Li herêmên Zap û Avaşînê pevçûnên dijwar

  • rojane
  • 13:21 18 Nîsan 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Artêşa Tirkiyeyê bi hevkariya PDK’ê li herêmên Avaşîn û Zapê dest bi operasyonê kir û li herêmê pevçûnên dijwar diqewimin. Hat zanîn ku Tirkiyeyê heta niha herêm 147 caran bi balafirên şer bombebaran kiriye û di encama pevçûnan de 2 helîkopter hatine derbkirin û 28 leşkeran jî jiyana xwe ji dest dane. 
 
Tirkiyeyê bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê dest bi operasyoneke leşkerî kir. Di çarçoveya operasyonê de li herêmê pevçûnên dijwar diqewimin. TSK, hewl dide piştî bombebaranê leşkerên xwe li herêmê bi cih bike û di navbera gerîlayên HPG’ê û artêşa Tirkiyeyê de pevçûnên dijwar diqewimin. Li gorî daxuyaniya Navenda Çapemeniya HPG’ê ya li ser Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF), di encama pevçûnên ji şevê din heta niha de 2 helîkopter hatine derbkirin û 28 leşkeran jî jiyana xwe ji dest dane. 
 
BOMBEBARANA GIRAN 
 
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku êrişên Tirkiyeyê ji 14’ê nîsanê ve dest pê kirin û ev êriş di 17’ê nîsanê de bi bombebaraneke giran berdewam kirin. Her wiha hat diyarkirin ku di 17’ê nîsanê de artêşa Tirkiyeyê li herêma Avaşînê bi 8 helîkopteran leşker danîne herêmê. HPG’ê da zanîn ku dema artêşa Tirkiyeyê hewl dida li herêma Werxeleyê leşkeran bi cih bike, di navbera hêzên wan û artêşa Tirkiyeyê de pevçûnên dijwar qewimîn. HPG’ê, got ku di encama pevçûnan de li Werxeleyê 13 leşkerên Tirkiyeyê hatin kuştin û artêşa Tirkiyeyê neçar ma ku hêzên xwe qedemeyekê paşde bikişîne. HPG’ê, da zanîn ku pevçûnên li herêmê bi dijwarî berdewam in. 
 
NEHIŞTIN LEŞKER LI ZAPÊ BI CIH BIBIN 
 
Bi domdarî HPG’ê daxuyand ku artêşa Tirkiyeyê di navbera 14-17’ê nîsanê de li dijî herêmên Kurojaro, Şikefta Birîndara, Ertuş, Şehîd Şahîn, Karker û Çiyareşê bi balafirên şer bombebaraneke giran pêk anî ye û ev hûrgilî parve kirin: “Helîkoptereke ku dixwest leşkeran deyne ser Girê Şehîd Şahin, ji hêla hêzên me ve hate derbkirin. Di heman demê de hêzên me nehiştin ku helîkoptereke din leşkeran deyne ser herêma Kurojaro. Di encama pevçûnên li Girê Şehîd Amargî de jî 7 leşker hatin kuştin.” 
 
JI BAREGEHA KDP’Ê ÊRIŞ KIRIN
 
HPG’ê da zanîn ku artêşa Tirkiyeyê êrişa li dijî Kurejaro li baregeha leşkerî ya PDK’ê ya li Sirêyê daye destpêkirin û PDK sewqiyeteke mezin a leşkerî ber bi xeta Dêrelok, Şêladizê û Barzanê ve dike. 
 
HELÎKOPTEREK HATE DERBKIRIN 
 
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di encama pevçûnên li qada Kevirêkun ê li herêma Şikefta Birîndara 5 leşker hatine kuştin û li ser vê yekê artêşa Tirkiyeyê neçar ma ku xwe vekişîne herêma Kaniya Skorsky. HPG’ê, diyar kir ku di pevçûnên piştre de jî 3 leşker hatine kuştin û 6 leşker jî birîndar bûne. Bi domdarî HPG’ê diyar kir ku hêzên wan li herêma Çemçoyê nehiştin 2 helîkopter leşkeran li herêmê deyne û ji van helîkopteran yek jê hatiye derbkirin. 
 
Her wiha hat ragihandin ku hêzên wan helîkoptereke ku hewl dida li ser xeta Bamernê-Amediye-Dêrelokê leşkeran li Kurêjaro bi cih bike jî xistine û piştî vê destwerdanê, 3 helîkopter neçar man ku ji herêmê dûr bikevin. 
 
147 BOMBEBARAN HATIN KIRIN
 
Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin ku artêşa Tirkiyeyê di nava 4 rojan de herêm 147 caran bi balafirên şer bombebaran kiriye, gelek caran topbaran kir, di encama pevçûnan de 28 leşker hatine kuştin û artêşa Tirkiyeyê neçar ma ye ku xwe ji herêmê vekişîne. 
 

Sernavên din

19/04/2022
09:16 Xelkê Amedê: Divê PDK dev ji xiyanetê berde û bi gelê xwe re be
09:09 Girtiyê ku lêgerîna tazî qebûl nekir hat îşkencekirin
09:09 Ji ber ku lêgerîna tazî qebûl nekiriye 46 roj in di hucreyê de ye
09:09 Endamê KNK'ê yê berê Hîcab: PDK zirarê dide destkeftiyên kurdan
09:08 Hilberînerên mişmişan ên Meletiyê: Bila ev der bibe 'Herêma Afetê'
09:07 Kaçmaz: Çavkaniya krîz aborî jî û îşkenceya li welêt jî tecrîd e
09:07 Di projeya qeyûm de li gorî şertnameyê tevnegariyan û kevirê erzan bi kar anîn
09:06 Endama RJAK'ê Reşîd: Herêma Kurdistanê ji bo jinan biewle nîne
09:03 Bi salan e Tirkiye û PDK cenazeyên zarokên wan desteser kiriye
09:00 ROJEVA 19'Ê NÎSANA 2022'YAN
08:52 Artêşa Iraqê careke din êrişî Şengalê kir
08:34 HDP’ê bersiva Kiliçdaroglu da: Gelo çareseriya te ev e?
18/04/2022
22:27 Ji Amedê gelek balafirên şer rabûn
19:42 Rihayî bûn mêvanê 'Sifra Edaletê' ya malbata Şenyaşarê
19:05 Artêşa Iraqê êriş bir ser Asayişa Êzidxanê
18:36 Li gundê Timoqê Yildirim ê 80 salî jî hat girtin
18:20 HDP: Ev şer, şerê dirêjkirina temenê desthilatê ye
16:43 'Heta edalet bicih were em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin’
16:41 Li Amedê ji 66 kesan 4 kes hatin girtin
16:20 Parêzerê ku polîs ew birîndar kiribû ji nexweşxaneyê hat derxistin
15:53 Wê HDP sibê parastina xwe radestî AYM'ê bike
15:27 Li Enqere, Îzmîr û Wanê bernameyên 1’ ê Gulanê hatin aşkerekirin
15:21 Beştaş: Desthilata ku nikare krîza navxweyî çareser bike şerekî nû da destpêkirin
15:20 Zaroka ku bi ceyranê ve zeliqî jiyana xwe dest da
15:04 ‘Ya girîng azadiya gelê me ye’
14:41 Şandeya ÎHD, OHD û Baroya Amedê: Li Girtîgeha Amedê îşkence hatiye kirin
14:10 Êrişa li dijî daxuyaniya 1’ê Gulanê şermezar kirin: Dê li her deverê xurt bê pîrozkirin
13:55 Emîne Şenyaşar cara 16’emîn ji bo îfadeyê birin qereqolê
13:41 Li Pirsûsê gengeşiya DEDAŞ’ê: 2 kes hatin binçavkirin
13:28 Bi stickeran bal kişandin ser tecrîd û zextên li girtîgehan
13:21 Li herêmên Zap û Avaşînê pevçûnên dijwar
12:56 Beyanên têtîkkêş Altûn û kesên li otelê mabûn di heman dosyayê de ne
12:50 Li gorî Konjonkturê dozê vekirine
12:31 Derbarê rojnamevan Şahîn de wê mutalaa were amadekirin
12:27 Dayika Ferhan Yilmaz: Kurê min hate kuştin
11:44 Bi hevkariya AKP-PDK'ê operasyoneke nû dest pê kir
11:32 ‘Dozger ji bo girtina Karabaş sûc afirand’
10:52 Li Hezroyê DEDAŞ cezayên fahîş li gundiyan dibire
10:51 Li ser sînorê Îranê du welatî bi îşkenceya tazî re rûbirû man
10:51 Înfaza Sîncar ji ber cezayê dîsîplînê yê beriya 17 salan hate şewitandin
09:14 PDK hêzên xwe sewqî Kurêjaro dike
09:00 Derbarê 3 kesên êrişî avahiya HDP’a Yuregirê kiribûn de doz hat vekirin
09:00 ‘Li pişt tundiya polîsan mekanîzma parastinê ya meqamên îdarî heye’
09:00 ‘Gardiyan wek çeteyan tevdigerin’
09:00 Biryara dozvenekirinê ji bo dosyeya penaberê kuştî hat dayîn
09:00 Ji bo xwezaya xwe ji 7 salî heta 70 salî têdikoşin: Ev der xaka me ye
09:00 ROJEVA 18'Ê NÎSANA 2022'YAN
17/04/2022
22:38 Derbarê bavê Denîz Poyraz de doz hat vekirin
22:30 Tirkiye herêma Zap, Metîna û Avaşînê bombebaran dike
20:27 Li Wanê 101 penaber hatin binçavkirin
16:51 Li quntarê Çiyayê Cûdî Cejna Paskalyayê
16:39 Êrişa li dijî HDP’a Edeneyê hate protestokirin
16:23 Platforma Demokrasiyê: Bi projeyên xwe xelkê Amedê neçarî koçberiyê dikin
16:14 Encama hilbijartina Odeya Bijîşkan a Amedê diyar bû
15:50 ‘Dawiya AKP’ê hatiye lewma bi destê çeteyan êrişî şoreşgeran dike’
14:11 Li dijî avahiya HDP’ê ya Çukurovayê êriş hate kirin
14:11 Artêşa Tirkiyeyê li Biradostê 12 ciwan girtin û aqûbeta wan nayê zanîn
13:52 Sancar: Dem dema bi cih anîna peyamên Newrozê ye
12:12 Tevî biryara dadgehê jî înşaeta mizgeftê didome
11:48 Li Liceyê operasyona leşkerî hate destpêkirin
11:38 Malbata Şenyaşar: Qanûn, di destê dozgeran de veguherîne şûrê zilmê
11:33 Cenazeyê Yalçin ku li ser sînor hatibû qetilkirin hate definkirin
11:29 Gefa kuştinê ya li Sîlîvriyê didome: 2 girtî ketin greva birçîbûnê
11:03 Parlamenter Dede: Li ser xeta sînor nêçîra mirovan dest pê kiriye
10:34 Teatra Sî dê li sê bajarên Bakur lîstika ‘Tu ne Gara yî’ pêşkeş bike
10:09 Velî Saçilik: Em neçarin ku li dijî tecrîdê têbikoşin
09:44 Koma Hinek Henek bi pênc lîstikên nû derket pêşberî bînerên xwe
09:04 Çepnî: Dewlet dixwaze herêmê ji mirovan xalî bike
09:02 ‘Dixwazin dosyeya ku rûxiyaye bi ruh û can bikin'
09:01 Kocsondî yê li derveyî sînor lêkolîn kirin: PDK raporên tibbî guherandine
09:00 ROJEVA 17'Ê NÎSANA 2022'YAN
16/04/2022
19:06 Li Stenbolê îşkenceya li girtîgehan hat protestokirin
17:50 Rojnamevan Koçer hat berdan
17:11 PENa Kurd: Em binçavkirina rojnamevan Kadrî Esen şermizar dikin
16:59 Şêx Cengî: PDK’ê biryar daye ku vî gelî bikin qurbanê xwe
16:15 Li Edeneyê doza girtina KCDP'ê hat protestokirin
16:14 ÎHD’ê aqûbeta rewşenbîrên ermen pirsî
15:55 Hat xwestin ku girtiyê nexweş Yalçin bê berdan
15:41 ÎHD’ê bang kir ku girtiya nexweş Ozbek were berdan
15:22 KESK’ê xwest endamên wan vegerin karên xwe
14:50 Midûriyeta Girtîgehan ji bo girtiyê nexweş Ozkan parastina ‘xemsarî nîne’ kir
14:35 Li Edeneyê di serdegirtina malê de 2 polîs birîndar bûn
14:21 Xizmên Windayan li aqûbeta Cemal Kavak pirsîn
14:17 Bûldan: Jin dê teqez edaletê bînin ser vê axê
13:45 Li sînorê Rûbarokê ciwanek hate qetilkirin
13:42 Dayikên Şemiyê rewşenbîrên ermen bi bîr anîn
12:18 Zarokê ku tizbî hejand di serdegirtina polîsan de hate binçavkirin
12:04 Dadgehê di lêpirsîna Kobanê de bergirî danî ser mal û milkê 91 kesan
11:44 Rojnamevan Kadrî Esen hat berdan
11:43 ‘Berxwedana gel kumpasa wan pûç kir’
11:21 Parêzerê ku bi tundiya polîs re rûbirû mabû: Ez ê dest ji bûyerê bernedim
11:14 Malbata Şenyaşar: Rayedarekî ku ji Xwedê bitirse nîne?
11:04 Roger Waters bo ku gîtara xwe bide hunermend Nûdem tê Tirkiyeyê
10:58 Li Cizîrê li ber çavê rayedaran Çemê Dîcleyê tê talankirin!
10:32 Ûca: Dewlet her ku vedişêre jinên êzdî li Enqereyê derdikevin holê
10:00 Ji bo Ocalan serlêdana li CPT'yê: Demildest peywira xwe pêk bîne
09:58 Girtiyê ji ber dermanên xwe xwestin lêdan, şandin Erziromê
09:23 Du bajarên qedîm ên bêxwedî: Soxmatar û Şûayîp
09:15 ‘Êdî kes nikare kerengan jî bikire’
09:07 Pişta wan dişikê lê rojê 90 lîreyî qezenc dikin