Li Hezroyê DEDAŞ cezayên fahîş li gundiyan dibire

  • rojane
  • 10:52 18 Nîsan 2022
  • |
img
AMED - Li navçeya Hezroyê ekîbîn DEDAŞ’ê bi cendirmeyan re li gundan digerin û di bin navê "ceyrana qaçax" de cezayên fahîş li gundiyan dibirin. Gundiyan bertek nîşan da û ev tişt got: "Cezayê ku hatiye nivîsandin, kes nikare bide."
 
Li navçeya Hezro ya Amedê, hefteyeke ekîbên Şîrketa Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) bi cendirmeyan re li gundan digerin û di bin navê "ceyrana qaçax" de cezayên fahîş ji gundiyan re dinivisînin. DEDAŞ'ê cezayê ku li gundiyan dibire bi peyamê ji gundiyan re dişîne û wan ji cezayên ku li wan dibire agahdar dike. Li gorî agahiyên ku gundiyan dan, ekîbên DEDAŞ'ê serê her malê di navbera 7 û 25 hezaran de cezayê pere dibirin. 
 
Li navçeyê 31 gund hene û ekîbin DEDAŞ'ê heta niha li 18 mezra, gom û gundan geriyane û ceza li nêzî hezar malî birîne. 
 
Gundên ku ekîbên DEDAŞ’ê li wan geriyane û ceza li gundiyan birîne wiha ne: Reşîk, Gomê Hecî Derwîş, Gomê indarê, Dersil, Kekan, Xicikan, Gomê Demîrbeg, Kufercîn, Baheşîm, Gomê Emo, Dedaş, Zuxur, Qubik, Barbûş, Gomê Emrexê, Gomanê Şêx Sabê, Bahîşmê, Dercal. 
 
Gundiyên ku ceza li wan hatiye birîn, derbarê mijarê de axivîn û bertek nîşan dan. 
 
JI 70 MALÎ RE CEZA NIVÎSANDINE
 
Ji gundê Barbûşê Adil Mûsaoglû, da zanîn ku cezayê fahîş li gundiyan hatiye birîn û wiha axivî: “Gundê me 140 mal e. Ji 70 malî re ceza nivîsandine. Serî sibehê saet di 07.00'an de ekîbên DEDAŞ’ê bi cendirmeyan re hatin gund. Serê malê di navbera 10-20 hezaran de cezayê pere nivîsandin. Kes nikare vî pereyî bide. Li tevahiya gundên Hezroyê ceza dibirîn.”
 
EKÎB Û GUNDÎ BI HEV KETIN 
 
Mehmet Yetîşkîn ku ji gundê Kekan e, destnîşan kir ku du roj berê ekîbên DEDAŞ’ê bi cendirmeyan re hatina gund û wiha got: “Gundê me 35 mal e. Bi qasî ku dizanim ji malan re ceza nivîsandine. Serê malê di navbera 12-25 hezaran de cezayê pere nivîsandine. Kes nikare ceza bide. Ceza bi peyaman şandine telefonên me. Xwestin ku ji malên din re jî binivisînin lê ji ber ku gundiyan bertek nîşan da sekinîn. Di navbera ekîbên DEDAŞ’ê û gundiyan de niqaş derket. Piştî nîqaşê, ekîbêb DEDAŞ’ê bi cendirmeyan re ji gund derketin."
 
FATOREYÊN XWE DAYE JÎ CEZA LÊ BIRÎNE 
 
Ji gundê Gomê Emrexê Engîn Tekîn, diyar kir ku gundê wan 120 mal e û ji hemû malan re cezayên fahîş nivîsandine û wiha got: "Serê sibehê bi 8-9 panzer û wesayîtan hatin gund. Hema kîjan malê dîtin ceza nivîsandin. Cezayên fahîş in em nikarin bidin jî. Deynê me tuneye û em her tim fatorayên xwe didin. Ji min re 17 hezar ceza nivîsandine. Serê malê di navbera 17-18 hezaran de ceza nivîsandine. Çend malan bertek nîşan da lê dîsa jî nivîsandin. Derfetê me tuneye ku em cezayê li me hatiye birîn bidin."
 
Alîhan Kûşlû ku ji gûndê Qubikê ye jî ev tişt got: "Wexta ku kes li gund tunebû hatin. Gundî ser karê xwe bûn. Ji min re ceza nenivîsandine lê bi qasî ku dizanim ji 7 malan re di navbera 9,5- 12-5 hezaran de ceza nivîsandine." 

Sernavên din

01/09/2022
18:44 Sancar: Divê em tifaqa dijî şer ava bikin
17:37 Bûldan: Pêkanîna aştiyê bi rakirina tecrîdê mimkin e
17:26 Di Nobeta Edaletê de daxuyaniya 1’ê Îlonê: Aştî li Îmraliyê ye
16:57 Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sancar serdana Şaredariya Silopiyayê kir
16:55 ÎHD dê dest bi çalakiya ‘Nobeta Aştiyê’ bike
16:44 Li gelek bajaran daxuyaniya 1’ê Îlonê
16:21 Polîsan li Midyadê ciwanek bi giranî birîndar kir
16:10 Delala du mehî li girtîgehê bêşîr û bêav maye!
16:10 Jinan pankarta ‘Bila Aysel Tûglûk bê berdan’ bi Pira Malabadî ve daliqandin
15:47 Polîsan ji malbatên girtiyan re got: Daxwazên xwe di mitînga HDP’ê de bînin ziman.
15:43 Polîsekî gef li parêzerek Doza Kobanê xwar
15:41 Li Amedê 468 sazî û dezgehan banga aştiyeke mayinde kirin
15:27 Baroya Amedê: Divê daraz di êrişên nijadperest de bi rola xwe rabe
14:56 Malbata Şenyaşar ‘Pêşengeha Edaletê’ vekir
14:41 Doza Kobanê: Banga me li dijî hovitiya DAIŞ’ê kirî ne sûc e
14:19 Li Colemêrgê binefserek hate kuştin
14:03 ‘Wê lawê min bikujin’
13:34 Siyasetmedarê kurd Abdûrrahman Yildirim jiyana xwe ji dest da
13:10 Malbatên girtiyan: Werin em li ber Edliyeya Amedê dest bi greva birçîbûnê bikin
12:28 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:19 Beriya cenaze di kîsik de bê teslîmkirin leşker bi malbatê gorê didin kolandin
12:17 HDP dest bi xebatên hilbijartinê dike
11:51 Li Erziromê 3 kes hatin binçavkirin
11:31 Kazimî bi Biden re axivî
11:20 Constantini yê Hakan Arslan xêz kir: Wêneyekî zindî bû
10:52 Zilaman 2 jin qetil kirin
10:18 Li Bestayê birîna daran zêde bû: Êdî dar bi TIR'an tên veguhezandin
10:10 Dayika 72 salî ji bo kurê xwe yê nexweş di Nobeta Edaletê de ye
09:45 Tevî hişyariya ‘ez ê bimirim’ jî daxwaza berdana wî hatiye redkirin
09:05 Fîgen Aras: Bingeha şeran desthilat in
09:01 Gelo 6 cenaze di 3 goran de hatine veşartin?
09:00 Jinên li hala zebze dixebitin: Taciz heye, meaş kêm e, mesaî zêde ye
09:00 Gola Wanê bi xetereyek mezin re rû bi rû ye
09:00 ‘Desthilatê xwegihandina tenduristiyê veguherandiye kaosê'
09:00 ROJEVA 1'Ê ÎLONA 2022'YAN
31/08/2022
21:42 Sutçu yê ku bi çekê êriş biribû ser HDP'ê hat berdan
20:04 Dayikên Aştiyê bi îşkenceyê hatin binçavkirin
18:20 Li herêma ku dar lê tên birîn şewat derket
18:14 Ji bo piştevaniyê qert ji girtiyan re şandin
16:47 Li Bazîdê Platforma Têkoşîna bi Hişbirê re hate avakirin
16:34 Ji Îzmîrê û Denîzliyê ji bo edaletê bang kirin
16:18 Di Doza Kobanê de dadger parastina bi tirkî ferz kir
16:04 Doz li rojnamevan Çaglar û Gultekîn hat vekirin
16:04 Ji bo mitînga li Silopiyayê cihên çûnê hatin diyarkirin
15:49 Faîlê tecawizê bi parastina ‘rezayê’ hat berdan
15:32 Bernameya meha îlonê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû
15:32 Li dijî talankirina xwezayê dê li Çiyayê Cûdî meş bê lidarxistin
15:14 Giliyê polîsên ku lêgerîna tazî kiribûn kirin
15:00 ‘Divê Makbûle û Hadî Ozer tavilê bên berdan’
14:34 Li Efrînê dîmenên talankirina daran hatin weşandin
13:44 Lêpirsîna 15’emîn derbarê Emîne Şenyaşar de hat destpêkirin
13:24 Li Kampa Holê 11 kes hatin binçavkirin
13:08 Li Konyayê di navbera malbatan şer: 2 kes hatin kuştin
12:56 Malbatên girtiyan: Em mafê jiyanê dixwazin
12:56 Girtiyên nexweş ên giran 4 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ne
11:42 Zilma li malbata Arslan hatiye kirin li gund jî berdewam kiriye
11:30 ‘Aştî bi azadiya Ocalan dikare pêk were’
11:10 Dayika ku ji bo kurê xwe yê girtî dest bi Nobeta Edaletê kir rakirin nexweşxaneyê
10:43 Rêveberê Tevgera Azadî: Kujerên siyasetmedaran hikûmeta herêmê bi xwe ye
10:31 Nivîskarê Independentê bang kir ku cenazeyên kurdan bên şewitandin
10:13 Karkerê çandiniyê yê Sakaryayê: Ji ber nasnameya me êrişî me kirin
10:04 Hestiyên di kîsan de tên radestkirin: Ji duh heta îro ti tiştek neguherî
09:01 Projeya veguherandina bajêr a li Rezanê hat sekinandin
09:01 Bi hinceta heman şahid û îfadeyan tê xwestin 15 sal ceza lê bê birîn
09:00 Ji Rêvebiriya Xweser Hesen Koçer: Dê tifaqa Tirkiye-Sûriyeyê welêt têxe nava çiravê
09:00 ROJEVA 31'YÊ TEBAXA 2022'YAN
08:43 Welatiyan zilamê ku hewl da dest dirêjî zarokekê bike zevt kirin
07:33 Ataman a di şer de jiyana xwe ji dest da hat veşartin
30/08/2022
22:23 Dayikên Şemiyê yên hatin binçavkirin hatin berdan
20:18 Çapkin bi dirûşmeya 'şehîd namirin' hat veşartin
19:58 Midûrê girtîgehê bi mirinê gef lê xwar, dayika wî dest bi Nobeda Edaletê kir
19:08 Derbarê midûrê Girtîgeha Denîzlî ya Tîpa T'yê de lêpirsîn hat destpêkirin
18:08 Çapkinê ku di qonaxa dawî ya nexweşîna xwe de hat berdan jiyana xwe ji dest da
17:35 Tirkiyeyê îtîraf kir ku Abdûllah Ocalan ji ‘mafê hêviyê’ bêpar hiştiye
16:38 Sadr ji kolanan alîgirên xwe kişandin, qedexe rabû
16:08 Polîsan êrişî Dayikên Şemiyê kir û 13 kes kirin binçavan
16:07 Nobeda Edaletê: Dayîna cenaze ya di kîs de şerma mirovahiyê ye
15:59 Li Wanê mirina biguman a jinekê
15:48 YBŞ: Di êrişê de 2 şervanên me birîndar bûn
15:09 Parêzerê malbata Arslan: Dozger bi çavê ‘emaneta edlî’ li cenaze nihêrî
14:59 Li Iraqê hejmara miriyan derket 25’an
14:38 Daristanên gundê Marûnisê 3 roj in dişewitin
14:12 Li Dîlokê ji bo 1’ê Îlonê bang hate kirin
13:24 Li Bagokê operasyona leşkerî dest pê kir
12:54 Silopiya ji bo mitînga 1’ê Îlonê amade ye
12:53 Malbatên girtiyan: Bila girtiyên me nemirin
12:44 Nîviyê dibistanê veguherandin qereqolê
12:13 Li Kampa Holê operasyon didome: 23 kes hatin girtin
12:09 Bernameya 1’ê Îlonê ya bajar bi bajar
11:58 Li Iraqê herî kêm 15 kes mirin, 350 jî birîndar bûn
11:52 Li Girtîgeha Kalkandereyê eşyayên girtiyan nadin wan
11:29 Reyhan Abdî û Delala du mehî hatin girtin!
11:28 Malbata Şenyaşar: Keştiya edaletê wê bigihe bendergehê
11:08 Li gundê Zêvkan operasyon hate destpêkirin: Leşker derdorê bêserûber gulebaran dikin
10:44 Ji bo daxuyaniya 1’ê Îlonê ya li Îzmîrê banga tev li bûnê hate kirin
10:23 Vûrgûn: Dewlet li hemberî girtiyan sûc dike û wan dikuje
09:54 Endamê KNK'ê Ûzûn: OPCW cotstandartiyê dike
09:50 Konsera Îlkay Akkaya hat qedexekirin
09:03 Piştî îstifakirina şaredarê AKP'î mifetîşan li şaredariyê kon veda
09:03 Aytaç: Siyaseta 'vîna neteweyî' ya maseya şeşalî dê bibe cihê gelek Erdoganan