Esnafên Kuçeya Şeytên bê sîfteh dikanên xwe digirin

  • rojane
  • 09:13 15 Nîsan 2022
  • |
img

RIHA - Li Kuçeya Şeytên ya Sêwregê esnaf bêyî sîfteh derabeyên xwe datînin. Ji esnafên kuçeyê Samet Çelîk got: "Em navê wî nabêjin, lê tekane sûcdarê aboriyê Ew e." 

Esnafên Kuçeya Şeytên a navçeya Sêwreg a Rihayê jî ji ber bihbûnê û enflasyonê nikare çerxa xwe bigerîne. Kuçeya ku berê ji mişteriyan xalî nedibû, niha esnafên wê kursiyên xwe datînin ber dikanên xwe û bi saetan li benda mişteriyan disekinin. Her wiha gelek esnaf jî bêyî sîftehê bikin êvarî derbayên dikanên xwe datînin û diçin malê. 
 
Mehmet Emîn Yazgi yê 42 salî ku cilan difiroşe, anî ziman ku di zarokatiya xwe de li cem bavê xwe dest bi kar kiriye. Yazgi, bertek nîşanî hejmara enflasyonê ya TÎK'ê da û got: "Enflasyon ne ji sedî 60 e, ji sedî 300 e. Min pantorek bi 37 TL'yan distend û bi 50 TL'yî difirot. Niha ez heman pantorî bi 110 TL'yan distînim. Kes nikare tiştekî bikire. Mişterî berê du pantor, gomlekek, tîşortek distend. Lê niha heman mişterî bi zorê pantorekî û tîşortekî distîne. Car heye dixwaze bikire, lê pereyê wî têr nake. Dibêje, 'ez ê paşê werim bistînim.' Ez li zora me diçe. Em ne ketine tera firotinê, em dixwazin mirov karibin bikirin. Dixwazin bikirin, pêdiviya wan pê heye, lê nikarin bikirin." 
 
‘ÇARESERÎ HILBERANDIN E'
 
Yazgi, diyar kir ku enflasyon bandor li mitbexê jî kiriye û got: "Par me bi 50 lîreyî her tişt dikirî. Hefteya borî me nikaribû bi 200 lîreyî lazimatiyên xw ebikire. Çareserî hilberandin e. Tu yê bi xwe lazimatiyên xwe peyda bikî, ne ku pêgirtiyê derve bî." 
 
‘ŞELWAREK BÛYE 500 TL'
 
Ji esnafên Kuçeya Şeytên Terzî Ahmet ku 44 sal in terziyê çarşiyê ye, got: "Aborî riziyaye. Esnaf birçî ne. Kar û bar tune ye. Mîtroya qumaş bûye 300-400 TL. Berê me şelwarek bi 150 TL'yî difirot, lê niha em heman şelwarî bi 500 TL'yî difiroşin. Her cara ku em ji bo qumaş diçin cem tomerîfiroş, dibêje 'biha bûye.' Tenê ne sektora me, sektorê din jî di heman halî de ne. Mazot serî berdaye çûye. Ma dê malbatek feqîr çawa goşt bikire, bûye 120 TL. Mirov êdî nikarin heqê av û ceryanê bidin." 
 
Terzî Ahmet, destnîşan kir ku êdî kes nikare tiştekî bikire û got: "Demildest divê çareyek bê dîtin. Ger mirov nikaribin nan bibin malê, dê di civakê de bi navê aramiyê tiştek çênebe." 
 
Samet Çelîk ê 23 salî ku 15 sal in di kirtasiyeya bavê xwe dixebite, destnîşan kir ku hejmara enflasyonê ya hatiye eşkerekirin ne rast e û got: "Aborî riziyaye çûye. Par kaxeze A4 ku me bi 20 TL'yî difirot, niha em bi 80 TL'yî difiroşin. Niha maliyeta dagirtina kîsikekî herî kêm bûye 300 TL. Mişterî nikarin tiştekî bikirin. Em jî di peydekirina beran de zehmetiyê dikişînin. Berê mişteriyan bi desteyan pênûs distendin, lê niha 2-3 heban distînin. Desteya pênûsan bi 12 TL'yan bû, lê niha bûye 40 TL." 
 
'SÛCDAR EW E'
 
Çelîk, destnîşan kir ku dahat û mesrefên kargehê li hev dernakevin û got: "Li dikanê 2 makîne dixebitin. Beriya sersalê fatûreya ceryanê 250 TL dihat. Lê meha borî fatûre 700 TL hat. Dahat kêm bûye. Divê em fiyetan biha bikin, lê ji ber ku kes nikare bikire hema bibêje em hin eşyayan bi zirarê difiroşin." 
 
Çelîk, bilêv kir ku li çarşî û bazarê enflasyon bi awayekî eşkere xwe dide der û got: "Ez û dêya xwe bi hev re diçin bazarê. Par bi 50 lîreyî ereboka me tije dibû, lê niha bi 200 TL'yî tije nabe. Li Rihayê jî îsot bûye 40 TL. Êdî em bi heman dikirin. Ji bo çareserkirina divê kesên ji aboriyê fêm dikin bên serî. Em navê wî nabêjin, lê niha tekane sûcdarê aboriyê Ew e. Aborî dê bi îstiqrareke siyasî baş bibe." 
 
MA / Emrûllah Acar

Sernavên din

16/04/2022
09:06 Bi ruhê 8'ê Adarê û Newrozê ber bi 1'ê Gulanê ve
09:05 Koç ê HDP'î: Girtîgeh û hiqûq bi Wezareta Karên Navxweyî ve hatine girêdan
09:05 Girtiyê bi tayê dikeve xistine hucreyê
09:04 Beştaş bertek nîşanî lêpirsîna Kobanê da: Di dosyayê de ‘sextekarî’ kirin
09:00 ROJEVA 16'Ê NÎSANA 2022'YAN
15/04/2022
23:03 Barzanî û Erdogan li hev civiyan
20:11 Partiya Saadetê bû mêvanê 'Sifreya Edaletê' ya malbata Şenyaşarê
19:12 Rojnamevan Esen ê di binçavan de bi parêzerê xwe re hevdîtin pêk anî
18:31 Nobeda Edaletê: Bila tahde û mirin bi dawî bibin
18:20 Mesrûr Barzanî dê hevdîtinê bi Erdogan re bike
18:11 Karabaş ê îşkence lê hatibû kirin hat girtin
17:01 Karabaş ê hatibû îşkencekirin cara 3’yemîn hate binçavkirin
16:54 OHD’ê panela ‘Kurd û qirkirin, Helebçe’ li dar xist
16:53 Şaxa ÎMO ya Amedê: Şaredariya Rezanê sûc dike
16:36 Dadgehê biryar da ku rewşa girtî ya Kavala bidome
16:23 Nobeta Edaletê: Em bibin dengê girtiyan
16:09 Leşker nahêlin koçer li Şirnexê pezê xwe ji tunelê derxînin
15:14 ‘Hewl didin rastiyên li Sîlîvriyê veşêrin”
15:02 Îşkence û mirinên li Girtîgeha Sîlîvriyê li pêş ATK’ê hatin şermezarkirin
14:24 Dema binçavkiriyên di lêpirsîna Kobanê de hate dirêjkirin
14:09 Tedawiya 2 zarokên ku birîndar bûbûn didome
14:09 Dê 1’ê Gulanê li Mêrsînê bê pîrozkirin
14:04 Dêrsim dê 1’ê Gulanê li Qada Seyîd Riza pîroz bike
14:01 HDP’ê teklîfa qanûnê da Meclisê: Bila kêmtirîn mûçeyê teqawidan bibe 5 hezar TL
13:43 Ferît Şenyaşar: Yên ku netêkoşin hem maf û hem jî rûmeta xwe winda dikin
13:43 Dadgehê qedexeya lîstika kurdî parast: Ji bo domdariya dewletê
13:28 Berdana polîsê tundî li parêzer kir hate şermezarkirin
13:27 Li Amedê 66 kes hatin binçavkirin
13:16 Dadgeha Bilind dozeke di nava doza girtina HDP’ê de xera kir
13:00 10 girtiyên ku li Sîlîvriyê hewl dabûn întîhar bikin sewqî 10 girtîgehên cuda hatin kirin
12:24 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:08 ‘Em ê berxwedana Botanê li seranserî Tirkiyeyê belav bikin’
11:59 Li Girtîgeha Kurkçulerê lêgerîna tazî hate ferzkirin
11:20 3 girtiyên piştî 30 salan hatin berdan bi kulîlkan hatin pêşwazîkirin
11:14 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islehiyeyê di roja 10’an de didome
11:08 ‘AKP winda dike, HDP bihêztir dibe’
11:03 Gardiyanên li Sîlîvriyê hêj jî li ser karê xwe ne!
10:19 Girtiyê 70 salî Harmanci nikare sexbêra xwe bike
10:18 Turkdogan: AKP’ê ji bo rêxistinên paralel qadên nû vekirin
09:13 Çerkezoglû: Em ê têkoşînê veguhêzînin 1'ê Gulanê
09:13 Esnafên Kuçeya Şeytên bê sîfteh dikanên xwe digirin
09:11 Bedêla projeyên rizandî yên qeyûm: 10 milyon û nîv TL
09:11 Li herêmê beranberiya 'mafê jiyanê': Mafê nekuştinê!
09:09 Xizmên girtiyan: Em ê dev ji daxwaza xwe ya edaletê bernedin
09:00 ROJEVA 15'Ê NÎSANA 2022'YAN
08:34 Li Amedê gelek kes hatin binçavkirin
07:22 Xwediyê Îmtiyazê yê Xwebûnê Esen hate binçavkirin
14/04/2022
19:23 Mazlûm Ebdî hevdîtin bi generalê nû yê Rojhilata Navîn ê DYA'yê re kir
18:17 Li Girtîgeha Amedê li dijî binpêkirinên mafan greva birçîbûnê
17:04 Hevserokê HDP’a Cizîrê Nart hate berdan
16:52 Kesê ku îstîsmara zayendî li zarokekî kirî hate girtin
16:47 Li Êlihê karkerekî jiyana xwe ji dest da
16:46 'Li girtîgehan sepanên 12’ê Îlonê hene’
16:46 DEVA'yê serdana malbata Şenyaşar kir: Edalet wiha tê kuştin
16:31 Li Girtîgeha Bafrayê lêgerîna nava dev ferz dikin
16:30 Nayê zanîn bê ka 4 girtiyên hatine sewqkirin bi ku de birine
16:12 OHD’ê ji ber îşkenceya li Sîlîvriyê gilî kir
16:00 Tevdîra kontrola edlî ya Akdag nehat rakirin
15:48 Îstînafê cezayê Ozgur Gundemê erê kir
15:48 Nobeta Edaletê ya Stenbolê: Em zarokên xwe dixwazin
15:40 Ev 150 roj in li edaletê digerin: Em ê dev jê bernedin
15:30 Danişîna doza Navenda Civakê ya Tarlabaşiyê hat dîtin
15:21 Şandeya HDP, OHD û ÎHD’ê: Girtiyên nexweş terkî mirinê kirine
15:15 Li Dîlokê 4 girtiyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir
14:46 Derbarê 3 rêveberên DÎAYDER’ê de doz hate vekirin
14:39 Sancar: Îktîdarê alîkarî da DAIŞ’ê û me jî da xelkê Kobanê
14:06 Wezareta Karên Navxweyî cihê gora Şêx Seîd aşkere nekir
13:33 Li Hezexê di encama teqîna cismekê de 2 zarok birîndar bûn
13:22 Zextên li ser HDP’ê hatin protestokirin
13:22 Danişîna doza ku li Erdogan hatibû vekirin hat dîtin
13:04 Li Agiriyê 5 kes hatin binçavkirin
13:01 Malbata Şenyaşar: Kesên vê bêhiqûqiyê dikin dê rojekê bên darizandin
12:38 SES’ê plana xwe ya çalakiyên biharê aşkere kir
12:34 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li dozgeriyê dan
12:31 Bersiv dan doza girtinê: Heta pêşî li cînayetên jinan tê girtin em ê têbikoşîn
11:39 Li Ozgun ku jina êzdî qetil kiribû 25 sal cezayê hefsê hate birîn
11:20 Kampanyaya 'Ji Xizaniyê re Na' wê bi rojeva 'girtîgehê' berdewam bike
11:19 20 kesên ku li dijî talankirina xwezayê li ber xwe dabûn hatin berdan
11:06 Ji qeyûmê Amedê fitara bi zorê !
11:03 Şaredariya Rihayê li şûna îhaleyê bi rêbaza “temîna rasterast’ dixebite
10:22 KCD: PDK zerarê dide yekitiya neteweyî
09:48 Ciwanên HDP’yî bal kişandin ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan
09:21 Rojnamevanên kurd: PDK, demildest divê dev ji vê helwesta xwe berde
09:10 Parêzer Aydin: Li girtîgehan mafên bingehîn tên binpêkirin
09:10 Li Rezanê krîza aborî: Em firingiyên eciqandî berhev dikin
09:10 Şaredariya Artûklûyê ji elektrîkvan eşyayên diyariyê, ji aşxaneyê asfalt stendiye!
09:09 Qeyûm gef xwaribûn: Kifş bû ku avahiya nexweşxaneyê qaçax e
09:08 Krîza aborî firotina ava sûse jî kêm kir
09:08 Cotkar û sewalkarên Bismilê: Sedema krîzê pirsgirêka kurd e
09:00 ROJEVA 14'Ê NÎSANA 2022'YAN
13/04/2022
23:52 Nobeda Cizîrê: Dê têkoşîna me bi ser bikeve
22:34 Cezayê darvekirinê yê li girtiyê kurd hatibû birîn hat pesendkirin
22:24 Rapora OHD'ê ya derbarê Girtîgeha Sîlîvriyê de: Gotine 'Em li ser navê dewletê hatine' û dest bi îşkenceyê kirine
21:35 Sendîkaya Perwerdehiya Neteweyî ya Îngilîstanê ji bo Ocalan azadî xwest
20:23 Li Afrîkaya Başûr lehî rabû: 253 kes mirin
20:17 Helbestvan Emîralî Yagan li Dersimê hat veşartin
20:11 Li ser sifreya fitarê ya HDP'ê fitirîn
19:59 Baroya Rihayê bû mêvanê 'Sifra Edaletê'
18:37 Dadgeha Bilind cezayê li Berdevka TJA'yê Gokkanê hatibû birîn xera kir
18:02 Beton rijandin ser Birca Derîyê Çîyê