Kocsondî yê li derveyî sînor lêkolîn kirin: PDK raporên tibbî guherandine

  • rojane
  • 09:01 17 Nîsan 2022
  • |
img
ENQERE - Andî Kocsondî ku derbarê bi kar anîna çekên kîmyewî yên ji aliyê Tirkiyeyê ve di operasyona derveyî sînor de hatine bikaranîn lêkolîn kirine, diyar kir ku PDK nahêle rastî derkevin holê û wiha got: "Em pê hesiyan ku PDK'ê raporên tibbî guherandine."   
 
Tirkiye piştî ku di operasyona li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêma Federal a Kurdistanê bi ser neketibû, dest bi bikaranîna çekên kîmyewî kiribû. Ji ber van çekan 33 HPG'iyan jiyana xwe ji dest dabûn. Piştî vê KCK, gelek rewşenbîr, nivîskar û hunermend jî di nav de gelek derdoran bertek nîşan dabûn û bang kiribûn. Piştî van bangawaziyan ji sendîkavan, rojnamevan û nivîskaran şandeyeke ingilîz hatibû avakirin û şande di navbera 28'ê sibatê û 8'ê adarê de li Herêma Federal a Kurdistanê lêkolîn kiribûn. 
 
Şandeyê ku piştî lêkolînan vegeriya Ingilistanê, dest bi amadekarina raporê kir. Şandeyê niha pêşraporek amade kiriye û di rêjên pêş de dê rapora hîn berfirehtir bi raya giştî re parve bike. Ji endamên heyetê Endamê Yekîtiya Karmendên Venêrîna Serbest a Neteweyî û Endamê Desteya Rêvebir a Federasyona Giştî ya Sendîkayan Andî Kocsondî, têkildarî serdana kirine û lêkolînên kirine ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî.
 
'HIKÛMETA HERÊMÊ NEHIŞT EM BIÇIN WIR'
 
Kocsondî, anî ziman ku ji bo derbarê bikaranîna çekên kîmyewî yên ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine bikaranîn de hîn bêtir agahiyan wergirtin çûne Herêma Kurdistana Federe û got: "Armanca me ya ewil ev bû. Ji xeynî vê me xwest em bi siyasetmedarên li wir, bi rêxistinên civaka sivîl ên li wir û şêniyên herêmê re biaxivin û bêtir serwext bibin di vî warî de. Wisa jî çêbû. Rêwîtiyeke pirrengîn bû û me gelek kes nas kirin û agahî wergirtin."
 
Kocsondî, destnîşan kir ku wan xwestiye qadên ku çekên kîmyewî lê hatine bikaranîn vekolin lê belê nekarîn biçin wê derê û wiha domand: "Hûn jî dizanin ji bo mirov biçe wir, destûrwergirtin ne hêsan e. Hê jî bombeberana Tirkiyeyê didome, lê ji xeynî vê hikûmeta herêmê jî ji ber ku naxwaze ev rastî aşkere bibin nahêle biyanî biçin wir. Ji bo kes neçe herêmên çekên kîmyewî lê hatine bikaranîn çi ji destê wan hat kirin. Lewma wekî ku me plan kiribû çênebû û me delîl berhev nekirin."
 
ASTENGIYÊN KU PÊ RE RÛ BI RÛ MANE
 
Kocsondî, bilêv kir ku rayedarên hikûmetê ji wan re gotine hê jî li wir şer heye û bombe tên teqandin û ji ber vê nehiştine heyet biçe li cih cihê lêkolînê bike. Kocsondî, wiha dirêjî da axaftina xwe: "Lê tişta çûna me pir asteng kir noqteyên kontrolê yên li ser rê bûn. Ev noqte ji aliyê leşker  û polîsên PDK'ê ve dihatin kontrolkirin. Anku em li wesayîtekê siwar bûbûna û me bixwesta em biçûna jî, nedihiştin. Ji bo destûrê gelek serlêdan hewce bûn û me serlêdan bikirana jî dê destûr nedana. Anku mirov dikare bibêje ku hikûmeta herêmî naxwaze agahiyên li wir bi derve re bên parvekirin. Naxwaze li wir delîl bên berhevkirin û rapora çavdêriyê bê parvekirin. Jixwe me ev yek di hevdîtina xwe ya bi rayedarên PDK'ê de jî dît. Rayedarê ku em pêre axivîn, dagirkeriya Tirkiyeyê qebûl nekir. Gava me têkildarî mijarê pirs dipirsîn, li cem me rojnamevanekî ji roja roj de şer dişopîne û mirovên ji şandeya ewil jî hebûn. Van kesan ji rayedarên PDK'ê fuzeyên ku li gundan ketin pirsîn. Rayedarên PDK'ê, ev yek red kirin. Anku naxwazin agahiyên derbarê çekên kîmyewî yên hatine bikaranîn de ji herêmê derkevin. Dixwazin wekî tiştek nebûbe tevbigerin." 
 
'BI RAPORAN HATIYE LÎSTIN!'
 
Kocsondî, da zanîn ku têkildarî mijarê bi şêniyên herêmê re jî axivîne û wiha pê de çû: "Keys çêbû ku em bi gelek kesan re biaxivin. Hemûyan jî bilêv kir ku bê ka çawa bandor ji çekên kîmyewî girtine. Behsa hemû semptomên ji ber çekên kîmyewî rû didin kirin. Her wiha raporên bijîşkên pispor hene ku ev kes bi mexdûrên li herêmê re xebitîne. Em di hevdîtina pisporên tibbê de pê hesiyan ku hikûmetê nehiştiye van raporan bi raya giştî re parve bikin. Ser raporê hatiye girtin û ji xeynî vê ji bo bi raya giştî re parve bikin raporeke pê hatiye lîstin dan wan û di vê raporê de delîlên ku wan nivîsandibûne yek jê jî tune bûye. Anku wekî min berê jî got, ev hewldan delîl in ji bo agahiyên rast ên derbarê bikaranîna çekên kîmyewî de eşkere nebin." 
 
Kocsondî, da zanîn ku nehatiye diyarkirin ku bê ka kê ev belge dane pisporan û ev agahî dan: "Nav negotin. Lê ez dikarim piştrast bikim ku hin rayedarên hikûmeta herêmê ev belgeyên bi wan hatine lîstin dane." 
 
Kocsondî, destnîşan kir ku hewl didin piştî çûna wan a herêmê, Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) têkeve nava hin liv û tevgeran û ev tişt anî ziman: "A rast divê OPCW biçe wir lêkolînan bike û nimûneyan berhev bike. Ji lew re mînakên wan û analîzên wan derbasdar in. Encamên wan mînakan dê wekî delîla êrişên kîmyewî bên qebûlkirin. Heya niha me gelek caran pêwendî pê re danîn, lê hê jî OPCW'ê bersiv nedaye me. Wer xuya ye dilê wan û bersivdayînê jî tune ye." 
 
Kocsondî, da zanîn ku piştî ji herêmê vegeriyayîn, bi çend rojan bi awayekî nivîskî daxuyaniyek dane û ev yek ji gelek saziyan re şandine û têkildarî vê gelek ajans û rojnameyan hevpeyvîn bi wan re kirine. Kocsondî, herî dawî jî got ku dê di demekî nêz de raporeke berfireh amade bikin û bi raya giştî re parve bikin. 
 
MA / Gozde Çagri Ozkose
 

Sernavên din

01/09/2022
18:44 Sancar: Divê em tifaqa dijî şer ava bikin
17:37 Bûldan: Pêkanîna aştiyê bi rakirina tecrîdê mimkin e
17:26 Di Nobeta Edaletê de daxuyaniya 1’ê Îlonê: Aştî li Îmraliyê ye
16:57 Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sancar serdana Şaredariya Silopiyayê kir
16:55 ÎHD dê dest bi çalakiya ‘Nobeta Aştiyê’ bike
16:44 Li gelek bajaran daxuyaniya 1’ê Îlonê
16:21 Polîsan li Midyadê ciwanek bi giranî birîndar kir
16:10 Delala du mehî li girtîgehê bêşîr û bêav maye!
16:10 Jinan pankarta ‘Bila Aysel Tûglûk bê berdan’ bi Pira Malabadî ve daliqandin
15:47 Polîsan ji malbatên girtiyan re got: Daxwazên xwe di mitînga HDP’ê de bînin ziman.
15:43 Polîsekî gef li parêzerek Doza Kobanê xwar
15:41 Li Amedê 468 sazî û dezgehan banga aştiyeke mayinde kirin
15:27 Baroya Amedê: Divê daraz di êrişên nijadperest de bi rola xwe rabe
14:56 Malbata Şenyaşar ‘Pêşengeha Edaletê’ vekir
14:41 Doza Kobanê: Banga me li dijî hovitiya DAIŞ’ê kirî ne sûc e
14:19 Li Colemêrgê binefserek hate kuştin
14:03 ‘Wê lawê min bikujin’
13:34 Siyasetmedarê kurd Abdûrrahman Yildirim jiyana xwe ji dest da
13:10 Malbatên girtiyan: Werin em li ber Edliyeya Amedê dest bi greva birçîbûnê bikin
12:28 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:19 Beriya cenaze di kîsik de bê teslîmkirin leşker bi malbatê gorê didin kolandin
12:17 HDP dest bi xebatên hilbijartinê dike
11:51 Li Erziromê 3 kes hatin binçavkirin
11:31 Kazimî bi Biden re axivî
11:20 Constantini yê Hakan Arslan xêz kir: Wêneyekî zindî bû
10:52 Zilaman 2 jin qetil kirin
10:18 Li Bestayê birîna daran zêde bû: Êdî dar bi TIR'an tên veguhezandin
10:10 Dayika 72 salî ji bo kurê xwe yê nexweş di Nobeta Edaletê de ye
09:45 Tevî hişyariya ‘ez ê bimirim’ jî daxwaza berdana wî hatiye redkirin
09:05 Fîgen Aras: Bingeha şeran desthilat in
09:01 Gelo 6 cenaze di 3 goran de hatine veşartin?
09:00 Jinên li hala zebze dixebitin: Taciz heye, meaş kêm e, mesaî zêde ye
09:00 Gola Wanê bi xetereyek mezin re rû bi rû ye
09:00 ‘Desthilatê xwegihandina tenduristiyê veguherandiye kaosê'
09:00 ROJEVA 1'Ê ÎLONA 2022'YAN
31/08/2022
21:42 Sutçu yê ku bi çekê êriş biribû ser HDP'ê hat berdan
20:04 Dayikên Aştiyê bi îşkenceyê hatin binçavkirin
18:20 Li herêma ku dar lê tên birîn şewat derket
18:14 Ji bo piştevaniyê qert ji girtiyan re şandin
16:47 Li Bazîdê Platforma Têkoşîna bi Hişbirê re hate avakirin
16:34 Ji Îzmîrê û Denîzliyê ji bo edaletê bang kirin
16:18 Di Doza Kobanê de dadger parastina bi tirkî ferz kir
16:04 Doz li rojnamevan Çaglar û Gultekîn hat vekirin
16:04 Ji bo mitînga li Silopiyayê cihên çûnê hatin diyarkirin
15:49 Faîlê tecawizê bi parastina ‘rezayê’ hat berdan
15:32 Bernameya meha îlonê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû
15:32 Li dijî talankirina xwezayê dê li Çiyayê Cûdî meş bê lidarxistin
15:14 Giliyê polîsên ku lêgerîna tazî kiribûn kirin
15:00 ‘Divê Makbûle û Hadî Ozer tavilê bên berdan’
14:34 Li Efrînê dîmenên talankirina daran hatin weşandin
13:44 Lêpirsîna 15’emîn derbarê Emîne Şenyaşar de hat destpêkirin
13:24 Li Kampa Holê 11 kes hatin binçavkirin
13:08 Li Konyayê di navbera malbatan şer: 2 kes hatin kuştin
12:56 Malbatên girtiyan: Em mafê jiyanê dixwazin
12:56 Girtiyên nexweş ên giran 4 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ne
11:42 Zilma li malbata Arslan hatiye kirin li gund jî berdewam kiriye
11:30 ‘Aştî bi azadiya Ocalan dikare pêk were’
11:10 Dayika ku ji bo kurê xwe yê girtî dest bi Nobeta Edaletê kir rakirin nexweşxaneyê
10:43 Rêveberê Tevgera Azadî: Kujerên siyasetmedaran hikûmeta herêmê bi xwe ye
10:31 Nivîskarê Independentê bang kir ku cenazeyên kurdan bên şewitandin
10:13 Karkerê çandiniyê yê Sakaryayê: Ji ber nasnameya me êrişî me kirin
10:04 Hestiyên di kîsan de tên radestkirin: Ji duh heta îro ti tiştek neguherî
09:01 Projeya veguherandina bajêr a li Rezanê hat sekinandin
09:01 Bi hinceta heman şahid û îfadeyan tê xwestin 15 sal ceza lê bê birîn
09:00 Ji Rêvebiriya Xweser Hesen Koçer: Dê tifaqa Tirkiye-Sûriyeyê welêt têxe nava çiravê
09:00 ROJEVA 31'YÊ TEBAXA 2022'YAN
08:43 Welatiyan zilamê ku hewl da dest dirêjî zarokekê bike zevt kirin
07:33 Ataman a di şer de jiyana xwe ji dest da hat veşartin
30/08/2022
22:23 Dayikên Şemiyê yên hatin binçavkirin hatin berdan
20:18 Çapkin bi dirûşmeya 'şehîd namirin' hat veşartin
19:58 Midûrê girtîgehê bi mirinê gef lê xwar, dayika wî dest bi Nobeda Edaletê kir
19:08 Derbarê midûrê Girtîgeha Denîzlî ya Tîpa T'yê de lêpirsîn hat destpêkirin
18:08 Çapkinê ku di qonaxa dawî ya nexweşîna xwe de hat berdan jiyana xwe ji dest da
17:35 Tirkiyeyê îtîraf kir ku Abdûllah Ocalan ji ‘mafê hêviyê’ bêpar hiştiye
16:38 Sadr ji kolanan alîgirên xwe kişandin, qedexe rabû
16:08 Polîsan êrişî Dayikên Şemiyê kir û 13 kes kirin binçavan
16:07 Nobeda Edaletê: Dayîna cenaze ya di kîs de şerma mirovahiyê ye
15:59 Li Wanê mirina biguman a jinekê
15:48 YBŞ: Di êrişê de 2 şervanên me birîndar bûn
15:09 Parêzerê malbata Arslan: Dozger bi çavê ‘emaneta edlî’ li cenaze nihêrî
14:59 Li Iraqê hejmara miriyan derket 25’an
14:38 Daristanên gundê Marûnisê 3 roj in dişewitin
14:12 Li Dîlokê ji bo 1’ê Îlonê bang hate kirin
13:24 Li Bagokê operasyona leşkerî dest pê kir
12:54 Silopiya ji bo mitînga 1’ê Îlonê amade ye
12:53 Malbatên girtiyan: Bila girtiyên me nemirin
12:44 Nîviyê dibistanê veguherandin qereqolê
12:13 Li Kampa Holê operasyon didome: 23 kes hatin girtin
12:09 Bernameya 1’ê Îlonê ya bajar bi bajar
11:58 Li Iraqê herî kêm 15 kes mirin, 350 jî birîndar bûn
11:52 Li Girtîgeha Kalkandereyê eşyayên girtiyan nadin wan
11:29 Reyhan Abdî û Delala du mehî hatin girtin!
11:28 Malbata Şenyaşar: Keştiya edaletê wê bigihe bendergehê
11:08 Li gundê Zêvkan operasyon hate destpêkirin: Leşker derdorê bêserûber gulebaran dikin
10:44 Ji bo daxuyaniya 1’ê Îlonê ya li Îzmîrê banga tev li bûnê hate kirin
10:23 Vûrgûn: Dewlet li hemberî girtiyan sûc dike û wan dikuje
09:54 Endamê KNK'ê Ûzûn: OPCW cotstandartiyê dike
09:50 Konsera Îlkay Akkaya hat qedexekirin
09:03 Piştî îstifakirina şaredarê AKP'î mifetîşan li şaredariyê kon veda
09:03 Aytaç: Siyaseta 'vîna neteweyî' ya maseya şeşalî dê bibe cihê gelek Erdoganan