze kurdan biqedîne. PDK, ev ne cara ewil e ku van tiştan dike. Gava hûn li dîrokê mêze bikin hûn ê pir baş bibînin. Her wiha armanca sereke ya PDK'ê tasfiyekirina tevgera azadiyê ya kurd e. Gelê kurd divê vê yekê baş bibîne." 
 
'TU REWATIYEKE PDK'Ê TUNE YE'
 
Omer Hujebrî ku li Rojhilatê rojnamevaniyê dike, destnîşan kir ku PDK zirarê dide destkeftiyên her çar perçeyên Kurdistanê û ji roja hatiye avakirina heya niha tim pişta xwe spartiye dewletên dagirker û hewl dide kesên ku doza têkoşîna azadiyê ya gelê kurd dikin jî tasfiye bike. Hijebrî, diyar kir ku piştî referandûma serbixwebûna ya sala 2017'an di nava kurdan de tu rewabûneke PDK'ê nemaye û got: "Di sala 2017'an de li Başûr hilbijartinek çêbû. Ji sedî 70-80'yê gel hilbijartinê boykot kirin. Tenê ji sedî 20 ray hatin dayîn. Lewma li bara raya cîhanê tu rewabûna partiyeke ji sedî 20 ray girtine tune ye. Ji ber hindê ne desthilat û rêvebiriyeke rewa ye. PDK, niha pêwendiyê bi dewleta Tirkiyeyê re datîne û li Iraqê jî hewl dide bi tevgera Sadr re hikûmetekê çêbike. PDK, tim xwe spartiye hêzekê û polîtîkaya xwe bi vî awayî çêdike. Tirkiyeya ku PDK piştgiriya wê dike li hemberî qadên Parastina Medyayê, li herêma Pirnaşah a Rojhilatê Kurdistanê û li gelek herêmên Rojavayê û Başûrê Kurdistanê tevgereke dagirkeriyê daye destpêkirin. Tekane hêza ku li ber vê tevgera dagirkeriyê radibe jî PKK ye. Siyasetmedarên li wir bi xwe gotibûn yekane hêza ku li hemberî êrişên DAIŞ'ê Başûrê Kurdistanê parast HPG ye. Lê niha PDK çi dike? Pêşengtiya rola ji bo tasfiyekirina PKK'ê dike." 
 
‘PIŞTGIRIYA TIRKIYEYÊ DIKE'
 
Azîz Koyluoglû ku li Herêma Kurdistana Federe rojnamevaniyê dike, destnîşan kir ku PDK ji sala 2021'ê heya niha ji bo qedandina PKK'ê şereke piralî û sîstematîk daye destpêkirin û gelê Başûrê Kurdistanê jî vê yekê qebûl nake. Koyluoglû, got: "PDK, bi şerekî piralî êrişî PKK'ê dike. Dixwaze hin herêman dagir bike û ji ber vê di navbera wê û PKK'ê de pevçûn rû didin. Tirkiye, dixwaze herêma Xelîfanê dagir bike û PDK jî eskeran dişîne vê herêmê. Tenê ne ev e, her wiha derbarê herêmê de agahiyên îstixbarî jî dide Tirkiyeyê. Tevkariya PDK'ê ya bi Tirkiyeyê re tenê bi Başûrê Kurdistanê re ne sînorkirî ye, Tirkiye dixwaze bi piştgiriya PDK'ê li Iraqê jî bibe hêzek. Gel ji ber vê helwesta PDK'ê nerihet e. Gel dixwaze PDK demildest dev ji vê ferasetê berde. Her wiha partiyên siyasî yên li Başûr jî bertek nîşanî vê helwestê didin. Êdî gel hew deyax dike. Gel di vê hilbijartinê de berteka xwe da der û PDK'ê ji sedî 50'yê rayan winda kir." 
 
MA / Hakan Yalçin 
 

Sernavên din

16/04/2022
09:06 Bi ruhê 8'ê Adarê û Newrozê ber bi 1'ê Gulanê ve
09:05 Koç ê HDP'î: Girtîgeh û hiqûq bi Wezareta Karên Navxweyî ve hatine girêdan
09:05 Girtiyê bi tayê dikeve xistine hucreyê
09:04 Beştaş bertek nîşanî lêpirsîna Kobanê da: Di dosyayê de ‘sextekarî’ kirin
09:00 ROJEVA 16'Ê NÎSANA 2022'YAN
15/04/2022
23:03 Barzanî û Erdogan li hev civiyan
20:11 Partiya Saadetê bû mêvanê 'Sifreya Edaletê' ya malbata Şenyaşarê
19:12 Rojnamevan Esen ê di binçavan de bi parêzerê xwe re hevdîtin pêk anî
18:31 Nobeda Edaletê: Bila tahde û mirin bi dawî bibin
18:20 Mesrûr Barzanî dê hevdîtinê bi Erdogan re bike
18:11 Karabaş ê îşkence lê hatibû kirin hat girtin
17:01 Karabaş ê hatibû îşkencekirin cara 3’yemîn hate binçavkirin
16:54 OHD’ê panela ‘Kurd û qirkirin, Helebçe’ li dar xist
16:53 Şaxa ÎMO ya Amedê: Şaredariya Rezanê sûc dike
16:36 Dadgehê biryar da ku rewşa girtî ya Kavala bidome
16:23 Nobeta Edaletê: Em bibin dengê girtiyan
16:09 Leşker nahêlin koçer li Şirnexê pezê xwe ji tunelê derxînin
15:14 ‘Hewl didin rastiyên li Sîlîvriyê veşêrin”
15:02 Îşkence û mirinên li Girtîgeha Sîlîvriyê li pêş ATK’ê hatin şermezarkirin
14:24 Dema binçavkiriyên di lêpirsîna Kobanê de hate dirêjkirin
14:09 Tedawiya 2 zarokên ku birîndar bûbûn didome
14:09 Dê 1’ê Gulanê li Mêrsînê bê pîrozkirin
14:04 Dêrsim dê 1’ê Gulanê li Qada Seyîd Riza pîroz bike
14:01 HDP’ê teklîfa qanûnê da Meclisê: Bila kêmtirîn mûçeyê teqawidan bibe 5 hezar TL
13:43 Ferît Şenyaşar: Yên ku netêkoşin hem maf û hem jî rûmeta xwe winda dikin
13:43 Dadgehê qedexeya lîstika kurdî parast: Ji bo domdariya dewletê
13:28 Berdana polîsê tundî li parêzer kir hate şermezarkirin
13:27 Li Amedê 66 kes hatin binçavkirin
13:16 Dadgeha Bilind dozeke di nava doza girtina HDP’ê de xera kir
13:00 10 girtiyên ku li Sîlîvriyê hewl dabûn întîhar bikin sewqî 10 girtîgehên cuda hatin kirin
12:24 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:08 ‘Em ê berxwedana Botanê li seranserî Tirkiyeyê belav bikin’
11:59 Li Girtîgeha Kurkçulerê lêgerîna tazî hate ferzkirin
11:20 3 girtiyên piştî 30 salan hatin berdan bi kulîlkan hatin pêşwazîkirin
11:14 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islehiyeyê di roja 10’an de didome
11:08 ‘AKP winda dike, HDP bihêztir dibe’
11:03 Gardiyanên li Sîlîvriyê hêj jî li ser karê xwe ne!
10:19 Girtiyê 70 salî Harmanci nikare sexbêra xwe bike
10:18 Turkdogan: AKP’ê ji bo rêxistinên paralel qadên nû vekirin
09:13 Çerkezoglû: Em ê têkoşînê veguhêzînin 1'ê Gulanê
09:13 Esnafên Kuçeya Şeytên bê sîfteh dikanên xwe digirin
09:11 Bedêla projeyên rizandî yên qeyûm: 10 milyon û nîv TL
09:11 Li herêmê beranberiya 'mafê jiyanê': Mafê nekuştinê!
09:09 Xizmên girtiyan: Em ê dev ji daxwaza xwe ya edaletê bernedin
09:00 ROJEVA 15'Ê NÎSANA 2022'YAN
08:34 Li Amedê gelek kes hatin binçavkirin
07:22 Xwediyê Îmtiyazê yê Xwebûnê Esen hate binçavkirin
14/04/2022
19:23 Mazlûm Ebdî hevdîtin bi generalê nû yê Rojhilata Navîn ê DYA'yê re kir
18:17 Li Girtîgeha Amedê li dijî binpêkirinên mafan greva birçîbûnê
17:04 Hevserokê HDP’a Cizîrê Nart hate berdan
16:52 Kesê ku îstîsmara zayendî li zarokekî kirî hate girtin
16:47 Li Êlihê karkerekî jiyana xwe ji dest da
16:46 'Li girtîgehan sepanên 12’ê Îlonê hene’
16:46 DEVA'yê serdana malbata Şenyaşar kir: Edalet wiha tê kuştin
16:31 Li Girtîgeha Bafrayê lêgerîna nava dev ferz dikin
16:30 Nayê zanîn bê ka 4 girtiyên hatine sewqkirin bi ku de birine
16:12 OHD’ê ji ber îşkenceya li Sîlîvriyê gilî kir
16:00 Tevdîra kontrola edlî ya Akdag nehat rakirin
15:48 Îstînafê cezayê Ozgur Gundemê erê kir
15:48 Nobeta Edaletê ya Stenbolê: Em zarokên xwe dixwazin
15:40 Ev 150 roj in li edaletê digerin: Em ê dev jê bernedin
15:30 Danişîna doza Navenda Civakê ya Tarlabaşiyê hat dîtin
15:21 Şandeya HDP, OHD û ÎHD’ê: Girtiyên nexweş terkî mirinê kirine
15:15 Li Dîlokê 4 girtiyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir
14:46 Derbarê 3 rêveberên DÎAYDER’ê de doz hate vekirin
14:39 Sancar: Îktîdarê alîkarî da DAIŞ’ê û me jî da xelkê Kobanê
14:06 Wezareta Karên Navxweyî cihê gora Şêx Seîd aşkere nekir
13:33 Li Hezexê di encama teqîna cismekê de 2 zarok birîndar bûn
13:22 Zextên li ser HDP’ê hatin protestokirin
13:22 Danişîna doza ku li Erdogan hatibû vekirin hat dîtin
13:04 Li Agiriyê 5 kes hatin binçavkirin
13:01 Malbata Şenyaşar: Kesên vê bêhiqûqiyê dikin dê rojekê bên darizandin
12:38 SES’ê plana xwe ya çalakiyên biharê aşkere kir
12:34 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li dozgeriyê dan
12:31 Bersiv dan doza girtinê: Heta pêşî li cînayetên jinan tê girtin em ê têbikoşîn
11:39 Li Ozgun ku jina êzdî qetil kiribû 25 sal cezayê hefsê hate birîn
11:20 Kampanyaya 'Ji Xizaniyê re Na' wê bi rojeva 'girtîgehê' berdewam bike
11:19 20 kesên ku li dijî talankirina xwezayê li ber xwe dabûn hatin berdan
11:06 Ji qeyûmê Amedê fitara bi zorê !
11:03 Şaredariya Rihayê li şûna îhaleyê bi rêbaza “temîna rasterast’ dixebite
10:22 KCD: PDK zerarê dide yekitiya neteweyî
09:48 Ciwanên HDP’yî bal kişandin ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan
09:21 Rojnamevanên kurd: PDK, demildest divê dev ji vê helwesta xwe berde
09:10 Parêzer Aydin: Li girtîgehan mafên bingehîn tên binpêkirin
09:10 Li Rezanê krîza aborî: Em firingiyên eciqandî berhev dikin
09:10 Şaredariya Artûklûyê ji elektrîkvan eşyayên diyariyê, ji aşxaneyê asfalt stendiye!
09:09 Qeyûm gef xwaribûn: Kifş bû ku avahiya nexweşxaneyê qaçax e
09:08 Krîza aborî firotina ava sûse jî kêm kir
09:08 Cotkar û sewalkarên Bismilê: Sedema krîzê pirsgirêka kurd e
09:00 ROJEVA 14'Ê NÎSANA 2022'YAN
13/04/2022
23:52 Nobeda Cizîrê: Dê têkoşîna me bi ser bikeve
22:34 Cezayê darvekirinê yê li girtiyê kurd hatibû birîn hat pesendkirin
22:24 Rapora OHD'ê ya derbarê Girtîgeha Sîlîvriyê de: Gotine 'Em li ser navê dewletê hatine' û dest bi îşkenceyê kirine
21:35 Sendîkaya Perwerdehiya Neteweyî ya Îngilîstanê ji bo Ocalan azadî xwest
20:23 Li Afrîkaya Başûr lehî rabû: 253 kes mirin
20:17 Helbestvan Emîralî Yagan li Dersimê hat veşartin
20:11 Li ser sifreya fitarê ya HDP'ê fitirîn
19:59 Baroya Rihayê bû mêvanê 'Sifra Edaletê'
18:37 Dadgeha Bilind cezayê li Berdevka TJA'yê Gokkanê hatibû birîn xera kir
18:02 Beton rijandin ser Birca Derîyê Çîyê