‘Hewl didin rastiyên li Sîlîvriyê veşêrin”

  • rojane
  • 15:14 15 Nîsan 2022
  • |
img
STENBOL - Şandeya Şopandina Girtîgehên Herêma Marmarayê da zanîn ku îşkence û teşwîqkirina întîharê ya li Girtîgeha Hejmar 5 a Sîlîvriyê piştrast kirine û wiha gotin: “Me ferq kir ku hewldan heye ku rastiya li Girtîgeha Sîlîvriyê veşêrin.” 
 
Şandeya Şopandina Girtîgehên Herêma Marmarayê ji ber îşkence û teşwîqkirina întîharê ya li Girtîgeha Hejmar 5 a Sîlîvriyê, çûn serdana girtîgehê. Şandeyê, têkildarî mijarê li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî, Hevseroka Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Stenbolê Esra Erîn, Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (OHD), Komeleya Rêxistinê Sivîl a di Pergala Ceza Înfazê de (CÎSST), nûnerê Şaxa Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) ya Stenbolê Umît Efe û gelek parêzer amade bûn. 
ÎDIA RAST IN 
 
Di daxuyaniyê de Gulseren Yolerî da zanîn ku hewldan heye ku rastiyên li Girtîgeha Sîlîvriyê bên veşartin û wiha got: “Tevî ku dîmenên Ferhan Yilmaz ên li beşa venihêrîna awarte hatin parvekirin jî, Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan sedema mirina wî weke ‘sekinîna dil’ nîşan da. Serdozgeriya Komarê ya Sîlîvriyê jî îdiayên îşkenceyê red kir. Di vê pêvajoyê de şandeyeke Navenda Mafên Mirovan a Baroya Stenbolê û OHD’ê bi girtiyan re hevdîtin kirin. Hewl dan bi girtî û rêveberiya girtîgehê re hevdîtinan bikin. Di daxuyaniya xwe de diyar kirin ku gelek girtî sewqî girtîgehên cuda hatine kirin û îdiayên îşkence û teşwîqkirina întîharê rast in.” 
 
HER YEK ŞANDINE GIRTÎGEHKE CUDA
 
Bi domdarî Yolerî diyar kir ku 10 girtiyên rastî îşkenceyê hatin û neçarî întîharê hatine kirin li Girtîgeha Tîpa T a Karabûkê, li Girtîgeha Tîpa T a Akhîsarê, Girtîgeha Tîpa T a Boluyê, Girtîge Tîpa T a Duzceyê, Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 1 a Îzmîrê, Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 ya Îzmîrê, Girtîgeha Tîpa T a Salîhlî ya Manîsayê, Girtîgeha Tîpa T a Manîsayê, Girtîgeha Tîpa H a Eskîşehîrê û Girtîgeha Tîpa T a Kutahyayê hatine kirin. Yolerî bi domdarî ev agahî dan: “Bi girtiyekî re hevdîtin hatiye kirin. Girtî got; ‘me hinek deng bihîstin û dît ku du kes ji pişt ve hatine kelemçekirin. 20 gardiyanan lê didan û birin. Gelemperî li dijî hemû girtiyan nêzikatiyeke xerab heye, zext tê kirin û rê li ber rageşiyê vedikin. Dibe ku îro wiha be lê dê sibe çawa be nizanim. Em êdî li ber teqînê ne. Lê me zêde didin zorê.’”
 
‘BÛYERÊ VEDIŞÊRIN’ 
 
Di berdewamê de Yolerî ev tişt anî ziman: “Me xwest bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtinê bikin lê red kirin. Tevî agahiyên hatine parvekirin, qeydên dengan, wêne, daxuyaniyên xizmên girtiyan, raporên şandeyan û tevî ku serdozgeriya komarê got lêpirsînê daye destpêkirin jî, hêjta kesek ji peywirê nehatiye girtin. Saziyên têkildar tenê îdiayan red dikin û ev girtî demildest li girtîgehên cuda hatin veguhestin. Dema em van agahiyan tevan didin ber hev dibînin ku hewl didin mijarê veşêrin.”
  
BILA LI CIVAKA SIVÎL BÊ VEKIRIN 
 
Yolerî, anî ziman ku ji bo derheqê bûyerê de lêpirsîneke baş bê destpêkirin, divê karmendên girtîgehê û rêveberiya wê ji peywirê bên dûrxistin, berpirsyarên wê bên cezakirin, pêvajoyeke vekirî bê domandin û di her astê de bi raya giştî re agahî bên parvekirin. Her wiha Yolerî xwest ku divê girtîgeh ji şandeyên şopandinê yên sivîl re bên vekirin. 
 
ÎŞKENCEYÊ LI HEMÛ KESÎ DIKIN
 
Ji CÎSST’ê Rûken Altun jî destnîşan kir ku îşkence û nêzikatiya xerab bi zanebûn tê kirin û wiha dom kir: “Demekî kin piştî bûyera îşkenceyê, girtî hatin veguhestin. Ev jî nîşaneya tecrîdê ye. Di hevdîtinên me de girtiyan got ku gardiyanan cilêt, ben û parçeyên şûşeyan danîne rex wan. Her wiha gardiyanan jê re gotine ku ‘heke hûn xwe nekujin, em ê we bikujin.’ Me bi girtiyekî siyasî re jî hevdîtin kir. Bal kişand ser îşkenceya fîzîkî û derûnî û got ku li hemû girtiyan tê kirin. Dema bertekeke herî biçûk tê nîşandan jî nayên berdan an jî cezayên disiplînê lê dibirin. Mînak, gerandina govendê ya li ber stranên kurdî sedema cezayê disiplînê ye.”
 
BI ZORÊ HATINE SEWQKIRIN
 
Hevseroka OHD’ê Esra Erîn jî da zanîn ku kesên rastî îşkenceyê hatin, nehatine guhdarîkirin, delîl nehatine berhevkirin û ev jî nîşan dide ku lêpirsîneke baş nehatiye kirin. Erîn, ev agahî dan: “Li 6 kesan dixin û ji qawîşê derdixînin. Piştre jî 2 kesan têxin hucreyê. Ev her du kes zendikên xwe dibirin. Her wiha îşkenceya heyî li hucre û qawîşan jî berdewam dike.”
 
Parêzera ÇHD’ê Meral Hanbayat jî da zanîn ku bêedaletî û binpêkirinên giran li girtîgehan hene û divê raya giştî ya Tirkiyeyê li hemberî van binpêkirinan bêdeng nemîne. Nûnerê TÎHV’ê yê Stenbolê Umît Efe jî daxuyand ku îşkenceya li girtîgehan polîtîkaya dewletê ye û da zanîn ku heke piştevaniyeke xurt hebe dikare rê li ber were girtin. 
 

Sernavên din

01/09/2022
18:44 Sancar: Divê em tifaqa dijî şer ava bikin
17:37 Bûldan: Pêkanîna aştiyê bi rakirina tecrîdê mimkin e
17:26 Di Nobeta Edaletê de daxuyaniya 1’ê Îlonê: Aştî li Îmraliyê ye
16:57 Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sancar serdana Şaredariya Silopiyayê kir
16:55 ÎHD dê dest bi çalakiya ‘Nobeta Aştiyê’ bike
16:44 Li gelek bajaran daxuyaniya 1’ê Îlonê
16:21 Polîsan li Midyadê ciwanek bi giranî birîndar kir
16:10 Delala du mehî li girtîgehê bêşîr û bêav maye!
16:10 Jinan pankarta ‘Bila Aysel Tûglûk bê berdan’ bi Pira Malabadî ve daliqandin
15:47 Polîsan ji malbatên girtiyan re got: Daxwazên xwe di mitînga HDP’ê de bînin ziman.
15:43 Polîsekî gef li parêzerek Doza Kobanê xwar
15:41 Li Amedê 468 sazî û dezgehan banga aştiyeke mayinde kirin
15:27 Baroya Amedê: Divê daraz di êrişên nijadperest de bi rola xwe rabe
14:56 Malbata Şenyaşar ‘Pêşengeha Edaletê’ vekir
14:41 Doza Kobanê: Banga me li dijî hovitiya DAIŞ’ê kirî ne sûc e
14:19 Li Colemêrgê binefserek hate kuştin
14:03 ‘Wê lawê min bikujin’
13:34 Siyasetmedarê kurd Abdûrrahman Yildirim jiyana xwe ji dest da
13:10 Malbatên girtiyan: Werin em li ber Edliyeya Amedê dest bi greva birçîbûnê bikin
12:28 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:19 Beriya cenaze di kîsik de bê teslîmkirin leşker bi malbatê gorê didin kolandin
12:17 HDP dest bi xebatên hilbijartinê dike
11:51 Li Erziromê 3 kes hatin binçavkirin
11:31 Kazimî bi Biden re axivî
11:20 Constantini yê Hakan Arslan xêz kir: Wêneyekî zindî bû
10:52 Zilaman 2 jin qetil kirin
10:18 Li Bestayê birîna daran zêde bû: Êdî dar bi TIR'an tên veguhezandin
10:10 Dayika 72 salî ji bo kurê xwe yê nexweş di Nobeta Edaletê de ye
09:45 Tevî hişyariya ‘ez ê bimirim’ jî daxwaza berdana wî hatiye redkirin
09:05 Fîgen Aras: Bingeha şeran desthilat in
09:01 Gelo 6 cenaze di 3 goran de hatine veşartin?
09:00 Jinên li hala zebze dixebitin: Taciz heye, meaş kêm e, mesaî zêde ye
09:00 Gola Wanê bi xetereyek mezin re rû bi rû ye
09:00 ‘Desthilatê xwegihandina tenduristiyê veguherandiye kaosê'
09:00 ROJEVA 1'Ê ÎLONA 2022'YAN
31/08/2022
21:42 Sutçu yê ku bi çekê êriş biribû ser HDP'ê hat berdan
20:04 Dayikên Aştiyê bi îşkenceyê hatin binçavkirin
18:20 Li herêma ku dar lê tên birîn şewat derket
18:14 Ji bo piştevaniyê qert ji girtiyan re şandin
16:47 Li Bazîdê Platforma Têkoşîna bi Hişbirê re hate avakirin
16:34 Ji Îzmîrê û Denîzliyê ji bo edaletê bang kirin
16:18 Di Doza Kobanê de dadger parastina bi tirkî ferz kir
16:04 Doz li rojnamevan Çaglar û Gultekîn hat vekirin
16:04 Ji bo mitînga li Silopiyayê cihên çûnê hatin diyarkirin
15:49 Faîlê tecawizê bi parastina ‘rezayê’ hat berdan
15:32 Bernameya meha îlonê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû
15:32 Li dijî talankirina xwezayê dê li Çiyayê Cûdî meş bê lidarxistin
15:14 Giliyê polîsên ku lêgerîna tazî kiribûn kirin
15:00 ‘Divê Makbûle û Hadî Ozer tavilê bên berdan’
14:34 Li Efrînê dîmenên talankirina daran hatin weşandin
13:44 Lêpirsîna 15’emîn derbarê Emîne Şenyaşar de hat destpêkirin
13:24 Li Kampa Holê 11 kes hatin binçavkirin
13:08 Li Konyayê di navbera malbatan şer: 2 kes hatin kuştin
12:56 Malbatên girtiyan: Em mafê jiyanê dixwazin
12:56 Girtiyên nexweş ên giran 4 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ne
11:42 Zilma li malbata Arslan hatiye kirin li gund jî berdewam kiriye
11:30 ‘Aştî bi azadiya Ocalan dikare pêk were’
11:10 Dayika ku ji bo kurê xwe yê girtî dest bi Nobeta Edaletê kir rakirin nexweşxaneyê
10:43 Rêveberê Tevgera Azadî: Kujerên siyasetmedaran hikûmeta herêmê bi xwe ye
10:31 Nivîskarê Independentê bang kir ku cenazeyên kurdan bên şewitandin
10:13 Karkerê çandiniyê yê Sakaryayê: Ji ber nasnameya me êrişî me kirin
10:04 Hestiyên di kîsan de tên radestkirin: Ji duh heta îro ti tiştek neguherî
09:01 Projeya veguherandina bajêr a li Rezanê hat sekinandin
09:01 Bi hinceta heman şahid û îfadeyan tê xwestin 15 sal ceza lê bê birîn
09:00 Ji Rêvebiriya Xweser Hesen Koçer: Dê tifaqa Tirkiye-Sûriyeyê welêt têxe nava çiravê
09:00 ROJEVA 31'YÊ TEBAXA 2022'YAN
08:43 Welatiyan zilamê ku hewl da dest dirêjî zarokekê bike zevt kirin
07:33 Ataman a di şer de jiyana xwe ji dest da hat veşartin
30/08/2022
22:23 Dayikên Şemiyê yên hatin binçavkirin hatin berdan
20:18 Çapkin bi dirûşmeya 'şehîd namirin' hat veşartin
19:58 Midûrê girtîgehê bi mirinê gef lê xwar, dayika wî dest bi Nobeda Edaletê kir
19:08 Derbarê midûrê Girtîgeha Denîzlî ya Tîpa T'yê de lêpirsîn hat destpêkirin
18:08 Çapkinê ku di qonaxa dawî ya nexweşîna xwe de hat berdan jiyana xwe ji dest da
17:35 Tirkiyeyê îtîraf kir ku Abdûllah Ocalan ji ‘mafê hêviyê’ bêpar hiştiye
16:38 Sadr ji kolanan alîgirên xwe kişandin, qedexe rabû
16:08 Polîsan êrişî Dayikên Şemiyê kir û 13 kes kirin binçavan
16:07 Nobeda Edaletê: Dayîna cenaze ya di kîs de şerma mirovahiyê ye
15:59 Li Wanê mirina biguman a jinekê
15:48 YBŞ: Di êrişê de 2 şervanên me birîndar bûn
15:09 Parêzerê malbata Arslan: Dozger bi çavê ‘emaneta edlî’ li cenaze nihêrî
14:59 Li Iraqê hejmara miriyan derket 25’an
14:38 Daristanên gundê Marûnisê 3 roj in dişewitin
14:12 Li Dîlokê ji bo 1’ê Îlonê bang hate kirin
13:24 Li Bagokê operasyona leşkerî dest pê kir
12:54 Silopiya ji bo mitînga 1’ê Îlonê amade ye
12:53 Malbatên girtiyan: Bila girtiyên me nemirin
12:44 Nîviyê dibistanê veguherandin qereqolê
12:13 Li Kampa Holê operasyon didome: 23 kes hatin girtin
12:09 Bernameya 1’ê Îlonê ya bajar bi bajar
11:58 Li Iraqê herî kêm 15 kes mirin, 350 jî birîndar bûn
11:52 Li Girtîgeha Kalkandereyê eşyayên girtiyan nadin wan
11:29 Reyhan Abdî û Delala du mehî hatin girtin!
11:28 Malbata Şenyaşar: Keştiya edaletê wê bigihe bendergehê
11:08 Li gundê Zêvkan operasyon hate destpêkirin: Leşker derdorê bêserûber gulebaran dikin
10:44 Ji bo daxuyaniya 1’ê Îlonê ya li Îzmîrê banga tev li bûnê hate kirin
10:23 Vûrgûn: Dewlet li hemberî girtiyan sûc dike û wan dikuje
09:54 Endamê KNK'ê Ûzûn: OPCW cotstandartiyê dike
09:50 Konsera Îlkay Akkaya hat qedexekirin
09:03 Piştî îstifakirina şaredarê AKP'î mifetîşan li şaredariyê kon veda
09:03 Aytaç: Siyaseta 'vîna neteweyî' ya maseya şeşalî dê bibe cihê gelek Erdoganan